Şenoglû: Meseleya kurdî bi dest hêzên pergalê re nayê berdan

  • rojane
  • 09:06 25 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Endamê Desteya Rêvebir a HDK'ê Sedat Şenoglû diyar kir ku desthilat û muxalefet meseleya kurdî ji xwe re kirine amûrek û got: "Meseleya kurdî bi dest van hêzên pergalê re nayê berdan. Çareserkirina meseleya kurdî ancax bi rêxistinbûyîna cewherî ya gel dikare li desthilatê bê ferzkirin." 
 
Di 3'yê Hezîranê de bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Tekirdagê polîsan avêtibû ser Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK). Di çarçoveya lêpirsînê de rêvebirên Partiya Demokratîka  Gelan (HDP) ên bajêr û navçeyê jî di nav de 37 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin 29 kes hatibûn girtin û 8 kes jî bi şertê kontrolkirina edlî hatibûn berdan.
 
Endamê Desteya Rêvebir a HDK'ê Sedat Şenoglû armanca operasyona li dijî HDK'ê nirxand. 
 
Şenoglû anî ziman ku HDK ji bo pirsgirêkên civakî, aborî û siyasî yên welêt çareyan hildiberîne û got, lê desthilat û çapemeniya wê HDK'ê wekî hedef nîşan didin û bi operasyona dawî jî xwestine wê bi temamî krîmînalîze bikin. 
 
HEDEFA DESTHILATÊ EV PARADÎGMA YE
 
Şenoglû diyar kir ku kongreya wan li hemberî polîtîkayên neçareseriyê yên desthilatê wekî rêxistinbûyîneke civakî derketiye holê û ji aliyê civakê ve hatiye qebûlkirin û got: "Paradîgmaya HDK'ê bi îdiaya xwe, bi modela xwe û bi çareseriya xwe mudaxileyeke dîrokî ye. Ev paradîgma di nava 10 salan de pir zêde berbelav bû. Ev paradîgma enerjiyeke pir mezin li civakê peyda kir û bû cihê rêxistinbûyîneke mezin. HDK di warê civakî de li ser navê gelan mudaxileyek bû. Me bi HDK'ê di serî de gelê kurd û bi giştî tifaqa hemû gelên bindest, tifaqeke dîrokî ya gelan ava kir. A rast HDK bi vê gava xwe ya dîrokî hê di destpêkê de bûbû hedefa desthilatê." 
 
HAVÊNÊ HÊVIYÊ
 
Şenoglû destnîşan kir ku bi vê rêxistinbûyîna civakî ya mezin a HDK'ê re HDP derketiye holê û got: "HDP jî li bara civakê bû hêvî." Şenoglû bilêv kir ku havênê vê hêviyê li bara civakê bûye xwedî beranberiyek û bal kişand ser rol û rista dîrokî ya HDP û HDK'ê ya di Berxwedana Geziyê de.
 
‘BÛ TIRSA PERGALÊ'
 
Şenoglû bilêv kir ku xeta HDP û HDK'ê li dijî siyaseta desthilatê xwedî wateya "rêya sêyem" e û wiha berdewam kir: "Ev modela rêxistina civakî ya HDK'ê ji destpêkê de bûye tirsa vê pergalê. HDK hemû hîmên vê pergalê hejandin. Bi vî awayî gelan dît ku pêşerojeke din, civakeke din û Tirkiyeyeke din pêkane û van tiştan hemûyan bi hêza xwe ya cewherî di Berxwedan Geziyê de ceriband. Ji wê çaxê heya niha HDK li vê axê bûye hêzeke nayê tunekirin. Yanî HDK û HDP bûn qada ewil a êrişên pergalê." 
 
Şenoglû destnîşan kir ku halî hazir desthilata AKP-MHP'ê êdî nikare tiştekî bide gelan û di hemû qadan de rûxiyaye. Şenoglû anî ziman ku "Tifaqa Gel" jî nikare tiştekî bide civakê û wiha axivî: "Pergala rêxistinbûyînê, projeya çareseriyê û çalakiyê û eniya demokrasiyê ya li dor HDP û HDK kom bûye îro ro di hedefa desthilatê ne û desthilat diwxaze wan ji holê rake. Armanca van êrişên li ser saziyên ku li dor HDK û HDP'ê xwe birêxistin kirine ew e ku Tirkiye ji çareseriyê bêpar bimîne." 
 
TECRÎDA LI SER OCALAN
 
Şenoglû dîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo paradîgmaya xwe û paradîgmaya HDK'ê bibîr xist. Şenoglû destnîşan kir ku tecrîda ku niha desthilat li Îmraliyê pêk tîne neçareserî bi xwe ye. Şenoglû bilêv kir ku di dema "pêvajoya çareseriyê" ya di navbera 2013-2015'an de atmsofereke asayî hebûye, lê belê desthilat ji wê çaxê heya niha polîtîkayeke neçareseriyê ferz dike. 
 
KOMARA DEMOKRATÎK
 
Şenoglû di berdewama axaftina xwe de wiha pêde çû: "Wê demê Ocalan doza çareserkirina meseleya kurdî dikir. Lê piştî desthilatê ew pêvajo da sekinandin û maseyê quliband ma li vî welatî çi qewimî çi neqewimî. Krîza aborî, krîza xwezayê, krîza cinayetan, krîza kedê her çû kûr bûn. Êrişên li ser HDK'ê û kûrkirina tecrîdê girêdayî hev in. Lewma çareseriya ku di paradîgmaya HDK'ê de berbiçav bûye ji bo gelên me çareseriyeke jiyanî ye. Em ê vê rêçê ava bikin, wekî din tu rêyek me tune ye." 
 
HEWLDANEKE TAYBET HEYE!
 
Şenoglû bilêv kir ku di operasyona li hemberî kongreyê de li midûriyeta polîsan ji kesên binçavkirî pirsên wekî "Tu bi kurdî dizanî?" hatiye pirsîn û got, gotinên Wezareta Karên Navxweyî HDK'ê wekî hedef nîşan dane, hewldaneke taybet in ji bo krîmînalîzekirina HDK'ê. Şenoglû destnîşan kir ku HDK saziyeke legal e û rêbazên wê yên xebatê ji bo her kesî eşkere ne û got: "Wextekê HDK'ê pêwendî bi saziyên fermî yên dewletê re daniye û van saziyan HDK'ê vexwandine." Şenoglû diyar kir ku lê îro HDK wekî rêxistineke dijqanûnî tê nîşandan û got, ev jî polîtîkayeke bi zanebûnî ya desthilatê ye. 
 
Şenoglû ragihand ku ev operasyona li hemberî HDK'ê dişibe operasyona li hemberî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û got, sedema vê jî polîtîkayên "ewlehîparêz" ên desthilatê ne. 
 
NÎQAŞKIRINA MESELEYA KURDÎ
 
Şenoglû destnîşan kir ku di vê atmosferê de ku hilbijartina pêşwext tê nîqaşkirin, divê tu kes berbatyî gotinên desthilatdarê û muxalefetê nekeve û wiha got: "Niha cardin her kesî meseleya kurdî daxilî nava rojeva xwe kiriye. Lê meseleya kurdî bi dest van hêzên pergalê re nayê berdan. Çareserkirina meseleya kurdî ancax bi rêxistinbûyîna cewherî ya gel dikare li desthilatê bê ferzkirin. Divê mirov bi vî awayî li çareseriyê mêze bike. Lê binerin niha desthilat ji muxalefetê re dibêje 'Hûn bi HDP'ê re hevkariyê dikin', lê muxalefet jî ji desthilatdarê re dibêje 'Hûn jî bi Ocalan re hevkariyê dikin.' Yanî her du jî meseleya kurdî ji xwe re dikin amûrek. Tu projeyeke muxalefetê ya ku meseleya kurdî çareser bike tune ye. Detshilatdar jî vîneke wê ya ku meseleya kurdî çareser bike tune ye. Lê heya ev desthilatdariya faşîst neyê rûxandin dê çareseriyek neyê avakirin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Şenoglû di dawiya axaftina xwe de li hemberî êrişên li ser kongreya wan û muxalefetê ji bo yekîtiyê bang li muxalefetê kir û got: "Divê em eniyeke berxwedanê ya topyekûn ava bikin. Ev berpirsiyarî û peywireke me ya dîrokî ye. Ger em bi ser bikevin dê heyameke dîrokî ya nû dest pê bike, lê em bi ser nekevin dê tarîtî kûrtir bibe." 
 
MA / Ergîn Çaglar
 
 
 

Sernavên din

25/06/2022
15:31 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdanê hat kirin
14:53 Xizmên windayan banga tevlîbûna danişîna Mehmet Sîncar kir
14:29 Di doza Pinar Gultekîn de biryara bihincet aşkera bû
14:28 LaWje dê li Amed û Wanê konseran li dar bixe
14:16 Li Hezexê polîsekî xwe kuşt
14:09 Meşa 'Kurdistanê biparêze' ya li Dusseldorfê dest pê kir
14:01 Li Herêma Kurdistanê gengeşiya gazê
13:39 Şagirtên zarok ên Ma Muzîkê performansa xwe ya salê nîşan dan
13:38 Xizmên Windayan aqûbeta kedkarên tenduristiyê Ayhan û Pamûk pirsîn
12:53 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir: Hevserokên ÎHD'ê kelemçekirî hatin binçavkirin
12:08 Serpêhatî li Îzmîrê diqewime: Bila kurd dayika xwe nebînin!
11:46 ÎHD û TÎHV: Tevahiya Tirkiyeyê bûye navenda îşkenceyê
10:48 Malbata Şenyaşar: Dawî li vê zilmê bînin
10:43 304 afgan hatin dersînorkirin
10:14 Çavdêrê siyasî Elî: Desthilatê Başûrê Kurdistanê kiriye dergûşa sîxuran
10:13 Îşkenceya polîsan veguheziye kolanan: Divê her kes li ber vê rabe
09:06 Şenoglû: Meseleya kurdî bi dest hêzên pergalê re nayê berdan
09:05 Piştgirên Nobeda Edaletê: Dawî li polîtîkayên çewisîner bînin
09:02 Banga ji bo danişîna doza Mehmet Sîncar: Em ê dest ji vê dozê bernedin
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:28 Cerdevanan şerê erd kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
24/06/2022
23:58 Eleqeyeke mezin ji bo şeva bîranîna Dengbêj Şakiro
20:13 Dadgeha Îstinafê: Qedexekirina şanoya Bêrû dijî hiqûqê ye
16:36 Li Amedê du birayên zêrîngir reviyan
15:31 TMMOB: Em ê demekî dirêj vê têkoşînê bidomînin
14:39 Ji ber daxuyaniya Qirkirina Ermenan derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:25 Li Afyonê girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin greva birçîbûnê bi dawî kirin
14:14 Zanîngeha Alparslanê pankarta ‘Şêrîn û xweş e zimanê kurdî ‘ ranegirt û hewl da asteng bike
13:34 Girtiyên ku li wan dabûn sewq kirin
13:30 Kesên di Komkujiya Madimakê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
13:29 Biryara 2003'yan bi bîr xist: Divê Tirkiye ji axa Kurdistanê bê derxistin
13:24 Di nav HDP’ê de ji bo namzetiya serokkomariyê qala hinek navan tê kirin
13:05 DEDAŞ'ê dest danî ser trafoyan cotkaran
12:54 Malbat û vasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:39 Şewata li Marmarîsê didome
11:50 Ferît Şenyaşar: Kesên bûne şirîkên zilmê dê çawa biçin betlaneyê?
11:31 'Dixwazin girtiyên ku xwe radest nakin bimirin'
11:19 Li Mûşê jinek hate qetilkirin
11:09 Hevserokê DFG’ê Altan: Ya ku tê darizandin xebatên me yên rojnamevaniyê ne
11:02 Rojnamevan Koçûk: Em ê hem şûna xwe hem jî şûna wan binivîsin
10:44 Rojnameger Tara: AKP-MHP dixwazin beriya hilbijartinê çîrokeke serkeftinê binivîsin
10:43 Rojnameger Alagaş: Wê hêza zilmê têra şikandina pênûsa jinê neke
10:16 Rêzên li nexweşxaneyan veguherîn 'rêzên sanal'!
10:03 Li Girtîgeha Jinan a Şakranê tecrîda di nava tecrîdê de
09:17 'Nobeda Azadiyê' ya ji bo Ocalan di sala 11'an de ye
09:07 Li Girtîgeha Kurkçulerê: Ji bo 5 kesan tenê têfikeke xwarinê didin girtiyan
09:06 'Dê têkoşîna me ya ji bo mafê jiyanê bidome'
09:05 Rapora pêzaniyê: Qeyûm di ewraqên fermî de sextekarî kiriye
09:03 Hesreta dilê xwe bi wêneyên kurê xwe yê girtî aş dike
09:01 Endamê Rêveberiya Xweser a Şengalê Îbrahîm: Dixwazin êzidiyan bi destê êzidiyan bidin kuştin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
23/06/2022
22:22 Li dijî heqdesta xizaniyê banga ji bo têkoşînê
21:45 FIDH û OMCT'ê girtina 16 rojnamevanan şermezar kirin
20:59 Peymana Stenbolê: Dozger xwest fesx bê betalkirin
19:54 Pen International: Demildest her 16 rojnamevanan berdin
18:55 Şerê li sêgoşeya Licê-Pasûr-Farqînê didome
18:43 Dadgeha Bilind cezayên ku li 13 siyasetmedaran hatibû birîn erê kir
17:52 Komîsyona Amadekar a ji bo parêzbendiya Aydenîzê hat avakirin li hev kom dibe
17:38 Ji bo betalkirina parêzbendiya Aydenîzê Komîsyona Amadekariyê hat avakirin
16:45 Li Iraqê 64 parlamenterên nû hatin hilbijartin
16:41 Sercerdevan li dadgehê gef li malbatê xwar
16:39 Çawişê pispor ê Hazna Su kuşt bi ‘halê baş’ hate xelatkirin
16:27 Rakirina parêzbendiya Aydenîz tê nirxandin: Hûn di rewşeke wisa de ne ku nikarin bi Makeqanûna 12’ê Îlonê jî bikin
16:09 'Em li dijî bêedaletiyê bibin dengê malbatên girtiyan’
15:43 'Heke peyman pêk bihata wê cezayê kujerê Pinar nehata daxistin'
15:06 Şik: Doza rojnamevaniyê ya herî mezin a salên dawî ye
15:03 Êrişa li dijî Nobeta Edaletê bi meşê protesto kirin
15:02 Gunay: Rakirina parêzbendiya Aydenîz darbeya li dijî vîna gel e
14:13 Derbkirina girtiyan: Bila derheqê berpirsyaran de lêpirsîn were destpêkirin
13:47 Rapora rojnamegerên girtî: Xebatên pîşeyî kirine mijara sûc
13:37 Giliyê Şener ê HDP hedef nîşandayî hate kirin
13:33 Abdulîllah Poyraz beraet kir
13:10 ‘Divê êdî dawiyê li zilma li malbata Şenyaşar tê kirin bînin’
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:30 Nobeta Edaletê: Bila bêhiqûqî bi dawî bibin
12:01 Jin careke din li ber derê Şûreya Dewletê ne: Em hatin parastina jiyanên xwe
11:57 Komîsyona Têkel ji bo Aydenîz civiya
11:41 Lêpirsîna nûçeyê bi dozvenekirinê biencam bû
11:36 Girtina 16 rojnamevanên kurd li Stenbolê hat protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
11:25 OHD’ê ji bo doza Dedeogullari banga tevlibûnê kir
11:20 Parlamentoya Iraqê bi awayek awarte dicive
11:18 Şewata li Marmarîsê berdewam dike
11:08 ‘Duh JÎTEM hebû îro gelek rêxistin hene’
10:52 Li Licê şer: 2 leşker hatin kuştin
10:19 Jin li dijî biryarê bihêrs in: Em ê tora parastina rewa ava bikin
10:11 Di cînayeta Hantaş de ceza nehat dayîn: Dema mijar dibe kurd edaleta wan diguhere
09:16 Li Şaredariya Artukluyê bêrêbazî: 13 encûmenên AKP’ê xwestin îstîfa bikin
09:02 Li Nefelê atolyeyên çand û hunerê dest pê kirin
09:01 Girtin û ceza nikaribûn pêşî li ber bigirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
07:45 'Tu hinceteke êrişên Tirkiyeyê tuneye'
22/06/2022
21:02 Di danişîna Konseya Ewropayê de: Deriyên Îmraliyê vekin
18:30 Ji bo betalkirina biryara girtinê ya derbarê 16 rojnamavenan de serî li dadgeriyê dan
17:53 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike, kamera li ser milê me ye
16:54 Doza Komkujiya Madimakê: Daxwaza guherandina şandeyê hate redkirin
16:30 Ji bo tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe ’50 hezar TL mesref’ jê re derxistin
16:08 Rojnamegeran Qanûna Sansurê şermezar kir
15:54 Şandeya HDP’ê çû Beyrûdê
15:49 Malbatên girtiyan: Ji me çi dixwazin?
15:40 Esnaf got ji 'Erdogan' re û qaseya xerabe ya pereyan hilavêt