‘Divê êdî dawiyê li zilma li malbata Şenyaşar tê kirin bînin’

  • rojane
  • 13:10 23 Hezîran 2022
  • |
RIHA - Hevserokê Şaxa ÎHD’a Rihayê Mûstafa Vefa bal kişand ser betlaneya dadî û wiha got: “Em sala dadî digirin. Lê belê hêj deynê xwe yê edaletê yê malbata Şenyaşar nedayî tê girtin. Divê dadger û dozger dawiyekî li zilma li malbata Şenyaşar tê kirin bînin.” 
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî kargeha malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûyî di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 472’yan de berdewam dike. Ji ber gotinên Emîne Şenyaşar ên di dema nobetê de, bi hinceta ku “heqaret” li Yildiz ê AKP’î kiriye doz hatibû vekirin û ji ber ku bo îfadeyê çûbû Edliyeya Pirsûsê, nekarî îro beşdarî nobetê bibe. Doz, ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî a ya Enqereyê ve hatibû vekirin û ferman hatibû dayîn ku Şenyaşar îfade bide. Bi heman îdiayê derheqê Emîne Şenyaşar de heta niha 16 lêpirsînên cuda û 5 doz hatine vekirin. Ferît Şenyaşar, nobeta xwe li ser dereskeyên Edliyeya Rihayê da destpêkirin. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê Mûstafa Vefa hate serdana malbatê. 
 
 
Vefa, di çalakiyê de bal kişand ser têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar û wiha got: “Malbata Şenyaşar ev 472 roj in li pêşiya edliyeyê rûdinin. Weke parêzer her cara ku em diçin ser karên xwe rastî vê malbatê tên. Her cara ku em derbas dibin jî dilê me dişewite. Li gel ku ji hêla qanûnî ve tişta ji destê me tê em dikin jî, pêkneanîna edaletê bandoreke giran li me dike. Divê dozger û dadgerên li vê Edliyeyê jî di ferqa vê rastiyê de bin. Ev kes 472 roj in ji bo edaletê li vê derê rûdinin. Dozger jî her roj ji vir re derbas dibe û malbatê dibîne. Êdî dawiyekî li vê zilm û bêedaletiyê bînin.” 
 
‘DI CEZAKIRINA MALBATA ŞENYAŞAR DE EDALET BAŞ DIXEBITE’
 
Bi domdarî Vefa da zanîn ku ji mehekî kêmtir ma ye ku xebatkarên darazê bikevin betlaneya salane û wiha domand: “Biryarnameya dadger û dozgeran derket. Tayînên nû hatin kirin. Ji 472 roj berê heta niha gelek dadger û dozger guherîn. Em vê sala dadî jî digirin lê belê bêyî ku deynê xwe yê edaletê yê malbata Şenyaşar bidin em vê salê digirin. Hêj daxwazên dadî û mafdar ên Emîne Şenyaşar nehatine cih em vê salê digirin. Emîne Şenyaşar ji ber gotinên xwe yên li pêşiya edliyeyê tê darizandin. Di çarçoveya fermanê de jî li Pirsûsê vexwendin îfadeyê. Di demekî ku hemû kes li benda edaletê de dayikeke ku ji dilşewatiya xwe hinek gotin kirine tê darizandin. Edalet di vê mijarê de pir baş dixebite.” 
 
‘BILA EDALET PÊK BÊ’ 
 
Di berdewamê de Vefa ev tişt anî ziman: “Ji ber gotinên di dema nobetê heta niha gelek doz derheqê Emîne Şenyaşar de hatine vekirin. Dozên derheqê Şenyaşar de zû tên vekirin û ceza tên dayîn. Lê belê di dosyaya lêpirsînê ya derheqê qetilkirina 3 kesan de pêşketinek çênabe. Ji bo rûmetiyê hinek tiştan dikin lê lêpirsîneke adilane nayê kirin. Ev mirov ji bo ku ev dosya bi awayekî adilane bê dîtin li vir rûdinin. Em dixwazin ku Emîne Şenyaşar êdî li mala xwe bi awayekî aram jiyana xwe bidomîne. Jineke pîr her roj li ber tavê rûdine. Ev yek ne tenê aliyê hiqûqî lê yê însanî jî radixe ber çavan. Bila êdî edalet pêk bê û ev mirov jî çalakiya xwe bi dawî bikin.”
 
Vefa, heta demekî li cem malbatê ma û piştre jî çû. 
 
‘EW DAYIKEKE’
 
Malbatê têkildarî mijarê li hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Ew dayikeke. Hevjîn û du kurên wê hatin qetilkirin. Kurekî wê ev 4 sal in bi awayekî neheq di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Kurekî wê jî li pêşiya Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digire. Dayik îro li Edliyeya Pirsûsê weke bersûc tê darizandin. Mexdûr: parlamenter Yildiz.”
 

Sernavên din

25/06/2022
14:28 LaWje dê li Amed û Wanê konseran li dar bixe
14:16 Li Hezexê polîsekî xwe kuşt
14:09 Meşa 'Kurdistanê biparêze' ya li Dusseldorfê dest pê kir
14:01 Li Herêma Kurdistanê gengeşiya gazê
13:39 Şagirtên zarok ên Ma Muzîkê performansa xwe ya salê nîşan dan
13:38 Xizmên Windayan aqûbeta kedkarên tenduristiyê Ayhan û Pamûk pirsîn
12:53 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir: Hevserokên ÎHD'ê kelemçekirî hatin binçavkirin
12:08 Serpêhatî li Îzmîrê diqewime: Bila kurd dayika xwe nebînin!
11:46 ÎHD û TÎHV: Tevahiya Tirkiyeyê bûye navenda îşkenceyê
10:48 Malbata Şenyaşar: Dawî li vê zilmê bînin
10:43 304 afgan hatin dersînorkirin
10:14 Çavdêrê siyasî Elî: Desthilatê Başûrê Kurdistanê kiriye dergûşa sîxuran
10:13 Îşkenceya polîsan veguheziye kolanan: Divê her kes li ber vê rabe
09:06 Şenoglû: Meseleya kurdî bi dest hêzên pergalê re nayê berdan
09:05 Piştgirên Nobeda Edaletê: Dawî li polîtîkayên çewisîner bînin
09:02 Banga ji bo danişîna doza Mehmet Sîncar: Em ê dest ji vê dozê bernedin
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:28 Cerdevanan şerê erd kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
24/06/2022
23:58 Eleqeyeke mezin ji bo şeva bîranîna Dengbêj Şakiro
20:13 Dadgeha Îstinafê: Qedexekirina şanoya Bêrû dijî hiqûqê ye
16:36 Li Amedê du birayên zêrîngir reviyan
15:31 TMMOB: Em ê demekî dirêj vê têkoşînê bidomînin
14:39 Ji ber daxuyaniya Qirkirina Ermenan derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:25 Li Afyonê girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin greva birçîbûnê bi dawî kirin
14:14 Zanîngeha Alparslanê pankarta ‘Şêrîn û xweş e zimanê kurdî ‘ ranegirt û hewl da asteng bike
13:34 Girtiyên ku li wan dabûn sewq kirin
13:30 Kesên di Komkujiya Madimakê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
13:29 Biryara 2003'yan bi bîr xist: Divê Tirkiye ji axa Kurdistanê bê derxistin
13:24 Di nav HDP’ê de ji bo namzetiya serokkomariyê qala hinek navan tê kirin
13:05 DEDAŞ'ê dest danî ser trafoyan cotkaran
12:54 Malbat û vasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:39 Şewata li Marmarîsê didome
11:50 Ferît Şenyaşar: Kesên bûne şirîkên zilmê dê çawa biçin betlaneyê?
11:31 'Dixwazin girtiyên ku xwe radest nakin bimirin'
11:19 Li Mûşê jinek hate qetilkirin
11:09 Hevserokê DFG’ê Altan: Ya ku tê darizandin xebatên me yên rojnamevaniyê ne
11:02 Rojnamevan Koçûk: Em ê hem şûna xwe hem jî şûna wan binivîsin
10:44 Rojnameger Tara: AKP-MHP dixwazin beriya hilbijartinê çîrokeke serkeftinê binivîsin
10:43 Rojnameger Alagaş: Wê hêza zilmê têra şikandina pênûsa jinê neke
10:16 Rêzên li nexweşxaneyan veguherîn 'rêzên sanal'!
10:03 Li Girtîgeha Jinan a Şakranê tecrîda di nava tecrîdê de
09:17 'Nobeda Azadiyê' ya ji bo Ocalan di sala 11'an de ye
09:07 Li Girtîgeha Kurkçulerê: Ji bo 5 kesan tenê têfikeke xwarinê didin girtiyan
09:06 'Dê têkoşîna me ya ji bo mafê jiyanê bidome'
09:05 Rapora pêzaniyê: Qeyûm di ewraqên fermî de sextekarî kiriye
09:03 Hesreta dilê xwe bi wêneyên kurê xwe yê girtî aş dike
09:01 Endamê Rêveberiya Xweser a Şengalê Îbrahîm: Dixwazin êzidiyan bi destê êzidiyan bidin kuştin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
23/06/2022
22:22 Li dijî heqdesta xizaniyê banga ji bo têkoşînê
21:45 FIDH û OMCT'ê girtina 16 rojnamevanan şermezar kirin
20:59 Peymana Stenbolê: Dozger xwest fesx bê betalkirin
19:54 Pen International: Demildest her 16 rojnamevanan berdin
18:55 Şerê li sêgoşeya Licê-Pasûr-Farqînê didome
18:43 Dadgeha Bilind cezayên ku li 13 siyasetmedaran hatibû birîn erê kir
17:52 Komîsyona Amadekar a ji bo parêzbendiya Aydenîzê hat avakirin li hev kom dibe
17:38 Ji bo betalkirina parêzbendiya Aydenîzê Komîsyona Amadekariyê hat avakirin
16:45 Li Iraqê 64 parlamenterên nû hatin hilbijartin
16:41 Sercerdevan li dadgehê gef li malbatê xwar
16:39 Çawişê pispor ê Hazna Su kuşt bi ‘halê baş’ hate xelatkirin
16:27 Rakirina parêzbendiya Aydenîz tê nirxandin: Hûn di rewşeke wisa de ne ku nikarin bi Makeqanûna 12’ê Îlonê jî bikin
16:09 'Em li dijî bêedaletiyê bibin dengê malbatên girtiyan’
15:43 'Heke peyman pêk bihata wê cezayê kujerê Pinar nehata daxistin'
15:06 Şik: Doza rojnamevaniyê ya herî mezin a salên dawî ye
15:03 Êrişa li dijî Nobeta Edaletê bi meşê protesto kirin
15:02 Gunay: Rakirina parêzbendiya Aydenîz darbeya li dijî vîna gel e
14:13 Derbkirina girtiyan: Bila derheqê berpirsyaran de lêpirsîn were destpêkirin
13:47 Rapora rojnamegerên girtî: Xebatên pîşeyî kirine mijara sûc
13:37 Giliyê Şener ê HDP hedef nîşandayî hate kirin
13:33 Abdulîllah Poyraz beraet kir
13:10 ‘Divê êdî dawiyê li zilma li malbata Şenyaşar tê kirin bînin’
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:30 Nobeta Edaletê: Bila bêhiqûqî bi dawî bibin
12:01 Jin careke din li ber derê Şûreya Dewletê ne: Em hatin parastina jiyanên xwe
11:57 Komîsyona Têkel ji bo Aydenîz civiya
11:41 Lêpirsîna nûçeyê bi dozvenekirinê biencam bû
11:36 Girtina 16 rojnamevanên kurd li Stenbolê hat protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
11:25 OHD’ê ji bo doza Dedeogullari banga tevlibûnê kir
11:20 Parlamentoya Iraqê bi awayek awarte dicive
11:18 Şewata li Marmarîsê berdewam dike
11:08 ‘Duh JÎTEM hebû îro gelek rêxistin hene’
10:52 Li Licê şer: 2 leşker hatin kuştin
10:19 Jin li dijî biryarê bihêrs in: Em ê tora parastina rewa ava bikin
10:11 Di cînayeta Hantaş de ceza nehat dayîn: Dema mijar dibe kurd edaleta wan diguhere
09:16 Li Şaredariya Artukluyê bêrêbazî: 13 encûmenên AKP’ê xwestin îstîfa bikin
09:02 Li Nefelê atolyeyên çand û hunerê dest pê kirin
09:01 Girtin û ceza nikaribûn pêşî li ber bigirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
07:45 'Tu hinceteke êrişên Tirkiyeyê tuneye'
22/06/2022
21:02 Di danişîna Konseya Ewropayê de: Deriyên Îmraliyê vekin
18:30 Ji bo betalkirina biryara girtinê ya derbarê 16 rojnamavenan de serî li dadgeriyê dan
17:53 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike, kamera li ser milê me ye
16:54 Doza Komkujiya Madimakê: Daxwaza guherandina şandeyê hate redkirin
16:30 Ji bo tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe ’50 hezar TL mesref’ jê re derxistin
16:08 Rojnamegeran Qanûna Sansurê şermezar kir
15:54 Şandeya HDP’ê çû Beyrûdê
15:49 Malbatên girtiyan: Ji me çi dixwazin?
15:40 Esnaf got ji 'Erdogan' re û qaseya xerabe ya pereyan hilavêt
15:30 Saziyên çapemeniyê ev 15 roj in dorpêçkirî ne
15:25 Qurbaniyên Qetlîama Madimakê dê bên bibîranîn
14:33 Doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Kaya taloq bû