Sancar li Mêrdînê bang kir: Bila tecrîd rabe da ku Ocalan biaxive

  • rojane
  • 16:59 18 Hezîran 2022
  • |
img

MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar destnîşan kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriyê tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û got: “Bila tecrîd bê rakirin, Ocalan raste rast ji raya giştî re biaxive. Ev wezîfeya her kesî ye.” 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Mêrdînê bi dirûşma “Dem dema HDP’ê ye” Kongreya Asayî ya 4’emîn li dar xist. Kongre li hotêlek li bajêr pêk hat û bi hezaran kes beşdar bû. Pankarta “Em duh bi ser ketin em ê îro jî bi ser bikevin” hat daliqandin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamentera HDP’ê Pero Dundar, nûnerên rêxistinên sivîl û bi sedan welatî tev li kongreyê bûn. 
 
TURK: ROJ ROJA AZADÎ Û YEKITIYA KURDAN E 
 
Kongreyê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê dest pê kir. 
 
Destpêkê de Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin axivî. Turk banga yekitiyê li kurdan kir û wiha got: “Roj roja azadiya gelê kurd e. Roj roja yekitiya kurdan e. Hemû xebatên me ji bo azadkirina gelê kurd e. Li ser destkeftiyên gelê kurd êrişên dijwar hene. Her kes di ferqa vê pêvajoyê de ye. Pir eşkere polîtîkayek zilmê ya vê îktidarê li ser gelê kurd tê meşandin. Armanca vê îktidarê ew e ku li çar parçeyên Kurdistanê destkeftiyên gele kurd tune bike. Tevî van êrişên dijwar jî em di berbanga azadiyê de ne. Em ê tev xwe bi dostên xwe re bikin yek û vê pêvajoya dijwar ji ser xwe biavêjin. Çi dibe bila bibe divê em têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin”. 
 
JI BO MEŞA GEMLIKÊ MUXALEFETÊ REXNE KIR 
 
Turk destnîşan kir ku kurd wê li dijî êrişan li ber xwe bidin û got: “Gelo îro li Tirkiyê siyasetek ku bersivê bide hêviyên kurdan ên derbarê pêşerojê de heye? Muxalefetek heye? Divê em li ser vê jî bisekinin. Li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan meş, çalakiyeke demokratîk, bertekeke demokratîk hate lidarxistin. Û bi rastî jî wêneyên lîncê li wir derketin holê. Wekîlên me, rêveberên me û hemû kesên beşdarî meşe bûn, bi êrişan re rûbirû man. Hûn hemû dizanin ku hevala me Salîha rastî derbên giran ên polîsan hat û gef lê hatin xwarin. Lê berdevkê partiya sereke ya muxalefetê ya ku em li bendê bûn, êrişan şermezar bike lê rabû û got, ‘şîmak li polîsên me xistiye’. Ji ber vê yekê em çawa ji we bawer bikin? Em ê çawa vê bêbaweriyê ji holê rakin, em ê çawa bi wan re bimeşin? Helbet em ê bi hemû hêza xwe li dijî pergala heyî li ber xwe bidin. Lê kurd bi rastî jî dixwazin di siyasetê de gavên berbiçav bên avêtin û hêviyên wan bên bicihanîn."
 
‘EM BI MILYONAN KURD HENE’ 
 
Turk anî ziman ku kurd bi biryar in ku têbikoşin û wiha got: “Dostên me hene, dostên me yên pir bi qîmet hene ku em wan weke kesên rêya 3’yemîn dixwazin û bi rastî jî demokrasî, demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin hene. Divê em bi gelê xwe re bi van kesan re têkoşîna xwe mezin bikin. Gelek partiyên siyasî yên kurd hene. Ez jî dixwazim gazî wan bikim. Em amade ne ku bi we re rêya yekitî û têkoşînê bimeşînin. Lê îro li Tirkiyeyê siyasetek tê meşandin. Siyaseta tecrîdkirina kurdan heye. Di ferqa vê yeke de bin û li gel dostên kurdan bin û beşdarî vê tifaqa mezin bibin. Bi rastî, gelek tişt hene ku bêne gotin. Çi bikin bila bikin, girtin, zindankirin, îşkencekirin, daxwazên vî gelî û berxwedana vî gelî tu carî ji rojevê dernakeve, nikarin berxwedana gelê me bişkînin. Bi rastî divê em di nav hewldanek cidî de bin û ji bo pêşerojê bixebitin. Îro em behsa 25-30 milyon kurdan dikin. Hek 25-30 mîlyon kurd ne girîng bin dengên wan girîng in, dema em 10 mîlyon dengan ji kurdan bigirin wê her tişt biguhere û ew ê bi kurdan re li ser maseyê rûnin. Em ji bo vê hişmendiyê dixebitin."
 
SANCAR: EM Ê WELATEK AZAD AVA BIKIN 
 
Piştî Turk, Hevserok Mîthat Sancar derket ser dike û bi kurdî, erebî û tirkî beşdaran silav kir û dest bi axaftina xwe kir. 
Sancar bal kişand ser gelek mijarên girîng û wiha got: 
“Ez ji Mêrdînê me lê HDP jî ji Mêrdînê ye. Koka wê li ser vê axê ye. Partiya me jî wek reng, deng, çand, ziman û netewên vê axê ye. Di serê mekanên ku herî zêde riha HDP’ê xwe berda ye Mêrdîn e. Em bi rehetî dikarin bejin ku welatê HDP’ê jî cihê ji dayikbûna wê jî Mêrdîn e. Em ê welatek ku her kes dikare adilane û azadî lê bijî ava bikin.
 
AXA BERXWEDÊR Û TÊKOŞÎNÊ 
 
Ev der axa bi xêr ûbereket e. Ev bajar bajarê qedîm û dewlemendiya çand, ziman û baweriyan e. Li ser vê axê mirovahî dest bi çandiniyê kirye. Mêrdîn jî yek ji wan bajarên Kurdistanê ye ku her tim di hedefa êrişan de ye. Zilm li ser vê axê hat kirin û tê kirin. Heke li cihê ku zilm lê hebe wê berxwedan û têkoşîn jî hebe. Ev ax axa ku serê xwe li ber bêrûmetiyê netewandiye ye. 
 
BAJARÊ QEDÎM
 
Ev bajarê qedîm bi zilmê tê birêvebirin. Ev bajarê xweşik bi rejîma qeyûm tê birêvebirin. Qeyûman li vî bajarî dizî, talanê û bertîlxwarinê dikin. Qeyûm tayînî ser îradeya gelên Mêrdînê hat kirin. Niha jî hem li hundir hem jî li derveyî welat şer tê meşandin. Di hedefa ewil a şerê îktidara AKP-MHP’ê de gele kurd heye. Her cûre êriş li ser gelê kurd tê kirin. Azadiya gelê kurd tê binpêkirin. Nahêlin ku gelê kurd jî wek her netewên din azad bibe. 
 
ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE 
 
Heta îro şer ji têgihîştina ewlekarî, dijminatî, înkar û îmhayê pê ve tiştek bi xwe re neaniye. Ji niha şûn ve jî dê şer tiştekî neyine. HDP partiyeke ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di her qadê de soza bicihanîna erka xwe daye û bi vê armancê hatiye avakirin e. Hevgirtina hêzên demokrasiyê û hêzên li dijî şer ji bo çareseriyê yek ji wan armancan e ku em li ser dixebitin û hewl didin. Daxwaza me ya ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê ya heye û em dixwazin tam jî li dijî politikaya şer çareserî dest pê bike. 
 
BILA OCALAN RASTE RAST JI RAYA GIŞTÎ RE BIAXIVE 
 
Tecrîda li ser Abdullah Ocalan pêk tê encama polîtîkayên înkarê ye. Em vê yekê dizanin, heke em çareseriyekê dixwazin, aştiya mayînde li welat pêk were, komar demokratik bibe, hemwelatîbûna azad û wekhev pêk were, divê em têbikoşin ku hemû astengiyên li pêşiya çareseriyê bên rakirin. Yek ji astengiyên herî girîng ên li pêşiya çareseriyê jî tecrîda li Îmraliyê ye. Ji ber vê yekê em hemû hewl didin ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Ev pirsgirêkek qanûnî ye, lê ne tenê ew e. Mijareke siyasî ye. Ji aliyê din ve jî şaş e ku daxwaza rakirina tecrîdê tenê bi HDP’ê re bisînorkirî bê dîtin. Heke li Tirkiyeyê muxalefeteke bi aqil hebûya, ji bilî me muxalefetek din hebûya, em li benda wan bûn jî ku ewil daxwaza rakirina tecrîdê bikin. Bila tecrîd rabe, da ku Ocalan rasterast ji raya giştî re biaxive. Ev erka her kesî ye. Lê wek ku mezinê me yê hêja Ahmet Turk jî gotiye, mixabin ne di vê mijarê de û ne jî di mijareke din de em nikarin vê îradeyê bibînin. Pergalek sed salî ku bi ambalajên cuda bi berdewamî tê aktîfkirin heye. Tişta ku me di dîroka komarê de ji nîvê pêşîn ê salên 1900’î û heta damezrandina komarê kişand, nûbûn, aktîfkirin û pêkanîna nûjenkirina zihniyetekê ye.”
 
REXNE LI MUXALEFETÊ KIR 
 
Sancar di berdewamiya axaftina xwe de rexne li partiyên muxalefetê kir û destnîşan kir ku partiyên muxalefetê ji îktidarê cuda nafikire û zilma li ser partiya me û zextên li ser gelê kurd ji nedîtî ve tên. 
 
TIFAQA KURDΠ
 
Sancar bal kişand ser tifaqek kurdî jî û wiha got: “Em tifaqek dixwazin ku hemû partiyên Kurdistanî jî tê de werin cem hev. Em tifaqeke demokratîk a berfireh dixwazin ku ne tenê partî, hemû platform, rêxistin, însiyatîf, kesên xwedî wijdan û gel bicivinîn. Vebijêrk ev e, çareseriya rastîn ev e. Li ser milê me ye ku em îradeya pêkanîna vê çareseriyê eşkere bikin. Doza girtinê hebû, Doza Komploya Kobanê heye. Guh nedinê. Di şertên herî zehmet de çawa rê û rêbaz hatin dîtin û têkoşîn mezin bû, wê ji niha şûn ve jî teqez rêyek were dîtin. Wê nikaribin ku ev gel bêvebijêrk bimîne û dê nikaribin gelê me bêhêvî bihêlin. Çareserî heye, çare jî heye, lê şert û mercê ewil ew e ku bawerî, biryardarî û îrade hebe. Ev jî bi me re heye.”
 
KONGREYA HDP’Ê YA MEZIN 
 
Sancar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Kongreya Mezin a HDP’ê ya 5’emîn ku dê di 3’yê tîrmehê de pêk were û destnîşan kir ku wê kongreya wan peyamek xurt bide raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê û dê kongreya wan bi coş pêk were. 
 
Piştî axaftina hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û Mehmet Alî Yîgît û Bêrîvan Bahçecî ji bo Hevserokatiya HDP’a Mêrdînê hatin bijartin. 
 

Sernavên din

20/06/2022
09:08 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin
09:06 Ji fûhûşê derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de dozname hat amadekirin
09:04 Berteka li dijî êrişên Tirkiyeyê: Azadî bi tifaqê pêkan e
09:02 Niştecihên Kitilbilê wê giliya navê 'Fetîh' bikin
09:01 Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
19/06/2022
23:59 Dozgera ku rojnamegeran lêpirsîn kir û dadgerê ku wan girt tayîn bûn
22:24 Parlamentera HDP'ê Tosûn bernameya Orûç pêşkêş kir
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket
21:09 Li Şemzînanê şer derket
21:00 ​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê
17:26 Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye
16:10 Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne
15:07 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin
13:52 HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand
13:00 Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:48 Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand
12:47 Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn
12:13 Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne
11:39 Batmaz piştî 30 salan hate berdan
11:17 Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin
10:47 Li Gîrtîgeha Xarpêtê li girtiyê Rojavayî dan
10:46 Bi çekê êrişî rêveberê ÎHD’ê kir
09:57 Hate hînbûn ku faîlê êrîşa zayendî li dibistaneke din hatiye peywîrdarkirin
09:26 Piştevaniya bi rojnamevanan re mezin dibe: Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe
09:03 Rewşa girtiyên nexweş: Dewlet tolê hiltîne
09:02 ‘Dê dor bê kesên li ber girtina rojnamevanan xwe bêdeng kirine jî'
09:01 Rojnamevan Çelîk tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawîz neda
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:20 Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
18/06/2022
19:37 Bûldan: Em ê li gel elewiyan têbikoşin
18:43 Di çapemeniya cîhanê de girtina 16 rojnamevanan: Armanc tepisandina çapemeniya kurdî ye
17:01 Ji Panela Pandemî û Krîzên Piralî: Çareserî rêya 3’yemîn û demokrasiya radîkal e
16:59 Sancar li Mêrdînê bang kir: Bila tecrîd rabe da ku Ocalan biaxive
16:14 Dayikên girtiyan: Zarokên me bêxwedî nînin
15:48 ‘Em ê li dijî zextan HDK’ê biparêzin’
15:39 Rûniştina F a 534’an: Bila Adullah Kalay bê berdan
15:08 ‘Divê girtiyê nexweş Aykaç were berdan’
14:55 Endamên Basin-Îşê: Em ji bo piştevaniya rojnamevanên kurd li vir in
14:54 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan
14:21 Firinvanan li Cizîrê bertek nîşanî zeman dan û çêkirina nan dan sekinandin
14:01 Yenî Şafakê derewek din jî li derewên xwe zêde kir
13:50 Dayikên Şemiyê: Rojnamegeriya ku heqîqetê digihîne milyonan sûc nîne
13:22 Li Semsûrê ‘hemwelatiya wekhev’ hat nîqaşkirin
13:21 Şandeya Basin-Îşê serdana DFG’ê û JINNEWS’ê kir
13:14 Li Antalyayê pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ hat daliqandin
13:06 CPJ: Divê rayedarên tirk demildest rojnamevanan berdin
12:55 Di êrişa Kelarê de Ferhad Şiblî jiyana xwe ji dest da
12:12 Serpêhatiya Serhatê 13 salî ku hatibû qetilkirin hat xwendin
12:10 Tenê 3 meh man ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demborînê
11:48 Malbat Şenyaşar: Heta ku dayik bigirîn tu pirsgirêk wê neyê çareserkirin
11:40 Rojnamevanên li Enqereyê: Em ê bibin dengê rojnamevanên girtî
11:37 Baroya Mêrdînê û Çewligê: Divê rojnamevan tavilê bên berdan
11:03 Hevserokê DFG’ê yê hatiye girtin Altan: Divê em dengê heyî hîn xurttir bikin
10:35 Tedawîkirina ‘şahidê Pozantiyê’ yê nexweş tê astengkirin
10:07 Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd di Îmraliyê re derbas dibe
09:51 Dadgerê ku hêcet ji bo girtina HDK’iyan nedît wan bi KCD’ê sûcdar kir!
09:22 Li jinên girtî ferz dikin ku pêxas biçin hevdîtinê
09:04 Rojnamevan Altan tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawiz neda
09:03 Dayika ku kurê wê li Şengalê jiyana xwe ji dest da: Li dijî êrişan bibin yek
09:02 Keça xwe Leyla bi strana 'Min xatir ji te nexwest' bibîr tîne
09:01 Dayika girtiyê nexweş: Ma dê hê çend cenaze ji girtîgehan derkevin?
09:00 Pêşmergeyê YNK'î yê berê: PDK bûye bela serê 3 parçeyan
09:00 Dadgehê cardin ji bo kuştina Fatma ya 13 salî got 'li gor hiqûqê ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
17/06/2022
23:27 Dr. Mihemed Yusif: Bêdengiya Iraqê û hikûmeta Herêma Federe rûreşî ye
22:46 Qubad Talabanî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê da
21:04 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hat binçavkirin
21:01 Li Amêdiyê êriş: 2 kes birîndar bûn
19:42 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Alaya wê di destê gelan de ye
17:09 Ji gardiyanan şopa îşkenceyê pirsî, cezayê hevdîtinê lê hate birîn
16:41 Denîz Poyraz li gelek navendan hat bibîranîn
16:31 Li Stenbolê 9 kesên di binçavan de bûn hatin berdan
16:11 Rojnamevan: Heta hevalên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin
15:38 Di doza DÎAYDER’ê de 3 mele hatin berdan
15:19 Sancar: Pêwîste ji bo destpêkek nû îradeyek xurt derkeve holê
15:01 Ji ber dijberiya wê ya avahiyên qaçax gef li TMMOB'ê hat xwarin
14:50 Denîz Poyraz hat bibîranîn
14:38 ‘Rojnamevan wê li dijî zextan serî netewînin’
14:37 Di doza qûndaxê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li polis hat birîn
14:32 Serokê MHP'ê yê Amedê Kayaalp hat girtin
13:40 Malbat û vasiyê Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Em di rêya heq de ne
12:53 Rojnameger ji bo piştevaniyê ber bi Amedê ve ketin rê
12:48 Tedawiya kesên di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbûn didome
12:20 Parêzerê rojnamegeran Temûr: Bi şîroveyên bêeleqe hatin girtin
12:07 Guven ê ji sedî 98 astengdar ku hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
11:31 Akbaşoglu yê AKP’yî Rûdawê wek ‘terorîst’ ragihand
11:18 Li Kelarê wesayîtek hate bombekirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:53 Jinan Denîz Poyraz bi bîr anî: Roniya te wê tariyê ronî bike
10:36 Gergerlîoglû: Ji bo îşkence neyê lêkolînkirin hincetên qanûnî tên hilberandin
10:27 Serlêdana qedexeya hevdîtinê hat redkirin: Cezayê dîsiplînê didome
10:17 Derbarê rojnamevan Yoksû de doza ‘propagandayê’ hate vekirin
10:09 Hizbîkontrayan 5 xizmên wî qetil kirin: Bi berdana wan re birînên me der kirin
09:12 Rojnamevan: Em ê pênûs û kamerayên hevalên xwe li erdê nehêlin
09:10 Dadgeha Bilind cezayê muebbedê yê li karkerê înşeatê hatibû birîn xera kir!
09:09 Dayika Sema Yuce: Kurd divê êdî tecrîdê bişikînin
09:07 Polîsan di daweta zavayê tevî malbata xwe hat girtin de dîmen girtine!
09:05 Parêzer Ozdemîr: Pêkanîna dijhiqûqî tê rewakirin
09:03 Çîçek: Wêneyê Meşa Gemlîkê dewletê tirsand