Hizbîkontrayan 5 xizmên wî qetil kirin: Bi berdana wan re birînên me der kirin

  • rojane
  • 10:09 17 Hezîran 2022
  • |

ÊLIH - Mûrat Kiliç ku hizbûlkontrayan 5 xizmên wî qetil kiribûn diyar kir ku bi berdana kesên ji komkujiyan berpirsyar re êşên wan dîsa hatine derkirin. 

Tettîkkêşên Hizbûllahê di salên 90’î de li Amed, Mêrdîn, Êlih, Şirnex û bajarên din gelek kes înfaz kirin. Derket holê ku ev tetîkkêşe yek bi yek hatine berdan. Li 19 kesên ku di encama 129 êrişên çekdarî, bi kêran û bombeyî de herî kêm 91 kes qetil kiribûn, cezayê muebbeta giran hatibû birîn. Ev ceza ji hêla Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin. Lê belê ev 19 tetîkkêş hatin berdan. Hat zanîn ku berpirsyarên baskê çekdarî Mîthat Soysal û Salîh Şîmşek jî ku ji ber kuştina 32 kesên li Êlih û Edeneyê cezayê muebbeta giran lê hatibû birîn, bi daxwaza jinûve darizandinê hatine berdan. 
5 XIZMÊN XWE WINDA KIRIN
 
Malbata Kiliç ku 5 endamên wan li Êlihê ji hêla hizbîkontrayê ve hatibûn qetilkirin bertek nîşanî berdana wan da. Mûrat Kiliç ku bav, bapîr, mam, xal û pisxaltiyê wî ji hêla hîzbîkontrayê ve hatine qetilkirin anî ziman ku bi berdana wan tetîkkêşan re birînên wan dîsa hatine derkirin û wiha got: “Bavê min Edîp Kiliç di 1’ê cotmeha sala 1992’yan de dema ji malê me ya li taxa Beşevlerê diçû dikana xwe ya du kolan piştî malê, bi 9 guleyan hate qetilkirin. Hîzbûllahiyan 20 roj piştre anku di 20’ê cotmehê de di taziyeya bavê min de bi çekên lûledirêj gule li me reşandin. Di vê êrişê de bapîrê min Şukru Kiliç û hevjînê meta min Anter Yalçin hatin qetilkirin. Apê min Îrfan Kiliç jî birîndar bû û niha astengdar e. Ev êriş di demên piştre de jî berdewam kirin. Pisxaltiyê min Medenî Goktepe ku yek ji rêveberên Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Navçeya Navendî ya Êlihê bû, di 9’ê gulana 1993’yan de û mamê min Habîb Kiliç jî di 2’yê îlona 1993’yan de hatin qetilkirin. Wê demê ez 3 salî bûm û tiştên heyî pir kêm tên bîra min. Me hêj xema xwe negirtibû ku êşên din bi me dan kişandin. Di navberên kin de qetil dikirin. Bîra min bi gulebarankirina taziyeya li baxçeyê malê tê. Bêyî ku ferq û cudahiyê bêxin navbera zarok, jin, kal û pîran gule li hemû kesî reşandin. Plana komkujiyê kiribûn. Ew roj qet ji bîra min naçe.” 
 
FAÎL NEGIRTIN 
 
Bi domdarî jî Kiliç destnîşan kir ku berpirsyarên van komkujiyan nehatin girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tenê ji bo ku mijarê bigirin çendek kes hatin girtin. Lê ev kes piştre hatin berdan. Ji destpêka bûyerê heta niha pêvajoyeke baş a hiqûqî nemeşiya. Berpirsyarên cînayetên wê demê, kesên çavên xwe lê digirtin û yên ku ferman didan in. Lê belê ew kes bi tu awayî nehatin girtin. Tenê tetîkkêşek hate girtin. Dema mirov van tiştan dibînin jî bi rastî xemgîn dibe. Niha bi hezaran kes tenê ji ber ku bi zimanê xwe axivî ne û dixwazin çanda xwe bidomînin di girtîgehan de ne. Girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin. Ev kes bi tu awayî nayên berdan. Înfazên wan tên şewitandin. Lê belê kesên ji qetilkirina bi sedan kesan tên darizandin di şevekê de tên berdan. Ev jî nîşan dide ku şerê taybet xistine dewrê. Ev gav, gavên şerê taybet in.” 
 
‘EM SERÎ NATEWÎNIN’
 
Di berdewamê de Kiliç bertek nîşanî berdana kesên ji komkujiyan berpirsyar da û axaftina xwe wiha qedand: “Ji zarokatiyê ve travmayek heye. Em li erdnîgariyeke wisa ne ku bi hezaran kes hatine qetilkirin. Hema hema li her malê kesek hatiye qetilkirin. Hema hema kesek nîne ku bedel neda be. Komkujiyên di çarçoveya şerê taybet de tên kirin hêj berdewam in. Li ser komkujiyan niha jî girtin lê zêde kirin. Civaka ku bi kuştinê dihat tirsandin niha jî bi girtinan gef lê tê xwarin. Em zarokên wan kesên wê demê hatine qetilkirin in. Çawa ku wê demê wan serî netewandibe, em jî îro natewînin. Polîtîkaya komkujî û sirgûnên ên 30 sal berê çawa bi ser neketibin, dê îro jî bi ser nekevin.” 
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

20/06/2022
09:08 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin
09:06 Ji fûhûşê derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de dozname hat amadekirin
09:04 Berteka li dijî êrişên Tirkiyeyê: Azadî bi tifaqê pêkan e
09:02 Niştecihên Kitilbilê wê giliya navê 'Fetîh' bikin
09:01 Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
19/06/2022
23:59 Dozgera ku rojnamegeran lêpirsîn kir û dadgerê ku wan girt tayîn bûn
22:24 Parlamentera HDP'ê Tosûn bernameya Orûç pêşkêş kir
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket
21:09 Li Şemzînanê şer derket
21:00 ​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê
17:26 Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye
16:10 Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne
15:07 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin
13:52 HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand
13:00 Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:48 Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand
12:47 Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn
12:13 Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne
11:39 Batmaz piştî 30 salan hate berdan
11:17 Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin
10:47 Li Gîrtîgeha Xarpêtê li girtiyê Rojavayî dan
10:46 Bi çekê êrişî rêveberê ÎHD’ê kir
09:57 Hate hînbûn ku faîlê êrîşa zayendî li dibistaneke din hatiye peywîrdarkirin
09:26 Piştevaniya bi rojnamevanan re mezin dibe: Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe
09:03 Rewşa girtiyên nexweş: Dewlet tolê hiltîne
09:02 ‘Dê dor bê kesên li ber girtina rojnamevanan xwe bêdeng kirine jî'
09:01 Rojnamevan Çelîk tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawîz neda
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:20 Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
18/06/2022
19:37 Bûldan: Em ê li gel elewiyan têbikoşin
18:43 Di çapemeniya cîhanê de girtina 16 rojnamevanan: Armanc tepisandina çapemeniya kurdî ye
17:01 Ji Panela Pandemî û Krîzên Piralî: Çareserî rêya 3’yemîn û demokrasiya radîkal e
16:59 Sancar li Mêrdînê bang kir: Bila tecrîd rabe da ku Ocalan biaxive
16:14 Dayikên girtiyan: Zarokên me bêxwedî nînin
15:48 ‘Em ê li dijî zextan HDK’ê biparêzin’
15:39 Rûniştina F a 534’an: Bila Adullah Kalay bê berdan
15:08 ‘Divê girtiyê nexweş Aykaç were berdan’
14:55 Endamên Basin-Îşê: Em ji bo piştevaniya rojnamevanên kurd li vir in
14:54 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan
14:21 Firinvanan li Cizîrê bertek nîşanî zeman dan û çêkirina nan dan sekinandin
14:01 Yenî Şafakê derewek din jî li derewên xwe zêde kir
13:50 Dayikên Şemiyê: Rojnamegeriya ku heqîqetê digihîne milyonan sûc nîne
13:22 Li Semsûrê ‘hemwelatiya wekhev’ hat nîqaşkirin
13:21 Şandeya Basin-Îşê serdana DFG’ê û JINNEWS’ê kir
13:14 Li Antalyayê pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ hat daliqandin
13:06 CPJ: Divê rayedarên tirk demildest rojnamevanan berdin
12:55 Di êrişa Kelarê de Ferhad Şiblî jiyana xwe ji dest da
12:12 Serpêhatiya Serhatê 13 salî ku hatibû qetilkirin hat xwendin
12:10 Tenê 3 meh man ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demborînê
11:48 Malbat Şenyaşar: Heta ku dayik bigirîn tu pirsgirêk wê neyê çareserkirin
11:40 Rojnamevanên li Enqereyê: Em ê bibin dengê rojnamevanên girtî
11:37 Baroya Mêrdînê û Çewligê: Divê rojnamevan tavilê bên berdan
11:03 Hevserokê DFG’ê yê hatiye girtin Altan: Divê em dengê heyî hîn xurttir bikin
10:35 Tedawîkirina ‘şahidê Pozantiyê’ yê nexweş tê astengkirin
10:07 Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd di Îmraliyê re derbas dibe
09:51 Dadgerê ku hêcet ji bo girtina HDK’iyan nedît wan bi KCD’ê sûcdar kir!
09:22 Li jinên girtî ferz dikin ku pêxas biçin hevdîtinê
09:04 Rojnamevan Altan tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawiz neda
09:03 Dayika ku kurê wê li Şengalê jiyana xwe ji dest da: Li dijî êrişan bibin yek
09:02 Keça xwe Leyla bi strana 'Min xatir ji te nexwest' bibîr tîne
09:01 Dayika girtiyê nexweş: Ma dê hê çend cenaze ji girtîgehan derkevin?
09:00 Pêşmergeyê YNK'î yê berê: PDK bûye bela serê 3 parçeyan
09:00 Dadgehê cardin ji bo kuştina Fatma ya 13 salî got 'li gor hiqûqê ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
17/06/2022
23:27 Dr. Mihemed Yusif: Bêdengiya Iraqê û hikûmeta Herêma Federe rûreşî ye
22:46 Qubad Talabanî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê da
21:04 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hat binçavkirin
21:01 Li Amêdiyê êriş: 2 kes birîndar bûn
19:42 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Alaya wê di destê gelan de ye
17:09 Ji gardiyanan şopa îşkenceyê pirsî, cezayê hevdîtinê lê hate birîn
16:41 Denîz Poyraz li gelek navendan hat bibîranîn
16:31 Li Stenbolê 9 kesên di binçavan de bûn hatin berdan
16:11 Rojnamevan: Heta hevalên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin
15:38 Di doza DÎAYDER’ê de 3 mele hatin berdan
15:19 Sancar: Pêwîste ji bo destpêkek nû îradeyek xurt derkeve holê
15:01 Ji ber dijberiya wê ya avahiyên qaçax gef li TMMOB'ê hat xwarin
14:50 Denîz Poyraz hat bibîranîn
14:38 ‘Rojnamevan wê li dijî zextan serî netewînin’
14:37 Di doza qûndaxê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li polis hat birîn
14:32 Serokê MHP'ê yê Amedê Kayaalp hat girtin
13:40 Malbat û vasiyê Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Em di rêya heq de ne
12:53 Rojnameger ji bo piştevaniyê ber bi Amedê ve ketin rê
12:48 Tedawiya kesên di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbûn didome
12:20 Parêzerê rojnamegeran Temûr: Bi şîroveyên bêeleqe hatin girtin
12:07 Guven ê ji sedî 98 astengdar ku hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
11:31 Akbaşoglu yê AKP’yî Rûdawê wek ‘terorîst’ ragihand
11:18 Li Kelarê wesayîtek hate bombekirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:53 Jinan Denîz Poyraz bi bîr anî: Roniya te wê tariyê ronî bike
10:36 Gergerlîoglû: Ji bo îşkence neyê lêkolînkirin hincetên qanûnî tên hilberandin
10:27 Serlêdana qedexeya hevdîtinê hat redkirin: Cezayê dîsiplînê didome
10:17 Derbarê rojnamevan Yoksû de doza ‘propagandayê’ hate vekirin
10:09 Hizbîkontrayan 5 xizmên wî qetil kirin: Bi berdana wan re birînên me der kirin
09:12 Rojnamevan: Em ê pênûs û kamerayên hevalên xwe li erdê nehêlin
09:10 Dadgeha Bilind cezayê muebbedê yê li karkerê înşeatê hatibû birîn xera kir!
09:09 Dayika Sema Yuce: Kurd divê êdî tecrîdê bişikînin
09:07 Polîsan di daweta zavayê tevî malbata xwe hat girtin de dîmen girtine!
09:05 Parêzer Ozdemîr: Pêkanîna dijhiqûqî tê rewakirin
09:03 Çîçek: Wêneyê Meşa Gemlîkê dewletê tirsand