Kerkûkî: Tirkiye dixwaze herêmê bi temamî têxe bin kontrola xwe

  • rojane
  • 09:09 16 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Serokatiya Hevbeş a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Husên Kerkûkî destnîşan kir ku Tirkiye di navbera Bexda û Hewlêrê de nakokiyan derdixe û got, Tirkiye bi peymanên ji bo neftê dixwaze tevahiya herêmê têxe bin kontrola xwe. 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Heya niha ne Tirkiye ne jî hevkarê wê PDK di van êrişan de tişta xwestibûn bi dest nexistine. Her wiha tê gotin heya niha Tirkiyeyê di van êrişan de 17 caran jî çekên kîmyewî bi kar aniye. Li gel van êrişên Tirkiyeyê û PDK'ê, li herêmê êrişên Iraqê yên li ser Şengalê jî didomin.
 
Tê gotin Tirkiye bi van êrişan dixwaze careke din xeta Kerkûk û Mûsilê bişikîne û sûdê ji nefta herêmê bigir û van herêman têxe bin kontrola xwe. Endamê Serokatiya Hevbeş a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Husên Kerkûkî der barê plan û hedefên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
'TIRKIYE LI KERKÛKÊ ALOZIYAN ÇÊDIKE'
 
Kerkûkî diyar kir ku bi êrişên li ser Zap, Metîna û Avaşînê li Kerkûkê jî di qada siyasî û leşkerî de guhertinên mezin çêbûne û got: "Helbet dewleta tirk xwesteka xwe ya kontrolkirina Kerkûk û Mûsilê venaşêre û Erdogan di daxuyaniyên xwe de gelek caran gotiye ku ev herêm girêdayî Tirkiyeyê ne. Sedema van gotinan jî li wan herêma nebûna plansaziyeke hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Nakokiyên di navbera her du aliyan de jî berdawam in. Kerkûk bi nefta xwe dewlemende û ji ber wê jî dixwaze ku wê têxe bin kontrola xwe. Dewleta tirk ji aliyê siyasî û leşkerî ve alîkariya eniya tirkmenan dike. Bi avakirina milîsên hêzên çekdar ên girêdayî wê re dixwaze hestên neteweyî geş bike û xwegihandina Kerkûkê rihet pêk bê herêmê her aloz dike. Ji bo ku armancên xwe pêk bîne li herêmê aloziyan berfireh dike. Piştî rêkeftina veşartî ya di navbera dewleta tirk û PDK’ê de ku bi peymaneke 50 salî ku naveroka wê nayê zanîn, dê petrola Herêma Kurdistanê bifiroşe Tirkiyeyê, aliyên peywîndar û pisporên mijara neftê û gelek parlamenteran ragihandin ku ev rêkeftin ne tenê aborî ye. Dibe ku xalên ne zelal ên leşkerî, ewlekarî û îstixbaratî jî dihewîne. Lewma armanca PDK û Tirkiyeyê kontrolkirina serweta petrola Kerkûkê û li wir avakirina baregehên leşkerî ye. Çawa ku li Başîqa û herêmên din ên Herêma Kurdistanê qewimî, dixwazin heman tiştî li vir jî bikin. Li Iraqê têkçûyineke leşkerî, siyasî çêbibe wê Kerkûkê têxin bin kontrola xwe. Ji bo ku bi lez dagir bike jî wê ewil guhertineke siyasî û ewlekarî pêk bîne û ev jî wê bandoreke berbiçav li ser herêmê bike." 
 
'DI NAVBERA BEXDA Û HEWLÊRÊ DE NAKOKIYAN DERDIXE'
 
Hûsên Kerkûkî bi lêv kir ku armancên Tirkiyeyê û PDK'ê yên li ser herêmê heman armanc in û wiha axivî: "Bêguman bertekeke tund ji aliyê hinek aliyên opozisyonê û rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên mafên hene li hember destwerdana Tirkiyeyê ya di warê Kerkûkê de. Ji ber ku ew herêm ji aliyên aborî û civakî, neteweyî, ol û mezheban ve dewlemend e. Dewleta tirk nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de bi kar tîne. Her wiha Tirkiye bi piştgiriya xwe partiyên Sunî û Îxwan û PDK’ê herêmê îstîsmar dike û vê piştgiriyê ji bo alozî rû bidin dike. Ev dagirkirina dewleta tirk li ber çavên nûnertiya Neteweyên Yekbûyî pêk tê. Çawa ku DAIŞ'ê di êrişên li ser Şengal û Mexmûrê de hevkariya Tirkiyeyê ya bi wan re îtîraf kir. Lê li tevî hemû belgeyan bertekên siyasî û civakî jî red kir. Tirkiye ya ku wê demê nehatiye sekinandin û cezakirin wê li Kerkûk, Mûsil û Herêma Kurdistanê jî nesekine. Lê şêx û eşîrên li Başûr û navenda Iraqê jî şiyar bûne ku plana Tirkiyeyê xetereyeke li ser Iraqê ye." 
 
'ABORIYA HERÊMÊ DIXE BIN KONTROLA XWE'
 
Kerkûkî anî ziman ku yekem armanca Tirkiyeyê ew e ku aboriya herêmê jî têxe bin kontrola xwe û wiha domand: "Êrişên Tirkiyeyê yên dubare li ser herêmên herêma Kurdistanê xetereyek e. Tirkiye dibêje ku ev êriş bi hevkariya Bexda û Hewlêrê pêk tên. Her wiha ev hevkarî bêyî hêzên Amerîkî pêk nayên. Dewleta tirk her car dibêje ku ev êriş ji bo parastina sînorên wan e. Lê armanc û plana sereke dagirkirina herêma Kurdistanê ye. Bidestxistina destkeftiyên gelê kurd, çêkirina aloziyan û kontrolkirina bîrên petrolê yên Kerkûk û Mûsilê ye. Her carê Erdogan dibêje me piştî şerê duyemîn ê Kendavê bi qebûlkirina Herêma Kurdistanê xeletî kir. Ne tenê ew, heta niha nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tirkiyeyê nîn e. Her wiha dibêje, rêveberiya Bakurê Iraqê, ne hikûmeta Herêma Kurdistanê. Ev niyeta xerab a dewleta tirk nîşan dide. Li aliyê din PDK alîkariya dewleta tirk dike û berdevkê hikûmeta herêmê jî ew bi xwe ne. Bi rêya alayên xwe dibêje, ev êriş jî ji ber hebûna PKK’ê pêk tên. Û bi rêya kadro, hinek siyasetmedar û pênûsên kirêkirî propagandayê dike. Her kes şahidiya wê yekê dike ku di dema êrişên DAIŞê yên li dijî Hewlêr, Kerkûk û Şengalê de, yên ku di parastina Herêma Kurdistanê de alîkariya Hêzên Pêşmerge kirin, hêzên gerîla bûn. Her kes dizane ku yê alîkariya DAIŞ’ê kiriye dewleta tirk e. Ji ber ku PKK baş dizane ku Tirkiye ne tenê ji aliyê leşkerî ve, bi rêya şîrket, medya û rêxistinên xwe dê Herêma Kurdistanê dagir bike. Bi weşana rêzefilmên xwe yên dramatîk û modelên cil û bergan û her wiha piraniya welatiyên herêmê diçin Tirkiyeyê. Ew rêkeftina neyînî ya petrolê û diziya neftê tê wateya ku bi temamî kontrolakirina aboriya herêma Kurdistanê. PKK jî bi berxwedana xwe li hemberî dagirkeriya li ser xaka Kurdistanê bû asteng û li pêşiya vê plana Tirkiyeyê û plana PDK’ê bû bertek. Ji ber ku gava Tirkiye herêma Kurdistanê kontrol bike, dê herêma Kurdistanê bibe xale destpêkirinê ji bo lêdana destkeftiyên parçeyên din ên Kurdistanê."
 
'PLAN MEZINTIR Û BERFIREHTIR E'
 
Kerkûkî diyar kir ku wê gelê herêmê vê dagirkirinê qebûl neke û got: "Berdewamiya van êrişan li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşîn helbet bandora xwe li ser hemû navçeyên Herêma Kurdistanê dike. Ne tenê Kerkûk û Mûsil. Ji ber ku armanc û plana dewleta tirk ji vê mezintir û berfirehtir e. Dewleta tirk jî dizane, eger ne ji PKK’ê be, pêkanîna wê planê hêsan bû. PKK û hinek ji partî, kesayetên siyasî, rêxistinên sivîl û mafên mirovan û girseyên gel yê Herêma Kurdistanê bûne asteng li pêşiya plana dagirkeriya Tirkiyeyê. Mîna ku li herêma Şîraziyê qewimî û li gelek herêmên Herêma Kurdistanê bi mîtîngan hatin şermezarkirin. Wê gelê herêmê li ser vê axê kesên ku çeteyên DAIŞ'ê perwerde dike qebûl neke."
 

Sernavên din

17/06/2022
09:10 Dadgeha Bilind cezayê muebbedê yê li karkerê înşeatê hatibû birîn xera kir!
09:09 Dayika Sema Yuce: Kurd divê êdî tecrîdê bişikînin
09:07 Polîsan di daweta zavayê tevî malbata xwe hat girtin de dîmen girtine!
09:05 Parêzer Ozdemîr: Pêkanîna dijhiqûqî tê rewakirin
09:03 Çîçek: Wêneyê Meşa Gemlîkê dewletê tirsand
09:02 Karkerên demsalî ji neçarî terka konên xwe yên di nava heriyê de mane dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
16/06/2022
21:28 Xizmên girtiyan hatin berdan
19:49 Rojanamevan Hekîmoglû hat berdan
19:00 Li Mêrdînê girtina rojnamevanan hat şermezarkirin
18:24 Ji bersûcê doza Hurmuz û Şîmon Dîrîl parastina pesinandina dewletê
18:02 Fezlekeya Aydenîzê ji serokkomartiyê re hat şandin
16:53 ‘Em ê li dijî bêhiqûqiyan têbikoşin’
16:49 Doza êrişa li dijî avahiya HDP’a Yuregîrê hat lidarxistin
16:45 Fezlekeya derheqê Aydenîz de şandin Wezareta Edaletê
16:39 Kesên ji ber tîşortê biDemîrtaş hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:38 Ji bo girtiyên siyasî bikarin ji mafê hevdîtina bidîmen sûd bigirin kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
16:21 Nobeta Edaletê bi çalakiya rûniştinê berdewam kir
16:13 Li Qilebanê zarokekî 3 salî jiyana xwe ji dest da
16:07 Hinceta girtina rojnamegeran: Naverok û zimanê nûçeyan û polîtîkaya weşanê ye
16:06 Beştaş bi fulara kesk, sor û zer beşdarî Lijneya Giştî bû
15:58 Bi hinceta ‘heqaret li Erdogan kiriye’ cezayê hefsê dan birayê Medenî Yildirim
15:46 Girtina rojnamevanan hat protestokirin: Wê têkoşîna me berdewam bike
15:19 Dema binçavkirinê ya rojnameger Încî Hekîmoglu hate dirêjkirin
15:18 Muzîkjenên di daweta ku zava lê hatibû girtin de hatin berdan
14:43 Doza gerînendeyên giştî yên rojnameya Ozgur Gundemê taloq bû
14:39 Rojnamevanên li Mêrsînê bertek nîşanî girtina 16 hevpîşeyên dan: Rojnamegerî ne sûc e
14:28 Girtina rojnamegeran li Îzmîrê hate protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
14:25 Baroya Amedê: Girtin mudaxaleya li çapemeniya azad e
13:56 Li bejahiya Licê operasyona leşkerî dest pê kir
13:51 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
13:48 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin berdin
13:43 MXDŞ: Êrişa li dijî Sinûnê bi hevkariya PDK’ê hate kirin
13:23 Ceza li rojnameger Aslan hat birîn
13:17 Meclisa Jinan a HDP'ê bersiv: Meşrûyete Soylû tuneye
13:10 Di pevçûnên li Zap û Avaşînê de leşkerek hate kuştin
12:56 Gunay: Çapemeniya kurd duh bêdeng nebû wê îro jî bêdeng nebe
12:47 Ferît Şenyaşar: Tu bazarî nehatiye kirin û tekane daxwaza me edalete
12:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:13 Serokatiya MHP’ê ya Amedê hate girtin
12:12 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê ket roja 23'yemîn
12:01 Aykol: Em ê hîn bêhtir bixebitin
11:29 Polisan rojnamevan Înce Hekîmoglû binçav kir
11:17 Cenazeyê Gulistan Ekîncî piştî 6 mehan hat veşartin
10:58 Li Stenbolê polisan bi ser malan de girt û gelek kesan binçav kirin
10:40 Titûna ji Amerîkayê tê ne qeçax e ya Semsûrê qaçax e!
10:11 Bi hinceta ‘beşdarî roja neteweyî nebûye û poşman nîne’ înfaza Şahînkaya şewitandin
09:40 KNK: Êrişên Tirkiyeyê berdewama êrişên DAIŞ'ê ne
09:37 Ji ber ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan îşkence lê hatiye kirin
09:09 Kerkûkî: Tirkiye dixwaze herêmê bi temamî têxe bin kontrola xwe
09:08 Hevjîna Zekî Çelebî: Heya kujeran nebînim nasekinim
09:06 33 çîrokên nivîskarên kurd, ermenî, rûs bi kurdî çap bûn
09:03 ‘Ya li Aysel Tûglûk tê kirin faşîzm e'
09:01 Paleyiya genim dest pê kir: Fiyetê mazotê pişta cotkaran şikandiye
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05:13 Hempîşeyên rojnamevanên hatin girtin: Hûn nikarin serbikevin
04:47 16 rojnamevan hatin girtin
02:57 Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
15/06/2022
20:14 Tirkiyeyê êriş bir ser gundekî Dihokê: 2 kes birîndar bûn
19:45 Li Rezanê di navbera du koman de pevçûneke çekdarî
18:21 Li Şirnexê 9 kes hatin berdan
18:06 Îmzeyên ji bo girtiyên nexweş hatin berhevkirin ji wezaretê re hatin şandin
16:49 Rojnamevan li Edliyeya Amedê ne: 16 rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:20 ‘Midurê Girtîgeha Kiriklarê zilmê li zarokên me dike’
16:14 Zava û malbata xwe bi hêceta ‘kefiyê û stranên kurdî’ hatin girtin
16:04 Wê di Doza Tahîr Elçî de Davûtoglû bê guhdarkirin
15:56 Karaman: Dozger gef li min xwar û xwest min bike gumanbarê cînayeta Elçî
15:48 ‘Çapemeniya azad wê nivîsîna heqîqetê bidomîne’
15:36 Înîsiyatîfa Defend Kurdistan çalakiya 'Bîra Xwînê' li dar xist
15:33 Salvegera Komkujiya Sayfo: Em nadin jibîrkirin
15:15 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Em îttîraz dikin
14:38 Derbarê Aydenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
14:37 Di êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sinûnê de zarokek 12 salî hat kuştin
13:10 ÎHD’ê ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
13:01 Rêvebera ÎHD’ê Adîle Erkan hat binçavkirin
12:54 Seroka EFJ: Binçavkirina rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye
12:41 Malbata Şenyaşar: Tekoşîna me dê bi mezinbûnê berdewam bike
12:18 Nobeda Edaletê: Hiqûqa neyartiyê li dijî girtiyan tê meşandin
12:06 Rojnamevan li ber edliyeyê ne: Hûnê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
11:57 Balafirên dewleta tirk bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê barandin
11:46 Dadgeha Bilind cezayê ‘muebedê’ yê welatiyên sûryan xera kir
11:22 Li Girtîgeha Panosê mirina biguman
10:44 Malbatên cerdewanan şer kirin: Kesek mir yek jê zarok 3 kes birîndar bûn
10:41 Doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Rojnamevan li edliyeyê ne: Dozger bi daxwaza girtinê dest bi îfadeyan kir
09:10 'Çapemeniya azad ji ber ku bîad nake bi êrişan re rû bi rû dimîne'
09:09 Dayika Zindan Yenî: Awayê mirina wî hatiye veşartin
09:08 ‘Dê nikaribin çapemeniya azad bitepisînin'
09:06 'Divê her kes li dijî vî şerî rabe ser pêyan'
09:04 ‘Em 42 sal in di bin zilma dewletê de ne’
09:02 Civaknas Erdilek: Civak ji ber şer bêhêvî û bedbext e
09:00 Malbatên rojnamevanên di binçavan de: Dê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Nivîskar Leyla Delîl Saraç hate girtin
14/06/2022
23:55 Cenazeyê Kezbana 15 salî li Cizîrê hat veşartin
22:52 Der barê Aysel Tûglûkê de prosedura taloqkirina înfazê cardin hat destpêkirin
21:20 Ji bo rojnamevan ku dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin banga piştevaniyê
20:06 Karê îfadeya rojnamevanan bi dawî bû
18:45 Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Başak hat binçavkirin
18:33 Li Êlihê polîsekî hevjîna xwe û zarokê xwe kuşt