Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin

  • rojane
  • 13:20 13 Hezîran 2022
  • |
AMED - Ji bo 20 jê rojnamevan bi giştî 22 kesên li Amedê hatine binçavkirin li pêşiya avahiyên Produksiyonên Piya û Arî ku 6 roj in di bin dorpêça polîsan de ne daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de binçavkirina rojnamegeran hate şermezarkirin û hat gotin ku desthilatdarî bi van operasyonan hewl dide rastiyan veşêre. 
 
Komeleya Rojnamegerên Dicle Fıratê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin ya Mezopotamyayê (MKGP), tekildarî 20 jê rojnamevan 22 kesên di 8’ê hezîranê de hatin binçavkirin li pêş avahiyên Produksiyonên Piya û Arî ku 6 roj in di bin dorpêça polîsan de ne daxuyanî dan. Balkêş bû ku beriya daxuyaniyê pêşiya avahiyan bi otobusên polîsan hate girtin. Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêveberên DBP’ê û HDP’ê yên Amedê, endam û rêveberên OHD’ê, MEBYA-DER’ê, TÛAY-DER’ê, MED-DER’ê, ÎHD’ê, Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek rojnamevan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Hûn nikarin bêdeng bikin” hate vekirin. 
 
 
Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku careke din ji bo ku bêjin “rojnamevanî ne sûc e” hatine ba hev. Muftuoglû, bi bîr xist ku di serdegirtinên malan ên di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnamevan 22 kes hatine binçavkirin û wiha got: “Hempîşeyên me yên 6 roj in di bin çavan de tên ragirtin ji ber biryara sînordarkirina dosyaya wan, sedemê binçavkirina wan nayê zanîn. Beriya çend rojan jî dema binçavkirina wan 4 rojan hate dirêjkiri.”
 
DEST DANÎN SER AMÛRAN
 
Muftuoglû, da zanîn ku 22 kesên hatine binçavkirin hêj li Miduriyeta Polîsan a Amedê di bin çavan de tên ragirtin û wiha berdewam kir: “Ligel operasyona hatiye kirin, li şîrketên ajans û produksiyonên ku cihê xebatê yên hevalên me ne, dest danîn ser hemû amûran. Tevî vê destdanîna bê sedem, ketina şîrketên produksiyonan jî tê asteng kirin. 
 
ZIMANÊ ÊRIŞÊ YÊ MEDYAYA ALÎGIR
 
Muftuoglû, bi lêv kir ku tevî êrişên desthilatê rastî êrişên “medyaya alîgir” jî dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em hemû sazî û dezgehên medyayê ku bi zimanê desthilatê nêzîk dibin û rojnamevanan dikin hedef şermezar dikin. Ev zimanê êrişî kesên ji bo gel nûçegihaniya heqîqetê dikin zimanekî derveyî civakê ye. Em vî zimanê rêgezên rojnamevaniyê binpê dikin qebûl nakin.”
 
MAFÊ AGAHÎGIRTINÊ DI HEDEFÊ DE YE
 
Di berdewamê de Muftuoglû anî ziman ku desthilatdarî di hemû polîtîkayên xwe de manîpulasyonê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi destê medyaya hawîz rastiyan ji civakê vedişêrin û hewl didin şer, krîza aborî û siyaseta qirêjî binixûmînin. Ji ber vê yekê jî zexta xwe ya li ser derdorên ku rastiyê bi civakê re parve dikin, girantir dikin. Desthilatdariya ku hewl dide bi polîtîkaya xwe ya zextê civakê razî bike, êrişî hemû rastiyan dike. Sedema hemû binçavkirin û girtinên di dema dawî de ji bo veşartina rastiyan e. Desthilatdarî bi vê operasyona li dijî rojnamegeran re dixwaze bandora şerê ku dimeşîne û krîza aborî binixûmîne û mafê agahîgirtinê yê gel hedef digire. Desthilatdariya ku hewl dide rastiyan veşêre, herî zêde jî xebatkarên çapemeniya azad ku rojnamegeriya heqîqetê dikin, hedef digire.” 
 
'ÇAPEMENIYA AZAD HER TIM LI BER XWE DA’
 
Bi domdarî Muftuoglu destnîşan kir ku xebatkarên çapemeniya azad her demê rastî êrişan hatine û wiha pê de çû: “Lê belê tevî êrişan jî li ber xwe dan û karê xwe berdewam kirin. Rojnamegerên ku heqîqet derdixistin holê di salên 90’î de bûn hedefa Hîzbûllah û JÎTEM’ê, di salên 2000’î de jî bûn hedefa cemaetê. Di wê pêvajoyê de bi dehan rojnamegerên kurd ên ku di şertên herî giran de rastî digihand gel, hatin qetilkirin. Avahiyên rojnameyan hatin bombeekirin, bi sedan jê hatin girtin. Îro jî rojnamegerên ku li dijî zext û manîpulasyona desthilatdariya AKP-MHP’ê, heqîqetê radigihînin dibin hedefa êriş û zextan. Çapemeniya kurd her tim weşaneke li dijî nîjadperestî, netewperestî, olperestî û zayendperestiyê kir. Weke xebatkarên çapemeniya azad ku tevî hemû êrişan jî dev ji rêya heqîqetê bernadin, şopdarên xeta berxwedanê ya li ser rêya heqîqetê ne ku ji Apê Mûsayan heta Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan û Rohat Aktaşan didome. Tevî hemû zext, girtin û binçavkirinan jî em ê xwedî li vê mîrasê derkevin.
 
'KESEK NIKARE XEBATÊN ROJNAMEGERIYÊ KRÎMÎNALÎZE BIKE’ 
 
Nabe ku hevalên me yên ku rojnamegeriya xwe li pêş çavên tevahiya raya giştî dikin û bernameyan pêşkeş dikin bên krîmînalîzekirin. Rojnamegerî sûc nîne. Hevalên me yên ku bi rojane di çarçoveya armancên siyasî yên desthilatdariyê de di bin çavan de tên ragirtin, divê di zûtirin demê de bên berdan. Heta ku hevalên me tên berdan jî em ê daxuyaniyên xwe bidomînin.” 
 
Muftuoglû, da zanîn ku dê sibe saet di 13.00’an de li pêşiya avahiya JINNEWS’ê ya li Taxa Kooperatîfan a Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyê bidin û banga tevlibûnê li hemû kesî kir. 
 
‘EM Ê DEV JI NIVÎSANDINA HEQÎQETÊ BERNEDIN’
 
Her wiha li ser navê MKGP’ê jî rojnameger Roza Metîna axivî û ev tişt anî ziman: “Çapemeniya azad li dijî van êrişan li ber xwe dide. Heke îro kesên heqîqetê radigihînin bên binçavkirin, wê demê mirov nikare qala hiqûqê bike. Weke çapemeniya azad, em ê sibe jî dev ji nivîsandina heqîqetê bernedin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî van neheqiyan bidomînin.” 

Sernavên din

14/06/2022
17:11 Li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê bi girseyî hat lidarxistin
17:08 Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn
10:27 Wê Mikaîl Aslan li 4 navendan konseran bide
10:20 Rojnamevan 7 roj in di binçavan de ne
10:09 Ji TZOB'ê tesfiyeya hilbijartinê: odeyên 3 navçeyan hatin girtin
10:07 Li Bursayê zarokeke kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:59 Esnafên Pirsûsê li dijî bêedaletiyê derabeyên dikanên xwe venekirin
09:38 Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin
09:08 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:05 Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin
09:02 Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî
09:01 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê di roja 22'yan de ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Rojnamevanên di bin çavan de: Pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan
13/06/2022
21:48 Ji kesên tev li Meşa Gemlîkê bûn 2 kes hatin girtin
17:04 Li Bursayê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
16:50 Îşkence li hevserokê SYKP'ê ku li Kadikoyê hatibû binçavkirin hat kirin
16:50 Doza Demîrtaş ku ji ‘gefxwarinê’ tê darizandin hat taloqkirin
16:40 Erdogan dîsa çêr kirin û gef xwarin
15:57 Girtiyê edlî ku dihat îdiakirin ‘întîhar kiriye’ jiyana xwe ji dest da
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:27 Li Pîranê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ne
15:24 Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê
15:04 Beştaş: Ji ber ku rojnamevanan heqîqetê nivîsandiye di binçavan de ne
14:41 Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
13:20 Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin
13:11 Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne
13:09 Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan
12:39 Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin
12:33 Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye
12:13 Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin
12:06 Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
11:57 Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin
11:56 Li Çiyayê Cûdî operasyona duyemîn hate destpêkirin
11:39 Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin
11:32 Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû
11:08 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket
11:07 Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye
11:05 Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin
10:54 Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin
10:53 Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe
10:49 Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê
09:26 Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:10 Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû: Navê wê li her deverê ye
09:08 Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî!
09:06 Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin
09:04 ‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’
09:03 Çîçek Cengîn: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
12/06/2022
20:00 Demîrtaş: Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne, wan berdin
19:07 Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin
18:20 Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir
18:01 Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin
16:48 12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:32 Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê
16:22 Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"
16:14 AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir
15:23 Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:17 Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin
14:48 Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e
14:08 185 rojnamegeran bînçavkirina rojnamegeran a lî Amedê şermezar kir
13:46 Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne
13:30 Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir