‘Çi dibe bila bibe em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin’

  • rojane
  • 17:14 11 Hezîran 2022
  • |

AMED / RIHA - Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca ya beriya Meşa Gemlîkê ya bi dirûşmeya “Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em ber bi Gemlîkê ve dimeşin” were lidarxistin axivî, wiha got: “Çi dibe bila bibe em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin.”

 
Beriya “Meşa Gemlîkê ya Mezin” ku di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) de dê sibê were lidarxistin li Amedê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Parlamenterên HDP’ê jî di nav de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul destnîşan kir ku li çar aliyê Tirkiyeyê tecrîd heye, tevî tecrîdê li dijî mirovahiyê sûc tê kirin û wiha hate gotin: “Hikumet, Wezareta Dadê û dozgeriya ku van daxuyaniyan berçav nagirin sûcekî sîstematîk dikin û vê didomînin. Bulbul, bi lêv kir ku rakêşî ji aliye AKP’ê û MHP’ê ve tê kirin û wiha bang li muxalefetê kir: “Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, Meral Akşener, Babacan em yek bi yek gazî we dikin. Heke hûn demokrasiyê bixwazin werin em li Amedê kongreya wekhevî û demokrasiyê pêk bînin. Gelê kurd hedef negirin. Operasyonên derveyî sînor bikin û bi gotina ‘terorîzm heye’ derewan nekin.”
Bulbul, bertek nîşanî astengkirina polîsan da û wiha berdewam kir: “Em giliyê vê yekê bikin lê mesele ev nîne, em dixwazin hemû Tirkiye qezenç bike, pirsgirêka kurd, pirsgirêka tundiyê çareser bibe.” Bulbul, diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan xwediyê fikriyata Komara Demokratîk, Neteweyê Demokratîk û Çareseriya Demokratîk e û got: “Em jî van 3 têgehan diparêzin. Em ji vir bang li hemû cîhanê dikin. Li Îmraliyê tecrîdek û îzolasyoneke giran heye.” Bulbul, da zanîn ku di heman demê de dirûşmeya wan “Her der Îmrali her der berxwedan e” ye. 
 
Bulbul, herî dawî destnîşan kir ku rêya edalet û demokrasiyê di Îmraliyê de derbas dibe û ev bang kir: “Her in li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re biaxivin.”
 
ÛCA: TECRÎD DÊ WERE ŞIKANDIN
 
Pişt re parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca axivî. Ûca, bertek nîşanî dorpêça polîsan da û bi lêv kir ku rewşa diqewime kurteye tecrîdê ye. Ûca, pêvajoya di nava salên 2013 û 2015’an de di bin navê “çareseriyê” de hate birêvebirin bi bîr xist û wiha got: “Çawa wê deme fikriyata Birêz Ocalan ji bo gelên Tirkiyeyê, Kurdistanê hevî bû di heman demê de ji bo gelên Rojhilata Navîn jî hêviyek bû. Wê demê herkesê pîroz dikir, silav dikir lê îro tevî tecrîdê cezayê dîsîplînê didin. Em weke pêşengên vî gelî, weke partiya xwe, li dijî vê tecrîdê jî li dijî vê siyaseta ku dixwaze şer li ser vî gelî bide ferzkirin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de çi got? Got ‘Ez amade me di nava hefteyekê de vê pirsgirêkê çareser bikim.’ Lê dewlet bi çi bersiv dide? Bi dagirkirinê, bi şer, bi girtin û bi binçavkirinan dixwaze vê siyasete bimeşîne. Lê bila herkes bizanibe, ne siyaseta we ya şer ne siyaseta we ya tecrîdê dikare pirsgirêka kurd çareser bike ne jî dikare gelê kurd tune bike. Ji berk u gelê kurd bi dayîna bedelên mezin hate heta vê rojê. Gelê kurd li dijî vê hişmendiyê tu car çok nedanî. Gelê kurd wê tecrîdê bişikîne. Ev meş meşa azadiyê ye. Hûn çiqasî pêşiya me bigirin bigirin, wê karwanê azadiyê bigihîje Gemlîkê hûn çiqas asteng bikin jî ev karwanê azadiyê wê vê tecrîdê bişikîne. Hûn derdorê me bigirin jî ev karwan wê tecrîda li Îmraliyê bişikîne û wê deriyê Îmraliyê jî veke. Qeyrana ku îro dewlet tê de ji ber neçareserî û tecrîda li Îmraliyê ye. Ji ber wê yekê em li vê derê ne em ê bi gelê xwe re bi karwanê azadiyê re ber bi Gemlîkê ve biçin. Çi dibe bila bibe wê tecrîda li Îmraliyê were şikandin û têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
Piştî axaftinan kesên di kolanên navçeya Rezanê de disekinîn jî tev li girseyê bûn û bi dirûşmeyên “Her der Îmrali her der berxwedan” û “Bijî Serok Apo” meşiyan. 
 
RIHA
 
Li Rihayê jî welatiyên ji bo “Meşa Gemlîkê ya Mezin” bi rê ketin û tev li baskê Amedê bibin di ketin û derketina navçeya Sêwregê de hatin asteng kirin. Welatiyên di wesayîtên derketina navçeyê de hatin astengkirin, li Bûlwara Kamîl Tûran bi dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” , “Ji Îmraliyê re hezar silav” , “Bijî berxwedana Îmrali” dest bi meşê kirin. Piştî meşa heta navenda navçeyê hate kirin, daxuyanî hate dayîn. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Hadle Ogûr ku li ser navê welatiyan axivî, bertek nîşanî astengkirina wan a derketina ji bajêr da. Ogûr, bi lêv kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têdikoşin û anî ziman ku heta ev yek pêk were wê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Girseya ku ketina Sêwregê jî disekinî daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberê HDP’ê yê Hewagê Mehmet Ekîncî yê li vir axivî jî wiha got: “Em politikaya tecrîdê ya di kesayeta birêz Abdûllah Ocalan li ser hemû gelan tê pêkanîn şermezar dikin.”
 

Sernavên din

12/06/2022
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir
12:15 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye
11:29 Karsazê AKP'î gef li karkerek xwar û dest danîne ser malzemeyên wî
11:27 Li Amedê agir derket: Kesek jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn
10:15 'Roja Reş' jiyana Emîne Şenyaşar dabeş kir: Heta edalet neyê şîn tuneye!
09:08 Di şer de 4 leşker hatin kuştin
09:07 Rojnameger Êzidî: Hedef Pergala Neteweya Demokratîk e
09:06 Yildiz a bi êrişê re rû bi rû ma du caran serî li polîsan daye
09:05 Girtiyên ku li odeyeke du kesî ferzkirina 'hejmariya li ser pêyan' qebûl nekirin hatin derbkirin
09:04 Li Mêrdînê li nexweşxaneyekê radyasyona zêde hatiye tespîtkirin
09:01 Dozger êrişa robokopan qebûl kir, lê biryara neşopandinê da!
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
11/06/2022
22:33 Togrûl: Qethiyen em ê ji azadî û demokrasiyê tawiz nedin
20:57 Polîsan alayên HDP'ê rakirin
18:14 3 kesên li Timoqê hatibûn girtin hatin berdan
17:47 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
17:30 OHD’ê rapora xwe ya binpêkirinên li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn aşkera kir
17:14 ‘Çi dibe bila bibe em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin’
16:41 Li Amedê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin
16:32 Ji HDP’ê sempozyuma ‘Zarok’: Em ê ji bo zarokan jiyaneke biewle ava bikin
16:04 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên di bin çavan de hatibûn windakirin pirsî
15:42 Rûniştina F a 533’yan: Bila hunermend Nûdem Durak were berdan
15:35 Ji Wanê ber bi Gemlîkê ve: Heta ku azadiya Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:16 Ji bo berdana girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel bang kirin
14:56 Di Doza Kobanê de kesek nehat berdan
14:49 Rojnamevan li edliyeyê bi saetan bikelemçekirî hatin sekinandin
14:45 Serokê Sendîkaya Basin Îş’ê Eren: Heke bertek neyên nîşandan dê ev zext sibe li deriyê her kesî bidin
13:59 TJA'yê komxebata 'Weke Jin di Girtîgehê de' li dar xist
13:46 ‘Qêrînên Çayanê min derketin ber ezmanan’
12:45 Ji bo mitînga Erdogan li Wanê rewşa awarte di meriyetê de ye!
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke têkoşîn hebe hêvî jî heye
12:24 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Çayan Çîçek pirsîn
12:03 Ji Botanê bo Meşa Gemlîkê bang: Heta Ocalan azad nebe civak jî azad nabe
12:02 Rewşenbîran ji bo rojnamevanên kurd bang kirin: Li dijî zextan xwedî helwest bin
11:25 Berdevka SKM’ê Otlu: Meşa Gemlîkê meşa edalet û azadiyê ye
10:52 Qeyûm neguhêzbarên şaredariyê bi teqsîdan difiroşe
10:51 Hevalên me 4 roj in di bin çavan de ne: Em ji rastiyan hêz digirin
10:16 Zaroka ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da
10:13 16 endamên GOÇÎZDER’ê hatin girtin
10:02 Endamê KNK'ê Hiso: Kurdistaneke bêêzdiyan mîna laşekî bêcan e
10:01 Jinên ji Bakurê Efrîkayê: Pêkanîna azadiya Ocalan peywîreke
09:04 Rojnamevan Dogan: Tirkiye ji bo nixûmandina têkçûna xwe ya li Zapê hewl dide eniyeke nû ava bike
09:02 Ji bo Meşa Gemlîkê banga parêzeran: Ji bo gelan gaveke pir girîng e
09:01 Meşa Gemlîkê ya Mezin: Divê em dîwarê Îmraliyê biderizînin
09:00 Ji ber krîza aborî îhaleya nexweşxaneyê betal bû
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
10/06/2022
23:01 Li Tekirdagê 10 siyasetmedarên din jî hatin girtin
21:19 Li Şirnexê 8 kes hatin berdan
16:51 Li Mêrsîne jinan giliyê Erdogan kir
16:47 ESP: Em jî dê li Meşa Gemlîkê bin
16:14 775 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
16:11 'Çapemeniya Azad dê serî netewîne''
15:53 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan 2 rojan hat dirêjkirin
15:08 Rojnamegerên binçavkirî peyam şandin: Em ê her binivisînin
15:07 Herêma Egeyê ji Meşa Gemlîkê re amade ye: Em ber bi azadiyê ve bimeşin
15:00 Yuksekdag: Şêwaza heyeta dadgehê dişibe şêwaza Erdogan û Bahçelî
14:41 Başaran: Em li dijî her cure êrişan dimeşîn Gemlîkê
14:19 Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ji bo piştevaniyê çû serdana DFG’ê
14:14 Di cînayeta Elçî de harddîsk a xerabe ji TUBÎTAK’ê re şandin
13:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:46 Di sempozyuma HDP’ê de wê ji bo zarokan lêgerînên nû bên nîqaşkirin
13:34 KESK’ê ji bo rojnamevanên binçavkirî serdana piştgiriyê kir
13:28 Polîsan ekîpmanên rojnamevanan û şirketên produksiyonê desteser kirin
13:07 Di konferansa HDP’ê de hem peyam dan desthilatdariyê hem jî dan muxalefetê
13:00 Malbata Şenyaşar banga tevlibûna bîranîna 14’ê Hezîranê kir
12:25 Rojnamevan 3 roj in di binçavan de ne
12:13 Li Çemê Dîcleyê tevdîr nayên girtin û xeniqîn zêde dibin
11:48 Rapora GOÇÎZDER’ê ya derheqê penaberan de weke sûc hat nîşandan
11:37 Ji bo rojnamegerên di binçavan de banga piştevaniyê hat kirin
11:34 Li Girtîgeha Îzmîrê hesasiyeta Soylû
11:24 Li Wanê erdhej
11:23 Nûnerên partiyên siyasî: Rojnamegeran berd in
10:46 Di merasîma derçûnê de pirsa 'Gulistan li ku ye?' kir
10:41 Nelirêtiyeke din a 40 milyon TL’an a qeyûm derket holê
10:28 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tevlibûna PDK'ê ya şer wê xesareke mezin bi xwe re bîne
10:13 Ji Dayikên Aştiye banga meşa Gemlîkê: Ji bo aştî û azadiyê tev li meşê bibin
09:54 Parlamenterê YNK’ê: Divê Tirkiye bo xwe ji aqûbeta Sedam dersan bigre
09:10 ‘Em ê bi meşeke xurt bersiva dagirkerî û înkarkirinê bidin'
09:09 ‘Girtî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'
09:07 Piştî 17 salan dê cardin bi heman kelecanê tev li Meşa Gemlîkê bibe
09:05 Odeya Plansazên Bajêr xwest biryara qeyûm a ji bo 'qada bazirganiyê' bê betalkirin
09:04 Amadekariyên ji bo Meşa Gemlîkê didomin: Divê her kes rola xwe bilîze
09:01 Jinên Şirnexî: Divê tu kes li dijî talankirina erdnîgariyê bêdeng nemîne
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
09/06/2022
23:57 Ber bi Çiyayê Cûdiyê ve sewqiyata eskerî
23:30 Li Tekirdagê 11 siyasetmedar hatin girtin
21:26 Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de: Heqîqet, di rewşa herî dijwar de parastina rastiyan e
20:00 Demîrtaş: Em ê wan di sindoqan de veşêrin!
17:38 Tirkîyeyê bi ÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê: 5 kes birîndar bûn
16:36 Konseya Çapemeniyê: Binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin
16:21 Hevserokê DBP’ê Bayindir serdana DFG’ê kir
16:13 Beştaş ji Bozdag pirsî: Rojnameger çima di bin çavan de ne?
16:13 Firinên li Dêrsimê firotina nan rawestandin
16:07 Rojnamevanên li Wanê: Ne dema bêdengiyê dema piştevaniyê ye
16:06 Li Amedê êrişa li dijî doktorekî hat protestokirin
15:45 Rapora girtîgehan: Tecrîd û îzolasyon hatiye mayîndekirin
15:39 Polîsan êrişî Nobeda Edaletê ya li Stenbolê kirin
14:15 Girtiyên li Afyonê greva xwe ya birçîbûnê didomînin
13:58 Rojnamevanên di bin çavan de di hucreyên yek kesî de tên girtin