Rojnamevan Kav: PDK bûye AKP

  • rojane
  • 08:11 7 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Fûat Kav got: "Malbata Barzanî bûye malbata Erdogan, bûye 'Mesûd Erdogan', PDK jî bûye AKP. Çarenûsa wan bi hev ve girêdayî ye." 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Her wiha Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan jî ev çend rojên sinyalên êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dide. 
 
Rojnamevan Fûat Kav ku ji bo Rojnameya Yenî Yaşamê êrişên Tirkiyeyê yên li ser kurdan û helwesta PDK'ê nirxandin. 
  
JIHOLÊRAKIRINA KURDAN
 
Kav destnîşan kir ku Tirkiye di warê qedandina meseleya kurdî de ya li ser esasên înkarkirin-qirkirinê, xwe wekî muxatabê sereke dibîne û got: "Helwesta esas meseleya kurdî, nebidestxistina statuyê û jiholêrakirina rastiya kurdî ye. Konsept, qirkirina gelê kurd û tevgera wê ye." 
 
RÊ Û RÊBAZ HATINE GUHERANDIN
 
Kav bibîr xist ku piştî dewleta tirk dîtiye bi siyaseteke nerm, bi diyalog û helwesteke nerm tasfiyekirina tevgera kurdî nepêkan e, vê carê bi temamî xwe li helwesteke eskerî girtiye û got: "Ger di dema pêvajoya aştiyê de tevgera azadiyê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mexseda AKP'ê û dewletê fêm nekirina qethiyen wê çaxê dê tevgera azadiyê tasfiye bûbûna. Lê piştî ku Ocalan got, 'Ma hûn dikarin min bixapînin? Çil sal in li Rojhilata Navîn ez pêşengtiya têkoşîneke eskerî û polîtîk dikim' maseya li Dolmabahçeyê ji aliyê Erdogan ve hat qulabtin û pêvajoya aştiyê bi temamî bi dawî bû. Erdogan, berê konsepta qirkirinê û rê û rêbazên wê guherandin. Konsepta çokşikandinê ya li ser esasên eskerî di vê pêvajoyê de ket dewrê û ji wê rojê heya niha bi pêkanînine cuda didome." 
 
OSMANÎTIYA NÛ
 
Kav destnîşan kir ku sedemeke din a êrîşan polîtîkaya Osmanîtiya Nû ye û got: "Yanî navê Tirkiyeyê Osmanîtiya-Nû ye. Osmanîtiya Nû dagirkerî û talan e. Dixwazin bi vê re çend parzemînan cardin bi dest bixin. Erdogan tu carî Peymana Lozanê qebûl nekiriye û got, 'Peymana Lozanê ku em mecbûr mane me ew qbeûl kiriye, ne sînorên me yên rast ên Mîsakî Mîlliyê ne.' Ev yek ragihand hemû cîhanê. Dilê Osmanîtiya Nû Iraq û Sûriye ye. Wekî din jî heye, lê ji bo demek kurt ev her du welat in, Kurdistan e. Tirkiye bi hincet û derewên cur bi cur ev welat dagir kirin. Erdogan dibêje, 'Ger şertên min bên qebûlkirin ez ê derkevim.' Lê ne wisa ye. Tirkiye tu carî ji cihên dagirkirî dernayê, ji lew re konsept û armanca wê dagirkerî ye. 'Têkoşîna li dijî terorê' çîrok e." 
 
ZAP
 
Kav diyar kir ku êrişa li ser Zapê bi amadekariyeke dûr û dirêj hatiye kirin û got: "Ger Zap, Metîna û Avaşînê bi dest bixin, dê biçin Garê, ji Garê berê xwe bidin Qendîlê û ji wir jî êrîşê bibin ser hemû qadan. Êrîşên berê bi piranî lêdan û vekişandin bûn, bi awayekî demkurt bi destxistina hin deveran bûn, çavtirsandin û xirabkirian derûniyê bûn, lê pêngava Zapê stratejîk û mayinde ye. Li cihên ku eskeran lê datînin dixwazin li wan deran qereqolan çêbikin û demeke dirêj li wan deran bimînin." 
 
BÛNE 'MESÛD ERDOGAN'
 
Kav li ser helwesta PDK'ê jî sekinî û got. "Tişta bi kurdbûyînê dihat bilêvkirin ser vê rastiyê dinixumand. Halbûkî çil sal berê nasnameya tevgera PDK'ê, pergala wê ya bîrdozî û dîroka wê hatibû dahurandin. Hatibû gotin ku 'Ger di pêşerojê de têkoşîna li Kurdistanê pêş bikeve, dewlet dê vê hêzê yanî PDK'ê li hemberî têkoşeran bi kar bîne.' Tişta niha diqewime ev e. Bêbextiya esas bîrdozî ye. Beranberiya vê ya polîtîk, li ser rêça AKP-MHP'ê diyarkirina nexşerêya xwe ye. Cerdevanên gundan çi bin, PDK jî ew e. PDK tenê li hemberî tevgera azadiyê şer nake, kî li ser navê Kurdistanê gavek rast avêtibe PDK'ê li hemberî wan şer kiriye. Li hemberî PDK'ya Îranê, li hemberî YNK'ê, li hemberî tevgera Dr. Şivan wan şer kiriye. Tenê li hemberî Seddam şer nekiriye. Lewma rastiya PDK'ê talûke ye. Gava wisa talûke be, hundirê wê jî ew qasî pûç dibe û vediguhere qalikekî vala. Malbata Barzanî bûye malbata Erdogan, bûye 'Mesûd Erdogan, PDK jî bûye AKP. Çarenûsa wan bi hev ve girêdayî ye. Gava AKP-MHP biçe dê çi bibe? Bi îhtimaleke mezin dê têkevin ber pêvajoyeke darizandinê ya mezin. Ger PDK li Başûr winda bike dê çi bibe? Ew jî dê bê darizandin. PDK, êdî li herêmê bûye hêzeke kontra ya artêşa tirk ku Tirkiye wê li Kurdistanê bi rêxistin dike û bi ser têkoşîna azadiyê ve dişîne." 

Sernavên din

07/06/2022
09:01 Xizmê girtî: Dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:24 Li Wanê 9 kes hatin girtin
08:11 Rojnamevan Kav: PDK bûye AKP
06/06/2022
21:25 Li dijî talankirina ekolojiyê meşiyan
20:07 Ber bi Cûdî û Gabarê ve sewqiyata eskerî
18:42 Şanoya bi kurdî bi hinceta 'ewlehiyê' hat qedexekirin
17:55 Rojnamevan Muftuoglû hat berdan
16:18 Li herêmên şer tevgera hewayî
15:58 'Bila zemên ceyran, gaza xwezayî û sotemeniyê bên vekişandin'
15:57 PDK’ê ciwanên enternasyonalîst asteng kirin
15:29 Koç ê HDP’î: Ne qanûna dezenformasyonê lê ya hilbijartinê ye
15:18 Ji GOÇIZDER'ê berteka binçavkirinan: Em ê gilî bikin
15:17 Dema binçavkirina 58 kesan hat dirêjkirin
15:04 Ji Wanê ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Dem dema azadiyê ye
14:36 Şahidê Doza Kobanê axivî: Ji HDP'ê talîmat nehat
14:13 Ji bo tevlibûna doza Peymana Stenbolê bang hate kirin
13:55 AYM'ê ji bo cezayê pere ku ji ber tevlîbûna daxuyaniyan hatibû dayîn biryara binpêkirinê da
13:52 Nexweşxaneya Sahrayê bi leşkerên birîndar tijî bûye
13:31 Danişîna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven taloq bû
12:35 Ji HDP’ê parastina Peymana Stenbolê
12:10 ‘PDK amadekariya êrişa li dijî Metînayê dike’
11:57 Rojnamevan Dîcle Muftuoglû sewqî edliyeyê hate kirin
11:54 ‘Belgeyên helîkopterên hatine xistin di destê me de ne’
11:29 Bi hinceta ‘heqaret li Soylu û Yildiz kiriye’ cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
11:07 Buldan: Desthilatdariyeke ku pirsgirêka kurd çareser neke serkeftî nabe
Sancar: Vîneke xurt a gel heye ku vê desthilatdariyê têk bibe
10:58 5 caran hate koçberkirin, maleka wê şewitandin û yek jî di bin avê de hiştin
09:45 ‘Divê Herêma Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwestekî cidî be’
09:25 Li Raperînê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ îmze hatin komkirin
09:06 Şêniyên Xalefanê li dijî santrala termîkê ne
09:04 Dewletê malên wan hilweşandin niha di konteynirê de dijîn
09:02 Li Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş 6 hezar û 115 îmze hatin komkirin
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05/06/2022
23:05 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Eyn Îsa 3 kes birîndar kirin
21:27 Cenazeyên xwendekarên di Çemê Dîcleyê de xeniqîn hatin dîtin
21:09 Li Brukselê li dijî êrişan çalakî hat lidarxistin
20:44 Danezana encama Konferansa Tirkiyeya Pêşerojê hate aşkerakirin
20:16 Li Girtîgeha Kurkçulerê şewat derket
19:45 HDP’ê Komkujiya 5’e Haziranê bi bîr anî: Heta kujêr dernekevin hole em ê tekoşîna xwe bidomînin
18:17 Ciwanan ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ banga tev li bûnê kirin
17:56 Koçer: Em xwe ji bo azadkirina herêmên dagirkirî amade dikin
17:45 Tiştên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne nayên dayîn
17:03 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em di têkoşînê de bibiryar in
16:15 Jin ji bo meşa Gemlîkê hatin cemhev
16:14 3 xwendekarên ketine çemê Dîcleyê qeniqîn
15:55 Bûldan: Li dijî rewşa tarî piştevaniya me ya şoreşger heye
14:34 Ferman a YNK'yî: Armanca êrişan Tirkiyeyê firehkirina sînoran e
14:01 Sengawî: PDK nirxên neteweyî difiroşe
13:26 Di êrişên Tirkiyeyê de 3 milyon dar tune bûn
13:20 Turmen: Divê mirov biwêribe heqîqetê bibêje
12:20 DFG: Di meha gulanê de 11 rojnameger hatine binçavkirin û 8 malper hatin girtin
12:17 Hinceta binçavkirina Muftuoglû: Şandina pere ya ji bo hevkarên xwe
11:33 Li Sêrtê qeza: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:10 Malbata Şenyaşar: Weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e
11:09 Wezareta Karên Navxweyî xwest doza gora Şêx Seîd bê redkirin
11:01 Birindarên 5 Hezîranê: Çi dibe bila bibe em ê vîna xwe xwedî derkevin
10:19 Li Semsûrê Apazîz hat bibîranîn
09:13 Şaredariya AKP'î ji bo rantê li dû qulopiloyan e
09:13 Başkavak: Dê gel bi Tifaqa Demokrasiyê bi ser bikeve
09:11 Rojnamevan Zagros. Kurdan destê xwe ji PDK'ê şûştiye
09:08 Ji ber fiyetê mazotê bîçer nikarin bişixulin, cotkar jî nikarin zadê xwe rakin
09:06 ‘Em tenê dikarin bi yekitiya xwe ji vê zilmê rizgar bibin’
09:04 Bedran Çiya Kurd: Dema ku DAIŞ li ser sînorê Tirkiyeyê bû çima tu metirsî nebûn?
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
04/06/2022
23:59 Komeleya Hevgirtinê ya 10'ê Cotmehê li Amedê hevdîtinek li dar xist
21:21 Li Hezexê operasyona eskerî
20:59 Li Edeneyê şanoya bi kurdî hat qedexekirin
19:02 Ji konferansa 'Em ê bi hev re biguherînin' banga ji bo Tifaqa Demokrasiyê
16:46 Zarokên li Cizîrê winda bûn cenazeyên wan hatin dîtin
16:42 Tê payîn ku binçavkiriyên li Tekîrdagê sibe îfade bidin
16:35 ÎHD û TÎHV’ê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Bila demildest bên berdan
15:54 Bi fermana ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş
15:36 Bîrdal: Tecrîd sûc e
15:35 ‘Ji bo guherandina desthilatdariyê yekitî şert e”
14:56 ‘Bila girtiyê nexweş Îdrîs Başaran bê berdan’
14:34 Operasyonên binçavkirinê li Mêrsînê hatin protestokirin
14:26 Derheqê kesên tev li merasîma cenazeyê Çelebî bûyîn de lêpirsîn vekirin
14:07 Ji bo berdana Aysel Tugluk bang kirin
13:43 Dayikên Şemiyê: Pergaleke ku ji goran ditirse li holê ye
12:40 Erdogan dîsa peyama êrişê da
12:33 ‘Kesek êdî nikare eşyayên xilmet jî bikire’
12:29 Xizmên Windayan li kujerên Okûyûcû pirsîn
11:56 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
11:42 Dag: Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin
11:41 Îdiaya ku kesê tedawiya kemoterapiyê didît li nexweşxaneyê hat binçavkirin
10:55 Li Efrînê berteka li dijî Tirkiyeyê: Ji Sûriyeyê bicehime
10:51 ‘Bila budçeya şer ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin’
10:49 Koçyîgît: Şerê heyî li dijî kurdên azad tê kirin
10:18 Waliyê Şirnexê bi sercerdevanan re civiya
10:17 Li Enqereyê 16 ciwan hatin berdan
09:38 Du zarokên li Cizîrê çûyîn ber qeraxê çem winda bûn
09:19 Seroka ÎGC'ê Gappî: Kêmbûna çapemeniya serbixwe tadeyê zêde dike
09:08 Rojnamevan Cûdî: Demografyaya herêmê tê guherandin
09:07 Dayika girtî: Jiyana kurê min di talûkeyê de ye
09:04 Îdareya girtîgehê pereyê girtiyan ji bo xwe daye bi faîzê
09:02 Demîr: Li dijî şer têkoşîna hevpar divê
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
03/06/2022
21:20 Hunermend: Em êriş û qedexeyên li ser hunera kurdî nas nakin
19:56 Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de: Girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin berdin
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne