5 caran hate koçberkirin, maleka wê şewitandin û yek jî di bin avê de hiştin

  • rojane
  • 10:58 6 Hezîran 2022
  • |
ŞIRNEX - Di sala 1990’an de gundê Halîme Yaman hate valakirin, mala wê hate şewitandin û 5 caran hatin koçberkirin. Di sala 2009’an de jî vegeriyan mala xwe lê belê ji ber bendava bi hinceta “ewlehiyê” hatiye çêkirin, mala wê di bin avê de ma. Yaman ji bo vê rewşê wiha dibêje: “Ez bi klama ‘Mala min’ bîranên xwe ji nû ve zindî dikim.”
 
Tirkiyeyê di salên 90’î de di bin navê “Ewlehiyê” de bi hezaran gund vala kirin û şewitandin. Yên ku cerdevanî û zexta dewletê qebûl nekirîn, bi darê zorê hatin koçberkirin. Ji wan gelek koçî metrepolên Tirkiyeyê û hinek jî koçî başûrê Kurdistanê bûn. Gundê Kolig ê Qileban a Şirnexê jî yek ji wan gundan bû. Di salên 90’î de li mezraya Şewêka ya Koligê di navbera PKK û artêşa tirk de pevçûn derdikeve. Dewlet vê pevçûnê dike hincet û bi darê zorê gund vala dike û dişewitîne. Di dema şewatê de leşker hespê Adil Yaman jî bi zindî dişewitînin. Li ser vê yekê Yaman dibêje; “Ma yên ku sewalên me dişewitînin dê çi bi serê me bînin” û tev li PKK’ê dibe. Dayika Yaman, Halîme Yaman (68) naxwaze zarokên wê bibin cerdevan û koçî deverên cuda dibin. 10 zarokên dayika Halîmeyê hene û di pişta wê de zarokên wê, herêm bi herêm digere. Ji nav Ertoşiyan heta geliyê Qiyametê, li gelek herêman digere. Lê her carê tên koçberkirin. Di vê pêvajoyê de 5 caran koç lê dikeve û herî dawî dîsa vedigere gundê xwe. Lê belê zarokên wê ji ber ku cerdevanî red kirin, berê xwe dan metropolan. Ew û hevjînê xwe bi tenê li gund man. 
 
 
Piştî ewqas êş û eleman, dewletê dîsa bela xwe ji şêniyên gund venekirin û di sala 2009’an de li gundê dest bi çêkirina Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) bi hinceta “ewlehiyê” dest bi çêkirina bendavê kir. Dayika Halîme li dijî çêkirina bendavê derdikeve lê bi darê zorê ji malê tê derxistin. Bi çêkirina bendavê re jî li gel mala dayika Helîmayê, hemû bîranînê wê jî di bin avê de dimînin. Maleka wê di sala 90'an de tê şewitandin û maleka wê jî di sala 2009’an de di bin avê de hate hiştin. Ji bo ku bîranînên xwe ji bîr neke, niha li hemberî wê malê maleke din çê dike. Dayika Halîme her serê sibehê diçe ser kevir, li mala xwe dinihêre û klaman distrê. Tekane daxwaza dayika Halîmeyê ew e ku agahiyekî ji kurê xwe bigire. Dayika Halîme di sala 2018’an de ji ber ku lêgerînê red dike, tê binçavkirin û li avahiya emniyetê agirê Newrozê vê dixe. Dayika Halîmeyê serpêhatiya xwe bi ajansa me re parve kir. 
 
MALA WÊ PIŞTA WÊ Û 5 CARAN KOÇBER KIRIN 
 
Dayika Halîme Yaman das zanîn ku li gund her roj bi ser mala wan de dihat girtin û serpêhatiya xwe wiha vegot: “Gundên me şewitandin, heywanên me kuştin. Li Deşta Şewêkayê şerekî giran qewimî. Gelek leşker hatin kuştin û 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Her der mîna qiyametê bû. Li ser serê me balafir difiriyan û ji bêjahî ve tank û top dihatin avêtin. Piştre hatin gundê me şewitandin. Em koçber bûn û çûn Iraqê. Me malên me xwe birin û em çûn Şikefta Bihêreyê. Me zarokên xwe li keran siwar kirin û birin. Tiştê ku me bi xwe re biribûn, me xistin nava kefiyan. Li Bihêreyê jî em rakirin. Em birin Ertoşê. Heta demekî em li wir man û piştre ji wir jî koçber kirin û em çûn Geliyê Qiyametê. Av û derdora Geliyê Qiyametê xweş bûn. Em ji wir jî koçber kirin û em li cihekî din bi cih bûn. Ew der ne bi avî bû. Piştî ku demek dirêj ser re derbas bû, em dîsa koçberî Ertoşê kirin. Xwîşk, bira û hinek nasên me hêj niha jî li wir in. Çavên wan li rê ye û her roj balafirên tirkan diçin bombebaran dikin. Di her bombebaranê de ji wan yek du jê tên kuştin. 
 
HESPÊ ZAROKÊ MIN KUŞTIN Û ZAROKÊ MIN TEV LI PKK’Ê BÛ
 
Ji me gelek mêr ji aliyê Iraqê ve hatin girtin û bernadin. Gelek kes hatin girtin. Me gelek tişt bi çavên xwe dîtin. Wexta ku gundên me şewitandin, li pêş çavên me heywanên me qetil kirin. Zarokên me ji vê aciz bûn û tev li PKK’ê bûn. Kurê min ji hespê xwe pir hez dikir. Dema ku dît hespê wî jî kuştin e, çû ser laşê wî û got, 'Çi sûcê vî hebûn? Ev dewleta ku heywanên me qetil dike ma dê çi ji me bike?' Pişt re tev li bû. Ev 30 sal in kurê min çûye û min tiştek jê nezanî. Sax e yan mirî ye nizanim. Piştre me mala xwe bir Dîlokê û heta demekî li wir man. Piştre sebra min nehat û em dîsa hatin ser axa xwe. Me li ber çem avahiyek ji xwe re çêkir. Em çûn tê de. Piştre gotin wê bendavê çêbikin. Li tevî hemû nêrazîbûnên me jî ew bendav hat çêkirin û em jî ji nêçariya xwe jê derketin. Zarokên min cerdevanî, xiyanetî qebûl nekir û çûn bajaran. Min got, 'Ez bi tu deveran re naçim. Ileh ez ê li gundê xwe bim.' Zarokên min hatin li hemberî wî avahiyên min ê kevin ji min re avahî çêkirin. Ez niha bi tenê me. Hin zarokên min çûn Stenbolê, hin çûn Îzmîrê û hin jî çûn Dîlokê. Min 10 zarok hene lê her yek ji wan bi cihekî ve çû.
 
NEWROZA XWE LI EMNIYETÊ PÎROZ KIR
 
Piştî ku gundê me valakirin, em gelek caran rastî astengiyan hatin. Di sala 2018'an de pîrozbahiya Newrozê hebû. Tirk dibêjin 'Bahar bayrami' lê em jê re dibêjin Newroz. Dema ku me dixwest bikevin qada Newrozê, hemû jin di lêgerîna polîsan re derbas dibûn. Xwestin li ser min jî lêgerînê bikin û destê xwe da bedena min. Ez aciz bûm û min ji wan polîsan re got, 'We xêre her derê lêgerîn dikin.' Piştre ez aciz bûm. Min bertek nîşanî wan da û qebûl nekir. Piştre ez li wir binçavkirim û birim emniyetê. Li wir îfadeya min girtin. Ji me re gotin,'Te çima li polîsan xistî ye?' Min jî got, 'Ez polîsan nas nakim.' Ez aciz bûm. Şixarte li gel min hebû. Min bi wê şixarteyê agir bi çaketê xwe xist. Agir bi derdorê ket. Hemû derdor ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Dinyayek li ber deriyê emniyetê kom kirin. Min got, 'We nehişt ku ez Newrozê pîroz bikim û ez ê jî wiha pîroz bikim.' Piştre ez berdam û ez dîsa çûm qadê û min Newroza xwe pîroz kir. 
 
BERXWEDÊRIYA WÊ YA LI HEMBERÎ BINÇAVKIRINAN
 
Êrişên li ser me piştî valakirina gund zêdetir bûn. Gelek caran hatim binçavkirin. Lê min li hemberî vê zilmê tu carî serê xwe netewand. Careke jî ez nexweş bûm û li nexweşxanê bûm. Ji bo îfadeyê bangî min kirin. Lê dinêrim polîs hatin û ji min re gotin,'Xalet rewşa te ya baş e rabe ser xwe.’ Min jî bertek nîşan da. Bijîşk hat û ji wan re got, 'Nikare were.’ Piştre wesayît anîn û li gel bijîşk ez birim. Ji min re gotin,'Tu çûyî Cizîr û Şirnexê û te şer kiriye' Min jî ji wan re got, 'Wele dema ku ew şer Cizîrê de çêbû ez li wir bûm û gopalek destê min de bû û raste min şer kiriye.' Piştre wêne nîşanî min dan û gotin, 'Ev tu yî?' Min jî got wele derewan nakin,'Erê ez im.' Ji min re gotin,'Te gelek gopal danîne polîsan em ê te biavêjin girtîgehê.' Min jî ji wan re got, 'Bi xwedê tu nikarî min biavêjî girtîgehê. ' Piştre ez berdam. Piştre careke din leşker hatin gund. Hatin ji min re gotin, 'Xaltîkê bi tena serê xwe çi karê te li vir heye?' Min jî ji wan re got, 'Sebra min li gund tê. Heger ez li gund nebim, ez ê ji qehran bimirim. Ma ez ê çima ji gundê xwe derbikevim? Ma ez kujer im?' Ji min re got,' Ma tu nizanî ku tu kujerî?' Min jî got, 'Ez ne kujer im' Gotinek ji wan û yek jî ji min. Ez aciz bûm û min du fîşekên ciftê berdan wan. Piştre ji min tirsiyan û gundiyên me geriyan gotin,'Ev jineke dîne.' Piştre pirsa kurê min ji min kirin. Gotin, 'Kurê te li ku ye?' Min jî got,'Hûn dizanin li ku ye.' Gotin cihê wî nîşanî me bide. Ez aciz bûm û min jî ji wan re got, 'Wer in em bi hevre biçin Kela Memê.' Ji vê gotina min aciz bûn. Vê dewleta xwînfiroş û xwînmij nehiştin ku em biçin gundê xwe û me jî li vir avahî çêkirin.
 
MALEKA WÊ HAT ŞEWITANDIN Û YEK JÎ DI BIN AVÊ DE HIŞTIN 
 
Mala min a bi bîranînên zarokên min tije, di bin avê de hiştin. Piştî ku bendav hatiye çêkirin, mala me hat valakirin. Niha wisa tenê ma ye. Weke din mala min saxlem e. Li cem mala min kevireke mezin heye. Ez her roj diçim rûdinim ser wî kevirî. Ez stranekî pê dibêjim û digirim. Ji xwe her dem bîranînên kurê min li gel min in. Tu caran ji bîr nakim û ji bîra min naçe. Ez tu caran wan derd û kulan ji bîr nakim. Her zarokeke min bi aliyekî ve çû. Dema ku niha bîranînên wî avahî tên bîra min, ez pir diqehirim. Min di wê malê de gelek mêvan pêşwazî kirin. Her roj mêvanên me hebûn. Xwezî wê rojê ya ku ewqasî mirovan qesta mala me dikir. Lê niha ez tenê mame. Heke di mal de bimirim, pênc roj piştre jî pê nahesin. Birayên min, xwîşkên min hemû li Mexmûrê ne. Malbata min hemû li wir e. Ez li vir bi tenê mam e. Ne zarokên min û ne jî malbata min tu kes li dora min nîne. Her roj hêsrên çavan dibarînim. Neviyekê min hate girtin. Niha di girtîgeha Şirnexê de ye. Dema ku diçim hevdîtinên wî, ew li wir û ez jî li vir digirîm. Di vê rêyê de mala gelek kesan xerab bûn. Lê gelek bênamûs bûn cerdevan. Ne dînê wan û ne jî îmanê wan heye. Dîn û îmanê wan pere ye. Îmana tirkan tune ye.”
 
Dayika Helîme li ser mala xwe klama “Mala min” çêkiriye û bi strîna vê stranê bîranînên xwe ji nû ve zindî dike.
 

Sernavên din

07/06/2022
09:01 Xizmê girtî: Dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:24 Li Wanê 9 kes hatin girtin
08:11 Rojnamevan Kav: PDK bûye AKP
06/06/2022
21:25 Li dijî talankirina ekolojiyê meşiyan
20:07 Ber bi Cûdî û Gabarê ve sewqiyata eskerî
18:42 Şanoya bi kurdî bi hinceta 'ewlehiyê' hat qedexekirin
17:55 Rojnamevan Muftuoglû hat berdan
16:18 Li herêmên şer tevgera hewayî
15:58 'Bila zemên ceyran, gaza xwezayî û sotemeniyê bên vekişandin'
15:57 PDK’ê ciwanên enternasyonalîst asteng kirin
15:29 Koç ê HDP’î: Ne qanûna dezenformasyonê lê ya hilbijartinê ye
15:18 Ji GOÇIZDER'ê berteka binçavkirinan: Em ê gilî bikin
15:17 Dema binçavkirina 58 kesan hat dirêjkirin
15:04 Ji Wanê ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Dem dema azadiyê ye
14:36 Şahidê Doza Kobanê axivî: Ji HDP'ê talîmat nehat
14:13 Ji bo tevlibûna doza Peymana Stenbolê bang hate kirin
13:55 AYM'ê ji bo cezayê pere ku ji ber tevlîbûna daxuyaniyan hatibû dayîn biryara binpêkirinê da
13:52 Nexweşxaneya Sahrayê bi leşkerên birîndar tijî bûye
13:31 Danişîna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven taloq bû
12:35 Ji HDP’ê parastina Peymana Stenbolê
12:10 ‘PDK amadekariya êrişa li dijî Metînayê dike’
11:57 Rojnamevan Dîcle Muftuoglû sewqî edliyeyê hate kirin
11:54 ‘Belgeyên helîkopterên hatine xistin di destê me de ne’
11:29 Bi hinceta ‘heqaret li Soylu û Yildiz kiriye’ cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
11:07 Buldan: Desthilatdariyeke ku pirsgirêka kurd çareser neke serkeftî nabe
Sancar: Vîneke xurt a gel heye ku vê desthilatdariyê têk bibe
10:58 5 caran hate koçberkirin, maleka wê şewitandin û yek jî di bin avê de hiştin
09:45 ‘Divê Herêma Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwestekî cidî be’
09:25 Li Raperînê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ îmze hatin komkirin
09:06 Şêniyên Xalefanê li dijî santrala termîkê ne
09:04 Dewletê malên wan hilweşandin niha di konteynirê de dijîn
09:02 Li Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş 6 hezar û 115 îmze hatin komkirin
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05/06/2022
23:05 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Eyn Îsa 3 kes birîndar kirin
21:27 Cenazeyên xwendekarên di Çemê Dîcleyê de xeniqîn hatin dîtin
21:09 Li Brukselê li dijî êrişan çalakî hat lidarxistin
20:44 Danezana encama Konferansa Tirkiyeya Pêşerojê hate aşkerakirin
20:16 Li Girtîgeha Kurkçulerê şewat derket
19:45 HDP’ê Komkujiya 5’e Haziranê bi bîr anî: Heta kujêr dernekevin hole em ê tekoşîna xwe bidomînin
18:17 Ciwanan ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ banga tev li bûnê kirin
17:56 Koçer: Em xwe ji bo azadkirina herêmên dagirkirî amade dikin
17:45 Tiştên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne nayên dayîn
17:03 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em di têkoşînê de bibiryar in
16:15 Jin ji bo meşa Gemlîkê hatin cemhev
16:14 3 xwendekarên ketine çemê Dîcleyê qeniqîn
15:55 Bûldan: Li dijî rewşa tarî piştevaniya me ya şoreşger heye
14:34 Ferman a YNK'yî: Armanca êrişan Tirkiyeyê firehkirina sînoran e
14:01 Sengawî: PDK nirxên neteweyî difiroşe
13:26 Di êrişên Tirkiyeyê de 3 milyon dar tune bûn
13:20 Turmen: Divê mirov biwêribe heqîqetê bibêje
12:20 DFG: Di meha gulanê de 11 rojnameger hatine binçavkirin û 8 malper hatin girtin
12:17 Hinceta binçavkirina Muftuoglû: Şandina pere ya ji bo hevkarên xwe
11:33 Li Sêrtê qeza: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:10 Malbata Şenyaşar: Weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e
11:09 Wezareta Karên Navxweyî xwest doza gora Şêx Seîd bê redkirin
11:01 Birindarên 5 Hezîranê: Çi dibe bila bibe em ê vîna xwe xwedî derkevin
10:19 Li Semsûrê Apazîz hat bibîranîn
09:13 Şaredariya AKP'î ji bo rantê li dû qulopiloyan e
09:13 Başkavak: Dê gel bi Tifaqa Demokrasiyê bi ser bikeve
09:11 Rojnamevan Zagros. Kurdan destê xwe ji PDK'ê şûştiye
09:08 Ji ber fiyetê mazotê bîçer nikarin bişixulin, cotkar jî nikarin zadê xwe rakin
09:06 ‘Em tenê dikarin bi yekitiya xwe ji vê zilmê rizgar bibin’
09:04 Bedran Çiya Kurd: Dema ku DAIŞ li ser sînorê Tirkiyeyê bû çima tu metirsî nebûn?
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
04/06/2022
23:59 Komeleya Hevgirtinê ya 10'ê Cotmehê li Amedê hevdîtinek li dar xist
21:21 Li Hezexê operasyona eskerî
20:59 Li Edeneyê şanoya bi kurdî hat qedexekirin
19:02 Ji konferansa 'Em ê bi hev re biguherînin' banga ji bo Tifaqa Demokrasiyê
16:46 Zarokên li Cizîrê winda bûn cenazeyên wan hatin dîtin
16:42 Tê payîn ku binçavkiriyên li Tekîrdagê sibe îfade bidin
16:35 ÎHD û TÎHV’ê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Bila demildest bên berdan
15:54 Bi fermana ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş
15:36 Bîrdal: Tecrîd sûc e
15:35 ‘Ji bo guherandina desthilatdariyê yekitî şert e”
14:56 ‘Bila girtiyê nexweş Îdrîs Başaran bê berdan’
14:34 Operasyonên binçavkirinê li Mêrsînê hatin protestokirin
14:26 Derheqê kesên tev li merasîma cenazeyê Çelebî bûyîn de lêpirsîn vekirin
14:07 Ji bo berdana Aysel Tugluk bang kirin
13:43 Dayikên Şemiyê: Pergaleke ku ji goran ditirse li holê ye
12:40 Erdogan dîsa peyama êrişê da
12:33 ‘Kesek êdî nikare eşyayên xilmet jî bikire’
12:29 Xizmên Windayan li kujerên Okûyûcû pirsîn
11:56 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
11:42 Dag: Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin
11:41 Îdiaya ku kesê tedawiya kemoterapiyê didît li nexweşxaneyê hat binçavkirin
10:55 Li Efrînê berteka li dijî Tirkiyeyê: Ji Sûriyeyê bicehime
10:51 ‘Bila budçeya şer ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin’
10:49 Koçyîgît: Şerê heyî li dijî kurdên azad tê kirin
10:18 Waliyê Şirnexê bi sercerdevanan re civiya
10:17 Li Enqereyê 16 ciwan hatin berdan
09:38 Du zarokên li Cizîrê çûyîn ber qeraxê çem winda bûn
09:19 Seroka ÎGC'ê Gappî: Kêmbûna çapemeniya serbixwe tadeyê zêde dike
09:08 Rojnamevan Cûdî: Demografyaya herêmê tê guherandin
09:07 Dayika girtî: Jiyana kurê min di talûkeyê de ye
09:04 Îdareya girtîgehê pereyê girtiyan ji bo xwe daye bi faîzê
09:02 Demîr: Li dijî şer têkoşîna hevpar divê
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
03/06/2022
21:20 Hunermend: Em êriş û qedexeyên li ser hunera kurdî nas nakin
19:56 Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de: Girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin berdin
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne