Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de: Girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin berdin

  • rojane
  • 19:56 3 Hezîran 2022
  • |
img

AMED - Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin gotin: "Demildest girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin berdin." 

 
Nobeda Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin li Amedê hatibû destpêkirin di roja 200'î de didome. Bi boneya roja 200'î ya Nobeda Edaletê Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Rêvebiriyên Xwecihî ya HDP'ê, Baroya Amedê, Dayikên Aştiyê, Hewldana 78'an, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV), Konfederasuona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK), DÎK, Komeleya Wêjekarên Kurd jî di nav de gelek sazî li Parka Koşûyûlûyê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyanî dan. 
 
Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Azadî ji bo girtiyên nexweş "nivîsandî hat hilgirtin. Li ser navê malbatên girtiyan Încî Guler daxuyanî xwend. Guler destnîşan kir ku armanca wan berdana girtiyên nexweş e. Încî diyar kir ku bilêv kir ku divê partiyên siyasî hemû li cem wan bin û got: "Ewilî girtiyên nexweş ên rewşa wan giran, paşê jî divê girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan. Girtî ne bi tenê ne." 
 
Hevseroka OHD'ê ya Şaxa Amedê Ozum Vûrgûn jî tahdeya polîsan a di Nobeda Edaletê ya Stenbolê de şermezar kir û got: "Em ê tim li cem kesên têkoşer bin. Serketin dê ya berxwedêran be." 
 
'GER GUH LI DAYIKAN BIHATA KIRIN DÊ 18 TABÛT JI GIRTÎGEHAN DERNEKETANA'
 
Rêvebirê TÛAY-DER'ê Parêzer Firat Taşkin jî diyar kir ku girtîgeh bûne navenda pêkanînên antî-demokratîk û got: "Ger daxwazên malbatan di roja ewil de bihatana bihîstin û bihatana qebûlkirin dê heya niha 18 tabût ji girtîgehan derneketana." Taşkin xwest demildest girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan. 
 
'BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN'
 
Rêvebirê ÎHD a Şaxa Amedê Yûsûf Erdogan jî ragihand ku li gor daneyên Nîsana 2022'yan di girtîgehan de 657 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene û got: "ÎHD li cem girtiyên nexweş e û dê tim ji bo wan bitêkoşe." 
 
Nûnerê TÎHV'ê Mûrat Aba jî diyar kir ku girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan û got: "Daxwazên girtiyên nexweş an pir dereng tên qebûlkirin an jî qet." Aba bal kişand ser desteyên îdare û çavdêriyê yên girtîgehan û got, ev deste berdana girtiyan bi awayekî kêfî asteng dikin û xwest girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan. 
 
Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr jî got: "Daxwaza me; mafê jiyanê bê parastin, girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan." 
 
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan jî got: "Ger civak bi awayekî xurt dengê xwe bilind bike dê girtî bên berdan. Divê em bibin parçeyek nobedê û dengê dayikan bilind bikin." 
 
'LI CEM ME BIN'
 
Herî dawî Herdem Merwanî, keça girtî Abdûllah Kirtay jî bal kişand ser hevdîtinên ku li Enqereyê bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re kirine û got, partiyên siyasî hemûyan soz dane wan ku dê li cem wan bin, lê belê sozê xwe neanîne cih. Merwanî xwest hemû partiyên siyasî li cem wan bin û got: "Em dikarin bi hev re vê meseleyê çareser bikin." 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq, hiqûq, edalet" bi dawî bû. 

Sernavên din

07/06/2022
09:01 Xizmê girtî: Dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:24 Li Wanê 9 kes hatin girtin
08:11 Rojnamevan Kav: PDK bûye AKP
06/06/2022
21:25 Li dijî talankirina ekolojiyê meşiyan
20:07 Ber bi Cûdî û Gabarê ve sewqiyata eskerî
18:42 Şanoya bi kurdî bi hinceta 'ewlehiyê' hat qedexekirin
17:55 Rojnamevan Muftuoglû hat berdan
16:18 Li herêmên şer tevgera hewayî
15:58 'Bila zemên ceyran, gaza xwezayî û sotemeniyê bên vekişandin'
15:57 PDK’ê ciwanên enternasyonalîst asteng kirin
15:29 Koç ê HDP’î: Ne qanûna dezenformasyonê lê ya hilbijartinê ye
15:18 Ji GOÇIZDER'ê berteka binçavkirinan: Em ê gilî bikin
15:17 Dema binçavkirina 58 kesan hat dirêjkirin
15:04 Ji Wanê ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Dem dema azadiyê ye
14:36 Şahidê Doza Kobanê axivî: Ji HDP'ê talîmat nehat
14:13 Ji bo tevlibûna doza Peymana Stenbolê bang hate kirin
13:55 AYM'ê ji bo cezayê pere ku ji ber tevlîbûna daxuyaniyan hatibû dayîn biryara binpêkirinê da
13:52 Nexweşxaneya Sahrayê bi leşkerên birîndar tijî bûye
13:31 Danişîna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven taloq bû
12:35 Ji HDP’ê parastina Peymana Stenbolê
12:10 ‘PDK amadekariya êrişa li dijî Metînayê dike’
11:57 Rojnamevan Dîcle Muftuoglû sewqî edliyeyê hate kirin
11:54 ‘Belgeyên helîkopterên hatine xistin di destê me de ne’
11:29 Bi hinceta ‘heqaret li Soylu û Yildiz kiriye’ cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
11:07 Buldan: Desthilatdariyeke ku pirsgirêka kurd çareser neke serkeftî nabe
Sancar: Vîneke xurt a gel heye ku vê desthilatdariyê têk bibe
10:58 5 caran hate koçberkirin, maleka wê şewitandin û yek jî di bin avê de hiştin
09:45 ‘Divê Herêma Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwestekî cidî be’
09:25 Li Raperînê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ îmze hatin komkirin
09:06 Şêniyên Xalefanê li dijî santrala termîkê ne
09:04 Dewletê malên wan hilweşandin niha di konteynirê de dijîn
09:02 Li Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş 6 hezar û 115 îmze hatin komkirin
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05/06/2022
23:05 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Eyn Îsa 3 kes birîndar kirin
21:27 Cenazeyên xwendekarên di Çemê Dîcleyê de xeniqîn hatin dîtin
21:09 Li Brukselê li dijî êrişan çalakî hat lidarxistin
20:44 Danezana encama Konferansa Tirkiyeya Pêşerojê hate aşkerakirin
20:16 Li Girtîgeha Kurkçulerê şewat derket
19:45 HDP’ê Komkujiya 5’e Haziranê bi bîr anî: Heta kujêr dernekevin hole em ê tekoşîna xwe bidomînin
18:17 Ciwanan ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ banga tev li bûnê kirin
17:56 Koçer: Em xwe ji bo azadkirina herêmên dagirkirî amade dikin
17:45 Tiştên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne nayên dayîn
17:03 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em di têkoşînê de bibiryar in
16:15 Jin ji bo meşa Gemlîkê hatin cemhev
16:14 3 xwendekarên ketine çemê Dîcleyê qeniqîn
15:55 Bûldan: Li dijî rewşa tarî piştevaniya me ya şoreşger heye
14:34 Ferman a YNK'yî: Armanca êrişan Tirkiyeyê firehkirina sînoran e
14:01 Sengawî: PDK nirxên neteweyî difiroşe
13:26 Di êrişên Tirkiyeyê de 3 milyon dar tune bûn
13:20 Turmen: Divê mirov biwêribe heqîqetê bibêje
12:20 DFG: Di meha gulanê de 11 rojnameger hatine binçavkirin û 8 malper hatin girtin
12:17 Hinceta binçavkirina Muftuoglû: Şandina pere ya ji bo hevkarên xwe
11:33 Li Sêrtê qeza: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:10 Malbata Şenyaşar: Weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e
11:09 Wezareta Karên Navxweyî xwest doza gora Şêx Seîd bê redkirin
11:01 Birindarên 5 Hezîranê: Çi dibe bila bibe em ê vîna xwe xwedî derkevin
10:19 Li Semsûrê Apazîz hat bibîranîn
09:13 Şaredariya AKP'î ji bo rantê li dû qulopiloyan e
09:13 Başkavak: Dê gel bi Tifaqa Demokrasiyê bi ser bikeve
09:11 Rojnamevan Zagros. Kurdan destê xwe ji PDK'ê şûştiye
09:08 Ji ber fiyetê mazotê bîçer nikarin bişixulin, cotkar jî nikarin zadê xwe rakin
09:06 ‘Em tenê dikarin bi yekitiya xwe ji vê zilmê rizgar bibin’
09:04 Bedran Çiya Kurd: Dema ku DAIŞ li ser sînorê Tirkiyeyê bû çima tu metirsî nebûn?
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
04/06/2022
23:59 Komeleya Hevgirtinê ya 10'ê Cotmehê li Amedê hevdîtinek li dar xist
21:21 Li Hezexê operasyona eskerî
20:59 Li Edeneyê şanoya bi kurdî hat qedexekirin
19:02 Ji konferansa 'Em ê bi hev re biguherînin' banga ji bo Tifaqa Demokrasiyê
16:46 Zarokên li Cizîrê winda bûn cenazeyên wan hatin dîtin
16:42 Tê payîn ku binçavkiriyên li Tekîrdagê sibe îfade bidin
16:35 ÎHD û TÎHV’ê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Bila demildest bên berdan
15:54 Bi fermana ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş
15:36 Bîrdal: Tecrîd sûc e
15:35 ‘Ji bo guherandina desthilatdariyê yekitî şert e”
14:56 ‘Bila girtiyê nexweş Îdrîs Başaran bê berdan’
14:34 Operasyonên binçavkirinê li Mêrsînê hatin protestokirin
14:26 Derheqê kesên tev li merasîma cenazeyê Çelebî bûyîn de lêpirsîn vekirin
14:07 Ji bo berdana Aysel Tugluk bang kirin
13:43 Dayikên Şemiyê: Pergaleke ku ji goran ditirse li holê ye
12:40 Erdogan dîsa peyama êrişê da
12:33 ‘Kesek êdî nikare eşyayên xilmet jî bikire’
12:29 Xizmên Windayan li kujerên Okûyûcû pirsîn
11:56 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
11:42 Dag: Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin
11:41 Îdiaya ku kesê tedawiya kemoterapiyê didît li nexweşxaneyê hat binçavkirin
10:55 Li Efrînê berteka li dijî Tirkiyeyê: Ji Sûriyeyê bicehime
10:51 ‘Bila budçeya şer ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin’
10:49 Koçyîgît: Şerê heyî li dijî kurdên azad tê kirin
10:18 Waliyê Şirnexê bi sercerdevanan re civiya
10:17 Li Enqereyê 16 ciwan hatin berdan
09:38 Du zarokên li Cizîrê çûyîn ber qeraxê çem winda bûn
09:19 Seroka ÎGC'ê Gappî: Kêmbûna çapemeniya serbixwe tadeyê zêde dike
09:08 Rojnamevan Cûdî: Demografyaya herêmê tê guherandin
09:07 Dayika girtî: Jiyana kurê min di talûkeyê de ye
09:04 Îdareya girtîgehê pereyê girtiyan ji bo xwe daye bi faîzê
09:02 Demîr: Li dijî şer têkoşîna hevpar divê
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
03/06/2022
21:20 Hunermend: Em êriş û qedexeyên li ser hunera kurdî nas nakin
19:56 Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de: Girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin berdin
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne