Rojnamevan Broomfield: Erdogan dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest re deyne

  • rojane
  • 09:08 3 Hezîran 2022
  • |

RIHA - Rojnamevanê îngiltereyî Matt Brommfield got: "Erdogan ji bo hilbijartinên ku nêz bûne dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest û yên dijminatiya kurdan dikin re deyne." 

 
Piştî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li Herêma Kurdistana Federe vê carê jî Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di 23'yê Gulanê de sinyalên êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan. Erdogan di civîna dawî ya partiya xwe de anîbû ziman ku amadekarî temam in û ewilî dê êrişê bibin ser Minbic û Til Rifatê û paşê jî herêmên din. 
 
Rojnamevanê îngîltereyî Matt Broomfield ku 3 salan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebitiye armancên êrişên muhtemel û encamên wê yên ji bo Tirkiyeyê nirxandin. 
 
 
Broomfield bilêv kir ku du armancên van êrişên muhtemel hene ji bo Tirkiyeyê. Broomfield diyar kir ku armanca ewil tunekirina kurdan û ya dudoyan jî jiholêrakirina projeya siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Broomfield destnîşan kir ku Erdogan di êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tim karta "penaberan" nîşan dide û got: "Lê em dizanin ku niha pirsgirêkeke penaberan a ku ji Rojavayê gefê li Tirkiyeyê bixwe tune ye. Li Til Rifat û Şehbayê kesên ji Efrînê koç kirine dijîn û dibe ku Tirkiye êrişê bibe van deran jî." 
 
‘DITIRSE KU PERGALA LI WIR BÊ BIHÎSTIN'
 
Broomfield bilêv kir ku Erdogan siyaseta xwe li ser neqebûlkirina hebûna gelê kurd ava kiriye û got: "Erdogan ji bo hilbijartinên ku nêz bûne jî dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest û yên dijminatiya kurdan dikin re deyne. Em dizanin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê kurd najîn. Bi milyonan ereb, suryanî, çeçen, çerkes û tirkman jî hene û di nava vê pergala nû de dijîn. Ev jî ji bo Erdogan dibe cihê talûkeyeke mezin. Ji lew re dizane ku gelên Tirkiyeyê pergala li Rojavayê hîn bibin dê ew jî vê pergalê pêk bînin. Lewma naxwaze pergaleke bi vî rengî çêbibe. Dixwaze êrişê bibe ser." 
 
‘HELWESTA RÛSYAYÊ NE ZELAL E'
 
Broomfield bilêv kir ku Rûsya û DYA'yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine du parçe û got: "Em dibînin ku di demên dawî de Rûsya qels bûye. Di navbera Tirkiye û NATO'yê de jî pirsgirêk hene. Erdogan dibe ku bi van krîzan êrişê bibe ser hin deveran. Lê Tirkiye dê nikaribe êrişê bibe ser cihên ku hêzên DYA'yê lê ne. Ji lew re gotinên Wezareta Karên Derve ya DYA'yê yên der barê Erdogan de girîng bûn. Ji bo DYA'yê ya girîng hêzên li hemberî NATO û Rûsyayê ne. Erdogan niha hem hevdîtinê bi Rûsyayê hem jî bi DYA'yê re dike. Li bendê ye ku ew rê li ber vekin ku ew jî karibe dest bi êrişan bike. Dê êrişê bibe ser kîjan herêman ne diyar e, lê hin îhtimal hene. Bi kurtasî mirov dikare bibêje ku li wir dibe ku hin hêz ji bo berjewendiyên xwe kurdan bidin pêş. DYA'yê kêm zêde helwesta xwe diyar kiriye, lê helwesta Rûsyayê ne zelal e. Rûsya dixwaze cardin Îdlîbê bistîne. Ji  bo vê di navbera Amerîka û Pûtîn de hevdîtin çêbûn. Lê encama van hevdîtinan çi bû, em nizanin. Lê tiştekî wiha heye; Pûtîn li gor gotinên Erdogan hereket dike." 
 
‘DIBE KU HIN PEYMAN BÊN ÇÊKIRIN'
 
Broomfield bilêv kir ku siyaseta DYA'yê ya têkildarî tevgera azadiyê ya kurd du alî ye û got: "Li Rojavayê kurd û DYA di hin waran de bi hev re hereket dikin. Ji lew re ew der ji bo DYA'yê cihekî stratejîk e. Lê ji xeynî vê piştgiriyê dide Tirkiyeyê ji bo êrişê bibe ser hêzên kurdan ên li wir. Dibe ku DYA destûrê nede Tirkiyeyê ji bo êrişan, lê li Başûr destûrê didê ku êrişê bibe ser têkoşîna azadiyê ya gelê kurd. Di rojên pêş de dibe ku di navbera Erdogan û Pûtîn de hin peyman bên çêkirin. Divê mirov vî tiştî bibîne; DYA û Rûsya dijî siyaseta demokratîk in. Ger li gor berjewendiyên xwe hereket bikin dibe ku bi Erdogan re şirîkantiyê bikin." 
 
‘DÊ GEL BERSIVÊ BIDIN'
 
Broomfield di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dê hêzên QSD'ê bersiva êrişan bidin û got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çekên QSD'ê ne têra xwe ne. Lê me dît ku heya dilopa dawî şer kirin. Êrişên tên kirin ne wekhev in, Tirkiye ji hewayê ve êrişê dibe ser. Ger sing bi sing be dê Tirkiye nikaribe şer bike. Me mînakên vê li Serêkaniyê û Efrînê dîtin. Di nava Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rijhilatê Sûriyeyê de kurd, ereb û gelên din hene. Ger êriş çêbibin dê ev gel bersiva êrişan bidin." 
 
MA / Ceylan Şahînlî

Sernavên din

03/06/2022
16:33 Li Farqînê tundiya notirvanan
16:03 HDP’ê serdanên xwe yên li Brukselê temam kirin
16:00 OHD'ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:30 Gotina ‘li Meclisê peyvên kurdî weke X tên qeydkirin’ weke ‘şîrove’ hat nirxandin
15:29 Di şerê ku çekên cerdevanan hatin bikaranîn de 3 kes mirin
15:23 Berteka hevpar a li dijî binçavkirinan: Em ê paş de gav navêjin
14:49 Danişîna doza Orûç û Mufutuoglû taloq bû
14:19 Doza Kişanak û Tuncel hate taloqkirin
14:06 Li Wanê 9 kes binçav kirin: Mala ku di serdegirtin de gule berdan
14:05 Di Doza Kobanê de dadgeh şahidên nepen beralî dike
13:40 CFWIJ: Divê Muftuoglû demildest were berdan
13:29 Ji bo dosyaya GOÇÎZDER’ê biryara nepeniyê hate dayîn
13:26 Mehmet Çelîk ku par jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
13:25 Operasyona li çiyayê Sipêrêzê didome
13:21 Rêxistinên rojnamegeran: Dîcle Muftuoglu berdin
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn çi bikin jî hûn ê winda bikin
12:27 Ji Geverê 127 cerdevan birin Zapê
12:13 Konferansa ‘Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê Bîr, Heqîqet û Hesabpirsînê’ dê pêk bînin
12:08 Malbata Şenyaşar: Tevî hêza dewletê jî serdest bi tenê man
11:54 Jinên li Êlihê hatine binçavkirin birin edliyeyê
11:33 Ji parêzerên ewil ên Ocalan: Heta li ser maseyê rûnenin dê pirsgirêk çareser nebin
10:42 Enflasyonê ji sedî 160 derbas kir
10:24 Esnafên biçûk ên Amedê: Divê gel xwedî li esnafên biçûk derkeve
10:15 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû hate binçavkirin
09:43 Polîsan bi ser HDK’ê, HDP’ê û GOÇÎZDER’ê de girtin
09:24 Dayika Mehmet Halîl Dogal: Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin
09:08 Rojnamevan Broomfield: Erdogan dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest re deyne
09:03 Serokê Giştî yê TAR-DER'ê: Krîza xwurekê heye
09:02 Bi hinceta ku kamera şikandiye ceza lê hatiye birîn
09:01 Banga ji bo 'Meşa Gemlîkê
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
02/06/2022
21:18 Li Bismilê zarokê ku birûsk lê ket jiyana xwe ji dest da
20:36 Doza Kobanê: Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike!
20:14 Cenazeyê Toprak piştî 284 rojan radestî malbatê hat kirin
16:58 Ciwanê ket çemê Êlihê xeniqî
16:15 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Bila zext bi dawî bibin
15:50 Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:22 Bi hinceta ku 'efser e' daxwaza girtina leşker hat redkirin
14:59 Danişîna doza Dundar a HDP’î hate taloqkirin
14:50 Ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn
14:47 Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an banga tevlibûnê kir
14:41 Êrişî gorên Çîçek û Deprem kirin
14:09 Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye
13:47 Gunay ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ bang kir
13:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kirin
13:26 Tûran ê li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:15 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:13 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an
12:54 Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin bîbîranîn
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Ocalan bimeşin Gemlîkê
12:14 Dadgerê doza Demîrtaş weke cîgirê wezîr hate tayînkirin
11:47 ‘Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin’
11:33 46 kesên di bîranîna Geziyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:24 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan keta roja 200’an: Girtiyan berdin
11:20 Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
10:44 Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e
10:43 Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne
10:39 Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû
10:09 Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin
10:08 Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye
10:01 Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir
09:31 Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
09:29 ‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
09:06 Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne
09:04 Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne
09:01 Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
01/06/2022
22:07 Bûldan: Êdî dem hatiye her kes ber bi HDP'ê ve bê
21:39 QSD: Tu têkiliya me bi bombebarankirina Girê Spî re tune ye
21:35 Bomebebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
20:04 DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin
19:13 Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike
18:52 Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin!
18:04 Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin
16:27 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran serdana HDP'ê kirin
16:22 Li Qoserê stunên betonê yên leşkeriyê ji bo jiyana sivîlan xetere ne
16:16 ‘Divê her kes li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxîne’
16:05 Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin
16:04 HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin
15:56 Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan
15:43 Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe
15:22 Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin
15:02 Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin
14:50 Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin
14:46 Rêya berdanê ji Kadîr Şeker re vebû
14:44 Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir
14:31 Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin
14:30 Danişîna Doza Pirsûsê: Îlhamî Balî çawa li Îdlibê dimîne?
14:12 5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:11 'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’
14:01 Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin
13:23 Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye
13:21 Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
12:24 Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
12:13 Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in
12:13 Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin
12:04 Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:52 Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da