Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e

  • rojane
  • 10:44 2 Hezîran 2022
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Komeleya Çand û Civakî ya Newrozê Henan Osman ku beşdarî Konferansa Diyalogê ya Kurd-Lubnanê bûbû, diyar kir ku di konferansê de siyaseta Tirkiyeyê ya ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn bi xeter nîqaş kirine û xwest ku pêşî li êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûr û rojavayê Kurdistanê bê girtin. 
 
Li paytexta Lubnan Beyrûtê, Di 29’ê gulanê de bi beşdariya nûnerên gelek sazî û rêxistinên sivîl ên kurd û ereb Konferansa Diyaloga Kurd-Lubnanê hate lidarxistin. Konferans ji bo xurtkirina têkiliyên gelên kurd û ereb hat lidarxistin. Di konferansê de li ser têkiliyên di navbera gelê kurd û ereb de nirxandin hatin kirin. Her wiha êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê jî di konferansê de hatibÛn nîqaşkirin. Hevseroka Komeleya Çand û Civakî ya Newrozê Henan Osman ku beşdarî konferansê bibû, derbarê konferansê de axivî û nêrînên xwe parve kirin. 
 
 
'PÊDIVÎ BI KONFERANSÊ HAT DÎTIN' 
 
Di destpêka axaftina xwe de Osman, li ser armanca konferansê rawestiya û diyar kir ku konferans ji bo yekitiya gelên Rojhilata Navîn bersivek girîng e û wiha got: "Li Lubnanê di hêla, sîyasî, aborî û civakî de pirsgirêkên mezin û parçebûyînek berbiçav heye. Lewra hem wek berpirsyariyek hem jî ji bo rêbazên çareserkirina van pirsgirêkan pêdîvî bi vê konferansê hate dîtin. Bi hemû pêkhateyên civakî û sîyasî ve beşdarbûnek gelek baş çêbû. Dewletên serwer parçebûna li Lubnanê li gorî sîyaseta xwe bi kar tînin. Lê ev konferans ji bo wan hemû parçebûnan bi peyama yekitiyê hembêz kir. Baş tê zanîn ku heke yekitiyek û diyalogek pêş nekeve wê ev pirsgirêkên heyî neyên çareseririn. Li ser gelan siyasetek dabeşkirinê tê meşandin. Ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn mayînde bikin li hemû qadan polîtîkayek taybet dimeşînin."
 
'KURDÊN LUBNANE JI MAFÊN XWE BEPAR IN' 
 
Osman, bal kişand ser têkiliya di navbera kurd û ereban de û hebûna kurdan a li Lubnanê û wiha got: "Gelê kurd li Lubnanê dijî û ji mafên xwe bêpar e. Mafên xwe li Lubnanê bi dest nexistine. Di gelek qadan de hebûna kurdan nîne. Di hilbijartinan de kurd nikarin yekê ku îradeya wan temsîl bike hilbijêrin. Dibistanek ku ji bo parastina zimanê wan tuneye. Em niştecihên Lubnanê nînin lê belê em kurd in û ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in. Em di konferansê de jî li ser wan hemû pirsgirêkan sekinin. Ev cara yekemîn bû ku li ser astekê bilind konferansek bi vî rengî di navbera kurd û lubnaniyan de pêk hat. Lewra divê em beranberê wan sîyasetên bi xeter yekitiya xwe ava bikin û xwe ji vê parçebûnê rizgar bikin. Em dixwazin bêhtir dîyaloga kurd û ereban pêş bixînin. Ji ber ku gelê kurd û ereb bi salan e di heman erdnîgariyê de dijîn. Çareserkirina gelek pirsgirêkên li ser erda Rojhilata Navîn jî bi dîyaloga kurd-ereb û pêkhateyên din pêkan e."
 
SIYASETA TIRKIYEYÊ 
 
Di berdewama axaftina xwe de Osman daxuyand ku konferans ji du beşan pêk hatiye û di her du beşan de jî gelek mijarên girîng hatine nîqaşkirin û wiha pêde çû: "Di konferansê de mijara herî zede derket pêş siyaseta dewleta tirk a dagirker bû. Siyaseta dewleta tirk ne tenê li dijî gelê kurd li dijî hemû gelên li Rojhîlata Navîn xetereyek mezin teşwîq dike. Li dijî gelên ereb, suryan , ermen û êzidiyan xeteriyek mezin pêk tîne. Tenê ji bo ku siyaseta xwe ya misakî milî û xewnên xwe yên Osmanî pêk bîne, li Lubnanê gelek listokan pêk tîne. Kar û barê xwe li Lubnanê zêde dike, welatiyên xwe li vir zêde dike û nasnmayên tirkî li wan belav dike. Di hilbijartinan de xwest sûniyan bikşîne aliyê xwe. Her wiha ligel gelek dewletên ereb jî lîstokên xwe berdewam dike. Ev polîtîkayên ku pêş dixîne ji bo gelan bi xeter in û gelê lubnanî bi sekna xwe gotin em li hemberê vî siyaset û xetereyê disekinin."
 
ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ YÊN LI DIJÎ BAŞÛR Û ROJAVA 
 
Osman, destnîşan kir ku dikonferansê de hatiye xwestin ku siyaseta dewleta tirk a li dijî başûr û rojavayê Kurdistanê were deşifrekirin û ev tişt anî ziman: "Em îro dibînin ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê roj bi roj erdên xwe zêde bike û bi hemû hêza xwe êrişan pêk tîne. Di konferansê de girîngiya li ser rola jinên kurd jî hat rawestandin. Jin çareseriyê bêhtir bi rengê aştîxwaz ava dikin. Xelasiya jinê wek xelasiya gelan tê dîtin. Di heman demê de fikr û ramanên Serok Apo ku ji bo azadiya jinê û azadiya gelan pêş xistiye hate nîqaşkirin. Serok Apo li zindana Îmraliyê di parêznameyên xwe de li ser van hemû pirsgirêkan bi berfirehî sekiniye û gelek rê û rêbazên çareseriyê pêş xistiye. Di konferansê de piştî nîqaşkirina pirsgirêkan çareserî di netewa demokratîk de hate dîtin."
 
BANGA YEKITIYÊ 
 
Di dawiya axaftina xwe de Osman, ev bang kir: "Yekitiya gelan wê ji bo Rojhilata Navîn bibe hêza çareseriyê. Îro li ser Rojava, qadên parastinê medyayê û li ser tevahî gelê kurd faşizm û êrişeke mezin heye. Li dijî gerîlla her roj sûcên şer tên kirin. Li dijî wan çekên kimyewî roj bi roj zêdetir tên bikaranîn. Em daxwaz dikin ku hemû kurd li dijî vê dagirkirinê bibin yek hêz. Roj roja gelê kurd e. Bi yekitiya xwe em dikarin li dijî vê faşîzmê derkevin. Ji bo dewleta tirk cudahiya Erbîl, Qamişlo, Silêmaniyê û bajarekê din ê Kurdistanê tuneye. Heke îro Rojava hedef be dê sibê Hewlêr û bajar û dewletên din hedef bin. Ev konferans pêngavek girîng bû. Hêvî û aramanca me ew e ku konferansên bi vî rengî li welatên din ên Rojhilata Navîn jî werin lidarxistin û li dijî dagirkirina hêzên desthîlatdar yekitiyek mîsoger were avakirin."
 
 

Sernavên din

03/06/2022
16:33 Li Farqînê tundiya notirvanan
16:03 HDP’ê serdanên xwe yên li Brukselê temam kirin
16:00 OHD'ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:30 Gotina ‘li Meclisê peyvên kurdî weke X tên qeydkirin’ weke ‘şîrove’ hat nirxandin
15:29 Di şerê ku çekên cerdevanan hatin bikaranîn de 3 kes mirin
15:23 Berteka hevpar a li dijî binçavkirinan: Em ê paş de gav navêjin
14:49 Danişîna doza Orûç û Mufutuoglû taloq bû
14:19 Doza Kişanak û Tuncel hate taloqkirin
14:06 Li Wanê 9 kes binçav kirin: Mala ku di serdegirtin de gule berdan
14:05 Di Doza Kobanê de dadgeh şahidên nepen beralî dike
13:40 CFWIJ: Divê Muftuoglû demildest were berdan
13:29 Ji bo dosyaya GOÇÎZDER’ê biryara nepeniyê hate dayîn
13:26 Mehmet Çelîk ku par jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
13:25 Operasyona li çiyayê Sipêrêzê didome
13:21 Rêxistinên rojnamegeran: Dîcle Muftuoglu berdin
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn çi bikin jî hûn ê winda bikin
12:27 Ji Geverê 127 cerdevan birin Zapê
12:13 Konferansa ‘Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê Bîr, Heqîqet û Hesabpirsînê’ dê pêk bînin
12:08 Malbata Şenyaşar: Tevî hêza dewletê jî serdest bi tenê man
11:54 Jinên li Êlihê hatine binçavkirin birin edliyeyê
11:33 Ji parêzerên ewil ên Ocalan: Heta li ser maseyê rûnenin dê pirsgirêk çareser nebin
10:42 Enflasyonê ji sedî 160 derbas kir
10:24 Esnafên biçûk ên Amedê: Divê gel xwedî li esnafên biçûk derkeve
10:15 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû hate binçavkirin
09:43 Polîsan bi ser HDK’ê, HDP’ê û GOÇÎZDER’ê de girtin
09:24 Dayika Mehmet Halîl Dogal: Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin
09:08 Rojnamevan Broomfield: Erdogan dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest re deyne
09:03 Serokê Giştî yê TAR-DER'ê: Krîza xwurekê heye
09:02 Bi hinceta ku kamera şikandiye ceza lê hatiye birîn
09:01 Banga ji bo 'Meşa Gemlîkê
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
02/06/2022
21:18 Li Bismilê zarokê ku birûsk lê ket jiyana xwe ji dest da
20:36 Doza Kobanê: Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike!
20:14 Cenazeyê Toprak piştî 284 rojan radestî malbatê hat kirin
16:58 Ciwanê ket çemê Êlihê xeniqî
16:15 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Bila zext bi dawî bibin
15:50 Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:22 Bi hinceta ku 'efser e' daxwaza girtina leşker hat redkirin
14:59 Danişîna doza Dundar a HDP’î hate taloqkirin
14:50 Ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn
14:47 Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an banga tevlibûnê kir
14:41 Êrişî gorên Çîçek û Deprem kirin
14:09 Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye
13:47 Gunay ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ bang kir
13:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kirin
13:26 Tûran ê li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:15 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:13 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an
12:54 Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin bîbîranîn
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Ocalan bimeşin Gemlîkê
12:14 Dadgerê doza Demîrtaş weke cîgirê wezîr hate tayînkirin
11:47 ‘Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin’
11:33 46 kesên di bîranîna Geziyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:24 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan keta roja 200’an: Girtiyan berdin
11:20 Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
10:44 Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e
10:43 Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne
10:39 Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû
10:09 Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin
10:08 Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye
10:01 Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir
09:31 Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
09:29 ‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
09:06 Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne
09:04 Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne
09:01 Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
01/06/2022
22:07 Bûldan: Êdî dem hatiye her kes ber bi HDP'ê ve bê
21:39 QSD: Tu têkiliya me bi bombebarankirina Girê Spî re tune ye
21:35 Bomebebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
20:04 DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin
19:13 Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike
18:52 Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin!
18:04 Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin
16:27 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran serdana HDP'ê kirin
16:22 Li Qoserê stunên betonê yên leşkeriyê ji bo jiyana sivîlan xetere ne
16:16 ‘Divê her kes li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxîne’
16:05 Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin
16:04 HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin
15:56 Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan
15:43 Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe
15:22 Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin
15:02 Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin
14:50 Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin
14:46 Rêya berdanê ji Kadîr Şeker re vebû
14:44 Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir
14:31 Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin
14:30 Danişîna Doza Pirsûsê: Îlhamî Balî çawa li Îdlibê dimîne?
14:12 5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:11 'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’
14:01 Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin
13:23 Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye
13:21 Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
12:24 Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
12:13 Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in
12:13 Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin
12:04 Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:52 Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da