Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin

  • rojane
  • 09:00 1 Hezîran 2022
  • |
COLEMÊRG - Bêrîvanên Geverê bertek nîşanî polîtîkaya şer û qedexeyan a AKP-MHP’ê dan û wiha gotin: “Zozan û gundên me hatine qedexekirin. Em nikarin li ser xaka xwe bi dilrehetî bigerin. Ne dikarin pezê xwe xwedî bikin û ne jî debara xwe bikin. Bila ev şer bi dawî bibe.” 
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê di polîtîkaya şer de israr dike. Di çarçoveya vê polîtîkayê de gelek zozan, gund û herêmên li bakurê Kurdistanê hatine qedexekirin. Ev yek jî bandoreke mezin li jiyana gelê kurd dike ku gelemperî dahata xwe bi sewalvanî û çandiniyê dikin. Gel nikare pezê xwe biçêrîne, xaka xwe bikêle û debara xwe bike. Li hêla din, israra AKP-MHP’ê ya di şer de rê li ber kûrbûna qeyrana aborî vedike. Bêrîvanên li gundê Zêvkan ê Gever a Colemêrgê têkildarî qedexeyan bi ajansa me re axivîn. 
 
 
Ji şêniyên gund Fazîle Polat bertek nîşanî qedexeya bi salane li ser gundê wan da û wiha got: “Çima zozanên me li me qedexe dikin? Ji ber van qedexeyan pezê me telef dibe. Li hêla din her roj zemê li sotemeniyê dikin û gel bêçare dikin. Bila êdî destên xwe li ser gel bikêşin. Em ê serê xwe li ber van qedexeyên AKP’ê netewînin. Desthilatdarî cihên me yên jiyanê li me teng bike jî em ê dev ji zozanên xwe bernedin. Em nikarin pezê xwe bibin zozanan û erdê xwe bikêlin. Dewleta tirk dibêje em di aliyê mafên mirovan de pir baş in. Wê demê bila mafê gel bide. Heta ku em sax bin em ê li dijî van qedexeyan têbikoşîn.” 
 
‘ŞER ZIRARÊ DIDE XWEZAYA ME’
 
Bi domdarî Polat bertek nîşanî polîtîkayên şer ên li desthilatdariyê da û got ku di encama şer de ên tên kuştin, zarokên vî gelî ne. Polat, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şerê heyî yê li ser vê xakê, zirarê dide zarok û xwezaya me. Ji ber bi kar anîna çekên kîmyewî, xwezaya me ne wekî berê ye. Ji ber çekên kîmyewî hem em û hem jî zarok û sewalên me bi nexweşiyan dikevin. Bi polîtîkayên şer re herî zêde dixwazin jinan tune bikin lê jin ne wekî berê ne û tevî her tiştî jî dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em baş dizanin ku berxwedan jiyan e û em ê her tim li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezintir bikin.” 
 
BANGA YEKITIYA KURDAN
 
Têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federal a Kurdistanê jî Polat ev tişt anî ziman: “Bila hemû kes êdî ji qraltiya Barzaniyan re bêje êdî bes e. Êdî xiyaneta wan nayê qebûlkirin. Banga me ji bo hemû kurdan ew e ku yekitiya xwe ava bikin û xurt bikin.” 
 
‘EM NIKARIN ŞIVANAN BIGRIN’
 
Bêrîvana bi navê Gulê Polat jî da zanîn ku dema diçin zozanan rastî astengiyan tên û wiha got: “Ji ber şerê heyî, jiyana me zehmet bûye. Leşker tên qeydiya sabiqeyê ya şivanan dibpirsin û nahêlin şivantiyê bikin. Lewma em nikarin şivanan bigirin. Lê tevî hemû zehmetiyan jî em pezê xwe xwedî dikin. Leşkeran heta niha gelek caran top li zozanan barandin û çekên kîmyewî bi kar anîn. Lewma kesek naxwaze şivantiyê bike. Zozanên me qedexe ne yan nînin ev ne bi xema desthilatdariyê ye. Pereyê wan heye û çi derdê wan ê qeyrana aborî nîne. Mazot biha dibe û em nikarin erdên xwe bikêlin. Em bi pêyan diçin û tên. Bi heqê şîrê ku em difiroşin nikarin heqê mazotê derxînin. Berê heta payîzê em li zozanên xwe diman. Lê mixabin em niha ji ber şer û qeyranê nikarin biçin.” 
 
‘ÇARESERÎ YEKITÎ YE’
 
Ji bêrîvanên gund Hatîce Polat jî da zanîn ku ev 20 sal in bêrîvantiyê dike û axaftina xwe wiha qedand: “Bêrîvantî di demên berê de xweştir û rehettir bû. Lê niha ji ber qedexeyan çi xweşiya bêrîvanî û zozanan nema ye. Dema em diçin zozanên xwe, leşkerî pêşî li me digirin û dibêjin; ‘çi karê we li vir heye?’ Her tim sînorekî deynin pêşiya me. Em li nava gund hefs kirine û nikarin bi dilrehetî ser axa xwe bigerin. Tenê rêyek heye ku em ji vê rewşê xelas bibin. Ew jî yekitiya kurdan e. Heke nebin yek, dê ev nexweşî her berdewam bikin. Heta ev operasyon xelas nebin jî dê em ji vî halî dernekevin. Daxwaza me ew e ku ev şer demildest rawest e. Xêra vî şerî ji kesekî re nîne. Bi xwe re mirin, qeyran û qedexeyan tîne. Bila dest bidin hev û vî şerî bidin sekinandin.”

Sernavên din

01/06/2022
11:52 Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da
11:38 Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan
11:25 Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e
11:17 Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike
09:02 Xwarinên Amedê wekî yên 'Mitbexa Tirk'an hatin berpêşkirin
09:01 Ergul: Ji bo azadiya Ocalan em mecbûr in zorê bidin komîteyê
09:00 Ozsoy: Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2022'YAN
08:22 Li Êlihê 11 jin hatin binçavkirin
30/05/2022
22:54 Li noqteya lêgerînê polîsan li hevserokê HDP'î xist
20:32 Cenazeyê kolber Seydanîferd hat veşartin
16:38 Ji bavê Poyraz re ceza xwestin
16:31 Girtiyê nexweş Başaran bi darê zorê sewq kirin
16:25 Li Herêma Kurdistanê 3 leşker hatin kuştin
15:26 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê li welatiyekî astengdar dan
15:25 Di Doza Kobanê de berteka hevpar: Tu rewabûneke vê dozê nîne
15:20 Li Dêrsimê 20 xwendekar hatin berdan
15:14 Li Silopiyayê welatiyek bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
15:11 TUAY-DER: Bingeha hemû bê hiqûqiyên li girtîgehan tecrîda li ser birêz Ocalan e
14:59 Rapora TÎHV’ê ya 2021’an: Di sala 2021’an de îşkence derket lûtkeyê
14:43 Li Girtîgeha Jinan a Amedê tetbîqata êrişê!
14:19 Danişîna doza rojnameger Olçen hate taloqkirin
14:16 Dozger ji bo zarokên hatin tecawîzkirin got ‘rizaya wan heye'
14:13 Ji Tûncel ji bo dadgerê Doza Kobanê: Li gorî Destûra xwe ya Bingehîn tev bigerin
13:00 Hevşaredara Bismilê tehliye bû
12:59 Li Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:52 Danişîna endama meclîsa şaredariyê Aslan hate taloqkirin
12:36 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 448’an de berdewam kir
12:32 Welatiyên Şirnexî bertek nîşanî talan û operasyonê dan: Em ê bêdeng nemînin
12:17 Bûldan: Doza Kobanê dikeve
12:06 Li Cizîrê agir bi zeviyên genim ket
12:02 FT: Dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan ji bo herêmê xetere ye
11:11 Ji bo êrişên li dijî Başûr plana nû: Tîma Xencerê û Lîwa 4 xistin dewrê
10:06 Nivîskar Can: Bi hêviya azadiya gelê kurd min li ber xwe da
09:07 Berteka astengdarên Amedê: Em ji du gavan carekê li dolabên berfemotê diqelibin
09:06 Qeyûmê Êlihê ava qenalîzasyonê direjîne Çemê Êlihê
09:05 Şanoger: Em ê serî netewînin
09:02 Hevserokê MED-TÛHAD-FED'ê Zekî Baran: Li dijî tecrîdê divê herkes destê xwe bike bin kevir
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2022'YAN
29/05/2022
20:13 Polisan bi hinceta tevlîbûna 'Meşa Şoreşê' 16 ciwanan binçav kir
17:25 Helbestvan Merwanî pirtûka xwe ya 'Reqsa Perperokan' îmze kir
16:35 Kedkarên tenduristiyê Enqereyê bi rengê spî xemilandin: Em li vir in, naçin
16:24 Aydenîz: Tevî her cureyên zextan jî nekarîn encamekî bi dest bixin
16:01 Prof. Dr. El-Dîn: Tecrîdeke dijmirovî li ser Ocalan heye
15:32 Ji bo Doza Kobanê bang kirin: Wer in em bi hev re li dijî qirkirina hiqûqî têbikoşin
15:26 Ji rêxistinên ziman li dijî qedexeyan helwesteke hevpar
15:00 Pêşengeha wêneyan a zarokan berdewam dike