Welatiyên Şirnexî bertek nîşanî talan û operasyonê dan: Em ê bêdeng nemînin

  • rojane
  • 12:32 30 Gulan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Welatiyên Şirnexê ku bertek nîşanî talankirina xwezayê dan, destnîşan kirin ku divê li dijî van êrişan tu kes bêdeng nemîne û gotin: “Di salên 90’î de gundên me hatin şewitandin û wêrankirin, îro jî dar û daristanên me tên birîn û talankirin. Li dijî talankirin û operasyonên li çiyayên me divê tu kes bêdeng nemîne.”
 
Di çarçoveya êrişên leşkerî de birîna daran ku li herêmên Besta, Çiyayên Cûdî û Gabar dest pê kiriye bê navber didome. Cerdevanên ku ji bajarokên Sêgirkê û Hîlalê yên navçeya Qilebana Şirnexê tên şandin, li Çiyayên Cûdî û Gabar û herêma Bestayê xwezayê talan dikin. Her wiha di 30’ê Nîsanê de di encama operasyona li Çiyayê Cûdî hatibû destpêkirin de 8 leşker hatibûn kuştin. Operasyona ku hatibû destpêkirin, bênavber didome. Piştî operasyonên hatin destpêkirin di 11’ê Gulanê de ketin û derketina gundên Avgamasiya, Serêdehlê û Şilerît yên Şirnexê hate qedexekirin. Qedexe hêj jî didome. 
 
Welatiyên Şirnexê, bertek nîşanî talankirina xwezayê û operasyonên li herêmê hatine destpêkirin dan û gotin bila tu kes bêdeng nemîne.
 
‘GUNDÊ ME WÊRAN KIRIN ÎRO JÎ XWEZAYA ME TALAN DIKIN’
 
Welatiya bi navê Fatma Kabûl ku ji gundê Avyan ê li herema Bestayê ye, di sala 92’an de ji ber polîtîqayên cerdevantî û valakirina gundan ew bi malbata xwe re neçar maye ji gundê xwe koçber bikin û hatine li Şirnexê bi cih bûne. Fatma, anî ziman ku ew piştî hatine Şirnex jiyan ji wan re zehmet tir bûye û wiha got: “Dema em hatin vir me ji xwe re sewal xwedî kirin û xanî çêkir. Em dixwazin vegerin gundê xwe û li wir jiyana xwe bidomînin. Ev tişta ku îro li me tê kirin îşkence ye. Me gelek bêriya jiyana xwe ya gund kiriye. Lê em dibînin ku darên li çiya û li gundên me hemû tên birîn. Em naxwazin darên me bên birîn û xwezaya me bê talankirin. Cerdevan diçin û hemû darên me dibirin. Li aliyekî cerdevan darên me dibirin, li aliyekî jî li çiyayên me operasyon hene. Em ji ber birîna daran û operasyonan nikarin biçin ji xwe re pincarê jî kom bikin. Dema em diçin cerdevan me asteng dikin. Cerdevan jî mirovên vê axê ne. Lê belê ji bo çend qirûşan xwe difiroşin û darên me dibirin. Em bang cerdevanan dikin; dev ji birîna darên me berdin. Em dijminatiyê naxwazin. Em naxwazin xwîn birije. Bila ev operasyon û birîna daran bi dawî bibe. Em xweşî û wekheviyê dixwazin. Bila ev şer êdî bisekine. Gundê me wêran kirin, îro jî xwezaya me talan dikin û çiyayên me gulebaran dikin.”
 
‘BILA DESTÊ XWE JI XWEZA Û DARÊN ME VEKIŞÎNIN’
 
Welatî Derya Kabûl jî ku ji gundê Avyan e, diyar kir ku nexwestiye ji gund û axa xwe dûr bikeve û wiha axivî: “Me gelek bêriya gundê xwe kiriye. Em jî dixwazin rojekê vegerin gundê xwe. Berê gundê me hatin xirabkirin îro jî xwezaya me tê tunekirin. Cerdevan hemû darên me yên li gundan û li çiyayan birîn. Xweza ji bo me nehîştin. Darên gundê me jî par hatin birîn, îsal hîn dest pê nekirine. Niha li Bestayê hemû cihê dar tên birîn. Em naxwazin ax û welatê me talan bikin. Li aliyekî din jî li çiyayên me operasyon hene. Ji ber van operasyonan em nikarin biçin çiyayên xwe pincarê kom bikin. Bila destên xwe ji xweza û darên me vekişînin. Ji ber van operasyonan her roj çiyayên me gulebaran dikin. Cûdî, li hemberî me ye û dema em lê dinêrin dilê me dişewite. Li hember vê talan û operasyonê bila tu kes bêdeng nemîne.”
 
‘LI DIJÎ ÊRIŞAN DIVÊ EM BIBIN YEK’
 
Welatî Besna Aslan jî destnîşan kir ku bi salan e ax û welatê kurdan tê talankirin û dagir kirin. Aslan, bi lêv kir ku êdî jiyanek azad û aram dixwazin û ev tişt got in: “Ev bi salan e şer tê meşandin û xwezaya me tê talankirin. Em operasyon û şer naxwazin. Em kuştinê naxwazin. Naxwazin ji herdu aliyan kes jiyana xwe ji dest bide. Em her roj dua dikin ku ji bo ev şer bisekine û xweşiyek bikeve nava vî welatî. Li hember hemû êrîşan divê em bibin yek.”
 
‘ROJA ROJA XWEDÎ DERKETINA DARISTANAN Û ÇIYAYAN E’
 
Welatî Aysel Aydemîr ku bertek nîşanî talankirina xwezayê û operasyona da jî, xwest ku dawî li van pêkanînan were û got: “Cerdevan ji bo çend qirûşan diçin darên me dibirin. Ji bo çend qirûşan bila welatê xwe nefiroşin. Hem gund û çiyayên me qedexe kirin hem jî îro hemû darên me dibirin. Her derê welatê me dagir kirine. Bi birîna daran dixwazin welatê me tune bikin û em careke din venegerin ser axa xwe. Di salên 90’î de çawa gundên me xirab kirin, berê me dan bajêran, niha jî ji bo em venegerin gundên xwe vê tiştê dikin. Roj roja xwedî derketina çiya û daristanên me ne. Ger ku em îro xwedî lê dernekevin sibê dê gelek dereng bibe. Birîna daran a cerdevanên ku ji bo çend qirûşan ne tiştek ehlaqî û civakî ye. Em vê tu carî qebûl nakin. Divê civak jî li hember vê talankirinê bêdeng nemîne û rabe li ser piyan. Em çav û gûhên xwe negirin. Polîtîqayên salên 90’î îro bi awayek cuda li ser çiyayên me didin meşandin. Ji bo ku em venegerin ser axa xwe îro ew dar tên birîn.”
 
‘HEKE EM ÎRO DENGÊ XWE BILIND NEKIN WÊ SIBÊ BIBE DERENG’
 
Aysel, bal kişand ser êrîşên li ser Başûr, hevkariya Tirkiye û Barzanî û wiha bi lêv kir: “Em Barzanî jî şermezar dikin. Mirov çawa xwe difiroşe. Şûna ku kurd hemû bibin yek, ew diçe neyartiya gelê kurd dike. Divê wekhevî û yekitî di nav me de hebûya. Li aliyekî li çiyayên Cûdî, Gabar û Bestayê operasyon tên meşandin. Li dijî van êrîşan divê em bibin yek. Divê biratî û yekitî hebe. Bila ev operasyon bi dawî bin û xweşî bikeve vê dinyayê. Ev bi salan e şer tê meşandin. Şer ne çareserî ye. Divê îro yekitiya kurdan hebe. Îro li her devera Kurdistanê şer heye. Bi van êrîşan dixwazin me kurdan tune bikin. Naxwazin hebûna me kurdan hebe. Ji bo ku ev şer çareser bibe divê kurd bibin yek. Ger ku em îro dengê xwe bilind nekin dê sibê gelek dereng bibe.”
 
 ‘EM TU CARÊ DEV JI AX Û WELATÊ XWE BERNADIN’
 
Welatî Gulla Çevîk jî da zanîn ku ew naxwazin dar û daristanên wan bên birîn û şewitandin û wiha axivî: “Dewleta tirk dest daniye ser darên me. Li aliyek darên me tên birîn, li aliyek din jî çiyayên me tên gulebaran kirin. Li ber çavên me dar tên birîn, çiya tên gulebaran kirin. Dilê me dişewite. Bi tonan darên me hatin birîn û hemû kes bêdeng e. Tu kes li dijî vê dengê xwe bilind nake. Li hember vê talan û operasyonan divê em dengê xwe bilind bikin. Divê gel di hilbijartinan de dengê xwe ji bo kesê rast bikar bîne û pêşiya vê dagirkeriyê bisekinin. Ew çi ji dar û daristan me dixwazin? Ji ber vê birîna daran û dagirkeriyê em nikarin biçin li çiyayan ji xwe re pincarê kom bikin û bînin. Hemû li me hatiye qedexekirin. Guran berê xwe daye nav daristan û bajarên me. Rûsya êrîşê Ukraynayê kir, hemû dewletên cihanê rabûn li ser piyan. Di van dewletan de Tirkiye jî hebû. Kesê ku li dijî şerê wê derê ye çima bajarê kurdan xirab dike. Erdogan bi şer navçeyên Cizîr, Şirnex, Silopiya, Nisêbîn û Sûrê xirab kirin. Îro jî bi talankirin û operasyonan xirab dikin. Lê em tu carê dev ji ax û welatê xwe bernadin.”
 
 
 
 

Sernavên din

01/06/2022
11:52 Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da
11:38 Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan
11:25 Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e
11:17 Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike
09:02 Xwarinên Amedê wekî yên 'Mitbexa Tirk'an hatin berpêşkirin
09:01 Ergul: Ji bo azadiya Ocalan em mecbûr in zorê bidin komîteyê
09:00 Ozsoy: Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2022'YAN
08:22 Li Êlihê 11 jin hatin binçavkirin
30/05/2022
22:54 Li noqteya lêgerînê polîsan li hevserokê HDP'î xist
20:32 Cenazeyê kolber Seydanîferd hat veşartin
16:38 Ji bavê Poyraz re ceza xwestin
16:31 Girtiyê nexweş Başaran bi darê zorê sewq kirin
16:25 Li Herêma Kurdistanê 3 leşker hatin kuştin
15:26 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê li welatiyekî astengdar dan
15:25 Di Doza Kobanê de berteka hevpar: Tu rewabûneke vê dozê nîne
15:20 Li Dêrsimê 20 xwendekar hatin berdan
15:14 Li Silopiyayê welatiyek bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
15:11 TUAY-DER: Bingeha hemû bê hiqûqiyên li girtîgehan tecrîda li ser birêz Ocalan e
14:59 Rapora TÎHV’ê ya 2021’an: Di sala 2021’an de îşkence derket lûtkeyê
14:43 Li Girtîgeha Jinan a Amedê tetbîqata êrişê!
14:19 Danişîna doza rojnameger Olçen hate taloqkirin
14:16 Dozger ji bo zarokên hatin tecawîzkirin got ‘rizaya wan heye'
14:13 Ji Tûncel ji bo dadgerê Doza Kobanê: Li gorî Destûra xwe ya Bingehîn tev bigerin
13:00 Hevşaredara Bismilê tehliye bû
12:59 Li Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:52 Danişîna endama meclîsa şaredariyê Aslan hate taloqkirin
12:36 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 448’an de berdewam kir
12:32 Welatiyên Şirnexî bertek nîşanî talan û operasyonê dan: Em ê bêdeng nemînin
12:17 Bûldan: Doza Kobanê dikeve
12:06 Li Cizîrê agir bi zeviyên genim ket
12:02 FT: Dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan ji bo herêmê xetere ye
11:11 Ji bo êrişên li dijî Başûr plana nû: Tîma Xencerê û Lîwa 4 xistin dewrê
10:06 Nivîskar Can: Bi hêviya azadiya gelê kurd min li ber xwe da
09:07 Berteka astengdarên Amedê: Em ji du gavan carekê li dolabên berfemotê diqelibin
09:06 Qeyûmê Êlihê ava qenalîzasyonê direjîne Çemê Êlihê
09:05 Şanoger: Em ê serî netewînin
09:02 Hevserokê MED-TÛHAD-FED'ê Zekî Baran: Li dijî tecrîdê divê herkes destê xwe bike bin kevir
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2022'YAN
29/05/2022
20:13 Polisan bi hinceta tevlîbûna 'Meşa Şoreşê' 16 ciwanan binçav kir
17:25 Helbestvan Merwanî pirtûka xwe ya 'Reqsa Perperokan' îmze kir
16:35 Kedkarên tenduristiyê Enqereyê bi rengê spî xemilandin: Em li vir in, naçin
16:24 Aydenîz: Tevî her cureyên zextan jî nekarîn encamekî bi dest bixin
16:01 Prof. Dr. El-Dîn: Tecrîdeke dijmirovî li ser Ocalan heye
15:32 Ji bo Doza Kobanê bang kirin: Wer in em bi hev re li dijî qirkirina hiqûqî têbikoşin
15:26 Ji rêxistinên ziman li dijî qedexeyan helwesteke hevpar
15:00 Pêşengeha wêneyan a zarokan berdewam dike