Xizmên Windayan li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan pirsîn

  • rojane
  • 13:17 28 Gulan 2022
  • |
img
AMED/ÊLIH - Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê di hefteya 694’emîn de li kujerên Hasan Ocak û Ridvan Karakol pirsîn. Li Êlihê jî daxwaza dîtina windayan û darizandina kujeran hat kirin. 
 
Reveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan ji bo li aqûbata windayan û kujeran bipirsin di hefteya 694' emîn de çalakiya “Bila winda werin dîtin kujer werin darizandin” li ber Peykerê Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû li pêk anî. Endam û rêveberên (DBP), Hevserokên HDP’a Amedê, endam û rêveberin Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînê Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de weneyên windayan hatin hildan.
 
Vê hefteyê bi boneya “Hefteya Windayan” qetilkikirina Hasan Ocak û Ridvan Karakoç hat bibîrxistin û li kujerên wan hat pirsîn. 
 
‘EM Ê LI HEMBERÎ QEDEXEYAN TÊBKOŞIN’ 
 
Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn ewilî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ji bo darizandina kujerên windayan bênavber têkoşîna edaletê didin û dê bi israr û biryar çalakiya xwe bidomînin. Zeytûn bal kişand ser qedexekirina zimanê çalakî û şahiyên zimanê kurdî, konser û şanoyên bi kurdî û wiha got: “Ev qedexe û astengî polîtîkaya dewletê ya li hemberî kurdan e. Em ê li hember vê polîtîkaya qedexekar û bêhiqûqî bêdeng nemînin û em ê her daîm têbikoşin.” 
 
HASAN OCAK Û RIDVAN KARAKOÇ 
 
Piştî axaftina Zeytûn, rêvebera ÎHD’a Amedê Derya Yildirim serpihatiya Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de ku xwedî nasnameya sosyalîst bû di binçavan de hat qetilkirin û Ridvan Karakoç ê xebatên siyasî û çandî dikir li Stenbolê di binçavan de hat kuştin vegot. Yildirim anî ziman ku Ocak û Karakoç di encama îşkenceyê de hatine qetilkirin û cenazeyên wan li goristana bêkesan a Stenbolê hatiye dîtin. Yildirim bi bîr xist ku heta niha derbarê kujeran de lêpirsînek nehatiye destpêkirin û xwest kujer werin dîtin û darizandin. Yildirim got nedîtina kujeran encama polîtîkaya bêceza hiştinê ye. 
 
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
ÊLIH
 
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'a Êlihê jî di hefteya 531'emîn de li ber Peykerê Mafê Mirovan ku li serê Cadeya Gulistanê ye civiyan û li aqûbeta windayan pirsîn. Gelek kes tev li bûn û wêneyên windayan hatin hildan. Hevserokê ÎHD'a Êlihê Devran Yildiz di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku tevî astengî û qedexeyan jî çalakiyên wan ên têkoşîna edaletê berdewam dike. Yildiz di axaftina xwe de daxwazên xizmên windayan ên ku bi salane dikin rêz kir û got divê tavilê daxwazên malbatan werin qebûlkirin û winda bên dîtin û kujer bên darizandin. 
 
ÎZMÎR
 
Rêveberên ÎHD'a Îzmîrê jî bi çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" li ber Sumerbanka berê ya li Konakê li dar xist. Nûnerên saziyan tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hatin hildan. ÎHD'a Îzmîrê vê hefteyê li aqûbeta Edîp Aksoy ê endamê ÎHD'ê bû û welatiyê bi navê Orhan Cîngoz ên di sala 1995'an de li Amedê hatin windakirin pirsî. 

Sernavên din

29/05/2022
14:46 Ji ber çêkirina qereqolê li Şênê dar têne birîn
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavên xwe li zilmê digirin dê ji mirovbûna xwe bibin
14:05 Di şerê Zapê de 22 leşker hatin kuştin
13:52 Çalakiya kedkarên malbarkirinê encam da
13:06 Mitînga Spî ya kedkarên tenduristiyê dest pê kir
13:05 Betalî ji bêgavî berê wan dide şert û mercên dijwar
12:29 Konferansa Lubnan-Kurd a li Beyrûdê dest pê kir
12:28 Di topbarana Tirkiyeyê de li Eyn Îsayê sivîlek birîndar bû
12:12 Malbata Kazanhan: Divê polîs û hêzên tiliya wan di bûyere de heye bên cezakirin
11:21 Çalakiya karkerên malan bar dikin didome
11:19 Li Enqereyê 7 kes hatin binçavkirin
11:13 Muzîkjen Arzû: Divê stranên me ji gel re bibin hêvî
10:35 Qedexeya OHAL’ê ya li Wanê ji bo 15 rojên din hate dirêjkirin
10:29 Ji xwendekarên li Dêrsimê hatine binçavkirin 6 jê hatin berdan
10:26 Parêzer Çayir: Pêşniyarqanûna ji bo medyaya civakî li dijî Qanûna Bingehîn e
10:05 Xelkê Amedê: Heke em welatê xwe neparêzin dê kesek bo me neparêze
09:24 Ji bo daweta midûrê emniyetê OHAL hat ragihandin!
09:12 Ekolojîst Yanliç: Armanca hilweşandina xwezayê bêmirov hiştine
09:08 Akman a di Nobeta Edaletê ku hatibû derbkirin: Dewlet ji dayikan bihêztir nîne
09:06 Pêşmergeyê Gulan: Hevkariya Barzanî bedelên ku me dayîn vala derdixe
09:04 Ji bo kurê xwe yê girtiyê nexweş ê giran di Nobeta Edaletê de ye
09:02 Jinên HDP’yî xwe ji kongreyê re amade dikin: Em ji bo avakirina nû tên
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2022'YAN
28/05/2022
20:43 HPG: Cenazeyê du leşkeran di destê me de ne
18:43 Ji qereqola ser sînor Heftenîn tê topbarankirin
18:33 Agahî ji 3 girtiyên bi darê zorê ji qawişê hatin derxistin nayê girtin
17:57 ‘Heta ku edalet neyê Roboskê wê edalet neyê Tirkiyeyê jî’
17:19 Li Zozanên Şênê operasyoneke leşkerî hate destpêkirin
17:08 Înîsiyatifa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî ji bo Ozkan bang kirin
17:05 Rûniştina F a 531’emîn: Bila Zerdeşt Odûncû were berdan
16:08 Aysel Tûglûk nameyên ku ji wê re tên şandin nikare bixwîne
16:00 Bi nivîsandina nivîsên ser dîwaran bertek nîşanî êrişan dan
14:56 Dadgeha Bilind cezayê Çîçek Kobanê erê kir
14:49 Parêzerê Mandela: Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin
14:38 ‘Gundî li ber dibistanê kom kirin û gund şewitandin’
14:26 Li Enqereyê banga xwedî derketina Doza Kobanê hate kirin
13:56 Bafil Talebanî: Heke em bibin yek kes nikare li hemberî me bisekine
13:35 Sancar: Divê tecrîda li ser Ocalan rabe
13:17 Xizmên Windayan li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan pirsîn
12:59 Bayindir: Hevalê me Zekî serê xwe li ber zilmê netewand
12:58 Birayê Çelebiyê hate qetilkirin: Polîsan her tim gef li me dixwarin
12:05 Di 7 salan de 112 kes di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin
11:28 Piştî 136 rojan cenazeyê kolber Behlûl Seydanîferd hat dîtin
11:20 Çiyayê Cûdî hat bombebarankirin
10:54 Li Bestayê bi traktoran darên hatine birîn dikişînin
10:46 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ji bo daraza serbixwe ye
10:40 Rojnamevan Ferac: PDK xebatên sîxuriyê dike
10:02 Li Dêrsimê gelek kes hatin binçavkirin
10:01 Li Êlihê tundiya zilamekî: 2 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû
09:51 Lêgerîna 28 salan: Em ê dest ji lêgerînê bernedin
09:13 Lîstika wan pûç bû: Heman dosye ji du dozgeran re şandine!
09:09 Amadekariyên kongreya HDP dest pê kirin
09:08 Li girtîgehê firotina klîmayan serbest e, lê xebitandina wan qedexe ye!
09:07 Hevserokê OHD'ê: Girtîgeh li ser sozên xwe nesekinî, çewisandin zêde bûne
09:07 Xizmên girtiyan bang li Barzanî kirin: Ji wan cilên li ser xwe fedî bike
09:06 Sefera Zapê li Heftanînê asê ma
09:05 Polîsan ew felc kir, darazê kiryar parastin, emniyetê ew da ber îcrayê
09:05 Kanîwar: Divê hunermend bi rol û mîsyona xwe ya civakî rabin
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2022'YAN
08:52 Helbestvan Merwanî dê sibê gotubêjek li dar bixe
27/05/2022
23:57 ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû' li Amedê hat lîstin
22:42 Ji HDK'ê konsereke pirzimanî
21:48 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi kurdî betal kir
19:01 KCD û DBP: Em bi ruhê yekîtiyê xwedî li destkeftiyên kurdan derkevin
18:31 Di doza Denîz Poyrazê de daxwaza ji bo redkirina dadger hat redkirin
17:45 Birayê Zekî Çelebî: Em ê alaya wî ya têkoşînê ber bi serketinê ve bilind bikin
16:50 Di êrişên Tirkiyeyê yên du rojan de 18 leşker hatine kuştin
16:46 Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşan dan: Em pêşniyarqanûna medyaya dijîtal red dikin
16:18 Di serdana Îmamoglû de jinek hate binçavkirin
16:11 Xelkê Wanê ji şaredarên CHP’ê re got: Şaredarên me li ku ne?
15:38 Serokên baroyan li ber Dadgeha Dîlokê Nobeda Edaletê girtin
15:31 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qedexeyên li ser kurdî protesto kirin
15:26 Çawişê pispor ê ku bû sedema mirina Hazna Su dîsa nehat girtin
15:25 ‘Ez naxwazim kurê min li girtîgehê bimre’
15:12 Gelo we têkildarî mirina Siddik Ugur lêkolîn kiriye yan na?
14:44 Pirtûkên ku wezaretê erê kiriye nadin girtiyan
14:28 Li Dêrsimê xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
14:20 Çapemeniya PDK'ê ji çapemeniya AKP'ê derbas kir
13:24 Daxuyaniya Bamernê: PDK bi provokasyonan dixwaze bingeha şer amade bike
13:23 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
13:05 Tevî biryara DMME’yê jî Yildirim nehat berdan
12:48 Girtiyên Efrînî: Me nekarî raya giştî ji neheqiya li me hatiye kirin agahdar bikin
12:32 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin, li Wanê jî jinek bi awayekî biguman mir
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Doza parêzer Newroz Uysal hat taloqkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rûmet û hêza sekna li dijî bêedaletiyê, yên li ber xwe didin pê dizanin
11:37 Li Şîşliyê 3 kes di malekê de mirî hatin dîtin
11:11 Derewa Walîtiya Rihayê derhî bû: Cihê ku Aksem lê hatiye kuştin derqanûnî hatiye bikaranîn
10:57 Di laşê Ugur de şopên îşkenceyê hebûn
10:53 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
10:29 Dede: Dixwazin beriya hilbijartinê biryara Doza Kobanê bidin
10:28 Cenazeyê Çelebî li Wanê hate veşartin
10:24 Çevîrmen: Em ê rêyên çareseriyê peyda bikin û dest bi rêya xwe bikin
10:04 Malbatên Roboskiyê: Dema ku balafirên şer derbas dibin komkujî tê bîra me
09:58 Parêzer Dakali: Tecrîda li Îmraliyê ev sed sal in li ser kurdan tê meşandin
09:45 Jinên Bêrîvan: Divê hemû kurd li dijî êrişan û xiyanetê bibin yek
09:07 12 sal in lı ser rêyan e: Em kurd in, serî natewînin
09:06 Ji 7 partî û rêxistinan amadekariyên ji bo 'Belgeya Demokrasiyê'
09:04 Qeyûm ji bo avahiya bêruxset a endamê AKP'ê xwe li nedîtinê danî
09:03 Hilberînerên kurmên hevrîşimê: Wisa biçe em ê dest jê berdin