‘Pêdiviya kêmtirîn a 10 girtiyan 8 hezar lîre ye’

  • rojane
  • 10:09 24 Gulan 2022
  • |
img

ÎZMÎR - Rêvebera TUHAY-DER’a Ege’yê Selma Altan, ku bandora qeyrana aborî ya li ser girtîgehan nirxand, diyar kir ku pêdiviya kêmtirîn a qawişeke ku 10 girtî lê dimînin 8 hezar lîre ye û bi lêv kir ku qeyrana aborî ya li girtîgehan perçeyekî polîtîkayên tecrîd û tenêhiştinê ne. 

Qeyrana aboriyê bandoreke zêde li girtîgehan kir. Bi taybetî jî zemên di demên dawî de hatin kirin, girtî di rewşeke zehmet de hiştine. Girtî neçar dimînin ku pêdiviyên xwe yên herî bingehîn jî bi buhayên zêde bistînin. Ceyran, name, pirtûk, şandina cilan, hevdîtinên telefonan û çûn û hatina girtîgehan maliyeteke zêde derdixîne holê. Pirsgirêkeke din jî ew e ku kantînên li girtîgehan yek tîp û bi bihayê bilind tiştan difiroşin. Ji ber ku xwarina kêm tê dayîn û girtiyên nexweş ji ber nexweşiyên xwe neçar dimînin ku tiştan zêde bikirin lêçûnên wan zêde dibin. 
 
Em bi Rêvebera Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) Selma Altan û malbatên girtiyan re bandora qeyrana aborî ya li ser girtîgehan axivîn. 
 
3 SAL IN NIKARIN HEV BIBÎNIN
 
Girtî Yûsûf Erkek ê beriya 4 salan ji Girtîgeha Mêrdînê sirgunî Girtîgeha Afyonê hate kirin, 3 sal in bi malbata xwe re nikare hevdîtinê bike. Xwişka Erkek a li Mêrdînê dijî, Sevda Akgul diyar kir ku 4 sal in birayê wan sirgunî girtîgeheke ku ji wan dûr e hatiye kirin û wiha got: “Dayik û bavê min ji ber nexweşiyên xwe nikarin biçin hevdîtina birayê min. Ji ber ku dayika min beriya 10 salan xwîn çûbû ser mejiyê wê qedexeye ku biçe cihên dûr. Bavê min jî nexweşê penceşêrê ye niha tedawiya kemoterapiye dibîne. Qedexeye ku bavê min jî biçe cihekî dûr. Em jî ji ber heqê rê nikarin biçin hevdîtinê.”
 
DAXWAZNAME HATIN REDKIRIN
 
Akgul, dazanîn ku 500 lîreyên ji ber qeyrana aborî niha dişînin girtîgehê têra wan nakin û wiha berdewam kir: “Weke malbat rewşa me ya maddî nebaş e. Dayik û bavê min gelek caran pere deyn dikin û wisa dikarin bişînin. Me beriya niha ji bo birayê min bînin girtîgeheke nêzîkî me hem weke malbat hem jî birayê min daxwazname dan Wezareta Dadê. Lê daxwaznameyên me hatin redkirin.”
 
NAMEYEK 30 LÎRE YE  
 
Malbata Îzzethan Aykût ku beriya 2 salan sirgunî Girtîgeha Afyonê hate kirin jî li Colemêrgê dijî. Biraziya Îzzethan, Şehrîvan Aykût, jî bi lêv kir ku ji ber qeyrana aborî 2 sal in ji malbatê kes nikarin biçin girtîgehê û wiha got: “Gelek ji me dûr in, mesrefên wan ên rê gelek zêde ne. Dema em dixwazin biçin hevdîtinê, cihekî ku em lê bimînin jî nîne. Em mexdûr dibin. Bihayê nameya ku beriya niha me bi 12 lîreyan dişand niha bûye 30 lîre. Em bi awayê aboriyê zehmetiyan dikişînin. Qet nebe bila bînin girtîgeheke nêzîkî me ku ev mexduriyet ji holê rabibe.”
 
‘JI BO 10 KESAN 8 HEZAR LÎRE MESREF ÇÊDIBE’
 
Rêvebera EGE TUHAY-DER’ê Selma Altan jî anî ziman ku qeyrana aboriyê li girtîgehan weke amûreke zextê tê bikaranîn. Altan da zanîn ku girtî ji kesên derve zêdetir ji qeyranê bandor dibin û diyar kir ku zemên ji fatoreyên ceyranê yên girtîgehê re tên ji sedî sed derbas kirine. Altan, bal kişand ku bi taybetî girtiyên siyasî ji cihên ji malbatên wan dûr re tên sirgunkirin, bi vî awayî tên cezakirin û wiha got: “Malbat niha nikarin biçin hevdîtinan. Pereyên ku ji girtiyan re dişînin jî kêm dibin. Mînak pêdiviya kêmtirîn a qantînê ya hefteyekî ya qawişeke ku 10 girtî lê dimînin herî kêm 2 hezar lîre ye. Di vê rewşê de di mehekê de ji bo 10 kesan 8 hezar lîre mesref çêdibe. Lê malbat nikarin ji girtiyan re bişînin, pêkan nabe.”
 
QEYRAN TENÊ DIHÊLE
 
Altan, destnîşan kir ku mafê ragihandinê yê herî zêde pêdiviya girtiyan pê heye, bi zêdekirina buhayan hatiye astengkirin û wiha berdewam kir: “Buhayê şandina nameyan pir zêde bûne. Min duh ji girtîgehê re nameyek û pirtûkek şand 25 lîre girtin. Ne ewqas hesane ku girtiyek heqê wê bide. Di vê rewşê de ev yek jî perçeyekî tecrîdê û tenê hiştinê ye. Dixwazin ku bi qeyrana aboriyê girtiyan tenê bihêlin û tecrîd bikin.”
 
‘NIKARIN ÇAYÊ JÎ VEXWIN’
 
Altan, destnîşan kir ku kantînên girtîgehan tiştên ku girtî dixwazin nakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Destûr nadin ku ji cihekî din jî bigirin. Kantînên girtîgehan ji derve pir bihatir in. Girtî neçar dimînin ku tiştên bêkalîte buhayê herî zêde bikirin. Ji ber bihayên zêde girtî neçar mane ku vexwarina çayê jî bisînor bikin. Heta li gelek cihan êdî çay nayê çêkirin.”
 
Altan, bi bîr xist ku li ser girtiyan zextên piralî hene û xwest ku li dijî vê yekê herkes dengê xwe derxîne. 
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

24/05/2022
12:11 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
10:56 ‘Divê em têkoşîna hevpar a li dijî şer mezintir bikin’
10:38 Jinên delegeyên HDP'ê peyama 'li dijî şer têkoşîna hevpar' dan
10:27 Cenazeyê Çelebî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê
10:27 ‘Ji Enfala Sedam xelas bûn di Enfala Erdogan de hatin qetilkirin’
10:26 Planên hêzên serwer ên li ser Şengalê
10:09 ‘Pêdiviya kêmtirîn a 10 girtiyan 8 hezar lîre ye’
09:59 Parêzer Çakmak: Heta tecrîd ranebe aloziya li Tirkiyeyê xelas nabe
09:39 Ne yên zindanê, muebbedên Çand û Folklora Kurdî ne!
09:10 Çobanoglû ku bi mirinê gef lê hat xwarin: Em ê wan tim nerihet bikin
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:09 Li Herêma Kurdistanê jî zozan hatin qedexekirin
09:08 Mehmet Ocalan: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin
09:07 ‘Tirkiye xwezaya Kurdistanê ji bo şer bi kar tîne'
09:06 Bolunmez ê AKP'î vê carê jî çav berdaye Gundikê Remo
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2022'YAN
07:50 Cenazeyê Zekî Çelebî gihişt Silopiyayê
23/05/2022
23:15 Di Mîhrîcana Cannesê de komkujiyên jinan hatin şermezarkirin
22:16 Malbata Dokû dê sibê biçe ber walîtiyê
22:08 Qeyûm AVM'ya bi 635 milyonî bi 150 milyonî firot AKP'iyan
21:57 Şerê li Cûdiyê didome: 4 esker mirin
21:50 Dogal û Algûn ên li Bestayê jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin
21:40 SGDF: Dê îşkenceya li girtîgehan bi berxwedana yekbûyî têk biçe
21:14 Malbata Dokû dest bi çalakiya rûniştinê kir
20:43 Hevseroka HDP'ê ya Erdexanê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
20:33 Piştî 7 mehan cenazeyê Yenî dan malbatê
19:15 Esker û cerdevanan ber bi Heftenînê ve dişînin
16:46 Xelkê Girê Spî li dijî projeya Tirkiyeyê dest bi kampanyaya îmzeyan kir
16:46 Qeyûmê Amedê, qeyûmê Sûrê kir sekreterê xwe
16:45 Li Bestayê talan li Cûdî jî qedexe didome
16:41 Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
16:26 Di danişînê de biryar hate dayîn ku polîsî bi darê zorê bînin dadgehê
16:23 Cenazeyê Zekî Çelebî ji Silêmaniyê şandin Wanê
16:15 Cenazeya endama YJA-STAR’ê Kiliçoglu piştî 9 mehan hat veşartin
16:01 Beştaş: Ocalan projeyên demokratîk pêşkeş dike
15:40 Polîsan li Nisêbînê avêt ser dawetekê
15:40 Cezayê ragihandinê dan girtiyên ku Komkujiya Helebçeyê şermezar kirin
15:15 Rojnamevanên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê bertekeke hevpar dan
15:03 Di doza Can de wê ji nû ve rapora ATK'ê bê xwestin
14:44 Li Stenbolê kampanya li dijî bihabûnê hat destpêkirin
14:34 Hejmara kesên li Êlihê hatine binçavkirin derket 5’an
14:33 Erdogan: Em nikarin danekirinên Swêdê ji bîr bikin
14:27 Li Lice û Pasûrê operasyona leşkerî: Cilên şivanan li cerdevanan kirin
14:20 Êlihiyan îhaleya qeyûm protesto kirin
14:14 Mahsûn Abakay ku Pinar Kizil kuştibû hat binçavkirin
14:11 Li 7 gund û mezrayên Bedlîsê qedexe hat ragihandin
14:01 Ji dengbêj Seîdê Goyî albûma ‘Stranên Dilê Min’
14:00 Pekoz bi pirsekê pêşniyazpirs da Bozdag
13:59 Dêrsim Dag: Bi Topal Osman re hûn dixwazin çi peyamê bidin?
13:57 Daxuyanî û nûçeyên ‘operasyona şikeftê’ derew derketin
13:15 73 sal ceza li torbê ku polisan li erdê dît birîn!
12:56 Sercerdevanê ku Remziyeyê kuştiye gelek sûc kirin e
12:54 Ji bo çekên kîmyewî bang li NY’yê kir: Bila ji bo Tirkiyeyê jî komîsyon bê avakirin
12:34 Li Îranê serhengê Mihafizên Şoreşê hat kuştin
12:30 Malbata Şenyaşar hat xelatkirin
11:58 Polîsan ji stranbêjên kurd re gotiye: Hûn bi kurdî stranan bêjin hûnê rastî êrişan werin
11:42 HDP: Em ê hesabê windakirina di bin çavan de bipirsin
11:41 Ji 48 kesên hatibûn binçavkirin 31 jê hatin berdan
11:28 Li Mêrdînê wesayîtekê qeza kir û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:17 ‘Tirkiyeyê çav berda ye xaz û nefta Kurdistanê’
11:06 Rojnameger Ermîş: Tirkiye hewl dide li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê wîlayet ava bike
11:03 Li Êlihê rêveberek HDP’ê hat binçavkirin
11:02 Li Qileban, Pasûr û Liceyê bagera tozê rabû
10:46 ‘Tîma Xencerê’ ji nû ve hat çalakkirin
10:19 Hevseroka KNK'ê Murad: Dixwazin bi van êrişan di 2023'yan de Lozanek din çêbikin
09:24 Dengbêj bi kilamên xwe bersiva hevkariya şer didin
09:24 Derbarê jinên ku tundî li wan hat kirin de doz hat vekirin
09:23 Ji budçeya Şaredariya Amedê alîkarî dane baregeha leşkerî!
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2022'YAN
22/05/2022
22:20 Endamên SGDF’ê serdana malbata Poyraz kirin
20:34 Li Mêrsînê Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê hat vekirin
20:07 Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû: Em ê bi awayek mezin bi ser bikevin
19:44 Polîsan bi awayek tund êrişî endamên Weqfa Furkanê kir
18:24 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûr hat protestokirin
16:18 Ciwanên HDP'î: Em ê bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin faşîzmê
16:02 Şerê li Başûr dijwar dibe: 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:15 Cerdevan sewqî Heftanînê tên kirin
14:54 'Sedema krîzên ekolojiyê desthilatdarî bi xwe ye’
14:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
14:23 Nivîskar Asli Erdogan rakirin nexweşxaneyê
13:40 El Xezelî: Tirkiye û PDK’ê ji bo dagirkirina Şengalê li hev kirine
13:29 Ciwanê li Mexmûrê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da
12:40 Xizmên tecawizkar gefa 'nasên me yên AKP'î' hene' li malbatê xwar
12:16 11 salan li pey şopa kurê xwe ket: Dev ji lêgerîna wan bernedin
11:21 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê şahidê her tiştî ye
11:11 Cerdevanên li sînor tên girtin: Di şer de pêşketin tune ye û me weke amûr bi kar tînin
10:55 Dema birîn goreyek li piyê wî bû û hestiyên wî 23 sal piştre hatin dîtin
10:23 ‘Tevî zilmê jî me cerdevanî qebûl nekir û bila cerdevan ji xwe şerm bikin’
09:49 Şêniyên Mexmûrê: Tirkiye her ku têk diçe êrişî sivîlan dike
09:38 Li Xîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:35 Şêniyên ser sînor: Di salên 90’î de gundên me şewitandin û niha jî qedexe dikin
09:10 Fermandarê ku Gorur kuştî dê bê darizandin
09:08 Qeyûm dê AVM ya bi 635 milyon TL'yan bi 150 milyon TL'yan bifiroşe
09:06 Keskîn: Qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re dijqanûnî ye
09:05 'Em ê bi tijekirina eywanan bersiva qedexeyan bidin'
09:02 Amedî: PDK berbayê lîstika AKP-MHP'ê dikeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2022'YAN
21/05/2022
23:51 Li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê êrişeke bi fuzeyan
23:46 Ehmed: Helwesta kurdan a li ber qirkirinê divê yek be
23:06 Li Şirnexê 2 kes hatin berdan