Dema birîn goreyek li piyê wî bû û hestiyên wî 23 sal piştre hatin dîtin

  • rojane
  • 10:55 22 Gulan 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Cenazeyê Abdurrahman Coşkun ku hatibû windakirin, 23 sal piştre di bîrekê de hatibû dîtin. Kekê Coşkun, Mehmet Coşkun, da zanîn ku dema birayê wî birîn di piyê wî de tenê goreyek hebû û wiha got: “Ev zarok ne tenê ji hêla çend kesan ve hatin kuştin, ev polîtîkaya dewletê bû.” 
 
Di 29’ê cotmeha sala 1995’an û 8’ê adara 1996’an de li Kerboran a Mêrdînê gelek kes hatin windakirin û qetilkirin. Bi salan piştre 3 jê zarok bi giştî hestiyên 7 kesan hatin dîtin. Yek ji wan jî Abdurrahman Coşkun ê 21 salî bû. Di sala 1991’an de di encama teqîna mayinê de kekê wî Dervîş Coşkun jiyana xwe ji dest da û bavê wî Alî Coşkun jî dema diçû nav rezê xwe yê li gundê Dîlanê, di 18’ê cotmeha sala 1993’yan di encama gulebarana leşkeran de hate qetilkirin. Du sal piştî qetilkirina bavê xwe, dema xwendekarê dibistana amadehî hate binçavkirin û windakirin. Dayika Coşkun, yek ji wan dayikên destpêkê bû ku ji bo dîtina cenazeyê kurê xwe li Qada Galatasarayê çalakî li dar xist. Cenazeyê Coşkun, 21 sal piştre li 150 kîlomîtroyan dûrî Kerboranê, li gundê Tilzêrîn ê Qoserê hate dîtin. Hestiyên Coşkun, bi hestiyên Nedîm Akyon ê 16 salî re hatin dîtin. Kekê Coşkun, Mehmet Coşkun têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî. 
 
MÛSA ÇÎTÎL, HURŞÎT ÎMREN, MEHMET TÎRE
 
Mehmet Coşkun, da zanîn ku gundê wan di sala 1992’yan de hate valakirin û wiha got: “Piştre jî em koçî Kerboranê bûn. Demek piştre bavê min dîsa vegeriya gund. Dema ku Mûsa Çîtîl Fermandariya Cendirmeyan bû, bavê min di 62 saliya xwe de hate qetilkirin. Ji wê rojê ve em neçûn gund. Di sala 1995’an de dema birayê min hatiye binçavkirin, Hurşît Îmren Fermandarê Tabûra Mêrdînê û Mehmet Tîre jî Fermandarê Cendirmeyan bû. Di 29’ê cotmeha sala 1995’an de leşkeran bi ser Kerboranê de girtin û 10 xizmên me hatin binçavkirin. Birayê min Abdurrahman jî di saetên êvarê de hate binçavkirin.” 
 
DI PÊYEKE WÎ DE GORE HEBÛ
 
Bi domdarî Coşkun ew kêlî wiha vegot: “Nehiştin em derkevin derve. Dayika min xwest goreyên wî lê bike. Lê destûr nedan. Di piyekê wî de gore hebû. Bi qontaxa tifingê li dayika min xistin. Dayika min li dîwar ket. Destên Abdurrahman ji nava destên wê derketin. Cerdevanan jî gef li me dixwarin ku em dernekevin. Me nekarî heta serê sibehê rakevin. Bi serê sibehê re em çûn ber deriyê qereqolê. Gelek gundî beriya me hatibûn wê derê. Wê şevê nêzî 50 kes hatibûn binçavkirin. Ji ewilî ji me re gotin ku nehatine binçavkirin. Vêcarê me serî li dozgeriyê da. Wan jî got ku dê îfadeyên wan bigirin û berdin. Me li wir fêm kir ku kuştî hebûn. Tirsiya bûn. Em çûn cem dozger û ji me re got ku birine Mêrdînê û dê werin berdan. Dewlet niha wî dozgerî nabîne.” 
 
LI QAZANA KALORÎFERÊ ŞEWITANDIN
 
Coşkun, da zanîn ku wê demê gelek caran pêşniyazname dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me gilî kir lê xwestin dosyayê bigirin. Piştî ku cenazeyê Suleyman Seyhan (57) ji hêla malbata wî ve hatiye dîtin, çawişê pispor Bîlal Bastirir cihên cenazeyan nîşan dan û got ku cenaze li qazana kalorîferê şewitandine û tune kirine. Piştre jî Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê dest pê kir. Doz li Mîdyadê dest pê kir lê bi hinceta ‘ewlekariya’ bersûcan, veguhestin Semsûrê. Ji roja destpêkê heta niha dewletê piştgirî da bersûcan. Kujerên van zarokan heta niha jî nehatine dadgehê. Dewlet ji wan razî ye. Dewletê ew parastin û naxwaze em derheqê wan de tiştekî bibêjin. Dixwazin dosyayê bigirin. Dewletê ew diparastin. Heke zarokekî 12-13 salî bibêje ez ê dewletê birûxînim jî ma gelo cezayê wî dibe kuştin? Mixabin dewlet wiha ye.” 
 
BAWERIYA BI EDALETÊ NEMA YE
 
Di berdewamê de Coşkun destnîşan kir ku baweriya wan a bi hiqûq û edaletê nemaye û wiha pê de çû: “Windakirina zarokên me ne karê çend kesan e. Polîtîkaya dewletê bû. Ji Kerboranê heta Enqereyê pergalek hebû. Polîtîkaya wan ev bû. Ne karê cerdevanekî yan jî fermandarekî qereqolê bû. Pergala dewletê bû. Haya meclisê jî jê hebû. Dozgerê bi peywira taybet bangî me kir û xwest em delîlên di destê xwe de bidin wî. Me jî delîl anîn û 6 caran çûm Amedê û me destûra kolandinê girt. Ji cihên destpêkê tiştek derneket. Me piştre destûra kolandina cihekê din girt. Wê carê me hinek hestî dîtin. Dozgerê wê demê yê Kerboranê got; ‘kê cihê wan nîşanî te da?’ Haya dozger ji her tiştekî hebû. Lê dewlet niha wî dozgerî nabîne.” 
 
ŞANDE HATE GUHERTIN
 
Coşkun, daxuyand ku bi mehan li hestiyan geriyane û ev tişt anî ziman: “Me hestiyên hinek windakiriyên din û gorên komî dîtin. Me hestiyên birayê min jî herî dawî li gundekê Qoserê dîtin. Dê tiştek ji doza me dernekeve. Malbat tên xapandin. Yek şande jî nekete danişîna sêyemîn. Tevî agahiyên midûrê dibistanê, qeymeqam û ajokarê panzerê yê wê demê jî dadgehê delîl xwestin. Dibêjin edalet û hiqûqa me heye. Dewlet dibêje ku heke îspat û delîl hebin dikare ceza bide. Lê ew jî naxwazin ceza bidin. Em jî xwe dixapînin. Rêyeka me ya din nîne. Em ê dev ji kujeran bernedin. Çi dibe bila bibe em ê li pey zarokên xwe bin. Ev dewlet, sûcdar e. Zarokên me bi destê dewletê hatin kuştin. Dewletê ew kes peywirdar kiribûn. Leşkeran yek dikuştin û diavêtin bîran. Gundên hatine valakirin di bin kontrola leşkeran de bûn. Dewlet, xwedî li kujeran derdikeve. Navenda wan, kaniya ku avê jê vedixwin û yên fermanê didin wan tevek jî yek cihe.” 
 
‘DIBÊJÎ QEY ME SAX ANÎ YE’
 
Têkildarî têkoşîna edaletê ya dayika xwe Hediye Coşkun jî Mehmet Coşkun wiha got: “Dayika min bi salan li Abdurrahman geriya. Piştî ku dîtî jî jiyana xwe ji dest da. Cara ewil dayika min, Dayika Berfo (Kirbayir), Sakîne Ocak û Dayika Fatma çûn Qada Galatasarayê û çalakiya Dayikên Şemiyê dan destpêkirin. Dayika min gelek têkoşiya û gelek êş kişandin. Lê hestiyên Abdurrahman dîtin. Şîna wî jî danî. Dilê wê hinek rehet bûbû. Dê bêjî qey me Abdurrahman sax anîbû. Bawer nedikir ku em ê hestiyên wî bibînin. Çend heyf û mixabin ku em di nava lepên dewleteke wisa de ne ku ne heqê me didin me û ne jî me têxin şûna mirovan.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

24/05/2022
12:11 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
10:56 ‘Divê em têkoşîna hevpar a li dijî şer mezintir bikin’
10:38 Jinên delegeyên HDP'ê peyama 'li dijî şer têkoşîna hevpar' dan
10:27 Cenazeyê Çelebî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê
10:27 ‘Ji Enfala Sedam xelas bûn di Enfala Erdogan de hatin qetilkirin’
10:26 Planên hêzên serwer ên li ser Şengalê
10:09 ‘Pêdiviya kêmtirîn a 10 girtiyan 8 hezar lîre ye’
09:59 Parêzer Çakmak: Heta tecrîd ranebe aloziya li Tirkiyeyê xelas nabe
09:39 Ne yên zindanê, muebbedên Çand û Folklora Kurdî ne!
09:10 Çobanoglû ku bi mirinê gef lê hat xwarin: Em ê wan tim nerihet bikin
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:09 Li Herêma Kurdistanê jî zozan hatin qedexekirin
09:08 Mehmet Ocalan: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin
09:07 ‘Tirkiye xwezaya Kurdistanê ji bo şer bi kar tîne'
09:06 Bolunmez ê AKP'î vê carê jî çav berdaye Gundikê Remo
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2022'YAN
07:50 Cenazeyê Zekî Çelebî gihişt Silopiyayê
23/05/2022
23:15 Di Mîhrîcana Cannesê de komkujiyên jinan hatin şermezarkirin
22:16 Malbata Dokû dê sibê biçe ber walîtiyê
22:08 Qeyûm AVM'ya bi 635 milyonî bi 150 milyonî firot AKP'iyan
21:57 Şerê li Cûdiyê didome: 4 esker mirin
21:50 Dogal û Algûn ên li Bestayê jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin
21:40 SGDF: Dê îşkenceya li girtîgehan bi berxwedana yekbûyî têk biçe
21:14 Malbata Dokû dest bi çalakiya rûniştinê kir
20:43 Hevseroka HDP'ê ya Erdexanê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
20:33 Piştî 7 mehan cenazeyê Yenî dan malbatê
19:15 Esker û cerdevanan ber bi Heftenînê ve dişînin
16:46 Xelkê Girê Spî li dijî projeya Tirkiyeyê dest bi kampanyaya îmzeyan kir
16:46 Qeyûmê Amedê, qeyûmê Sûrê kir sekreterê xwe
16:45 Li Bestayê talan li Cûdî jî qedexe didome
16:41 Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
16:26 Di danişînê de biryar hate dayîn ku polîsî bi darê zorê bînin dadgehê
16:23 Cenazeyê Zekî Çelebî ji Silêmaniyê şandin Wanê
16:15 Cenazeya endama YJA-STAR’ê Kiliçoglu piştî 9 mehan hat veşartin
16:01 Beştaş: Ocalan projeyên demokratîk pêşkeş dike
15:40 Polîsan li Nisêbînê avêt ser dawetekê
15:40 Cezayê ragihandinê dan girtiyên ku Komkujiya Helebçeyê şermezar kirin
15:15 Rojnamevanên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê bertekeke hevpar dan
15:03 Di doza Can de wê ji nû ve rapora ATK'ê bê xwestin
14:44 Li Stenbolê kampanya li dijî bihabûnê hat destpêkirin
14:34 Hejmara kesên li Êlihê hatine binçavkirin derket 5’an
14:33 Erdogan: Em nikarin danekirinên Swêdê ji bîr bikin
14:27 Li Lice û Pasûrê operasyona leşkerî: Cilên şivanan li cerdevanan kirin
14:20 Êlihiyan îhaleya qeyûm protesto kirin
14:14 Mahsûn Abakay ku Pinar Kizil kuştibû hat binçavkirin
14:11 Li 7 gund û mezrayên Bedlîsê qedexe hat ragihandin
14:01 Ji dengbêj Seîdê Goyî albûma ‘Stranên Dilê Min’
14:00 Pekoz bi pirsekê pêşniyazpirs da Bozdag
13:59 Dêrsim Dag: Bi Topal Osman re hûn dixwazin çi peyamê bidin?
13:57 Daxuyanî û nûçeyên ‘operasyona şikeftê’ derew derketin
13:15 73 sal ceza li torbê ku polisan li erdê dît birîn!
12:56 Sercerdevanê ku Remziyeyê kuştiye gelek sûc kirin e
12:54 Ji bo çekên kîmyewî bang li NY’yê kir: Bila ji bo Tirkiyeyê jî komîsyon bê avakirin
12:34 Li Îranê serhengê Mihafizên Şoreşê hat kuştin
12:30 Malbata Şenyaşar hat xelatkirin
11:58 Polîsan ji stranbêjên kurd re gotiye: Hûn bi kurdî stranan bêjin hûnê rastî êrişan werin
11:42 HDP: Em ê hesabê windakirina di bin çavan de bipirsin
11:41 Ji 48 kesên hatibûn binçavkirin 31 jê hatin berdan
11:28 Li Mêrdînê wesayîtekê qeza kir û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:17 ‘Tirkiyeyê çav berda ye xaz û nefta Kurdistanê’
11:06 Rojnameger Ermîş: Tirkiye hewl dide li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê wîlayet ava bike
11:03 Li Êlihê rêveberek HDP’ê hat binçavkirin
11:02 Li Qileban, Pasûr û Liceyê bagera tozê rabû
10:46 ‘Tîma Xencerê’ ji nû ve hat çalakkirin
10:19 Hevseroka KNK'ê Murad: Dixwazin bi van êrişan di 2023'yan de Lozanek din çêbikin
09:24 Dengbêj bi kilamên xwe bersiva hevkariya şer didin
09:24 Derbarê jinên ku tundî li wan hat kirin de doz hat vekirin
09:23 Ji budçeya Şaredariya Amedê alîkarî dane baregeha leşkerî!
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2022'YAN
22/05/2022
22:20 Endamên SGDF’ê serdana malbata Poyraz kirin
20:34 Li Mêrsînê Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê hat vekirin
20:07 Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû: Em ê bi awayek mezin bi ser bikevin
19:44 Polîsan bi awayek tund êrişî endamên Weqfa Furkanê kir
18:24 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûr hat protestokirin
16:18 Ciwanên HDP'î: Em ê bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin faşîzmê
16:02 Şerê li Başûr dijwar dibe: 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:15 Cerdevan sewqî Heftanînê tên kirin
14:54 'Sedema krîzên ekolojiyê desthilatdarî bi xwe ye’
14:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
14:23 Nivîskar Asli Erdogan rakirin nexweşxaneyê
13:40 El Xezelî: Tirkiye û PDK’ê ji bo dagirkirina Şengalê li hev kirine
13:29 Ciwanê li Mexmûrê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da
12:40 Xizmên tecawizkar gefa 'nasên me yên AKP'î' hene' li malbatê xwar
12:16 11 salan li pey şopa kurê xwe ket: Dev ji lêgerîna wan bernedin
11:21 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê şahidê her tiştî ye
11:11 Cerdevanên li sînor tên girtin: Di şer de pêşketin tune ye û me weke amûr bi kar tînin
10:55 Dema birîn goreyek li piyê wî bû û hestiyên wî 23 sal piştre hatin dîtin
10:23 ‘Tevî zilmê jî me cerdevanî qebûl nekir û bila cerdevan ji xwe şerm bikin’
09:49 Şêniyên Mexmûrê: Tirkiye her ku têk diçe êrişî sivîlan dike
09:38 Li Xîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:35 Şêniyên ser sînor: Di salên 90’î de gundên me şewitandin û niha jî qedexe dikin
09:10 Fermandarê ku Gorur kuştî dê bê darizandin
09:08 Qeyûm dê AVM ya bi 635 milyon TL'yan bi 150 milyon TL'yan bifiroşe
09:06 Keskîn: Qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re dijqanûnî ye
09:05 'Em ê bi tijekirina eywanan bersiva qedexeyan bidin'
09:02 Amedî: PDK berbayê lîstika AKP-MHP'ê dikeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2022'YAN
21/05/2022
23:51 Li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê êrişeke bi fuzeyan
23:46 Ehmed: Helwesta kurdan a li ber qirkirinê divê yek be
23:06 Li Şirnexê 2 kes hatin berdan