Apê Şêx bi kilaman komkujiya Bêzar nade jibîrkirin

  • rojane
  • 11:32 16 Gulan 2022
  • |
img
SEMSÛR - Şeyho Karadaglı (Apê şex) ku li Semsûrê dijî, Komkujiya Bêzar a beriya 28 salan bi bombardûmana kîmyewî pêk hat û 28 ciwan têde hatin kuştin, bi kilamên xwe nade jibîrkirin. 
 
Bêzar navê çiyayeke li Semsûrê ye û di 17 ê gulana 1994'an de lê komkujiyeke mezin pêk tê. Di vê komkujiyê de 28 ciwan hatin kuştin. Di 16'ê gulana 1994'an de ji Meletî û Semsûrê 22 xwendakaran berê xwe dan Çîyayê Bêzar û xwestin tev li nav refên PKK'ê bibin. Ciwanên ku tenê şevekê li Çiyayê Bêzar man roja din derdora wan ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin. Ji bo rizgarkirina ciwanan 6 endamê PKK şer kirin û jiyana xwe ji dest dan. Cihê ku ciwanên bêçek lê hatibûn cemhev bi çekên kimyewî ku ji helîkopteran hatin avêtin hat bombabarankirin û 22 ciwan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Piştî komkujiyê cenazeye ciwanan birin Qereqola Semsûrê û wan şewitandin. Malbatên 11 ciwanan cenazeyê xwe girtin û cenazeyên mayî jî li navenda Semsûr li Goristana Karapinar bi awayekî komî hatin veşartin. Niha li gora komî navê 28 ciwanan û nivîsa "Em bi qasî ku di oxira wê de bimirin jî jiyanê hez dikin" nivîsandiye û ji bo gelê Semsûrê bûye birdariyek. Gelê Semsûrê di cejn û salvegera komkujîyê de gora komî ziyaret dike û ciwanan bi bîr tîne. 
 
LI HEMÛ CENAZEYAN DINÊRE
 
Di nav 28 salan de li ser komkujiyê gelek stran û helbestan hatin çêkirin. Şeyho Karadagli (Apê şex) yê 84 salî jî li ser ciwanan stranan dibeje û dixwaze wan nede jibîrkirin. Apê Şêx dema ku komkujî pêk tê diçe ser cenazeyê ciwanan û yek bi yek li cenazeyê wan mêze dike. Apê Şêx di nav cenazeyan de li kurê xwe Alî ku berî komkujiyê salekê tev li PKK bûyî digere. Apê Şêx ji wê demê ve heta niha 29 sal in tu agahî ji kurê xwe nagire. 
 
'WE DI DÎROKÊ DE CIH BIGIRE' 
 
Apê Şêx anî ziman ku ticarî komkujiya Çîyayê Bêzar ji bîr nake û wiha got: "Ciwanên bêçek bi çekên kîmyewî kuştin. Piştî ku komkujî çêbû ez çûm qereqole. Min yek bi yek li cenazeyên ku hatibûn şewitandin mêze kir. Gelek kesên hatibûn kuştin gundiyê me bûn, nasê me bûn." Apê Şêx ku ji bo ciwanan nede jibîrkirin di kilamê xwe dê qala komkujiyê dike û ev got: "Ew komkujî ji bo gelê herêmê heqaretêkê mezin bû. Ji bo ku em vê komkujiya mezin nedin jibîrkirin çi ji destê me were em ê bikin. Wê ev komkujî di rûpelên dîrokê de cihê xwe bigire. Herdem li dijî kurdan komkujî çêbûne. Di vê komkujiyê de çekên bi kimyewî hatin bikaranîn."
 
'BERXWEDAN JIYANA' 
 
Apê Şêx bi bîr xist ku Tirkiyeyê di êrişen xwe yên ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) di 17'ê Nîsanê de li dijî Herêma Kurdistanê da destpêkirin de jî çekên kîmyewî bi kar tîne û ev tişt anîn ziman: "Em malbata Barzanî şermazar dikin. Komkujî ne qedera kurdan e. Dema hêza ku li ber xwe didin tune bikin wê dor were malbata Barzanî jî. Bi sedan salan e kurd tune hatine hesibandin. Bi têkoşînê kurdan got em hene. Me tu carî kurdbûna xwe înkar nekir. Nikarin bi komkujiyan kurdan tune bikin. Berxwedan jîyan e."
 
DILEMIN LIYAN E
 
Kilama ku Apê Şêx ji bo komkujiya Çîyayê Bêzar nivîsandiye û dibêje beşek jê wiha ye:
 
“…
Li bajarê Semsûrê li çiyayê Bêzar dilimin liyan e keko liyan e
Derdê min derdekî giran e derdê mim derdê şehîdan e
Bajarê Semsûrê çîyayê bêzar bişewite
Mala dewletê bişewite ne dîne ne îman e
Kîmyasalê avêtine 28 ciwanan e cenaze wan avêtine qereqolan e
Seba pisgireka kurmancî ye
Derdê min derdekî giran e
Şerê çiya doşek kirine erd yorgana wan ezman e
Her tişt ji bo azadiya Kurdan e
…”
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

16/05/2022
18:56 Li Nexweşxaneya Geverê liv û tevgera helîkopteran
18:48 ARÎ-DER'ê tevî zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
18:40 Di doza Gultekînê de dadgehê cardin biryar neda
16:46 Cenazeyê Remziye Apaydin hat dîtin
16:45 Jin li Silopiyayê ji bo Sakîne Kultur meşiyan
16:35 Li Wanê meşa 15'ê Gulanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
16:11 Konferansa Jinan a HDP'ê li herêman didome: Em di azadiyê de bi israr in
15:21 Dema binçavkirinê ya 25 kesan hate dirêjkirin
14:53 Onlu yê HDP’î: Heke Soylu li terorîstekî bigere bila ji ewil li xwe binêre
14:52 Brûskê li karikan da û gelek karik mirin
13:46 Li Colemêrgê protesto: Em ê vê derê ji barbaran re nehêlin
13:41 Malbata Şenyaşar: Bila fezlekeya Yildiz ê AKP'î ji meclisê re bê şandin
13:34 Doza ku Bayraktar li rojnamevan vekiribû hat lidarxistin
13:34 Di danişîna cînayeta Hantaş de daxwaza ji bo girtina polîs hate redkirin
13:07 Bahoza tozê ya ji Bexdayê tê tesîrê Colemêrgê kir
12:59 Makbule Ozer: Dibe ku her kêlî ez li vir bimirim!
12:32 Şandeya HDP’ê ya ji Iraqê vegeriyayî: Hemû kes hemfikir e ku pirsgirêk bi şer çareser nabin
12:30 Onlu: Yên ku lanetê li Îsraîlê barandin, heman lanete li Dêrsimê nîşan dan
12:23 Kujerê Kultur karmendê dewletê ye û têkiliyên wî bi AKP'iyan re hene
12:01 Serpêhatiya berxwedêriya çinarek sedsalî: Yadê
11:32 Apê Şêx bi kilaman komkujiya Bêzar nade jibîrkirin
11:04 Îhaleya talankirina darên Gabarê dan rêveberên AKP-MHP’ê
11:00 Abdullah Ece bi hêceta ‘dê biçe Qendîlê’ nehatiye berdan
10:43 Xiyaneta mezin a PDK’ê: Komkujiya Hewlêrê
10:39 Jinên mezraya Mêrganê: Agir jî berdin bedena me em ê gundê xwe bernedin
09:56 Rênas Jiyan: Dewletên serdest zimanê me pir êşandin, divê em jî zimanê xwe neêşînin
09:35 Hevalê Çaran ê qawişê: Ji bilî berxwedanê tu rê nînin
09:11 ‘Serkeftina li Şengalê, serkeftina li Zapê ye’
09:11 ‘Xeta hevkariyê zirarê dide destkeftiyên gelê kurd’
09:10 Ji girtiyê 30 salan re pirsa ‘poşmantiyê’ kirin: Berdana wî 3 mehan hate taloqkirin
09:09 Biryara Îstînafê: Tevlîbûna cenazeyê endamê rêxistinê ne sûc e
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2022'YAN
15/05/2022
22:09 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
21:35 Li Dêrsimê kesek hate girtin
21:25 Kujerê Sakîne Kultur hate girtin
21:01 Dayika Aştiyê Turkiya Îldem jiyana xwe jidest da
20:47 Zarok Ma’yê bi zarokan re Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
20:24 Şaredariya AKP’î konsera Dogan betal kir
20:06 Eceyê ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hate definkirin
19:14 Li Amedê daxuyaniya hevpar hate dayîn: Divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê
17:56 Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî bi coş hate pîrozkirin
17:27 Ji ber kuştina Kultur 3 kes hatin binçavkirin
17:16 Encamên 9'emîn pêşbirka Arjen Arî diyar bûn
16:52 Kurd ji bo zimanê xwe li qadan e
15:41 Panela Hiquq û Ziman: Divê em zimanê xwe teslîmî zarokan bikin
14:37 Li Bestayê dîmenên talanê hatin kişandin
14:11 Ji Ciwanên Xwendekar ên Welatparêz komxebata rêxistinkirinê
13:50 Ciwanên HDP'î bi şahiyekê hatin cem hev
13:17 Ji ber dorpêça leşkeran 35 mal ji gund derketin
12:13 Bîlançoya mehekî ya Şerê li Başûr
11:25 Qeyûm parqa ku ji jinan re hatibû veqetanadin kir cafe
11:13 Malbata Şenyaşar banga vekirina doza nexweşxaneyê kir
10:51 Li Duhokê agir bi wargeha êzidiyan ket
10:47 Di qada cemaweriyê de kurdî tuneye!
09:30 Qedexeya zozanan û bihabûnê pişta sewalvaniyê şikandine
09:29 Midûrên biqusûr ên Melîh Gokçek anîne Mêrdînê
09:28 Dengbêjên jin: Duh tahdeya mêr, îro jî ya dewletê
09:16 Malbatên dest ji cerdevantiyê berdan: Wan çekên xwe deynin û dev ji bêbextiyê berdin
09:15 Ji dayikên berxwedêr ên Şengalê Kinê Xidir: Em ê Şengalê bo xayînan nehêlin
09:14 Ji mala şewitî têkoşîn û wêneyek wî ma
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2022'YAN
14/05/2022
22:11 Li Silopiyayê jinek hat qetilkirin
21:57 Li Ewropayê êriş hatin şermezarkirin
21:12 Li Amedê dê 'Meşa Ziman' bê lidarxistin
20:20 Li Amedê esnafekî xwe kuşt
19:15 Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir
18:49 Farqînê Serê Gulanê pîroz kir
18:30 Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin
18:00 Polîsan cenazeyê Aysel Doganê revand
16:21 Saziyên çand û ziman: Werin em ji bo ziman, çand û welatê xwe bibin xelek
16:14 Cerdevan li baregehên xwe bêserûber guleyan li derdorê direşînin
16:05 Girtiyê nexweş bi hinceta ‘qawîşa girtiyan’ tune ye nehat emeliyatkirin
16:04 'Divê ku berxwedana li dijî asîmîlasyonê berdewam bike’
15:45 Ji bo girtiyê nexweş Yagmakan banga berdanê hat kirin
15:26 ‘Bila girtiya nexweş Ekîm Polat bê dermankirin’
15:08 ÎHD’ê xwest kujerên xwendekarên zanîngehê bên cezakirin
15:03 Girtiyê nexweş Abdullah Ece kelemçekirî hatiye tedawîkirin!
14:52 Şerê li Çiyayê Gabar dijwar bû
14:43 Dayikên Şemiyê xwestin ku faîlên Orhan bên darizandin
14:29 Polîsan êrişî merasîma cenazeyê Aysel Dogan kir
14:21 Li Amedê TUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:04 Xizmên Windayan xwestin kujerên Avşar û Ozalp bên dîtin
13:45 Banga Rêya Sêyemîn li hêzên demokrasiyê kirin
13:24 Girtiyê nexweş Abdullah Ece jiyana xwe ji dest da
13:09 HDP’ê Konferansa Herêma Egeyê li dar xist
12:32 Hevalê qawîşê yê Çar Şoreşgeran: Rewşa îro ji ya wê demê talûketir e
12:27 KNK'ê banga xwedî derketina perwerdehiya bi kurdî kir
12:12 Temel: Divê Ocalan bigihîje azadiya xwe
11:34 Bîrkîlî: Tirkiye peymanên ziman binpê dike
11:13 Malbata Şenyaşar: Em ji we ne nêzikatiyeke cuda lê edaletê dixwazin
10:53 Jîno Reşîd: Divê jinên kurd li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
09:43 Xelkê Amedê: Werin em di 15’ê Gulanê de ji bo zimanê xwe bi hev re bimeşin
09:25 Cerdevanê ku ji qada şer vegeriya: Gelek leşker tên kuştin
09:08 Ji Azadiya Welat hînî kurdî bû û îro jî mamoste û nivîskar e
09:07 Jinên li dijî bişaftinê li ber xwe didin: Zimanê me nasnameya me ye
09:06 Ji bo Hatîce Ay a 73 salî axaftina bi kurdî helwesteke polîtîk e
09:05 Jinên TJA'yî: 40 sal in em nebûne aliyê têkçûyî, em ê cardin bi ser bikevin
09:05 Di 28 mehan de 24 êrişên bi SÎHA'yan: 31 mirî, 35 birîndar
09:04 Heso Îbrahîm: PDK û Tirkiye ji statûya Şengalê ditirsin
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2022'YAN