Midûrên biqusûr ên Melîh Gokçek anîne Mêrdînê

img
MÊRDÎN - Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, ji Enqereyê midûrên dema Melîh Gokçek ên ku bi karên biqusûr tên naskirin aniye daniye ser MARSÛ'yê ku nêzî milyarek deynê wê çêbûye. 
 
Piştî Wezareta Karên Navxweyî di 19'ê Tebaxa 2019'an de Mahmût Demîrtaş kir qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, kadroya rêvebiriya şaredariyê ji xeynî personelên midûriyeta polîsan bi kesên ji Edene, Mereş û Stenbolê hat dagirtin. Her wiha rêvebiriya qeyûm vê carê jî hin kesên bi karên xwe yên biqusûr tên naskirin aniye daniye ser Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSÛ) ya di nava deynan de maye. 
 
Ji van kesên li MARSÛ'yê hatine bicihkirin yek jê Mehmet Tanrikûlû ye. Tanrikûlû ku li Midûriyeta Nivîsgehê hatiye bicihkirin, endamê Desteya Rêvebir a Baskên Ciwanan a AKP'ê ye, Koordînatorê Herêma Behra Spî ye û di Desteya Rêvebir û Biryara Navendî ya Baskên Ciwanan de ye. Tanriukûlû nêzî 6 meh in di Midûriyeta Nivîsgehê ya MARSÛ'yê de dixebite. 
 
KADROYA MELÎH GOKÇEK
 
Derket holê ku kesên di dema Şaredarê Enqereyê yê AKP'î Melîh Gokçek de di Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Enqereyê de dixebitîn, transferî şaredariyên di destê qeyûman de hatine kirin. Ji van kesên ku hin ji wan bi karên xwe yên biqusûr tên naskirin, li MARSÛ'yê hatine bicihkirin. 
 
Qeyûm Mahmût Demîrtaş ku Serokê Desteya Rêvebir a MARSÛ'yê ye, ji rêvebirên Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Enqereyê yên berê Mehmet Songûr aniye kiriye Midûrê Giştî yê MARSÛ'yê. Hat diyarkirin ku Cîgirên Midûrê Giştî Abdulsselam Altûnkaynak û Servet Saygin, Serokê Daîreya Karên Aboneyan Hayrettîn Kûdûr û Hamza Demîrkolê ku niha li cihekî nehatiye bicihkirin lê bi kadroya serokatiya daîreyê hatiye, ji Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Enqereyê hatine transferkirin. 
 
PISPORA ÎHALEYÊ JÎ BI XWE RE ANIYE
 
Mehmet Songûr ê qeyûm ew kiriye Midûrê Giştî yê MARSÛ'yê, di dema xwe ya li Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Enqereyê de gelek karên biqusûr kiriye. Tê gotin ku li Enqereyê îhaleyên bi milyonan bi taybetî ji bo hin kesan eyar kiriye û fîrmayên ku dê îhaleyê bi dest bixin berî îhale bê ragihandin eyar kiriye. Songûr ewilî di dema qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de li DÎSKÎ'yê hatibû peywirdarkirin û niha li Mêrdînê hatiye bicihkirin. Her wiha tişta balkêş jî, Songûr "pispora îhaleyan" Harîka A. ku di dema Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Enqereyê de bi hev re xebitîne jî bi xwe re aniye Mêrdînê. 
 
HEM MIDÛR E HEM JÎ SEROKÊ DAÎREYÊ YE
 
Abdulsselam Altûnkaynak û Servet Saygin ên wekî cigirê midûrê giştî yê MARSÛ'yê hatine, ji xeynî cîgiriya midûr bi wekaletî serokatiya hin daîreyan jî dikin. Altûnkaynak, ji xeynî cîgiriya serokê giştî wekîltiya Serokatiya Daîreya Tesîsan dike û Saygin jî wekîltiya Serokatiya Daîreya Plan, Proje, Veberhênanî û Înşeatê dike. Nayê zanîn bê ka ev kes ji bo vî karê ku wekaleten dikin meaş distînin yan na. 
 
LI BENDA TEQAWIDBÛNA XWE YE
 
Hamza Demîrkol jî bi kadroya serokatiya daîreyê hatiye Mêrdînê, lê heya niha di tu kadroyan de nehatiye bicihkirin. Hat derpêşkirin ku ji teqawidbûna Demîrkol re hindik maye û ji bo karibe bi sifetê Serokatiya Daîreyê teqawid bibe li benda temambûna rojên xwe ye. 
 
XETA QAÇAX KIŞANDIBÛ
 
Ji van kesên ecêb yek jê jî Halîl Cevîz e ku berê xeta qaçax a avê kişandibû gundê xwe. Cevîz ku xizmê Parlementerê AKP'ê yê Mêrdînê Şeyhmûs Dînçel e, ji xeynî gundê xwe xeta avê ya qaçax kişandibû gundê Babilcewzê yê mala xezûrê xwe jî. Şêniyên gundê derdorên giliyê wî kiribûn, lê Cevîz hê jî dixebite û Serokê Daîreya Karên Avê û Cihokan e. 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

16/05/2022
18:56 Li Nexweşxaneya Geverê liv û tevgera helîkopteran
18:48 ARÎ-DER'ê tevî zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
18:40 Di doza Gultekînê de dadgehê cardin biryar neda
16:46 Cenazeyê Remziye Apaydin hat dîtin
16:45 Jin li Silopiyayê ji bo Sakîne Kultur meşiyan
16:35 Li Wanê meşa 15'ê Gulanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
16:11 Konferansa Jinan a HDP'ê li herêman didome: Em di azadiyê de bi israr in
15:21 Dema binçavkirinê ya 25 kesan hate dirêjkirin
14:53 Onlu yê HDP’î: Heke Soylu li terorîstekî bigere bila ji ewil li xwe binêre
14:52 Brûskê li karikan da û gelek karik mirin
13:46 Li Colemêrgê protesto: Em ê vê derê ji barbaran re nehêlin
13:41 Malbata Şenyaşar: Bila fezlekeya Yildiz ê AKP'î ji meclisê re bê şandin
13:34 Doza ku Bayraktar li rojnamevan vekiribû hat lidarxistin
13:34 Di danişîna cînayeta Hantaş de daxwaza ji bo girtina polîs hate redkirin
13:07 Bahoza tozê ya ji Bexdayê tê tesîrê Colemêrgê kir
12:59 Makbule Ozer: Dibe ku her kêlî ez li vir bimirim!
12:32 Şandeya HDP’ê ya ji Iraqê vegeriyayî: Hemû kes hemfikir e ku pirsgirêk bi şer çareser nabin
12:30 Onlu: Yên ku lanetê li Îsraîlê barandin, heman lanete li Dêrsimê nîşan dan
12:23 Kujerê Kultur karmendê dewletê ye û têkiliyên wî bi AKP'iyan re hene
12:01 Serpêhatiya berxwedêriya çinarek sedsalî: Yadê
11:32 Apê Şêx bi kilaman komkujiya Bêzar nade jibîrkirin
11:04 Îhaleya talankirina darên Gabarê dan rêveberên AKP-MHP’ê
11:00 Abdullah Ece bi hêceta ‘dê biçe Qendîlê’ nehatiye berdan
10:43 Xiyaneta mezin a PDK’ê: Komkujiya Hewlêrê
10:39 Jinên mezraya Mêrganê: Agir jî berdin bedena me em ê gundê xwe bernedin
09:56 Rênas Jiyan: Dewletên serdest zimanê me pir êşandin, divê em jî zimanê xwe neêşînin
09:35 Hevalê Çaran ê qawişê: Ji bilî berxwedanê tu rê nînin
09:11 ‘Serkeftina li Şengalê, serkeftina li Zapê ye’
09:11 ‘Xeta hevkariyê zirarê dide destkeftiyên gelê kurd’
09:10 Ji girtiyê 30 salan re pirsa ‘poşmantiyê’ kirin: Berdana wî 3 mehan hate taloqkirin
09:09 Biryara Îstînafê: Tevlîbûna cenazeyê endamê rêxistinê ne sûc e
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2022'YAN
15/05/2022
22:09 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
21:35 Li Dêrsimê kesek hate girtin
21:25 Kujerê Sakîne Kultur hate girtin
21:01 Dayika Aştiyê Turkiya Îldem jiyana xwe jidest da
20:47 Zarok Ma’yê bi zarokan re Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
20:24 Şaredariya AKP’î konsera Dogan betal kir
20:06 Eceyê ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hate definkirin
19:14 Li Amedê daxuyaniya hevpar hate dayîn: Divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê
17:56 Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî bi coş hate pîrozkirin
17:27 Ji ber kuştina Kultur 3 kes hatin binçavkirin
17:16 Encamên 9'emîn pêşbirka Arjen Arî diyar bûn
16:52 Kurd ji bo zimanê xwe li qadan e
15:41 Panela Hiquq û Ziman: Divê em zimanê xwe teslîmî zarokan bikin
14:37 Li Bestayê dîmenên talanê hatin kişandin
14:11 Ji Ciwanên Xwendekar ên Welatparêz komxebata rêxistinkirinê
13:50 Ciwanên HDP'î bi şahiyekê hatin cem hev
13:17 Ji ber dorpêça leşkeran 35 mal ji gund derketin
12:13 Bîlançoya mehekî ya Şerê li Başûr
11:25 Qeyûm parqa ku ji jinan re hatibû veqetanadin kir cafe
11:13 Malbata Şenyaşar banga vekirina doza nexweşxaneyê kir
10:51 Li Duhokê agir bi wargeha êzidiyan ket
10:47 Di qada cemaweriyê de kurdî tuneye!
09:30 Qedexeya zozanan û bihabûnê pişta sewalvaniyê şikandine
09:29 Midûrên biqusûr ên Melîh Gokçek anîne Mêrdînê
09:28 Dengbêjên jin: Duh tahdeya mêr, îro jî ya dewletê
09:16 Malbatên dest ji cerdevantiyê berdan: Wan çekên xwe deynin û dev ji bêbextiyê berdin
09:15 Ji dayikên berxwedêr ên Şengalê Kinê Xidir: Em ê Şengalê bo xayînan nehêlin
09:14 Ji mala şewitî têkoşîn û wêneyek wî ma
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2022'YAN
14/05/2022
22:11 Li Silopiyayê jinek hat qetilkirin
21:57 Li Ewropayê êriş hatin şermezarkirin
21:12 Li Amedê dê 'Meşa Ziman' bê lidarxistin
20:20 Li Amedê esnafekî xwe kuşt
19:15 Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir
18:49 Farqînê Serê Gulanê pîroz kir
18:30 Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin
18:00 Polîsan cenazeyê Aysel Doganê revand
16:21 Saziyên çand û ziman: Werin em ji bo ziman, çand û welatê xwe bibin xelek
16:14 Cerdevan li baregehên xwe bêserûber guleyan li derdorê direşînin
16:05 Girtiyê nexweş bi hinceta ‘qawîşa girtiyan’ tune ye nehat emeliyatkirin
16:04 'Divê ku berxwedana li dijî asîmîlasyonê berdewam bike’
15:45 Ji bo girtiyê nexweş Yagmakan banga berdanê hat kirin
15:26 ‘Bila girtiya nexweş Ekîm Polat bê dermankirin’
15:08 ÎHD’ê xwest kujerên xwendekarên zanîngehê bên cezakirin
15:03 Girtiyê nexweş Abdullah Ece kelemçekirî hatiye tedawîkirin!
14:52 Şerê li Çiyayê Gabar dijwar bû
14:43 Dayikên Şemiyê xwestin ku faîlên Orhan bên darizandin
14:29 Polîsan êrişî merasîma cenazeyê Aysel Dogan kir
14:21 Li Amedê TUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:04 Xizmên Windayan xwestin kujerên Avşar û Ozalp bên dîtin
13:45 Banga Rêya Sêyemîn li hêzên demokrasiyê kirin
13:24 Girtiyê nexweş Abdullah Ece jiyana xwe ji dest da
13:09 HDP’ê Konferansa Herêma Egeyê li dar xist
12:32 Hevalê qawîşê yê Çar Şoreşgeran: Rewşa îro ji ya wê demê talûketir e
12:27 KNK'ê banga xwedî derketina perwerdehiya bi kurdî kir
12:12 Temel: Divê Ocalan bigihîje azadiya xwe
11:34 Bîrkîlî: Tirkiye peymanên ziman binpê dike
11:13 Malbata Şenyaşar: Em ji we ne nêzikatiyeke cuda lê edaletê dixwazin
10:53 Jîno Reşîd: Divê jinên kurd li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
09:43 Xelkê Amedê: Werin em di 15’ê Gulanê de ji bo zimanê xwe bi hev re bimeşin
09:25 Cerdevanê ku ji qada şer vegeriya: Gelek leşker tên kuştin
09:08 Ji Azadiya Welat hînî kurdî bû û îro jî mamoste û nivîskar e
09:07 Jinên li dijî bişaftinê li ber xwe didin: Zimanê me nasnameya me ye
09:06 Ji bo Hatîce Ay a 73 salî axaftina bi kurdî helwesteke polîtîk e
09:05 Jinên TJA'yî: 40 sal in em nebûne aliyê têkçûyî, em ê cardin bi ser bikevin
09:05 Di 28 mehan de 24 êrişên bi SÎHA'yan: 31 mirî, 35 birîndar
09:04 Heso Îbrahîm: PDK û Tirkiye ji statûya Şengalê ditirsin
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2022'YAN