Gunay: Werin li dijî şer dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin

img

ENQERE - Gunay, di civîna heftane de bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û wiha got: “Helwesta ku PDK tê de ye, dilê kurdan diêşîne. Em bang li gelê kurd, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rewşenbîr û hemû rayedarên Kurdistanê dikin; werin dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin.”

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist. Gunay, bi bîr anîna Leyla Qasim a beriya 48 salan di 12’ê Gulana 1974’an de tevî 4 hevalên xwe ji ber têkoşîna xwe ya li dijî rejîma Iraqê hate darvekirin, dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Leyla Qasim û rêhevalên wê ji kesên ku li ser vê axê li dijî her cure zilmê li ber xwe didin û di vê oxirê de bedel didin re bûn îlham. Berdêla wan veguheriye mîrateyeke têkoşînê ya mezin. Dîsa em Leyla Qasim û jinên ku ji wê rojê heta niha li ber xwe dane û yên ku ji bo azadiyê berdêl dane bi rêzdarî û minnet bi bîr tînin.”
 
‘15’Ê GULANÊ JI BO ME CEJNEKE NETEWÎ YE’
 
Gunay, bal kişand ser 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û diyar kir ku 15’ê Gulanê ji bo wan cejna netewî ye û wiha got: “15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. 90 sal berê, bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan, di warê ziman û çanda kurdî de, 15’ê Gulanê, bû destpêka şoreşeke mezin. Kovara Hawarê ji bo pêşketina zimanê kurdî, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. 15’ê Gulanê ji bo me cejneke neteweyî ye. Cejna zimanê me pîroz be. Di 90’emîn salvegera Kovara Hawarê de, em Celadet Alî Bedirxan û hemû hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin û li ber xebatên wan ên pîroz bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”
 
‘HETA ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ EM Ê TÊBIKOŞIN’
 
Gunay, da zanîn ku di dîroka kurdan de sed sal in zext û asimilasyona li ser zimanê kurdî kêm nebûye û wiha berdewam kir: “Van heft salên dawiyê ev zext û zordarî zêdetir bûne. Polîtîkayên yekperestiyê, li Tirkiyeyê, pirrengî û dewlemendiyan ji holê radikin û feraseta yekperest li ser me ferz dikin. Em ji vir careke din zext, zor û qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê dayikê şermezar dikin û vê pergalê qebûl nakin. Heta zimanê Kurdî bi awayekî fermî were naskirin, qebûlkirin, em ê têkoşîna xwe roj bi roj xurttir bikin.” 
 
‘BILA PARTIYÊN KURD NEBIN PARÇEYEKÎ ÊRIŞAN’
 
Gunay, bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 17’ê Nîsanê de desthilata AKP’ê û MHP’ê êriş bir ser axa kurdan. Armanca van operasyonan ew e ku dixwazin kurdan ji cih û warê wan derxin, li Başûr û Rojava dixwazin destkeftiyên kurdan tune bikin. Êriş li dijî destkeftiyên gelê kurd e, bila partiyên kurd nebin parçeyek vê yekê. Dixwazin her warê kurdan wek Efrînê talan û wêran bikin. Ji ber ku hebûna xwe li ser dijminahiya kurdan ava kirine. Bandora van operasyonan ne tenê li ser kurdan li ser hemû gelên Rojhilata Navîn jî çêdibe. Bi van operasyonan aşkera bû ku hikûmet, îradeya gelê Başûr, statuya Herêma Kurdistanê nas nake û înkar dike. Îro ji çar aliyê cîhanê di serî de gelê kurd û gelên aştîxwaz li dijî vî şerê qirêj bertek nîşan didin, bangawazî dikin. Helwesta ku PDK tê de ye, dilê kurdan diêşîne. Eger îro Herêma Kurdistanê piştgiriyê bide kuştina kurdan, dîrok dê vê xirabiyê ji bîr neke. Em cardin bang li gelê Kurd, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rewşenbîr û hemû rayedarên Kurdistanê dikin; werin dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin.”
 
'KÎ JI BO ÇARESERIYÊ BI ROLA XWE RABE GIRÎNG E' 
 
Gunay, ji pirsa “Birêz Selahattîn Demîrtaş duh bangewaziyek kiribû ji rewşembîr û siyasetmedaran nameyek şandibû? Derbarê vê nameyê de helwesta we çiye, dê ji bo vê mijarê konferans bên li darxistin?” ev bersiv da: “Hemû hewldan ji bo me girîng û bi wate ne. Derheqê aştî û çareseriyê de kî bi rola xwe rabe ev ji bo me girîng e. Li pêşiya me kongreya me ya mezin heye beriya wê konferansên me hene. Em bi konferansan amedakariyên kongreya xwe dikin."
 
Gunay, ji pirsa “Ev çend roje maseya ku ji 6 partiyan pêk tê an jî muxalefet behsa guhertina qanûnên Tirkiyeyê dikin. Helwesta we di vî warî de çi ye?” re jî ev bersiv da: “Destpêk ne guhertina zagona ye destpêk guhertina helwestê ye. Em ê li helwesta wan binêrin û binirxînin."  
 

Sernavên din

13/05/2022
22:41 Li Mêrdînê bera sercerdevanekî dan
22:32 Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Eskerek mir
22:12 3 girtî sirgûn kirin
22:01 Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
20:56 Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin
19:51 Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin
19:05 Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar hat veşartin
16:39 Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir
16:14 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî!
15:45 Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin
15:40 TTB'ê banga mitîngê kir
15:20 Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin
14:29 Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
14:29 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
13:42 Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
13:29 Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:09 Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e
13:08 Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin
13:04 HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne
13:04 Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin
13:03 Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin
12:51 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
12:50 HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!
12:35 Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê
12:30 HSD'ê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
12:24 ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:40 Polisan di serdegirtinê de tundî li welatiyeke kirin
11:26 Gelo Tirkiye dê penaberên sûriyeyî di êrişan de bi kar bîne?
11:20 Sendîka kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dikin
10:42 Êrişên li ser gundên Kobanê berdewam dikin
10:38 ‘Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye’
09:21 ‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’
09:19 'Erdogan li Başûr têk çûye'
09:19 Li Yozgatê 16 girtî di hucreyê de ne
09:18 Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin
09:17 ‘Kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe didin'
09:15 Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!
09:14 Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin
09:12 Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'YAN
12/05/2022
22:23 Amedsporê ji bo nîvefînalê avantajek girîng bi dest xist
20:44 Dayika Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:36 Tûncel: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê
19:54 Şerzan Kûrt li ser gora xwe hat bibîranîn
19:17 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de rûdanek nû
16:53 Kiliçdaroglû hemû parlamenter vexwendin Stenbolê
16:47 DAIŞ'iyê ku lê hatiye gerandin li nexweşxaneya dewletê tedawî dîtiye
16:40 Wezîr Bozdag ji Dedeogûllari re got: Heke HDP hebe neyên cem min
16:16 Bangî Wezareta Dadê kirin: Vê zilmê bi dawî bikin
16:14 Şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de hat rakirin
16:10 Dozgerê ku nikare şahid bibîne xwest rojnamevan bên cezakirin
16:04 Heta ku edalet pêk were dê nobet berdewam bike
16:02 Akademîsyena aştîxwaz Gulden Ozcan jiyana xwe ji dest da
15:57 Dadgeha Bilind cezayê Kaftancioglu erê kir
15:55 TÛAYDER diçe kongreyê
15:32 Li Amedê 5 kes hatin binçavkirin
15:24 Platforma Ked û Demokrasiyê bertek nîşanî Yenî Akîtê da
15:18 Wê 'Don Kîxot' li 3 bajarên Tirkiyeyê bê nîşandan
15:10 Şandeya HDP’ê bi Serokkomarê Iraqê re hevdîtin kir
14:57 Zarokên Hamdiye Şik a ku hatibû qetilkirin: Em ne dilrehmiyê lê edaletê dixwazin
14:56 Li Rihayê mirina bigûman a zarokekê
14:37 Malbata Şenyaşar: Rêya me edalet e
14:25 Malbatên Nobeda Edaletê: Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:18 Leşker di Doza Kobanê de nahêlin parêzer miwekîlên xwe bibînin
14:13 Serpelê got ‘di operasyonê de pêşketinek nîne’ hat sirgunkirin, cerdevanekî îstîfa kir
13:49 Doza xebatkarê Azadiya Welat yê berê hat taloqkirin
13:43 Serlêdana ji bo Ozer a 80 salî cara duyemîn hate redkirin
13:36 Cenazeyê Mihanî yê ku bûbû qurbanê aşûtê hat veşartin
13:33 Îtirafên xwekuja DAIŞ’ê: Leşkerên tirk me derbasî Sûriyê kirin
13:01 ‘Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê em ê di 15’ê Gulanê de li qadan bin’
12:54 Çetîn a ku rastî îşkenceya kuçikan hatibû nehat tehliyekirin
12:45 Cenazeyê Naîf Olmez piştî 4 salan radestî malbata wî hate kirin
12:44 Tundî li girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê tê kirin
12:43 Gunay: Werin li dijî şer dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin
11:50 Li Zapê helîkoptera Skorsky hat xistin
11:48 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:38 Dengbêj Xalîde bi îşkenceyê hat binçavkirin
11:36 'Polîtîkayên ewlehiyê' zarokan dikujin!
11:36 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:34 Zaravayê soranî jî li wergera Googleyê hat zêdekirin
11:11 Parêzvana aştî û jiyanek bi rûmet: Aysel Dogan
11:08 Parêzerên Ocalan ji bo ‘qedexeyan’ serî li AYM’ê dan
10:29 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
09:10 Waliyên hin bajaran hatin guhertin
09:09 Armanca kampanyaya 'Bila PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin' 150 hezar îmze ne
09:08 Rojnamevan Aydin: Derz li PDK'ê ketine
09:08 Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan: Rewşa bavê min xirabtir bûye
09:07 Leyla Qasim: Nûnera jiyaneke birûmet
09:06 Endamên BASK-DER'ê: Em ê polîtîkaya PDK'ê ya bêbextiyê teşhîr bikin
09:06 Li Girtîgeha Edeneyê ya Tîpa T'yê ferzkirina lêgerîna tazî
09:05 Ji bo meşa 15’e Gulanê bang kirin: Divê hemû kes xwedî li ziman derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2022'YAN
11/05/2022
20:14 Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan jiyana xwe ji dest da
19:51 Keskesorê asîmanê Amedê xemiland
19:38 Zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
16:23 ‘Li her derê lêgerîna edaletê heye’
16:22 Rojnameger Altay beraet kir
16:02 Ji bo piştevaniya bi Rojava re li Îtalyayê şanoyek tê pêşandan