Armanca kampanyaya 'Bila PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin' 150 hezar îmze ne

  • rojane
  • 09:09 12 Gulan 2022
  • |

STENBOL - Berdevka TJA'yê Rabîa Baldemîr, anî ziman ku armanca kampanayaya ji bo PKK ji "lîsteya rêxistinên qedexe" bê derxistin hatiye destpêkirin 150 hezar îmze ye û got: "Bi rakirina qedexeyan re li Tirkiyeyê dê çareserkirina meseleya kurdî û gelek meseleyên din hêsan bibe." 

Bi bangawaziya Înîsyatîfa Edalet Ji Bo Kurdan a Navneteweyî, di Kanûna 2021'ê de li 30 welatî hezar û 3 kesên li qada navneteweyî tên nas kirin li hev kom bûn û kampanyaya "Bila PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin" dan destpêkirin. Kampanya her çû li Ewrpa, DYA, Qanada û Awistiralyayê berbelav bû. Kampanyaya îmzeyê ya ku li Ewropayê bi pêşengiya saziyên kurd tê meşandin, her wiha bi piştgiriya jinan xurtir dibe. 
ARMANC 150 HEZAR 
 
Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Rabîa Baldemîr têkildarî kampanyayê de axivî. Baldemîr, destnîşan kir ku di vê kampanyayê de armanca wan 150 hezra îmze berhev bikin û heya niha li dor 70 hezarî îmze hatine berhevkirin. Baldemîr ji bo piştgiriya kampanyayê bê kirin bang li jinan kir û got: "Em bibin yek, em ê bi ser bikevin." 
 
70 HEZAR ÎMZE BERHEV KIRINE
 
Baldemîr, ew jin ji bo kampanyaya "Bila PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin" bi taybetî dixebitin. Baldemîr, bibîr xist ku kampanya di meha Kanûnê de dest pê kiriye û niha li Ewropa, Qanada, DYA û Awistiralya û gelek welatên didome. Baldemîr, anî ziman ku kampanya dê salekê bidome û niha li seranserê Ewropayê didome û jin gelekî piştgiriya wê dikin. Baldemîr wiha axivî: "Armanca me em 150 hezar îmzeyî berhev bikin. Hê em negihaştine vê armancê. Lê ez wisa bawer dikim heya dawiya salê em ê bigihên vê hejmarê û belkî bêtir jî çêbibe. Me xwe gihand gelek kesên navdar jî. Em diçin ku em PKK çi ye, çima 'di lîsteya qedexe' de ye û çima ji nava vê lîsteyê nayê derxistin em van tiştan hemûyan yeko yeko dibêjin. Yanî pêvajoyeke dûr û dirêj e. Me li gelek bajaran ji bo kampanyaya îmzeyan stand vedan. Em di çalakiyan de pêwendiyê bi her kesî re datînin û çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Di heman demê de em serdana malan jî dikin. Kampanyaya me daye destpêkirin tenê ne ya herêmekê ye. Ji bo her kesî ye. Her kes Serokatî nas dike û haya her kesî ji polîtîkayn çewisîner ên Tirkiyeyê heye. Yanî gava em behsa kampanyayê dikin em zehmetiyê nakişînin." 
 
PARADÎGMAYA JINÊ ESAS DIGIRE
 
Baldemîr, destnîşan kir ku ev kampanya ji bo wan jinan kampanyayeke pir girîng e û got: "Ji lew re PKK tevgereke ku wekhevî û azadiya jinan diparêze. Li seranserê cîhanê zayendparêzî, dînparêzî û faşîzm zêde dibe, lê tevgera PKK'ê bi israra paradîgmaya azadiya jinê diparêze û ji vê xeta xwe tawiz nade." Baldemîr, anî ziman ku pergaleke ku ev qas tiştî di xwe de dihewîne divê ne di "lîsteya qedexe" de be û got, divê qedexekirina vê tevgera ev qasî demokrastîk û li ser esasê jinan bê bikeve ber nîqaşê. 
 
POLÎTÎKAYÊN BIŞAVTINÊ
 
Baldemîr, bilêv kir ku daxilkirina PKK'ê ya nava "lîsteya rêxistinên qedexe" û komploya navdewletî girêdayî hev in û wiha got: "Piştî komploya navdewletî bi sê salan PKK daxilî nava 'lîsteya qedexe' hat kirin. Li Almanyayê poster û wêneyên ocalan hatin qedexekirin. Komeleyên li wir bi êrişan re rû bi rû man, eynî wekî yên li Tirkiyeyê. Gava PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên qedexe' derxin dê PKK'ê û gelê kurd jî qebûl bikin. Derxistina ji lîsteya qedexe di heman demê de dê pêşî li ber rakirian tecrîda li ser Serokatî (Ocalan) û berdana wî veke. Ji lew re ev hemû girêdayî hev in. Gava qedexe bê rakirin em ê karibin di warê têkoşîna hiqûqî de jî bi ser biekvin. Di sala 2014'an de li Brukselê ji bo PKK ji 'Lîsteya qedexe' bê derxistin li hemberî dîwana edaletê doz hat vekirin. Ji bo vê lîsteyê delîlek tune bû û biryarên wan li hev dernektin. Û biryar dan ku heya 6 mehên din jî di lsîteyê de bimîne. Herî dawî di 2021'ê de biryarê xera kirin, ji lew re delîlekê nabînin. Lê dîsa jî bêhiqûqîtî didome. Dixwazin kurdan bê Serok bihêlin, PKK'yê biqedînin û ziman, çand û nasnameya kurdan bê parastin bihêlin. Dibêjin bila PKK tune be, lê kurd hebin, kurd hene, lê mafên wan tune ne. Me li dijî polîtîkayên bişavtinê û qirkirinê ev kampanya da destpêkirin." 
 
Baldemîr, destnîşan kir ku dê ev kampanya bandorê li polîtîkayên tecrîdê yên Tirkiyeyê hî bike û wiha domand: "Li Tirkiyeyê di şexsê HDP'ê de gelê kurd û di heman demê de jin hedef têng irtin. Her kes dizane bê Denîz Poyraz bi destê kê çawa hatiye kuştin. Herî dawî jî kesekî kes nizane bê çi teba ye, gef li Parlementera HDP'ê Ayşe Acar Başarê xwar. Ev nêzîkatî nîşan dide ku bê tahdeya li hemberî dewletê bi dstê dewletê çawa tê rewakirin. Li Tirkiyeyê tahde her diçe zêdetir dibe. Jin tim hedef tên girtin. Li Tirkiyeyê jin tên qirkirin. Ger paradîgmayeke ku azadiya jinê pêk bîne ev girêdayî rakirina qedexeya li ser PKK'ê ye. Yanî dê bibe Tirkiyeyeke û rojhilateke Navîn ku jin bi rihetî karibin siyasetê bikin, mafên xw enîqaş bikin. Rakirina qedexeyê di heman demê de dê rê li ber demokratîkbûyîna Tirkiyeyê jî veke." 
 
Baldemîr got: "Bi rakirina qedexeyan re li Tirkiyeyê dê çareserkirina meseleya kurdî û gelek meseleyên din hêsan bibe." 
 
KAMPANYA DÊ BIDOME
 
Baldemîr, da zanîn ku gava îmzeyên ku wan wekî armanc danîne ber xwe berhev bikin vê carê dê pêvajoya hiqûqî dest pê bike û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Heya ji destê me bê divê em xwedî li kampanyayê derkevin. Kampanya ji bo ciwan û jinan girîng e. Divê em li her derî divêtiyê kampanyayê bilêv bikin. Divê em bilêv bikin bê ji bo me çi qasî girîng e. Lewma gava em bi hev re xwedî li vê kampanyayê derkevin wisa bawer dikim ku em ê bi ser bikevin." 
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

13/05/2022
22:41 Li Mêrdînê bera sercerdevanekî dan
22:32 Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Eskerek mir
22:12 3 girtî sirgûn kirin
22:01 Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
20:56 Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin
19:51 Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin
19:05 Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar hat veşartin
16:39 Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir
16:14 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî!
15:45 Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin
15:40 TTB'ê banga mitîngê kir
15:20 Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin
14:29 Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
14:29 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
13:42 Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
13:29 Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:09 Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e
13:08 Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin
13:04 HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne
13:04 Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin
13:03 Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin
12:51 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
12:50 HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!
12:35 Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê
12:30 HSD'ê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
12:24 ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:40 Polisan di serdegirtinê de tundî li welatiyeke kirin
11:26 Gelo Tirkiye dê penaberên sûriyeyî di êrişan de bi kar bîne?
11:20 Sendîka kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dikin
10:42 Êrişên li ser gundên Kobanê berdewam dikin
10:38 ‘Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye’
09:21 ‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’
09:19 'Erdogan li Başûr têk çûye'
09:19 Li Yozgatê 16 girtî di hucreyê de ne
09:18 Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin
09:17 ‘Kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe didin'
09:15 Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!
09:14 Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin
09:12 Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'YAN
12/05/2022
22:23 Amedsporê ji bo nîvefînalê avantajek girîng bi dest xist
20:44 Dayika Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:36 Tûncel: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê
19:54 Şerzan Kûrt li ser gora xwe hat bibîranîn
19:17 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de rûdanek nû
16:53 Kiliçdaroglû hemû parlamenter vexwendin Stenbolê
16:47 DAIŞ'iyê ku lê hatiye gerandin li nexweşxaneya dewletê tedawî dîtiye
16:40 Wezîr Bozdag ji Dedeogûllari re got: Heke HDP hebe neyên cem min
16:16 Bangî Wezareta Dadê kirin: Vê zilmê bi dawî bikin
16:14 Şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de hat rakirin
16:10 Dozgerê ku nikare şahid bibîne xwest rojnamevan bên cezakirin
16:04 Heta ku edalet pêk were dê nobet berdewam bike
16:02 Akademîsyena aştîxwaz Gulden Ozcan jiyana xwe ji dest da
15:57 Dadgeha Bilind cezayê Kaftancioglu erê kir
15:55 TÛAYDER diçe kongreyê
15:32 Li Amedê 5 kes hatin binçavkirin
15:24 Platforma Ked û Demokrasiyê bertek nîşanî Yenî Akîtê da
15:18 Wê 'Don Kîxot' li 3 bajarên Tirkiyeyê bê nîşandan
15:10 Şandeya HDP’ê bi Serokkomarê Iraqê re hevdîtin kir
14:57 Zarokên Hamdiye Şik a ku hatibû qetilkirin: Em ne dilrehmiyê lê edaletê dixwazin
14:56 Li Rihayê mirina bigûman a zarokekê
14:37 Malbata Şenyaşar: Rêya me edalet e
14:25 Malbatên Nobeda Edaletê: Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:18 Leşker di Doza Kobanê de nahêlin parêzer miwekîlên xwe bibînin
14:13 Serpelê got ‘di operasyonê de pêşketinek nîne’ hat sirgunkirin, cerdevanekî îstîfa kir
13:49 Doza xebatkarê Azadiya Welat yê berê hat taloqkirin
13:43 Serlêdana ji bo Ozer a 80 salî cara duyemîn hate redkirin
13:36 Cenazeyê Mihanî yê ku bûbû qurbanê aşûtê hat veşartin
13:33 Îtirafên xwekuja DAIŞ’ê: Leşkerên tirk me derbasî Sûriyê kirin
13:01 ‘Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê em ê di 15’ê Gulanê de li qadan bin’
12:54 Çetîn a ku rastî îşkenceya kuçikan hatibû nehat tehliyekirin
12:45 Cenazeyê Naîf Olmez piştî 4 salan radestî malbata wî hate kirin
12:44 Tundî li girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê tê kirin
12:43 Gunay: Werin li dijî şer dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin
11:50 Li Zapê helîkoptera Skorsky hat xistin
11:48 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:38 Dengbêj Xalîde bi îşkenceyê hat binçavkirin
11:36 'Polîtîkayên ewlehiyê' zarokan dikujin!
11:36 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:34 Zaravayê soranî jî li wergera Googleyê hat zêdekirin
11:11 Parêzvana aştî û jiyanek bi rûmet: Aysel Dogan
11:08 Parêzerên Ocalan ji bo ‘qedexeyan’ serî li AYM’ê dan
10:29 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
09:10 Waliyên hin bajaran hatin guhertin
09:09 Armanca kampanyaya 'Bila PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin' 150 hezar îmze ne
09:08 Rojnamevan Aydin: Derz li PDK'ê ketine
09:08 Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan: Rewşa bavê min xirabtir bûye
09:07 Leyla Qasim: Nûnera jiyaneke birûmet
09:06 Endamên BASK-DER'ê: Em ê polîtîkaya PDK'ê ya bêbextiyê teşhîr bikin
09:06 Li Girtîgeha Edeneyê ya Tîpa T'yê ferzkirina lêgerîna tazî
09:05 Ji bo meşa 15’e Gulanê bang kirin: Divê hemû kes xwedî li ziman derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2022'YAN
11/05/2022
20:14 Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan jiyana xwe ji dest da
19:51 Keskesorê asîmanê Amedê xemiland
19:38 Zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
16:23 ‘Li her derê lêgerîna edaletê heye’
16:22 Rojnameger Altay beraet kir
16:02 Ji bo piştevaniya bi Rojava re li Îtalyayê şanoyek tê pêşandan