Doza Kobanê: Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye?

img
ENQERE - Di Doza Kobanê de siyasetmedar Zeynep Olbecî, hincetên di biryarên ji bo berdewamiya girtina wê de hatine nîşandan bibîr xistin û got: "Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye ku tê xwestin 38 caran cezayê muebeda giran li min bê birîn? Qey hûn jineke ezeb ji xwe re wekî gefekê dibînin?" 
 
Danişîna 12'an a Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê piştî navbereê li hêwana Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Parlementerê HDP'ê Alî Kenanoglû û rojnamevan Huseyîn Aykol jî di nav de gelek parêzer û kes tevli danişînê bûn. 
 
HINCETA GIRTINÊ
 
Siyasetmedar Zeynep Olbecî piştî navberê parastina xwe ji cihê mayî domand. Olbecî, di destpêkê de bibîr xist ku tê xwestin HDP jî wekî DTP'ê bê girtin û got, heya roja hatim girtin jî min xebatên xwe yên siyasî domandin. Olbecî, destnîşan kir ku biryarên ji bo berdewamiya girtina wê yên ku 15 meh in didomin dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ne û got: "Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de derbarê min de biryara binçavkirinê tune bû, lê di bin navê Doza Kobanê de ji bo min binçav bikin polîs di 27'ê Cotmeha 2020'an de çûne mala min a li Semsûrê. Wê çaxê ez li Stenbolê bûm û min xebatên xwe yên siyasî didomandin. Ji ber ku min nizanibû derbarê min de lêpirsîn hatiye destpêkirin, min xebatên xwe didomandin. Jixwe ez li ber marketekê hatim binçavkirin. Paşê di 27'ê Çileyê de ez bi rêya SEGBÎS'ê tevli dadgehê bûm. Biryara girtinê ya derbarê min de biryareke dijqanûnî ye. Roja ku polîsan avêt ser mala min, ez ne li mal bûm, lê ev yek wekî hinceta girtinê hatiye nîşandan. Ez, ji ber ku bi awayekî çalak di nava siyasetê de me, wê rojê ez ne li malê bûm. Nelimalbûna min, ne rewşeke awarte ye." 
 
'DELÎL TUNE NE'
 
Olbecî, destnîşan kir ku angaştên şahidê veşarî ÛLAŞ ji bo biryara berdewamiya girtinê têr nakin û lewma heyeta dadgehê jî hin hincetên nû ji bo berdewamiya girtinê çêkirine Olbecî got: "Ev, hem biryarên Dadgeha Qanûna Bingehîn hem jî yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) binpê kirine." Olbecî, bilêv kir ku ji bo girtinê gumanên xurt divên û got, lewma beyanên şahidên veşarî jî di nav de di dosyeyê de tu delîl tune ne. 
 
Olbecî ku got "Ne pêkan e ez delîlan winda bikim" diyar kir ku şensekî wê yê ku karibe îfadeyên şahidên veşarî biguherîne jî tune ye, lewma biryara girtina wê xwe dispêre bingeheke pûç.  li ser bingeheke pûç hatiye dayîn.  
 
HINCETA GIRTINA WÊ: EZEBBÛN
 
Olbecî, di berdewama parastina xwe de bal kişand ser hinceteke sosret a ji bo girtina wê û got: "Ji destpêka vê darizandinê heya niha tiştek heye dikim nakim jê fêm nakim. Di hinceta min a ji bo berdewamiya girtina min de hatiye nivîsandin ku 'ezeb' e. Qey hûn jineke ezeb ji xwe re wekî gefekê dibînin? Ji dêvla vê li tiştên ku her roj li jinan tên kirin mêze bikin. Xwarina em dixwin, kincên em li xwe dikin, kenê me bi xwe jî dibe hincet ji bo destdirêjiya mêran. Gelo heyameke wekî vê heyamê heye ku ev qasî mafên mirovan hatine pûçkirin? Gelo heyamek wekî vê heyamê heye ku mafên jinan ew qasî ketibe ber lêpirsîn? Nizanim. Çima meseleya min a zewicandinê dibe pirsgirêka vê dadgehê? Nizanim ez ê çi bibêjim. Li vî welatî ji bo mirov bi ewleyî bijîn, berprisiyarî dikeve ser milê me hemûyan. Ez jî li gor zanebûna xwe ji bo vê tevdigerim û tevgeriyam jî. Min di nava gelek kampanyayan de jî cih girt. Min di nav kampanyaya 'Em ne namûsa tu kesî ne' de jî cih girt. Ji bo di wê xebatê de şaşiyan nekim, ez çûm tevli semînerên derûnas û civaknasan bûm. Ji bo jin hay ji xwe hebin tevli gelek panelan bûm. Di van xebatan de ya herî zêde bandor li min kir mijara zewcandina zarokan bû. Hûn vê wekî rewşeke civakî nahesibînin û bi vê mijarê re eleqedar nabin, lê hûn radibin bi zewaca min re eleqedar dibin. Çi eleqeya zewicandina min û darizandina min bi hev heye ku tê xwestin 38 caran cezayê muebeda giran li min bê birîn?" 
 
Olbecî di dawiya parastina xwe de bilêv kir ku 15 meh in bê delîl girtiye û got: "Ger ez bibînim hewce dike ez ê paşê parasina xwe bidomînim." Olbecî, doza berdana xwe kir. 
 
Piştî Olbeciyê parêzeran mafê axaftinê xwestin û parastin kirin û doza berdana Olbeciyê kirin. 
 
ÇARESERIYA DEMOKRATÎK PÊKAN E'
 
Paşê aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata axivî. Ata, destnîşan kir ku tevgera jinên kurd tê îllegalîzekirin û got, lê em ê nehêlin jin li hêwanên dadgehan jî bên îllegalîzekirin. Ata ku ji serokê dadgehê re got "hûn çima me didarizînin" û got: "Pêdiviya vî welatî bi fikirên cuda heye. Em li ber vê pergalê radibin, pergala ku destûra jiyanê nade. Em naxwazin em cenazeyên her du aliyan jî hilgirin. Tevgera jinên kurd îro ro tam li orta navenda 'ez heme û çareseriya demokratîk pêkan e' bi xwe. Em rastî ne." 
 
Danişîn dê sibê ji cihê mayî bidome. 

Sernavên din

11/05/2022
15:54 Tosûn, hejmara girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ji Wezîrê Dadê pirsî
15:48 Barzanî Şengalê hedef nîşan da
14:51 Malbatên li ber ATK’ê bang kirin: Bila ji pirsgirêkên girtiyan re çareseriyekê bibînin
14:46 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Kobanê: Welatiyek hat qetilkirin
14:45 Ji sedî 77,1'ê astengdaran bi xetereya xizaniyê re rû bi rû ne
14:28 Li ser sînorê Başûr xendek tên kolandin û têla direhî tê raçandin
14:18 'Wê zext nikaribin min bizdînin'
14:10 Li Stenbolê ji bo çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî bang hate kirin
13:55 Îranê herêma Balekayetî û Biradost bombebaran kir
13:53 Çûna çar gundên Silopiya hat qedexekirin
13:34 Li Bestayê êrişa leşklerî bi birîna daran dest pê kir
13:33 Li Qoserê 10 kes hatin binçavkirin
13:16 Devera ku li cenazeyê kolber tê gerandin ji welatiyan re hat qedexekirin
13:12 Dag: Bi minasebeta 15’ê Gulanê bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Sarica: Hewceye em xwe bigihînin Îmraliyê û dengê Ocalan bibihîzin
12:36 Malbata Şenyaşar: Tiştên ku Serokomar gotin em qebûl nakin
12:35 Dozger 15 sal ceza ji rojnamevan Şahîn re xwest
11:49 Li Elmanyayê li dijî qedexeya PKK'ê serlêdana hiqûqî
11:25 Dayikên Aştiyê: Wê AKP û Barzanî winda bikin
11:24 Li ser rêya Elkê û Colemêrgê qeza pêk hat: 2 kes mirin 5 kes birîndar bûn
10:50 Balafirên dewleta tirk êrişî Kobanê kirin
10:49 Parêzerên ku qetlîama li Cizîrê protesto kiribûn beraet bûn
10:31 Ji ber ku 'derneket lijneyê' 4 caran înfaza wî hat şewitandin
09:45 Rojnamevan Şîrîn Ebû Akîle ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hate qetilkirin
09:35 Hevşaredarên Sêrtê derdikevin pêşberî dadger
09:34 Wezareta Edaletê bersiv neda serlêdana Ocalan
09:17 Hunermendan xwest her kes li dijî êrişan rabe
09:08 Çawişên pispor dertên destûrê û careke din venagerin
09:06 Çawişê faîlê destdirêjiyê bi hinceta 'razîbûnê' beraet kir
09:04 'AKP bi polîtîkaya xwe ya girtîgehê sûc dike'
09:03 Endama SMJÊ Agal: Êzidiyan xewnên dewleta tirk ên dîrokî herimandin
09:01 Nazîre Bîrlîk: PDK şirîkatiya kujerên kurê min dike
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2022'YAN
10/05/2022
20:26 Li Bismilê zarokan ji bo 15'ê Gulanê resm xêz kirin
18:26 Li Şirnexê 2 jin hatin binçavkirin
16:50 Kuytul, ji Girtîgeha Kurkçulerê sewqî Girtîgeha Panosê hat kirin
16:37 Zarokê ku li Serekaniyê bi guleyekê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:24 HDK’ê Meclisa Çand û Hunerê ragihand
16:18 Li Îzmîrê di Nobeta Edaletê de banga hestiyariyê hate kirin
16:14 Sancar: Îktidar wê bi polîtîkaya alozî û tirsê bi ser nekeve
15:59 Îtîraza li dijî girtinên di Doza Geziyê de hatibû kirin hate redkirin
15:46 Li Duhokê jinek hat qetilkirin
15:41 Mezlûm Ebdî: Em ê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin
15:24 Ji bo mamosteyê kurdî Latîfî kampanyaya îmzeyê dest pê kir
14:58 Navenda Hafizeyê: Desthilatdarî, daraz û çapemenî li dijî parastvanên mafan bûne yek
14:38 Hevseroka HDP’a Stenbolê Bîrol bertek nîşan da: Em di rêya xwe de ne
14:37 Ozer û hevjînê xwe ji ber dermankirina jinekê hatin girtin!
14:05 Xizmên Girtiyan: Bi salan jî bidome em ê têbikoşin û edaletê bixwazin
13:35 Banga beşdariya doza Qetlîama Enqerêyê hat kirin
13:32 Doza Kobanê: Gokalp, îdiayên 2 şahidên nepen derewand
12:38 Lêpirsîna derbarê Emîne Şenyaşar de bi dozvenekirinê encam da
12:35 Di doza êrişa 5’ê Hezîranê de beraet dan polîsan
12:34 Zarokê ku bi guleya ji Serekaniyê hatibû û birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Ji 888 welatiyan daxuyaniya Geziyê: Em xwe îxbar dikin
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Serlêdana 'hepsa malê' ya ji bo Ozer a 80 salî hate redkirin
11:35 Hesabên Tirkiyeyê yên petrol û xaza xwezayî
11:18 Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin
11:17 Kesê ku di bin kontrola polîsan de ket avahiya HDP'ê kî ye?
10:47 Li Hezex û Dêrikê 9 kes hatin binçavkirin
10:29 Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin
10:25 RAYBUS’a qeyûm çend roj şûnde xera bû
10:25 Li girtîgehekî Ekvadorê şer: 43 kes hatin kuştin
09:56 Qeyûm ji bo tamîra parkê 10 milyon lîre da îhaleyê!
09:03 Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker
09:03 Polîsan ji nîşeya 'JÎTEM'ê re got 'zarok daniye'
09:03 Vê carê jî cerdevanan di dilqê 'şivanan' de dişînin Besta û Gabarê
09:03 Siyasetmedar Ebdulxaliq: Tirkiye bûye dewleteke dagirker
09:03 Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin
09:03 Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike
09:01 Bulak: Pirtûka ewil a çîrokên kurdî ya modern Şewqa Sibê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN
09/05/2022
20:44 Doza Kobanê: Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye?
20:22 Li Amedê Platforma Kurdî: Em li her derî bi kurdî biaxivin
19:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake
18:59 Li Meletiyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî
16:58 Cerdevan ji Elkê birin Çiyayê Gabarê
15:59 Ji bo dîtina cenazeyên kolbera xebatên lêgerînê didomin
15:27 Dayikên aştiyê bertek nîşanî gefa li Başaran hatibû xwarin dan
15:25 Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye
15:14 ‘Têkoşîna dayikan bûye hêviya civakê’
14:34 Kedkarên Îtalyayê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê dest bi grevê dikin
14:28 ‘Ne astengdar ne jî mafên wan tên dîtin’
14:24 Doza Kobanê: Banga 6’ê Cotmehê qîrîna li dijî bêdengiyê bû
13:58 Îdiaya dewrkirina Medreseya Sor kete rojeva Meclisê
13:26 Li Geverê liv û tevgera leşkerî didome
13:15 Li Marûnîsê 8 leşker hatin kuştin û leşkerek jî winda ye
13:05 Li Qoserê qenalîzasyon xetimîn û çareseriyek nehat dîtin
12:46 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
12:44 Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'