Çalakgera Nobeda Edaletê Tîmûr: Em netirsiyan, em ji niha pê ve jî natirsin

  • jin
  • 09:42 6 Gulan 2022
  • |
img
WAN - Çalakgera Nobeda Edaletê Aslihan Tîmûr ku bi salan bi awayekî sîstematîk rastî tahdeya dewletê hatiye got: "Tu tişt nema nehat serê me, lê em netirsiyan û ji niha û pê ve jî em ji kesî natirsin." 
 
Li Wanê Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin didome. Ji çalakgerên Nobeda Edaletê Aslihan Tîmûr, dayika girtî Botan Tîmûr, di roja 45'an a nobedê da anjiyo bûbû û nobed dewrî hevjînê xwe Kazim Tîmûr kiribû. Tîmûr, piştî baş bû cardin ji cuhê mayî daxilî nava nobedê bû. 
 
Dayik Aslihan Tîmûr, di sala 1981'ê de li gundê Mezra yê Bêşebaba Şirnexê zewiciye û bi navê Naîm (30), Rojhat (28), Azad (27), Welat (25), Botan (23) û Hamit (15) 6 zarokên wê çêbûne. Di sala 1988'an de gava xizmên hevjînê wê cerdevantiyê li wan ferz kirine, wan jî qebûl nekiriye û bar kirine çûne Colemêrgê. Malbata Tîmûr gava diçe Colemêrgê, li vir jî bi tahdeya dewletê re rû bi rû dimîne. 
 
Li vir polîs bi awayekî sîstematîk avêtine ser mala Aslihan Tîmûrê. Di avêtina ser malê de 4 zarokên wê hatine binçavkirin û ji wan 2 jê hatine girtin. Di sala 2014'an de polîs avêtine ser malê û Azad, Naîm û Botan hatine binçavkirin. Ji wan Naîm û Botan hatine girtin û Azad jî hatiye berdan. Naîm 8 mehan û Botan jî salekê di girtîgehê de maye. Di sala 2016'an de jî bi îdiaya "xwekuj" e Botan li Wanê li mala birayê xwe Rojhat hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Piştî darizandinê 18 sal ceza li Naîm Tîmûr hatiye birîn. Ji ber vê Naîm çûye derveyî welêt û Azad jî koçî bajarekî din kiriye. Piştî Botan hatiye girtin dayik Aslihan Tîmûr mala xwe aniye Wanê.
 
Dayik Tîmûr, behsa tahdeya dewletê û têkoşîna xwe ya li dijî vê tahdeyê kir. 
 
'ME SERÎ NETEWAND'
 
Dayik Tîmûr, bibîr xist ku ji ber xizmên hevjînê wê cerdevantî li wan ferz kirine ji Şirnexê bar kirine û got: "Ji ber ku hevjînê min nebû cerdevan ji me nefret dikirin. Lê tevî hemû tahde û girtinan jî me serî netewand. Ger em bûbûna cerdevan dê rewşa me ya aborî baş bûna, lê em nebûn. Me ev qas zor û zehmtî kişandin lê dîsa jî me serî netewand." 
 
'BOMBE AVÊTIN MALA ME'
 
Dayik Tîmûr, diyar kir ku piştî li Colemêrgê bi cih bûne cardin bi tahdeya dewletê re rû bi rû mane û got: "Polîs 24 saetan li ber mala me bû û tim bombeyên gazê diavitin. Rojekê gava min nan li tendûrê dixist, bombeya gazê avêtin hundirê me, mala me şewitî. Cîran gihaştinê e wtefandin. Ez ji xwe çûm. Ji ber tahdeya dewletê me ji Colemêrgê jî bar kir." 
 
Dayik Tîmûr, bilêv kir ku kurê wê Botan 6 sal in di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê de di beşa "kategoriyê" de ye û hê jî tê darizandin. Tîmûr, diyar kir ku tê xwestin 9 caran cezayê muebed li kurê wê bê birîn û got: "Ma kurê min çi kiriye ku dixwazin ev qas cez alê bibirin? Di danişînan de angaşt bi delîlan hatin pûçkirin. Dosye vikî vala ye." 
 
'DIVÊ DAYIK RABIN SER PÊYAN'
 
Tîmûr di dawiya axaftina xwe de got: "Em edaletê dixwazin. Divê dayik rabin ser pêyan. Gava em dengê xwe bilind bikin dê bê bihîstin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Tenê ne ji bo zarokên xwe ji bo hemû girtiyan di çalakiyê de me. Bila girtiyên nexweş bên berdan û îşkenceya li girtîgehan bi dawî bibe. Bila baş zanibin, heya ev bêedaletî hebe dê çalakiya me bidome. Tu tişt nema nehat serê me, lê em netirsiyan û ji niha û pê ve jî em ji kesî natirsin." 
 
MA / Mehmet Şah Orûç 

Sernavên din

09/05/2022
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'
09:01 Şêniyên Amedê: Tu ferqa PDK'ê ji AKP'ê tune ye
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2022'YAN
08/05/2022
20:24 Jin li dijî şer meşiyan
19:57 Bûldan: Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û bi ser bikevin
17:26 Dayikan bertek nîşanî PDK’ê da: Vî şerê qirêj rawestîne
16:40 Hiqûqnasan Dozên Kobanê û Geziyê nirxandin: Em ê peyamê negirin
15:54 Dayikan ji Nisêbînê bang kirin: Werin em li dijî şer biherikin ser sînor
15:20 Li Dêra Giragos piştî 7 salan ayîna yekem hate lidarxistin
15:03 Li Nisêbînê meş hat lidarxistin: Vî şerê qirêj bi dawî bikin
14:41 Ciwanan ji ber Roja Dayikan serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:28 Li Wanê banga xwedî derketina demokrasiyê hate kirin
13:50 Li HDP’ê beriya kongreyê konferansa jinan dest pê kir
11:41 Li Herêma Kurdistanê 100 hezar îmze hatin komkirin
11:21 Guvenê ji dayikan re name şand: Hêvî ji serkeftinê binirxtir e
11:17 Bernameya Cejna Zimanê kurdî aşkera bû: Dê di navbera 8 û 16’ê Gulanê bê pîrozbikin
10:43 Bi pirsa “Abdûlah Ocalan ji bo we çi îfade dike?” berdana girtiyekê 3 mehan hatiye taloqkirin
09:10 Hevserokê SES a Rihayê Karataş: Divê Waliyê Rihayê bibe şahid
09:09 Rojnamevan Hujebrî: Tirkiye dixwaze bi bêbextiya PDK'ê bi ser bikeve
09:07 Li dijî êrişan banga elewiyan: Têkoşîna hevpar
09:06 Girtiyên ku cezayê hucreyê lê hatiye birîn înfaza wî bi temamî hatiye şewitandin
09:05 Hatin dawiya desthilata xwe ya 20 salî
09:01 Qeyûm tabeleya navê ‘Şengalê’ guherand
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2022'YAN
08:33 Teatra Yekta Hevî promiyera ‘Tu Ne Gara Yî’ li Amedê da nîşandan
07/05/2022
20:25 Li Amedê pêşangeha Ben û Senê
19:36 Dêra Sûrp Gîragosê piştî 7 salan hat vekirin
19:11 Piştî 4 mehan cenazeyê 'kolber' Barzan Mihanî hat dîtin
18:12 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê ye
17:31 Hevrikê Amedsporê yê play-offê diyar bû
16:48 Artêşa Iraqê êrişî çalakvanên Duholayê kir
16:40 HPG’ê têkildarî mirina tûrîstê danîmarkî daxuyanî da
16:33 400 hefte ye ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar dixin
15:38 Li Gabarê 2 leşker hatin kuştin
15:33 Girtiyê nexweş Yildirim di hucreya yekkesî de tê ragirtin
15:10 Fermandarê Asayîşa Êzidxanê: Artêşa Iraqê bi tevahî ji Şengalê venekişiyaye
15:01 Zarok jî di nav de 10 kes hatin binçvkirin
14:55 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Guler bê berdan
14:10 Li dijî şer li Geverê bang kirin: Sekna gel dê pêşeroja me diyar bike
14:09 Girtiyê nexweş Seyîthan Ay piştî 30 salan hate berdan
13:59 Dayikên Şemiyê ji bo Ayşîn edalet xwest
13:42 Rojnameger Kopplîn: Bi milyar dolaran mal û milkê Barzaniyan heye
13:41 Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn
13:26 Jinan bersiv dan êrişa li dijî Başaran: Em ê paş ve gav neavêjin
12:48 Malbata Şenyaşar: Rêveberiya xerab felaket e
12:01 Wêneyê provokatorên li ber HDP’ê bi Soylu re derket holê
11:56 ‘Li ku derê destkeftiyên kurdan hebin PDK bi dijminan re êrişî wir dike’
11:53 Hejmara 4'emîn a Kovara Destar gihişt ber destê xwîneran
11:09 ‘Keça manewî’ ya Erdogan vê carê jî çav berda Medresa Sor!
11:04 Pevçûna li Çiyayê Cûdî plana li Zapê serûbin kir
10:29 Xelkê Cizîrê: Ew çiqasî êrişî HDP’ê bikin em ewqasî xurt dibin
10:02 Hêj qedexeya 6 mehan bi dawî nebûyî qedexeyeke din danîn
10:00 Dayika Mehmet û Orhan Tunç: Diyariya herî bi wate aştî û edalet e
09:37 Berteka welatiyan a li dijî êrişên Tirkiyeyê: Pereyê şer ji berîka xelkê derdikeve
09:31 Du hevrêyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Sedsala 21’emîn bûye sedsala ji rastiya xwe dûrketin
09:18 Ji bo pîrozbahiyên Roja Cejna Zimanê Kurdî bang: Beşdarî çalakiyan bibin
09:18 Wezaretê biryara DMME'yê bibîr xist, dadgeh berevajî biryarê tevgeriya
09:16 ‘Roja edalet bê em ê Roja Dayikan pîroz bikin'
09:15 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz pirtûkeke çîrokan
09:13 Belgefîlma 'Demans' dê li Êlihê bê nîşandan
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2022'YAN
06/05/2022
20:08 DAKAP: Jin dê vê zimandirêjiya feraseta nêrza bi dîwêr ve bizmar bike
19:35 Ji bo meşa Geverê bang kirin
16:39 Rojnameger Halîs Taşgir jiyana xwe ji dest da
16:32 Li Garê droneya PDK'ê hat xistin
16:24 AYM: Qeydkirina hevdîtina girtî binpêkirina maf e
15:50 Bertekên li dijî êrişa ser HDP’ê zêde dibin: Em ê bi mezinkirina berxwedanê bersiv bidin
15:46 Îşkence û muameleya xerab ên li girtîgehên Wan, Îdir û Panosê ‘asayî’ ne!
15:45 Li ser bertekan cih dan kurdî
15:33 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:22 HDP’ê Kongreya Jinan a Herêma Behra Reş li dar xist
15:17 Dayikên Aştiyê: Divê Barzanî dest ji xiyanetê berde
15:13 Raportorê AP’ê yê Tirkiyeyê Amor ji bo HDP’ê peyam piştgiriyê da
15:12 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn
15:11 KCDK-E Başûr ji bo Şengalê nameyek ji Nûnerê NY ê Iraqê re şand
14:43 Başaran: Dê desthilatdarî nekare bi sorkirina şer re xwe xelas bike
14:42 Malbata Yilmaz li pêş Girtîgeha Sîlîvriyê ye: Faîlan derxînin holê
14:27 6 partiyan banga piştevaniya HDP'ê kirin
14:23 Sancar: Em bi hevpariya mîrasa Denîzan serbilind in
13:55 Koma Tifaqa Kurdistanî bertek nîşanî êrişa ser HDP’ê da: Divê Soylu îstîfa bike
13:09 Malbata Şenyaşar 424 roj in Nobeda Edaletê digire
13:08 Di teqîna tersxaneya Tuzlayê de 5 karker birîndar bûn
12:47 Gelek doktorên pispor birin nexweşxaneyên Sahrayê
12:43 Siddik Guler terkî mirinê hate kirin: Xwe bi dîwaran ve girt û hate hevdîtinê
12:16 Fatûreya polîtîkaya şer: 70 milyar bo parastina neteweyî û 200 milyon lîre jî bo dîwarên sînor xerc kirin
11:45 Siyasetmedara kurd a ducanî li Girtîgeha Ûrmiyê di greva birçîbûnê de ye
11:44 Hemo: Baş e lê dema DAIŞ’ê êrişî me dikir hûn li ku bûn?
11:08 Tevî astengkirina PDK’ê êzdî vegeriyan Şengalê
10:55 Penaberê kurd di pêşbirka wêneyan a Awûstralyayê de bû fînalîst
10:53 Leşker sîxurtiyê li şêniyên gundê Marûnîsê ferz dikin
09:58 Doz li dayika Pinar Gultekîn hate vekirin
09:42 Çalakgera Nobeda Edaletê Tîmûr: Em netirsiyan, em ji niha pê ve jî natirsin
09:31 Du kesên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:28 Piştî 30 salan hatin berdan: Berdana me ne azadî ye, divê roja me û hemû girtî azad bibin
09:03 Li Girtîgeha Kilîsê 7 girtî 15 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:03 Endama Koordînasyona TAJÊ Heco: Wê berxwedana jinên êzidî rê nede dagirkeriyê
09:03 ‘Divê her kes piştgiriya malbatên girtiyan bike'
09:03 10 çawîşên ku di şer de derûniya wan xirab bû îstifa kirin
09:02 Emîne Şenyaşar: Ji bo dayikan diyariya herî mezin edalet e
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2022'YAN