‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku êrişên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê berdewamiya tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Heke dewleta tirk li Zapê bişikê dê AKP-MHP jî li Enqereyê bişikên.” 
 
Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik têkildarî êrişa AKP-MHP’ê ya di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê daye destpêkirin, têkiliya van êrişan a bi hêzên navdewletî, dorpêça artêşa Iraqê ya li ser Şengalê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi Stêrk TV’yê re axivî. Li gorî nûçeya di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de, Bayik diyar kir ku tevî hemû alîkariya NATO û welatên rojava jî Tirkiyeyê nekarî konsepta qirkirinê ya li dijî gelê kurd bi ser xîne û wiha got: “Kurdên ku niha di xeta xiyanetê de û Tirkiye vê konseptê bi hev re dimeşînin û dixwazin talûkeya ku PKK li ser wan çêdike ji holê rakin.” 
 
Cemîl Bayik anî ziman ku ev demekî dirêje konsepteke qirkirinê li dijî tevgera wan û gelê kurd tê ferzkirin û wiha got: “Dixwazin vê konseptê niha li Başûr bi ser bixin. Armanca konseptê bêbandorkirina PKK’ê û ferzkirina qirkirinê ya li ser gelê kurd e. Li gorî vê konseptê jî li Zap û Avaşînê dest bi êrişeke nû kirin. Ev êriş ne tenê li ser tevgera me ye, di heman demê de li dijî gelê kurd û tevahiya mirovahiyê ye. Ji ber ku dixwazin yên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin tune bikin. Di vir de rolek dane dewleta tirk û PDK'ê û ew jî mîsyona xwe bi cih tînin. Yên ku di şexsê Rêber Apo de li dijî tevgera me, gelê me û mirovahiyê Komploya Navneteweyî kirin, vê konseptê dimeşînin. NATO ji her alî ve piştgiriyê dide vê konseptê. DYA, Ingilistan û Almanya di nava vê konseptê de ne. Hewl didin astengiyên ku PKK datîne pêşiya modernîteya kapîtalîst ji holê rakin û qirkirina li gelê kurd tê ferzkirin bibin serî. Baş zanin ku heta Rêber Apo, PKK'ê û gerîlayên PKK'ê bêbandor nekin wê nikaribin vê qirkirina li gelê kurd tê ferzkirin bibin serî. Bi heman rengî dizanin ku li Rojhilata Navîn wê dagirkerî neçe serî. Lewma hedefa wan a sereke PKK ye. Ji ber ku PKK li pêşiya wan astengiya herî mezin e, heta ku vê astengiyê ji holê ranekin wê negihêjin armanca xwe.
 
‘DI HEDEFA WAN DE ROJHILAT NAVÎN JÎ HEYE’
 
Bi domdarî Bayik diyar kir ku armanca ji konseptê ne tenê gelê kurd û PKK ye û wiha domand: “Di hedefa wan de Rojhilata Navîn jî heye. Ew bi xwe jî vê dibêjin; li Rojhilata Navîn dixwazin siyaseta Osmanî serwer bikin. Gelê ereb û gelên herêmê baş bi vê siyasetê zanin. Baş zanin bê Osmaniyan çi bi serê wan ve anîn. Lewma li ber vê siyasetê radibin, nerazîbûnê nîşan didin. Divê her kes vê bibîne; şerê li Avaşîn û Zapê tê meşandin şerekî berfireh e ku ne tenê bi vê herêmê ve sînordar e. Di vî şerî de weke gava destpêkê dixwazin li van herêman encamê bi dest bixin, di gava duyemîn de jî armanc Başûr e. Dixwazin Başûr bi dest bixin. Ji xwe li Başûr gelek baregehên leşkerên tirk û MÎT'ê hene, anku ji sê paran parekî Başûr di destê dewleta tirk de ye. Naxwazin ku tenê bi vê jî bimînin, nêta wan ew e ku li temamiya Başûr belav bibin. Rastiyeke bi vî rengî heye. Bi konsepta li Bakur, Başûr û Rojava dimeşînin re dixwazin Rojhilata Navîn bixin bin hegemonyaya xwe. Metirsî ne tenê li ser gelê kurd e, li dijî tevahiya Rojhilata Navîn e. Di şexsê gelê kurd û Rojhilata Navîn de mirovahî jî bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ye. PKK li dijî vê metirsiyê têdikoşe, lewma ev têkoşîn ne tenê ji bo gelê kurd e, ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê ye.”
 
Bi domdarî jî Bayik ev nirxandin kirin: 
 
“Yên ku pergala modernîteya kapîtalîst dimeşînin, li gorî berjewendiyên xwe dixwazin PKK'ê bêbandor bikin. Ji ber ku dizanin ku heta PKK tesfiye nebe li Kurdistanê û Rojhilata Navîn nikarin berjewendiyên xwe mîsoger bikin. PKK, Rêber Apo û gerîlayên PKK'ê li hemberî xwe weke metirsiyeke mezin dibînin, dixwazin vê metirsiyê ji holê rakin. Ev wezîfe jî dane dewleta tirk û PDK'ê. Dewleta tirk û PDK vê planê ji bo wan dimeşînin. Di vê planê de berjewendiyên modernîteya kapîtalîst hene. Yên ku vê sîstema êrişê dimeşînin; lewma deng nakin. Heke van hêzan konseptek li gelê me û tevgera me ferz nekiribûna, heke wezîfeyek nedabûna Tirkiye û PDK'ê, nepêkan bû ku Tirkiye û PDK li dijî tevgera me-gelê me ev şer bimeşanda. Li pişt vê DYA, Ingilistan, Îsraîl û Almanya hene. NATO ji her alî ve piştgiriyê dide Tirkiyeyê û PDK'ê. Aşkere ye ku Tirkiye û PDK jî bi vê piştgiriyê şer dimeşînin. Gelê me jî vê bi rengekî aşkere tîne ziman. Tirkiye û PDK'ê vê konseptê bi hev re dimeşînin, lewma jî bêdeng dimînin. Ji ber ku di nava vî karî de berjewendiyên wan hene. Carna qala mafên mirovan û demokrasiyê dikin lê belê vê yekê ji bo berjewendiyên xwe dikin. Ji bo berjewendiyên wan çi pêwîst be wê tînin ziman, propagandaya wê dikin. Lê rûyê wan ê rast cuda ye. Vaye rûyê xwe yê rast bi piştgiriya ji bo Tirkiye û PDK'ê, bi bêdengiya li hemberî hovîtiya dewleta Bakur, Başûr û Rojava nîşan didin. Li aliyê din li cihekî cuda bûyereke biçûk jî radibe qiyametê radikin. Lê belê li Kurdistanê komkujî heye, îşkence, koçberkirin, pişaftin û guhertina demografyayê heye, xweza tê talankirin, bi kurtasî ji bo gelê kurd nikaribe lê bijî çi ji destê wan tê dikin lê belê carekê jî nerazîbûn nîşan nedan. Napirsin û nabêjin, hûn vê çima dikin? Ji ber ku yên vê siyasetê dimeşînin ew in, yên di pratîkê de bi cih tînin jî Tirkiye û PDK ne. Lewma dengê xwe lê nakin. Nêteke wan a ji bo parastina gel, demokrasî, azadî, mafên mirovan û hawirdorê nîne. Ji bo wan a girîng berjewendiyên wan in û ji bo berjewendiyên wan pêwîstî bi çi hebe wê ji xwe re dikin esas.
 
XETA XAZÊ DÊ JSER KURDISTANÊ DERBAS BIBE
 
Ji ber şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê dixwazin xaza xwezayî ya ji Rûsyayê diçe Ewropayê bibirin û di ser Rojhilata Navîn re xazê bigihînin Ewropayê. Ev xeta xaza xwezayî jî ji Kurdistanê derbas dibe. Armanc û berjewendiyên wan ew e ku vê rêgehê kontrol bikin. Ji ber vê jî dixwazin PKK'ê ji holê rakin û gelê kurd bêhelwest bikin. Li wê yekê difikirin ku wê karibin bi vî rengî xazê bi hêsanî bigihînin Ewropayê. Lê belê hesabê şaş dikin. Yên ku dijminatiyê li PKK'ê û gelê kurd dikin nikarin hesabê rast bikin, ev hesabên şaş in.
 
KURDISTAN DILÊ ROHJILATA NAVÎN E
 
Siyaseta ku modernîteya kapîtalîst li dijî Rêber Apo û PKK'ê dimeşîne, ne tenê bi PKK û Bakur bisînor e. Ne tenê bi kurdan re sînor e. Siyaseta ku tê meşandin ew siyaset e ku li Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Ji bo meşandina vê siyasetê beriya her tiştî divê li hemberî Rêber Apo û PKK'ê encamê bi dest bixin. Ji ber ku Kurdistan dilê Rojhilata Navîn e. Yên dixwazin li Rojhilata Navîn encamê bi dest bixin, divê destpêkê li Kurdistanê encamê bi dest bixin. Encamgirtina li Kurdistanê jî karekî ne hêsan e. Ji ber ku têkoşînek heye ku bi pêşengiya Rêber Apo û PKK'ê tê meşandin. Têkoşîna azadiyê ya gelan heye, ev têkoşîn têkoşîneke mezin e. Ji ber ku vê yekê li dijî xwe weke metirsiyê dibîninin, piştgiriyê didin Tirkiyeyê; ji bo pêşî li vê têkoşînê bigirin. Tirkiye 40 sal in şer dike û derfetên xwe hemû pêşkêşî vî şerî kir. Lê belê nikare encamê bi dest bixe. Lewma jî nokeriya kurdan ji xwe re dike esas.
 
ŞERÊ MAN Û NEMANÊ YE
 
Sîstemê bi xwe jî dît ku Tirkiye li gel vê piştgiriyê nikare encamê bi dest bixe. Lewma kurdên di xizmeta wan de ne nêzî Tirkiyeyê kirin. Bi destê kurdên niha xiyanetê dikin û Tirkiyeyê vê konseptê dimeşînin û dixwazin xeteriya PKK'ê ya ji bo xwe ji holê rakin. Siyaseteke li ser vê bingehê tê meşandin. Lewma şerê ku niha tê meşandin şerê man û nemanê ye. Ev yek hem ji bo desthilatdariya AKP-MHP'ê bi vî rengî ye, hem jî ji bo yên bi Tirkiyeyê re tevdigerin û di pozîsyona xiyanet-hevkariyê de ne, bi vî rengî ye. Derba ku li xayîn-nokerên kurd bikeve tê wateya derbeke mezin li sîstema modernîteya kapîtalîst dikeve ku li ser Rojhilata Navîn armancên xwe hene. Ji ber ku bi vê tirsê dijîn, bi hemû derfetên xwe êrişî tevgera me dikin. Ji bo tesfiyekirina PKK'ê û qirkirina gelê me, derfetên xwe hemû seferber kirine. Divê gelê me vê yekê baş fêm bike. Bi taybetî jî gelê me yê Başûr divê vê yekê baş fêhm bike. Statuya heyî ya başûrê Kurdistanê di metirsiyê de ye. Destkeftiyên ku li Başûr bi saya gelê kurd û PKK'ê hatin bidestxistin, niha gav bi gav di metirsiyê de ne. Her wiha li Rojhilata Navîn gelê ereb jî divê vê metirsiyê bibînin, baş dizanin bê ka Osmaniyan çi bi serê gelê ereb anî. Rewşenbîr, siyasetmedar û hunermendên ereb vê yekê tînin ziman. Her roj ev nerazîbûn mezintir dibe, siyaseta ku Tirkiye û PDK li dijî wan dimeşîne baştir dibînin.
 
GEŞEDANÊN ŞENGALÊ 
 
Dewleta tirk dest bi şerekî mezin kiriye. PDK ji her alî ve di vî şerî de bi Tirkiyeyê re ye. Ev şer bi hevkariya herduyan tê meşandin. Iraqê jî di vê demê de li ser Şengalê û civaka êzdî dest bi êrişê kir. Mirov nikare vê êrişê ji şerê li ser Zap û Avaşînê cuda binirxîne. Şerê ku Tirkiyeyê û PDK'ê li ser Zap û Avaşînê da destpêkirin, Kazimî ji bo xwe weke firsendekê dît û xwest ji vê yekê sûdê werbigire. Digot qey heke êrişî Şengalê bike dê kes bi alîkariya êzdiyan neçe û bi vî rengî wê karibe hin tawîzan werbigire. Ev yek ji bo Iraqê cihê şermê ye. Ji ber ku êzdiyan li dijî DAIŞ'ê şer kirin. Ne tenê xwe ji qirkirinê rizgar kirin, di heman demê de rûmeta hikûmeta Iraqê û başûrê Kurdistanê rizgar kirin.
 
Şerê ku êzdiyan li dijî DAIŞ'ê meşand, ji bo wan bû cihê rûmetê. Hem Iraq hem jî başûrê Kurdistanê divê spasiya wan bikin û daxwazên wan ên maqûl bi cih bînin. Li şûna ku vê bikin, êrişê dibin ser ên ku rûyê wan paqij kirine û dixwazin teslîm bigirin. DAIŞ'ê dixwest wan teslîm bigire û tune bike. Civakeke mazlum e, zerara xwe li kesî nîne. Ne dewletekê, ne jî qutbûna ji Iraqê dixwazin. Ji xwe hêzeke xwe ya bi vî rengî jî nîne. Dixwazin li ser xaka xwe li gorî bawerî û ola xwe bijîn. Daxwaza wan tenê ev e. Ev daxwaz jî divê bê qebûlkirin. Ji xwe daxwazeke mezin jî nîne. Qebûlkirina daxwaza wan, wê hurmeta li wan jî zêde bike. Êrişa li ser vê civakê wê tiştekî bi Iraqê nede qezenckirin, berevajî wê dê bide windakirin. Ya rast çi ye? Ya rast ew e ku Iraq bi rêya diyalogê pirsgirêkên xwe yên bi civaka êzdî re çareser bike. Daxwazên wan li dijî Iraqê nîne, berevajî wê dewlemendiya Iraqê zêdetir bike. Bi vî rengî bikin wê xwe mîna DAIŞ'ê nîşan bidin. Ji ber ku DAIŞ'ê jî dixwest wê civakê ji holê rake.
 
DIVÊ HEMÛ CÎHAN XWEDÎ LI ÊZDIYAN DERKEVE 
 
Iraqê digot, 'Ez dostê gelan, dostê olan im'. Tu gelek bi qasî êzdiyan mazlum nîne. Kêm mane û dixwazin li gorî baweriya xwe bijîn. Divê Iraq baş zanibe ku ev siyaseta dimeşîne wê qet bi kêrî wan neyê, ji êzdiyan bêhtir wê zerarê bide wan. Em vê siyasetê şaş dibînin. Li cîhanê jî hêzên demokrasî û azadiyê divê xwedî li êzdiyan derkevin. Divê ev yek wezîfeya wan a bingehîn be. Ji ber ku êzdî dixwazin bi rengekî azad bijîn. Civaka êzdî bi şerê dijî DAIŞ'ê re xizmet ji mirovahiyê re kir. Lewma divê mirovahî li ber vê siyaseta li dijî êzdiyan rabe, ya ji wan tê xwestin ev e. Banga me ya li cîhanê û mirovahiyê bi vî rengî ye.
 
HEVKARIYA PDK’Ê YA BI TIRKIYEYÊ RE
 
Min di peyama xwe ya ji bo Newrozê de gotibû, PDK'ê tercîha xwe li aliyê dewleta tirk kiriye. Ev rastî îro li pêş çavên her kesî ye. Dema ku di Newrozê de min ew peyam da hinekî bi guman nêzîk dibûn. Lê belê îro bi rengekî şênber li pêş çavan e. PDK'ê tercîha xwe ne li aliyê gelê kurd lê belê li aliyê Tirkiyeyê kiriye. Her kes zane ku dewleta tirk ne tenê li Bakur, li her deverê dijminê hemû kurdan e. Vê dijminatiyê li Rojava, li Başûr, Ewropa û li her derê dimeşîne. Vê dijminatiyê ne bi rengekî veşartî lê bi aşkerayî dike. PDK'ê çima ne gel lê dewleta tirk tercîh kir? Ji ber ku di nava PDK'ê de berjewendiyên malbatî serdest e. Berjewendiyên gelê kurd ji xwe re esas nagirin. Hemû derfet xistine bin xizmeta malbata Barzanî. Çawa bûn xwedî milyar dolar, ji Amerîkayê heta bi Kendavê çawa ewqas mal û milkên wan çê bû û di medya cîhanê de hate weşandin. Bi vê yekê re tercîha xwe li aliyê dewleta tirk danîne. Yên ku ewqas mal û milkên xwe hebin wê li aliyê gel cih negire, wê li aliyê desthilatdaran be. Ji ber ku berjewendî vê yekê ferz dike. Dema ku mirov bala xwe bidinê, dibîne ku bi Tirkiye, DYA, Ingilistan, Almanya û Îsraîlê re tevdigere. Ev dewlet ji bo gelan tê wateya koletî, zilm û bêedaletiyê. Heke PDK'ê cihê xwe li gel gelê kurd bigirta wê bi wan re tevnegeriya. Ji bo berjewendiyên xwe li gel Tirkiyeyê cih digirin, ji ber ku li pey madiyatê ne.
 
POZÎSYONA XIYANETÊ DÊ PDK'Ê TUNE BIKE
 
Dema ku mirov bala xwe didin ser dibînin ku PDK ji her alî ve tevî dewleta tirk beşdarî şer bûye; dorê li gerîla digire, herêmên gerîla ji hev qut dike, ji leşkerên tirk re dibe alîkar ku biçin wê herêmê, ewlehiya wan mîsoger dike, pêwîstiyên wan ên lojîstîkî bi cih tîne, leşkerên dimirin ji qada şer dibin û îstîxbaratê didin. Bi kurtasî tiştekî texsîr nake, bi her awayî xizmetê ji wan re dike. Ya ku li vir tê nîşandan îradeya dewleta tirk e, îradeya PDK'ê nîne. Ji herêma Behdînanê gelek hêz û derdoran dîtin ku ev yek xizmetê ji dewleta tirk re dike û nerazîbûn nîşan dan. Hin derdor jî nerazîbûna xwe bi rengekî aşkera tînin ziman. Vaye herî dawî li Hewlêrê sê partiyan daxuyanî dan û piştgiriya ji bo dagirkeriya dewleta tirk şermezar kirin. Ji ber vê yekê jî PDK'ê êrişî wan kir. Ez ji vê derê bi rêzdarî silavên xwe ji wan re dişînim.
 
Her wiha gel li Xaneqînê ji ber serkeftina gerîla şekir belav kir û pîrozbahî kir. Wan jî bi rêzdarî silav dikim. Li Kerkûk, Silêmaniye, Çemçemal, Raperîn û gelek deverên din hunermend, nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedaran dagirkerî şermezar kirin; xiyanet û dagirkeriyê êdî bi hev re bilêv dikin. Wan jî bi rêzdarî silav dikim. Wekî din li Silopiyayê gelê me bi lehengî, bi rengekî bêtirs û bi wêrekî bi ser leşker û polîsên tirk ve meşiya; wan jî silav dikim, hurmeta xwe pêşkêş dikim. Li Ewropayê jî gelê me li dijî dagirkeriya dewleta tirk û xiyanet û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re xwepêşandanan li dar dixe, wan jî silav dikim, hurmetên xwe pêşkêş dikim. Gerîla ji xwe destanan dinivîsînin, gelê kurd jî li her derê vê dibîne. Heke gelê kurd li dijî dagirkerî û xiyanetê di vê asta tund de nerazîbûnê nîşan dide û sekneke xurt raber dike, di vir de rola gerîla diyarker e. Li dijî dagirkeriya dewleta tirk û pozîsyona xiyanetê ya PDK'ê li nava gelan, hêzên azadî û demokrasiyê nerazîbûn her roj zêdetir dibe. Divê PDK vê fêhm bike û dest ji vê siyasetê berde. Li ser vê bingehê bang li her kesî dikim. Ev siyaset li dijî gelê kurd e, li dijî te ye; dibe ku tu li pey siyaseta rojane ye lê belê dawiya dawî wê te jî ji holê rake. Heke di asta destpêkê de hedef PKK'ê be, di astê din de her kesên li derveyî PKK'ê ne. Gelê me vê bi rengekî aşkera tîne ziman.
 
‘KURMÊ DARÊ NE JI DARÊ BE, DAR KURMÎ NABE’
 
Di dîroka hemû gelan de çawa ku xeta demokrasî û azadiyê heye, xeta xiyanetê jî heye. Ev herdu xet timî li ber hev rabûne. Carna xeta xiyanetê, carna jî xeta demokrasî û azadiyê di vê têkoşînê de bi ser ketiye. Heman tişt li Kurdistanê jî heye. Gotineke bi vî rengî ya gelê me heye, dibêje 'Kurmê darê ne ji darê be, dar kurmî nabe'. Gelê kurd xeta xiyanetê ya li nava xwe bi vî rengî aniye ziman; ji ber ku xiyanet li nava kurdan damarake. Yên ku berjewendiyên xwe li aliyê mêtingeran e vê xetê dimeşînin. Ev rewşa li Kurdistanê xwedî bingeheke dîrokî ye; ji ber parçebûn û lawazbûna Kurdistanê vana dibêjin, 'heke em ji derve piştgiriyê wernegirin em ê nikaribin encamê bi dest bixin.' Hêzên derve yên li dora Kurdistanê hêzên mêtinger in, ew hêz in ku li dijî kurdan siyaseta dijminane dimeşînin. Ji ber vê yekê serwerên kurd li gorî berjewendiyên xwe bi van hêzan re tevdigerin û gel dixapînin. Ji gel re dibêjin, 'çar aliyên me dorpêçkirî ne, heke em ji derve piştgiriyê wernegirin em ê nikaribin li ser piyan bimînin.' Heta niha bi van gotinan gel xapandin. Lê belê gel dibîne ku rastî ne bi vî rengî ye, ev siyaset xizmetê ji dijminên kurdan re dike, ji gelê kurd re nake. Gelê kurd koka xwe ji xwe re dike esas, ruhê Newrozê dike esas. Bi vî ruhî bi derfetên xwe têdikoşe. Ev rewş jî her tim xurt dibe. Têkoşîna gelê kurd bandorê li herêmê dike, li cîhanê dike. Îro her kes têkoşîna gelê kurd, têkoşîna PKK'ê dibîne û hêzê jê werdigire, hêviyê mezin dike. Rêber Apo û jinên kurd ji xwe re weke pêşeng dibînin. Lewma vî şerê ku dewleta tirk bi hevkariya PDK'ê dimeşîne li dijî xwe weke metirsiyê dibînin û her roj hîn bêhtir nerazîbûnê nîşanî dagirkerî û xiyanetê didin.
 
Baş e, ev têrê dike? Na, têrê nake. Ev nerazîbûn wê xurtir bibe. Ev yek jî bi têkoşîna me ve girêdayî ye. Heke em têkoşînê hîn bi xurtî bimeşînin ne tenê li nava kurdan dê li nava gelê ereb, li qada navneteweyî, li nava hêzên demokrasî û azadiyê jî nerazîbûneke xurt li dijî dagirkeriya dewleta tirk û hevkariya PDK'ê bê nîşandan, wê xwepêşandanên girseyî bêhtir bêne lidarxistin. Roja ku êrişê destpê kir nerazîbûneke mezin nehate nîşandan lê belê roj bi roj nerazîbûn mezin dibe. Mîna li Ingilistanê sendîkayan li dijî vê dagirkeriyê helwesteke gelekî xurt nîşan dan; wan silav dikim, hurmetên xwe pêşkêş dikim. Bi heman rengî nerazîbûna hêzên demokrasî û azadiyê mezin dibe. Di nava siyasetmedar û rewşenbîrên ereb de jî her roj nerazîbûn mezin dibe, ji ber ku wan jî metirsiya dewleta tirk û PDK'ê ya li dijî wan baştir dîtin. Di vê mijarê de dixwazin gelê ereb bêhtir zane bikin, wan jî bi hurmet silav dikim. Divê vî karê xwe hîn bi xurtî bimeşînin.
 
RABÛNA LI DIJÎ KONSEPTA QIRKIRINÊ ERKEKÎ DÎROKÎ YE
 
Çawa ku ji me tê xwestin; gerîla li Zap û Avaşînê derbên mezin li dagirkeran dixin û dixwazin dawî li AKP-MHP'ê bînin. Ji ber ku bidawîbûna AKP-MHP'ê tê wê wateyê ku kurd, gelên Rojhilata Navîn û miravahî ji belayekî mezin rizgar bibin. Gerîla bi vê armancê li hemberî êrişên bi her cure çekên pêşketî, tank, top, balafir û çekên kîmyewî bi rengekî bêhempa li ber xwe didin. Ev yek jî hêviya gelan xurt dike û dike ku hîn bêhtir xwedî li vê têkoşînê derkevin. Ev yek wê dema bê mezintir bibe. Ji bo pêkhatina vê jî bi taybetî jin û ciwan divê bi rola xwe rabin. Ji ber ku dewleta tirk bi hevkariya PDK'ê dixwaze gelê kurd qir bike. Mafê me ye ku li dijî vê yekê çi ji destê me bê bikin. Em têkoşîneke mafdar û rewa dimeşînin. Yê ku ne rewa ye û ne mafdar e, dewleta tirk bi xwe ye. Dixwaze welatê me dagir bike û me ji holê rake. Rabûna li ber vê yekê wezîfeyeke dîrokî û mirovî ye, wezîfeya demokratîkbûnê ye. Ji ber vê yekê li ku derê dibe bila bibe gelê me, bi taybetî jî jin û ciwan divê bi rola xwe rabin.
 
HEKE DEWLETA TIRK BI SER KEVE DÊ TIŞTEKÎ BI NAVÊ BAŞÛR NEMÎNE
 
Gelê me yê Başûr kîmyebaran li wan hatiye barandin. Bi hezaran şehîdên wan hene, birîndarên wan hene. Kîmyebaran ji bo gelê kurd çi îfade dike, texmîn dikim, gelê başûrê Kurdistanê ji her kesê baştir vê dizane. Îro gerîla li dijî kîmyebaran şer dike. Ji bo vê divê xelkê Başûr ji her kesê bêhtir xwedî li gerîla derkeve. Ji ber ku gerîla şerê xwe yê li dijî çekên kîmyewî bi israr dewam dike. Rê nade dewleta tirk û PDK serweriya xwe li başûrê Kurdistanê ava bike. Divê her kes vê bizane. Heke dewleta tirk û PDK encam ji vêbigire, wê tiştek bi navê Başûr nemîne. Ti partiyek li Başûr xwe li ser lingan nagire. Wê tevan teslîm bigire, bê nasname bike, ji bo xwe bike kole. Her çendî gerîla pêşiya vê girtibe jî, PDK û Tirkiye dixwaze nefesa her kesê bigire. Ji bo tiştek wiha re rû bi rû neyên, ji bo vê divê xwedî li gerîla derkeve. Xelkên herêma Soran û hem jî Behdînan, dîsa hemû gelê kurd, hemû siyasetmedar, partî û sazî divê li ber dagirkeriyê rabin. Têkbirina dagirkeriyê wê xizmetek mezin ji bo wan bike. Çavkaniya pirsgirêkan PDK û Tirkiye ye. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, tenê yek rê heye, ew jî têkçûna dewleta tirk a li Zapê ye. Ev jî bi alîkarî û desteka gel dibe. Bi taybet bi rola gelê me yê Başûr mimkûn e. Heke li Zapê dewleta tirk têk biçe, wê li Enqerê jî AKP-MHP têk biçe. PKK têkoşîneke wiha dike. PKK dixwaze gelê kurd û hemû parçeyan ji vê belayê xilas bike. Dixwaze gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê ji vê belayê rizgar bike. Ji bo vê li ser navê her kesê têdikoşe. Divê her kes jî vê heqîqetê bibîne. Banga min ji bo her kesê li ser vî bingehî ye. 
 
TECRÎDA LI SER OCALAN
 
Niha kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, kampanyake welê ye ku divê her kes cihê xwe li nav bigire. Ne tenê kurd, yên li dijî zilmê, faşîzm, serweriyê; yên nirxên mirovahiyê esas digirin, xwezayê hez dikin, yên demokrasî û azadiyê esas digirin, divê cih li nava vê kampanyê bigire. Ev kampanya tenê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo esas nagire, xizmeta çareseriya pirsgirêka kurd dike. Xizmeta demokratîkbûna Tirkiyeyê dike. Xizmeta demokratîkbûna Rojhilata Navîn dike. Wê xizmeta demokratîkbûna û azadiya cîhanê bike. Ji ber ku Rêber Apo ne kesek e. Rêber Apo ne tenê PKK’ê û gelê kurd temsîl dike. PKK di şexsê gelê kurd de mirovahiyê temsîl dike. Ji bo mirovahiyê têdikoşe. Yên pirtûkên Rêber Apo dixwînin, yên parêznameyên wî dixwînin, vê dibînin. Yên vê dibînin xwedî li Rêber Apo, PKK’ê û têkoşîna Rêber Apo derdikevin.
 
Bi taybet ên bi xurtî kampanyayê bi rê ve bibin divê Kurd bin. Yên pêşengtiya vê bikin, ciwan û jin in. Her ferdekî kurd, erkeke wî/ê ya li hember Rêber Apo heye. Ji bo derketina Rêber Apo ji zindanê divê têbikoşe. Yên ji bo xwe dibêjin em kurd in, welatparêzin, xwe demokrat, sosyalîst û mafê xwezayê esas digirim, mafê jinê esas digirim, erka her kesî ye. Heke ku siyaseteke hov li hemberî Rêber Apo tê kirin ji ber vê ye. Vê siyasetê dewleta tirk birêve nabe. Her çendî di pratîkê de dewleta tirk vê dike, xiyanetkarên kurdan jî hene. Yên pêşengtiyê ji sîstema modernîteya kapîtalîst re dikin, yên komploya navneteweyî pêş xistin, yên îro di komployê de israr dikin tevek jî hene. Sîstema Îmralî bi hevkariya van tevan hatiye avakirin. Dixwazin her rojê Rêber Apo di nava vê sîstemê de tine bikin. Di şexsê Rêber Apo de dixwazin, PKK’ê, gelê kurd, mirovahî û hêviya mirovahiyê tune bikin. Siyaseta li hember Rêber Apo tê kirin, heman siyaseta li ser gelê kurd tê kirine. Rêber Apo ne tenê kurd ji mirinê rakirin, gelê mirî jî zindî kir, vejand. Ji bo vê dixwaze tolê jê hilîne. Dibêjin me Rêber Apo bê bandor kir, em ê bi rehet bikarin têkoşîna PKK’ê û gelê kurd bêbandor bikin. Siyasetek wiha qirêj birêve dibin. Siyaseta li ser Rêber Apo dike, li ser hemû parçeyên Kurdistanê dike. Şerê li Zap, Avaşînê tê kirin dewama vê siyasetê ye. 
 
REWŞA ZINDANAN
 
Siyaseta dewleta tirk li ser kurdan dide meşandin, siyaseta qirkirinê ye. Li ser navê kurd û Kurdistanê çi hebe dixwaze ji holê rake. Vê siyasetê herî zêde li zindanan tê pêkanîn. Yên li zindana tên ragirtin kî ne? Ew kes in ku li dijî siyaseta qirkirinê radiwestin, li dijî wê têdikoşin. Heke mirovek bixwaza hîn bibe bê ka dewleta tirk siyaseteke çawa li ser gelê kurd dimeşîne, bila li zindanan binêre. Siyaseta îro li zindanan tê kirin, siyaseta qirkirinê ye. Dixwazin vînê bişkîne, teslîm bigire, bixin bin xizmeta xwe. Ji ber ku dixwazin gelê kurd û Kurdistanê ji holê rakin, Kurdistanê bike welateke Tirkiyeyê. Dixwazin bikin welatê tirkan. Her tiştê destê kurdan jê bigire, bixe bin xizmeta xwe. Ji bo vê jî bi ser bixe, divê ewilê encamê ji girtîgehan bigire. Heke ku kurdan tune bike, encamê ji zindanê bigire, wê bigihîje encamê. Ji ber vê siyaseta hov li zindanan birêve dibe. 
 
Bi kiryarên li zindanan dixwaze peyamekê bide gelê kurd. Dide nîşandan bê ka kî/ê ji bo Kurdistanê têkoşînê bike, dawiya wî zindan û li zindanê jî mirin û îşkence ye. Niha her roj li zindanan mirovên me dikujin. Naku bidarve dikin, cîhanê jî bi gotina ‘min darvekirin rakiriye’ dixapîne lê bidarvekirinê bi fiîlî birêve dibe. Ne tenê bi dar ve dike, nahêle wecîbeyên olî jî pêk bînin. Rê nadin ku cenaze li wesayîtan jî bên siwarkirin. Rê nadin malbat û dost cenazeyê xwe bibin. Li cîhanê tişteke wiha nayê kirin. Polîtîkayeke pir hovane ye. Lê dê nekarin vîna gelê kurd bişikînin. Ji ber ku nikarin vîna wan bişkînin, qanûna poşmaniyê pêşxistin; eger ku hûn dixwazin derkevin divê vê qebûl bikin. Dibêjin ku hûn vê qebûl nekin, em rê nadin ku hûn derkevin deve; dikujin. Bi vê jî dixwazin encamê bigirin.  Berxwedana gerîla û zindanan hev temam dike. Ev ruh di nava gel de bihêz dibe. 
 
Dewleta tirk û hevkarê wê PDK, NATO, Amerîka, Ingilistan, Almanya, Îsraîl… ên li pişt vê, divê ev bizanin ku çi dikin bila bikin, wê nikaribin vîna PKK’ê, gerîla, hevrêyên li zindanan û gelê kurd bişkînin. Her ku ew bixwazin bişkînin, wê hêrsa gelê kurd mezintir bibe, hêrsa PKK’ê xurtir bibe û ev hêrs dê wan bişikîne. Dê kesek nekare vîna me bişikîne. Dê ew winda bikin û gelê kurd pir mezin bi ser keve.”
 

Sernavên din

03/05/2022
09:20 Di Nobeta Jiyanê de bang li Barzanî kirin: Destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe
09:08 Qeşayê li fistiqên Rihayê da
09:06 Parêzer Tuysuz: 'Operasyona' li nivîskarê çûye îfade dayînê sûc e
09:04 ‘Roja Reş’ 84 sal in didome
09:02 Li Pirsûsê mal û erd di bin avê de man!
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'YAN
02/05/2022
22:38 UNAMI: Êrişên li dijî Şengalê bifikar in
19:35 Li Enqerê jinek hat kuştin
16:23 Înfaza girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye hate şewitandin
16:06 Gelek kes çûn serdana malbata Şenyaşar û cejna wan pîroz kirin
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
09:05 Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê
09:03 Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
09:01 Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN
08:16 Li Colemêrgê pîrozkirina Trabzonspor hat şermezarkirin
30/04/2022
19:28 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan ji 28 partiyan daxuyaniyeke hevpar
16:57 Elewî: Em li dijî qirqirina kurdan li ber xwe bidin
16:45 Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li 'bakurê Iraqê' ye
16:42 Jinan li Êlihê bertek nîşanî tundî û kuştina jinan da
16:37 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta malbata Orhan pirsî
16:36 Ji bo girtiyê nexweş ê giran Avci banga ‘taloqkirina înfazê’ hate kirin
15:45 Çalakiya Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Guler bê berdan
15:26 Li navçeyên Amedê serdana goristanan hat kirin
15:22 Îstinaf: Tevlîbûna cenazeyê gerîlla ne sûc e
15:22 Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê li Ewropayê hatin şermezarkirin
14:20 Li Payîzavayê tevgera leşkerî: Fotokapan hatin bicihkirin
14:12 Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarên hatine windakirin pirsîn
13:52 Li Êlihê du malbatan şer kirin: 6 kes birîndar bûn
13:47 Li Amed û Êlihê aqûbeta Çîçek û Yilmaz hat pirsîn
13:46 Serfermandarê Iraqê çû serdana Şengalê
13:20 Li Colemêrgê 11 leşker hatin kuştin, gundî tên koçkirin
12:49 Polîsan bi ser mala girtî de girt û li ferdekî malbatê dane
12:17 Girtî Sayak: Ewlehiya canê me tuneye
11:51 Malbata Şenyaşar: Dayik dê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:09 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 25’emîn de ye
10:38 Parêzerê doza Poyraz: Li ser heyeta dadgehê zexteke mezin
10:37 Bajar bi bajar qadên mitîngên 1’ê Gulanê
10:24 Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin
10:20 Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin