Kamal Chomani: PDK bûye leşkerê bi pere yê Tirkiyeyê

  • rojane
  • 10:53 23 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Kamal Chomani diyar kir ku PDK bûye leşkerê bi pere yê Tirkiyeyê û got: “Kedxwariyê li Herêma Kurdistanê dikin. Wiha bidome dê PKK xiyaneta PDK’ê malbata Barzanî ji bîr neke.” 
 
Rojnamevan Kamal Chomani yê ji Başûrê Kurdistanê êrişên Tirkiyeyê yên di 17’ê Nîsanê de li ser deverên Başûrê Kurdistanê da destpêkirin û têkiliya PDK’ê û îktidara Tirkiyeyê ji ajansa me re nirxand. 
 
TÊKILIYA PDK-TIRKIYÊ
 
Chomani behsa têkiliyên Tirkiyeyê û PDK’ê kir û wiha got: “Di destpêka salên 1990'î de dema ku Tirkiyeyê hewl da PDK'ê jî tevlî şerê li dijî PKK'ê bike, ev têkilî xurtir bûn. Di salên 1990’î de baregehên PKKê li Hewlêrê hebûn. PDK’ê di sala 1996’an de êrişî PKK’ê kir. Di navbera PKK û PDK’ê de şerê navxweyî derket. Dem bi dem PDK’ê endamên PKK’ê qetil kirin û heta çalakiyên ku digihêjin qetlîaman pêk anî. Li ser daxwaza Tirkiyeyê bi dehan gerîlayên PKK'ê di êrişên PDK'ê de jiyana xwe ji dest dan.” 
 
BELGEYÊN WÎKÎLEAKSÊ!
 
Chomani da zanîn ku Tirkiye bi behaneya ku di navbera PDK û PKK’ê de “aştiyê tesîs bike” çûye Herêma Kurdistanê û di vê pêvajoyê de têkiliyên PDK û Tirkiyeyê pêş ketine û wiha got: “Peywendiyên wan di vê pêvajoyê de ne ewqas baş bûn. Destpêka salên 2000’î ji ber ku wê demê Tirkiye li dijî Herêma Kurdistanê êrîşkar bû û têkiliyên PKK-PDK ne ewqas xerab bûn. Li gorî belgeyên Wikileaks, di nameyekê de ku wê demê Mesûd Barzanî ji George Bush re şandibû, daxwaza parastina Herêma Federal a Kurdistanê li hember êrişên artêşa Tirkiyê kiribû. Mesut Barzanî bal kişandibû ku Tirkiye ne tenê li dijî PKK'ê, li her derê êrişî hemû nasname, etnîsîte û hemû pêkhateyên kurdan kir. Dema ku Tirkiye li ser bingeha şirîkatiya aborî têkiliyên xwe bi Herêma Federal a Kurdistanê re pêşxist, bi taybetî dema ku Herêma Kurdistanê çavkaniyên gaz û neftê dît û dest bi firotina wan bo Tirkiyeyê kir, ev têkilî hatin guhertin.”
 
TÊILIYA LI DIJÎ PKK’Ê 
 
Chomani da zanîn ku piştî salên 2008 û 2009'an de têkiliyên AKP’ê bi PDK'ê û Tirkiyeyê re xurtir bûn û got: "Niha têkiliyên navbera Tirkiye û PDK'ê bi giranî bi du cure têkiliyan pêk tên. Ya yekem pirsgirêka ewlekariya Tirkiyeyê ya li dijî PKK'ê ye û ya duyemîn jî têkiliyên aborî yên li ser çavkaniyên gaz û neftê ye. Ya rast di navbera salên 2009-2011’an de di navbera Tirkiye û Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê de peymana gazê ya 15 salan hat îmzekirin. Ev peyman bi piranî bi malbata Barzanî re bû. Lê ti kes ji herêma Kurdistanê nizane di vê rêkeftinê de çi heye. Hem ji ber çavkaniyên nefte û gazê û hem jî ji ber PKK’ê têkilî pir xurt bûne.” 
 
HEBÛNA TIRKIYÊ YA LI HERÊMÊ 
 
Chomani destnîşan kir ku bi vegera polîtîkayên şer ên AKP’ê ku di sala 2015’an de dîsa da destpêkirin hebûna Tirkiyê li Herêma Kurdistanê bihêz bûye û wiha got: "Dema ku DAIŞ’ê êrişî Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, Tirkiyê dest bi berfirehkirina stratejîk li herêmê kir û xwest xaka xwe berfireh bike. Li Iraqê herî zêde PDK alîkariya Tirkiyeyê dike. Li ser vê hevkariyê Tirkiye dixwaze li dijî PKK’ê şer bike. Tirkiye dixwaze li Herêma Kurdistana gaz û çavkaniyên netewî bi dest bixe. Her wiha hêviyên wan hene ku bi rêya PDK’ê bigihin hinek xalan li Mûsil û Kerkûkê. Di vî warî de PDK gelek alîkariya Tirkiyê dike. Berjewendiyên PDK’ê yên aborî û darayî jî hene. PDK partiyeke mihafezakar û patriarkal e. Her tim PKK’a ku partiyeke pêşverû ye ji bo xwe wek tehdîd dibîne. PKK li ser mijarên wekî mafên jinan, edaleta civakî û aborî, wekhevî û sosyalîzmê disekine û van hemûyan tîne ziman. Ev ji bo PDK'ê metirsî ye." 
 
‘LEŞKERÊN BI PERE YÊ TIRKIYEYÊ YE’ 
 
Chomani destnîşan kir ku PDK bi operasyona dervayî sînor a 17’ê Nîsanê dest pê kir de “leşkere bi pere” ya Tirkiyeyê ye û wiha got: “Sedema sereke aborî ye. PDK dixwaze çavkaniyên netewî yên Herêma Kurdistanê ya wek neft û gazê bişîne Tirkiyê. Li Herêma Kurdistanê rewş û îmaja PDK’ê pir xerab e. Hikûmet têk diçe, sedema bingehîn jî israra malbata Barzanî ya li ser siyaseta yekdestdariyê ye. PDK di wê baweriyê de ye ku zû yan dereng dê gelê Herêma Kurdistanê li dijî wan dest bi serhildanê bike. PDK dixwaze bê parastin. Heya ku Tirkiye desteka wan be, wisa difikirin ku dê ji bo wan bibe garantî. PDK û Tirkiye ne weke hikûmet, weke malbat, weke malbata Erdogan û Barzanî di nava pêwendiyeke nêzîk de ne. Dixwazin mêtingeriya xwe li ser çavkaniyên netewî yên gelê Kurdistanê berdewam bikin. Tevî ku Erdogan li gel rayedarên malbata Barzanî hevdîtinan dike jî lê rêveberiya Barzanî wek rewa nabîne û Tirkiyeyê, Rêveberiya Herêma Kurdistanê tu carî li Enqereyê wek nûner qebûl nekiriye. Yek ji polîtîkayên herî stratejîk ên Tirkiyeyê ew e ku erdnîgariya Kurdistanê nas neke. Her wiha divê meriv baş bibîne ku malbata Barzanî mal û milkê Kurdistanê çawa dixwe û talan dike. Tenê malbata Barzanî ji vî mal û milkî fêde dibîne.” 
 
‘PDK PARÇEYEK ŞER E’ 
 
Chomani diyar kir ku PDK beşeke ji şerê tê meşandinê ye û got: “Partiyên din ên siyasî yên li herêmê dê nebin beşek ji şer, jixwe dê gel jî piştevaniya wan neke. Rewşa li Kurdistanê gelek hesas, xeydok û dubendî ye. Heger wiha bidome… lê ez hêvîdar im ku wiha nebe - dibe ku di navbera ciwanên nêzîkî PKK û PDK'ê de zemîna şerekî navxweyî çêbibe. Ciwan êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê pêk tên qebûl nakin. Ne hikûmeta Iraqê û ne jî hikûmeta Îranê piştgirê êrişên Tirkiyê ne.” 
 
‘XIYANET DÊ NEYÊ QEBÛLKIRIN’ 
 
Chomani hişyarî da ku rewşa PDK’ê dê bibe sedema şerê navxweyî û wiha got: “Heke wiha berdewam bike dê di navbera PKK û PDK’ê de şerekî din yê navxweyî derkeve. Û bi awayekî rewabûna şer a PKK’ê heye. Ji ber ku her tim xwe ji şerê bi PDK'ê re dûr xist. Niha alîkariya PDK'ê ya ji bo Tirkiyeyê ji aliyê her kesekî li Iraq û Herêma Kurdistanê ve tê redkirin.” Eger rewş wiha berdewam bike PKK dê xiyaneta PDK û malbata Barzanî qebûl nake.” 
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

25/04/2022
09:18 Ozturk: Êrişkar jî piştgirên wan jî wê winda bikin
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2022'YAN
24/04/2022
20:27 Li Taksîmê polisan îşkence li ciwanên kurd kir
20:07 Li ser îtîraza dozger careke din hatin biçavkirin!
18:26 MXDŞ: Em ji çareserî û berxwedanê re amade ne
17:43 Amedspor ji bo play-offê serketinek girîng bi dest xist
17:08 Sancar: Xelasiya ji pêşeroja tarî di Tifaqa Demokrasiyê de ye
17:07 Meclisa Dayikên Aştiyê êrîşên PDK’ê şermezar kir
15:56 ‘Dewletê tenê ermen îmha nekirin, şopên wan jî jêbirin’
14:58 Doza Şenyaşar: Kekê Yildiz ê AKP’î walî weke şahid nîşan da
14:14 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Eyn Îsayê kir
13:40 Suryaniyan cejna paskalya pîroz kirin
13:17 102 Kurdistaniyên Rojhilat êrişên AKP'ê û PDK'ê şermezar kirin
13:03 HDP’ê ji bo 24’ê Nîsanê daxuyanî da: Em sûcê li dijî mirovahiyê ji bîr nakin
12:54 ‘Garo Paylan ne bi tenê ye’
12:29 Li Stenbolê bîranîna Qirkirkina Ermenan hate qedexekirin
12:16 Ferît Şenyaşar: Divê hemû kesên ku hevkarên komkujiyê ne bên darizandin
11:19 Parlamentoya Iraqê bi rojeva êrişên Tirkiyeyê kom dibe
11:08 Enfal bi bîr xist: Divê kurd destûrê nedin xiyanetê
10:51 Pêşmergeya jin Geşaw ku bertek nîşanî êrişên AKP'ê û PDK'ê dan: Ez amade me şer bikim
10:19 Ahmet Turk: Divê em li dijî xiyanetê derkevin
09:57 Di lêpirsîna Kobanê de 13 kes hatin girtin
09:45 Hinek Henek bi 5 listikên nû derket pêşberi bîneran
09:16 Dr. Zebarî: Rabûna li ber êrişan erkeke neteweyî ye
09:14 Dozger doza îxrackirina 19 kesên ku Tahir Elçî bibîr anîne kir
09:13 Dayika Îsê: Mirin jî tê de be em ê li ber xwe bidin
09:11 ‘Armanca îmara li Newala Qesaba binpêkirina rûmeta gel e'
09:09 Wanî: Berpirsê vê krîzê polîtîkayên AKP'ê ne
09:07 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, krîz, betalî û şer ber bi qada 1'ê Gulanê ve!
09:05 'Ji ber polîtîkayên bêcezakirinê îşkence li girtiyan tê kirin'
09:03 Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê: Bi êrişan dixwazin tola DAIŞ'ê hildin
09:01 Ji sînorê Başûr bang kirin: Divê em li dijî şer derkevin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Di doza malbata Şenyaşar de ji malbata Yildiz 4 kes hatin girtin
23/04/2022
22:08 Di 'lêpirsîna Kobanê' de 5 kes hatin girtin
20:54 Ji bo malbatên girtiyan û xizmên windayan fitarî
20:07 Civata Ciwanên Herêma Şêladizê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
19:47 Hevseroka AYKAY-DER'ê Bayav hat berdan
19:26 2 heyet çûn gundê Timoqê
18:16 Li Marînosê şerekî dijwar diqewime
18:03 Ji malbata Yildiz ê AKP'î 11 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
16:57 Jinan ji Qilebanê bang kir: Faîl dewlet û daraz e
16:52 Bîlançoya şerê li Zap û Avaşînê hat eşkerekirin
16:42 Nûnertiya HDP'a Başûr: Divê kes li dijî şer bêdeng nemîne
16:04 Dozger xwest ku kesên ji lêpirsîna Kobanê hatine binçavkirin bên girtin
16:04 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê 70 salî bê berdan
15:51 Girtiyê nexweşiya penceşêrê xistine hucreya yekkesî
15:23 ÎHD’ê xwest ku girtiyên nexweş Ozbek û Ece bên berdan
14:39 Li Wan û Mêrsînê banga beşdariya mitîngên 1’ê Gulanê hat kirin
14:39 ‘Em bi dijminê bav û kalan re şer dikin bila PDK nekeve navberê’
14:13 Di 23’yê Nîsanê de aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsîn
13:42 Piştî 25 rojan qedexeya li gundê Timoq hat rakirin
13:28 Dayikên Şemiyê li aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsî
13:16 Li Şirnexê karkerekî Kana Komirê jiyana xwe ji dest da
12:27 'Divê Parlamentoya Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriyê bêdeng nemîne’
12:27 Pismamên şaredarê AKP’yî ji ‘qaçaxtiya mirovan’ hatin binçavkirin
12:11 Pêşmergeyê Dêrin: Tu sûdekî hevkariya PDK’ê ji bo kurdan nîne
11:45 Malbata Şenyaşar: Em nehatine wê astê ku bibêjin edalet pêk hat
11:32 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 18’emîn de ye
11:32 Operasyona Tirkiye û PDK’ê li Stenbolê hate protestokirin
11:31 'Em ê peyamên Newrozê di 1’ê Gulanê de bidomînin’
11:24 HDP’ê di parastina xwe de yek bi yek hemû îdia bersivandin
11:06 Ji Tifaqa Kurdistanî banga hevpar: Em ji siyaseta dagirkeriyê re bêjin 'NA'
10:53 Kamal Chomani: PDK bûye leşkerê bi pere yê Tirkiyeyê
09:55 Amediyan bertek nîşanî Barzaniyan dan: Dilê we çawa digire ku hûn birayên xwe bikujin?
09:08 1'ê Gulanê dê bi ruhekî dijberî şer bê pîrozkirin
09:06 Dayikên Aştiyê: Em ji ber wan fedî dikin, ji laçikên dayikan jî şerm nakin
09:04 Tûtinvan: Bila kooperatîfvanî bi dawî bibe
09:03 Amediyan di sala dawî de herî zêde pirtûkên lêkolîn, dîrok û wêjeyî xwendine
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2022'YAN
22/04/2022
21:47 Roja Rojnamegerên Kurd hat pîrozkirin: Heqîqet di tariyê de neman
21:18 Banga hunermendan: Bi hev re li dijî dagirkeriyê rabin
20:36 Li herêma operasyonê çawîşek pispor mir
20:29 Ciwanên HDP'î bûn mêvanê Sifra Edaletê
18:04 Cenazeyê Berîvan Alturk a hat qetilkirin hat veşartin
17:55 Li Şêladizê li baregeha artêşa tirk du teqînên mezin
17:42 Di lêpirsîna malbata Şenyaşarê de ji malbata Yildiz 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Danişîna yekemîn a HDP'iyên ku ji ber belavkirina belavokan tên darizandin hat dîtin
16:32 Di Nobeda Edaletê de banga berdana girtiyên nexweş hat kirin
16:30 Faîlê ku Alturk qetil kir, zarokê xwe jî giran birîndar kir
15:46 Şirketê vîlayên li Newala Qesaba parast
15:45 Serdegirtina avahiya HDP'ê ya Bazîdê hat şermezarkirin
15:33 Ji rêxistinên sivîl daxuyaniya hevpar: Dest ji îşkenceya li hepsan berdin
15:32 Dayikên Aştiyê êriş şermezar kirin
15:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
15:06 Danişîna doza Demîrel û Balûken hat dîtin
15:06 Ji bo dosyaya kesên hatine binçavkirin biryara veşartî hate
14:14 Meclisa Jinan a TUM BEL-SEN’ê: Em zextan qebûl nakin
14:14 MKGP: Gotina ku em bibêjin û cureta me ya ku em bikin heye
14:08 Doza Geziyê: Dozger wek karmendek AKP’ê ye
13:09 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:07 HDP: Em banga xwedî derketina heqîqeta mîrateya Rojnameya Kurdistanê dikin
12:51 Malbata Şenyaşar: Ji ber ku dozger teref digire zilm didome
12:35 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 17’emîn de ye
12:31 Koyluoglû: Xeta PDK’ê li ser perçekirina kurdan e
12:08 Pirsa ecêb a ‘Lêpirsîna Kobanê’: Gelo têkiliya te bi Fona Sîgortaya Bêkariyê re çi ye?
10:58 Li Kurêjahro şerek dijwar diqewime
10:47 Koç: Rojhilata Navîn li ser Kurdistanê tê dîzaynkirin
10:47 Tirkiyeyê êrişî Kobanê kir
10:06 Polîsan bi ser HDP’a Bazîdê de girtin: 3 kes hatin binçavkirin