Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e

  • rojane
  • 09:00 22 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - Şeniyên Amedê destnîşan kirin ku sedemê qeyrana aborî israra desthilata AKP-MHP’ê ya di şer de ye û wiha gotin: “AKP, pereyê gel dide çek û bombeyan û çiyayan pê bombebaran dike.”

Qeyrana aborî ya Tirkiyeyê her ku diçe girantir dibe û bedêla vê qeyranê jî kedkar û xelkê xizan dide. Polîtîkayên aboriyê yên nû yên AKP’ê dike ku xelk roj bi roj xizantir bibe. Israra desthilatdariya AKP-MHP’ê ya di şer de rê li ber kûrbûna krîza aborî vedike. Şêniyên navçeya Rezan a Amedê têkildarî qeyrana aborî bi ajansa me re axivîn û destnîşan kirin ku sedema kûrbûna krîza aborî, polîtîkaya şer a AKP-MHP’ê ye. 
Ji welatiyan Nîmet Îpek destnîşan kir ku AKP’î bi kêf û xweşî jiyana xwe didomînin û wiha got: “Haya AKP’ê ji gelê feqîr tune ye. Nêzî 400 parastvan dayîne pey xwe. Li Amedê heya niha bi sedan karmendan îflas kir. Yên îflas nekirin jî ji bo banqe û selefxwiran deyndar bûne. Xelk, bi faîza ji sedî 25 ji banqeyê krediyan dikişine û kirêyên xwe wisa dide.” 
 
‘SEDEM, SEROKKOMARÊ TIRKIYEYÊ YE’
 
Têkildarî mijarê Hatîce Akbudak jî anî ziman ku sedema qeyrana aborî neçareserkirina pisgirêka kurd e û wiha domand: “Neçareserkirina pirsgirêka kurd, bandoreke giran li qeyrana aborî dike. Sedema hemû qeyranan, AKP ye. Em nikarin ji bo mala xwe tiştekî bikirin. Bi saetan e diğerim lê nikarim tiştekî bikirim. Pere tune ye û her tişt biha ye. Sedema qeyranê serokkomarê Tirkiyeyê ye. Em nizanin êdî ev desthilatî ji gel çi dixwaze? Dixwaze me ji birçan bikuje.”
 
‘ISRARA DI ŞER DE REWŞÊ HÊJ XIRABTIR DIKE’
 
Karmendê bi navê Sedat Yilmaz jî got ku di emrê xwe de tu carî bihabûneke wiha nedîtiye û ev tişt anî ziman: “Em êvarê tiştên xwe dikirin û rojek piştre heman tişt du qat girantir dibe. Ji xwe kar jî tune ye. Ev nêzî 40 sal in dixebitim. Lê min di emrê xwe de tu carî bihabûneke wiha nedîtiye. Sedema vê krîzê jî serokomar û desthilatdariya AKP’ê ye. Heke ew biryara bihabûnê nedin, tu tişt ji ber xwe ve biha nabe. Sedema bingehîn a krîza aboriyê, şer e. Bi pereyên gel çek û bombeyan dikirin û li çiyayan dibarînin. Heke ev israra di şer de bidome, dê rewş hêj xerabtir bibe.”
 
BANDORA PIRSGIRÊKA KURD
 
Derheqê mijarê jina bi navê Zeynep ku nexwest paşnavê xwe bide jî nêrînên xwe wiha parve kir: “Rewşa xelkê berçav e. Em nikarin tu tiştekî bikirin. Çi xwendî çi jî nexwendî hemû zarokên me li malê rûdinin. Ji ber ku kar tune ye. Tişên ku par bi 10 TL’an îsal bûne 30 TL. Haya AKP’ê ji gel nîne. Bila êdî li gel vegerin. Lê sedema van krîzan tevan jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Ziman û hebûna me qedexe kirine. Heke ev pirsgirêk çareser bibe, dê rewşa aborî jî baş bibe.”
 
 ‘AKP EV 20 SAL IN GEL DIXAPÎNE’
 
Ji amediyan esnafê bi navê Abdurahman Bayram daxuyand ku kirasên bi 50 TL’an difirot niha bi 150 TL’an difiroşin û wiha bertek nîşan da: “Kesê ku heta êvarê bo 100 lîreyan dixebite û 10 kes li mala wê dijîn dê wî kirasî çawa bikire. Hemû polîtîkayên AKP’ê xeletin. Tenê bo xwe û derdora xwe dixebite. Ji bilî wan kesek bi xema wan nîne. Mazot ji 6 lîreyan derket 23 lîreyan. Tenekeyê rûn derketiye 700 lîreyan. Heta êvarê li dikanê rûniştîme û nikarim debara xwe bikim. 7 kes li malê ne û mehê 5 hezar lîreyan kirê didim. Ka ez çi bikim? Erdogan piyekî xwe avêtiye ser yê din ma dê çi bi xema wî be. Ser re dibêje rewşa aborî baş e. Lê AKP ev 20 sal in xelkê dixapîne. Divê ev desthilatdarî biguhere.”
 
‘ÇI XÊRA ŞER BO KESEKÎ NÎNE’
 
Jina bi navê Sultan Onemlî jî da zanîn ku xelk êdî ji rewşa heyî westiya ye û ev tişt anî ziman: “Serokkomar karên xelet dike. Heta niha çi kiribe tenê bo xwe kiriye. Heke desthilatdariyê dest bi şer nekiribûya, îro rewşa gel ev nedibû. Bi pereyên gel çek û bombeyan dikire û pê şer dike. Çi xêra vî şerî bo kesekî nîne. Heke bixwazin dikarin çareseriyekî peyda bikin lê naxwazin.”
 
‘PISGIRÊK, TUNEHESIBANDINA KURDAN E’ 
 
Welatiyê bi navê Ferît Zumrut (80) jî diyar kir ku desthilatiya AKP’ê zilmê li gel dike û axaftina xwe wiha qedand: “Ev bihabûn û nerehetî tevek jî zilm in. Ev pisgirêk hemû jî girêdayî AKP û dewletê ye. Sedemê van qeyranan jî, tunehesabandina gelê kurd û terorîstdîtina gel e. Heta ev rêveberî nece, tiştek erzan nabe. Carnan îkramiyeya cejnan didan me lê êdî wê jî nadin.”
 
 

Sernavên din

22/04/2022
10:02 Li Rihayê wesayît kete qenala avê: 3 kes mirin 2 kes jî winda bûn
09:42 Jina ku li Qilebanê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:03 Ji ber Facebookê doz li welatiyê 74 salî vekirin!
09:03 Leşkerê ku li dijî PKK'ê şer kiriye: Ez bi têkneçûna PKK'ê baş dizanim
09:03 Qedexeya li gundê Timoqê 24 roj in didome
09:03 'Ev pergal wisa nabe werin em bi hev re wê biguherînin'
09:03 Ji ber gotina 'em gotinên wî lê vedigerînin' li Çaglar Demîrel doz hat vekirin
09:03 Pirsa Dayikên Aştiyê ya ji Barzanî: Birayê te kî ye?
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
12:21 Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin
12:21 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Serokwezîrê berê yê Iraqê Malikî li dijî êrişa Tirkiyeyê derket
11:49 Malbata Şenyaşar: Eynika edaletê li pêş Edliyeya Rihayê ye
11:48 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:44 Kasal ê li Sîlîvriyê ji ber îşkenceyê neçar ma întîhar bike bi dayika xwe re hevdîtin kir
11:26 Hevserokê KNK'ê Karamus: PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê
11:16 Li ber avahiya TUGVA'yê teqîn pêk hat
11:15 CPT nexşe weşand: Tirkiye hewl dide li Başûr 5 baregehên nû ava bike
10:40 Togrûl greva birçîbûnê bir rojeva meclisê
10:39 Rojnamevan Işik: Ev şer wê xetereyê bide siberoja Tirkiyeyê
09:48 Cerdevanan li Çiyayê Gabarê jî dest bi birîna daran kirin
09:13 Bajar bi madenvaniyê talan kirine: Armanc Meletiyeke sertewandî ye
09:10 Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in
09:08 Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede
09:08 Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike
09:07 ‘PDK xiyanetê li gelê kurd dike’
09:06 Ji ber înşeata qeyûm hindik maye dêra sûryaniyan hilweşe
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:58 YBŞ: Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike
20/04/2022
23:17 Wezareta Karên Derve ya Iraqê Erdogan li derewê qeliband
23:01 Silêmanî bi meşeke girseyî êriş şermezar kirin
20:52 Barzanî li xwe mikur hat: Tirkiye ji sînorê me êrişê dibe ser PKK'ê
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e
15:33 Ji ber gendeliyê cîgirê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
15:32 Di êrişa doza Dedeogullari de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:32 Erdogan ji bo hevkariyê spasiya Barzanî kir
15:01 Mazlum Dûrsûn ê ku berdana wî salek hat taloqkirin tehliye bû
15:01 Malbatên girtiyan: Kaygusuz ê ku dest û lingên wî tune ne çima nayê berdan?
14:42 Parêzer xwest ku doza MEBYA-DER’ê bê betalkirin
14:42 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogullari de polîs bi nakokî axivîn
14:22 Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin
13:48 RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî
13:47 Mesrûr Barzanî li Londonê hat şermezarkirin
13:34 Ûca bertek nîşanî êrişa Şengalê da: Siyaseta şer wê wan ji hilweşînê xelas neke
13:32 HDK: Em li dijî şer rabin û bêdeng nemînin
13:32 Xwê û şekirê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
13:06 Li Amed û Dersimê gelek kes hatin binçavkirin
12:58 Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye
12:51 Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira
11:30 Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir
11:14 Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin
10:59 Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê
10:44 Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e
10:11 DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê
10:10 Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe
10:07 Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
09:57 Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?
09:44 Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir
09:00 Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin
09:00 Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in
09:00 Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye
09:00 Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye
09:00 Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
09:00 Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin
17:10 ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir
16:44 Parastina HDP’ê pêşkêşî AYM’ê hat kirin