Hevserokê KNK'ê Karamus: PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamus diyar kir ku mebesta Tirkiye, NATO û PDK ya ji êrişa dawî ew e ku têkoşîna gelê kurd bişikînin û wiha got: “PDK’ê dijminatiya xwe ya li gelê kurd îlan kir. PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê.” 

Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 23'yê nîsana sala 2021'an de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Federal a Kurdistanê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Lê tevî ewqas êrişên dijwar jî ji operasyonan encamek bi dest nexistin.  Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di 15'ê nîsanê de li Stenbolê hevdîtin pêk anîn. Artêşa Tirkiyeyê jî di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê operasyon da destpêkirin. Li gel van geşedanan di heman rojê de li Şengalê hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê êrîşî hêzên YBŞ'ê û YJŞ'ê kir. Aloziya li Şengalê jî berdewam e. Gelek derdorên kurd li dijî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re bi bertek in. Têkildarî mijarê Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamus ji ajansa me re axivî.
 
'DÊ ZIYANÊN MEZIN BIDE’
 
Ahmet Karamus, diyar kir ku mebesta ji vê operasyonê bêstatûhiştina gelê kurd e û wiha dom kir: “Ev operasyon, operasyoneke nû nîne. Ev operasyona ku bi mebesta dagirkirina tevahiya herêmê hatiye destpêkirin, di sala 2021’an de dest pê kir. Lê bi saya berxwedana bêhempa ya gerîla, bi ser neketin û encamek bi dest nexistin. Xuyaye k udi operasyona nû de li gel PDK’ê her wiha hikûmeta Iraqê jî heye. Li hêla din jî rejîma Sûriyeyê jî zext û ambargoyeke giran daniye ser Rojava û amadekariyên êrişên nû dikin. Dema em li van geşedanan dinihêrin, dibînin ku konsepteke herêmî û navneteweyî di meriyetê de ye.”
 
‘ARMANC TUNEKIRINA DESTKEFTIYÊN KURDAN E’
 
Bi domdarî Karamus anî ziman ku tiliya dewletên ewropî jî di konsepta nû de heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêguman dê ziyanên mezin bigihînin gelê kurd. Lê ji ber berxwedana HPG'ê û şêwazên wê yên şer em bi hêvî ne û dê ji van êrişan encamekî negirin. Dixwazin Başûr, Rojava û Şengalê dagir bikin. Konsepteke berfireh e û dixwazin destkeftiyên gelê kurd tune bikin. Ji xwe hikûmeta Başûr ji hêla leşkeri, siyasî û aborî ketiye bin bandora dewleta tirk. Ji ber ku berjewendiyên wan ên hevpar hene, bi hev re tevdigerin. Bi vê dagirkeriyê mebest dikin ku têkoşîna gelê kurd tesfiye û tune bikin.”
 
'PDK BEYÎ TIRKIYEYÊ NIKARE PAŞVE GAV BIAVÊJE’
 
Di berdewamê de Karamus destnîşan kir ku PDK di nava hewldanên dagirkeriyê de ye û wiha pê de çû: “Di hevdîtinên cuda de PDK’ê di asta herî bilind de ji xwe îşaretên operasyoneke bi vî rengî da. Yek ji van hevdîtinan jî ya li Antalyayê bû. Du-sê roj beriya operasyonê jî şandeyeke PDK’e ya bi serokatiya Mesrûr Barzanî li Stenbolê hevdîtin kirin. Li wir, hûrgiliyên operasyonê axivîn. Artêşa tirk li herêmê bi cih bûye û di esasê xwe de ew herêmê birêve dibin. Li Başûr, operasyonên muşterek di navbera PDK'ê û dewleta tirk de heye. PDK îro nikare bêyî dewleta tirk yek gavekî jî biavêje. Hevkariya wan di asteke wiha de ye. Tirkiye dixwaze kurdan bi kurdan bide kuştin û wan bi hev bide şikandin. Tirkiye, PDK'ê weke amûrekî bi kar tîne. Zarokekî 7 salî jî dizane ku PDK bi tevahî di bandora Tirkiyeyê de ye. Lê ev talûkeyeke mezin e. Divê gelê kurd bizane ku ev hevkarî ne li gorî berjewendiyên wan e.” 
 
'PDK DIXWAZE BAŞÛR BIKE VÎLAYETEKE TIRKIYEYÊ' 
 
Karamus, daxuyand ku Tirkiyeyê operasyoneke berfireh daye destpêkirin û wiha got: “PDK û Tirkiye dixwazin ku gerîla û gelê kurd ji hêzê bixe. Li gorî plana wan, ewil dê gerîla tesfiye bikin, piştre dê bi tesfiyekirina YBŞ û YJŞ’ê re Şengalê têxin bin kontrola hikûmeta Iraqê. Îxtîmaleke mezine ku YNK jî were tesfiyekirin. Metirsiyeke wiha mezin heye. Di halê hazir de geşedanên li Başûr vê rastiyê nîşanî me dide. Hinek aliyên sunî dixwazin bandora wan a li Iraqê zêde bibe û xwe li cihên cuda bicihkirin. Dixwazin bi vê planê re Başûr, Kerkûk, Mûsil û heke bikarin Silêmaniyeyê jî dagir bikin. Operasyoneke metirsîdar e. PDK'ê dijminatiya xwe bi vekirî ragihand. Gelê kurd, destkeftî, nasname û berjewendiyên gelê kurd ne bi xema PDK’ê ne. Tekane derde wan serweta mala Barzanî ye. Ji bo vê jî bi dewleta tirk re hevkariyek çêkirine. PDK dixwaze Başûr bike vîlayetekî Tirkiyeyê.”
 
‘ARMANCA WAN TESFIYEKIRINA TÊKOŞÎNA KURDAN E’ 
 
Têkildarî helwesta NATO’yê jî Karamus ev nirxandin kir: “Ev operasyon bi erêkirina NATO’yê dest pê kir. Piştgiriyê dide. Ji ber şerê Ûkrayna-Rûsyayê firsendek ji Tirkiyeyê re çêbû û NATO jî li gorî demên berê alîkariyeke mezintir dide. Armanca van hêzan tevan jî tesfiyekirina têkoşîna gelê kurd e. Xuyaye ku hin welatên ewropî jî piştgiriyê didin vê operasyonê. NATO naxwaze Tirkiyeyê ji xwe dûr bixîne.” 
 
'DIVÊ HEMÛ KES BERTEK NÎŞANÎ VÊ HEVKARIYÊ BIDE’ 
 
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus da zanîn ku heke operasyona Tirkiyeyê bi ser keve dê herêm ji kurdistanîbûnê derbikeve û wiha dirêjî da axatftina xwe: “Ji bo ku Kurdistan neye dagirkirin çi ji destê me were em ê bikin. Banga me ji bo gelê kurd ew e ku hem berteka xwe nîşanî hêzên dagirker, hem PDK’ê û hem jî hikûmeta Iraqê bidin. Divê her kurdek li dijî vê derkeve. Em hewl didin bi hêzên kurd re hevdîtinan bikin da ku bikarin destkeftiyên kurdan biparêzin. Divê em hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re bi vekirî protesto bikin. Di vê êrişê de tiştekî bi xêra kurdan nîne. Dewleta tirk di dîrokê de tu carî nebûye dilxwazê parastina gelê kurd. Wan her tim kuştin û komkujî hêjayî me dîtine û statûya kurdan bi tu awayî qebûl nakin. Jixwe dibêjin cihekî bi navê Kurdistanê tune ye. Dema wisa dibêjin, ev tê wê wateyê ku ji bo PDK’ê jî heman tiştî dibêje. Lê bo PDK’ê ya girîng, berjewendiyên malbata wan in. Divê tu kurdek vê hevkariyê qebûl neke. Weke KNK’ê em dîsa bang li PDK’ê dikin ku dev ji vê hevkariyê berde û li dijî van operasyonan jî mil bide milê gelê kurd.” 
 

Sernavên din

22/04/2022
10:02 Li Rihayê wesayît kete qenala avê: 3 kes mirin 2 kes jî winda bûn
09:42 Jina ku li Qilebanê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:03 Ji ber Facebookê doz li welatiyê 74 salî vekirin!
09:03 Leşkerê ku li dijî PKK'ê şer kiriye: Ez bi têkneçûna PKK'ê baş dizanim
09:03 Qedexeya li gundê Timoqê 24 roj in didome
09:03 'Ev pergal wisa nabe werin em bi hev re wê biguherînin'
09:03 Ji ber gotina 'em gotinên wî lê vedigerînin' li Çaglar Demîrel doz hat vekirin
09:03 Pirsa Dayikên Aştiyê ya ji Barzanî: Birayê te kî ye?
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
12:21 Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin
12:21 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Serokwezîrê berê yê Iraqê Malikî li dijî êrişa Tirkiyeyê derket
11:49 Malbata Şenyaşar: Eynika edaletê li pêş Edliyeya Rihayê ye
11:48 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:44 Kasal ê li Sîlîvriyê ji ber îşkenceyê neçar ma întîhar bike bi dayika xwe re hevdîtin kir
11:26 Hevserokê KNK'ê Karamus: PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê
11:16 Li ber avahiya TUGVA'yê teqîn pêk hat
11:15 CPT nexşe weşand: Tirkiye hewl dide li Başûr 5 baregehên nû ava bike
10:40 Togrûl greva birçîbûnê bir rojeva meclisê
10:39 Rojnamevan Işik: Ev şer wê xetereyê bide siberoja Tirkiyeyê
09:48 Cerdevanan li Çiyayê Gabarê jî dest bi birîna daran kirin
09:13 Bajar bi madenvaniyê talan kirine: Armanc Meletiyeke sertewandî ye
09:10 Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in
09:08 Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede
09:08 Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike
09:07 ‘PDK xiyanetê li gelê kurd dike’
09:06 Ji ber înşeata qeyûm hindik maye dêra sûryaniyan hilweşe
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:58 YBŞ: Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike
20/04/2022
23:17 Wezareta Karên Derve ya Iraqê Erdogan li derewê qeliband
23:01 Silêmanî bi meşeke girseyî êriş şermezar kirin
20:52 Barzanî li xwe mikur hat: Tirkiye ji sînorê me êrişê dibe ser PKK'ê
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e
15:33 Ji ber gendeliyê cîgirê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
15:32 Di êrişa doza Dedeogullari de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:32 Erdogan ji bo hevkariyê spasiya Barzanî kir
15:01 Mazlum Dûrsûn ê ku berdana wî salek hat taloqkirin tehliye bû
15:01 Malbatên girtiyan: Kaygusuz ê ku dest û lingên wî tune ne çima nayê berdan?
14:42 Parêzer xwest ku doza MEBYA-DER’ê bê betalkirin
14:42 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogullari de polîs bi nakokî axivîn
14:22 Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin
13:48 RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî
13:47 Mesrûr Barzanî li Londonê hat şermezarkirin
13:34 Ûca bertek nîşanî êrişa Şengalê da: Siyaseta şer wê wan ji hilweşînê xelas neke
13:32 HDK: Em li dijî şer rabin û bêdeng nemînin
13:32 Xwê û şekirê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
13:06 Li Amed û Dersimê gelek kes hatin binçavkirin
12:58 Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye
12:51 Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira
11:30 Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir
11:14 Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin
10:59 Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê
10:44 Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e
10:11 DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê
10:10 Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe
10:07 Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
09:57 Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?
09:44 Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir
09:00 Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin
09:00 Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in
09:00 Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye
09:00 Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye
09:00 Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
09:00 Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin
17:10 ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir
16:44 Parastina HDP’ê pêşkêşî AYM’ê hat kirin