Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye

  • rojane
  • 12:58 20 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêrê siyasî Elî Kerîmî got ku PDK xwe weke beşeke Împaratoriya Osmanî ya nû dibîne û wiha got: “Mîna qeymeqamekî diçin ber piyên siltanên xwe û jê re dibêjin; ‘fermo.’ Tirkiye dixwaze Başûr dagir bike, lewma bi malbata Barzanî re hevkariyê dike.” 
 
Artêşa Tirkiyeyê di 18’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dest bi êrişeke nû kir. Têkildarî mijarê çavdêrê siyasî Elî Kerîmî ji Rojnewsê re axivî û rewşa heyî nirxand. Kerîmî, da zanîn ku xewn û xeyalên Tirkiyeyê yên ji bo herêmê hene û bi êrişa dawî re jî tenê PKK û Qendîlê hedef nagire. 
 
Elî Kerîmî, diyar kir ku heke armanca Tirkiyeyê Qendîl û PKK bûya, hewcehî bi dagirkirina rojavayê Kurdistanê nedidît û wiha domand: “Efrîn wêran kir. Dixwaze Herêma Kurdistanê dagir bike. Mixabin ku ji bo vê jî bi malbata Barzaniyan re hevkariyê dike. PDK tenê dijberiya PKK’ê nake, ji destpêkê ve bi awayekî vekirî xwe weke parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû dibîne. Tenê dema em li şêweyê rûniştinên Mesrûr Barzanî yên bi Erdogan û serokê MÎT’ê re dinihêrin, zimanê wan ê beden dibêje ku mîna qeymeqam an jî wezîrekî wî pê re rûniştî ye. Lê dîsa jî çend rewşenbîrên xulam vê rewşê pir asayî dibînin û diparêzin.”  
‘XELKÊ BAŞÛR NAXWAZE PDK LI DIJÎ PKK’Ê ŞER BIKE’
 
Bi domdarî Kerîmî anî ziman ku xelkê Başûr li dijî vê dijayetiya Barzaniyan a li hemberî PKK’ê ne û wiha pê de çû: “Bi rêya pere û wezîfeyan çendek rewşenbîr anîne cem xwe ku ji wan re daholê lê didin. Nexwe PDK’ê çi alîkarî nedayê xelkê herêmê. Xelkê Başûr naxwaze ku malbata Barzanî şerê PKK’ê bike.”
 
‘GEL BI GERÎLA RE YE’
 
Di berdewamê de Kerîmî destnîşan kir ku Tirkiye her sal di demsala biharê de êrişî Herêma Kurdistanê dike û wiha got: “Herêmê bombebaran dike û ziyanê digihîne gund û baxçeyên welatiyan. Lê gerîla van êrişan têk dibe. Şevê din jî hêzên gerîla êrişa wan şikand. Her cara ku Tirkiye êriş dike dibîne ku xelkê herêmê piştgiriyê dide gerîla. Lewma bi rûreşî vegeriyan û tu daxuyanî nedan.” 
 
‘PDK XIZMETKARÊ DIJMIN E’
 
Kerîmî bal kişand ser dijberiya PDK’ê û ev nirxandin kir: “Hewldanên PDK’ê ne bi deste wê ye. Ji ber ku sultanê wê fermanê dide ku vî karî bike. Malbata Barzanî bi kiryarên xwe îspat kiriye ku tu dilsoziyeke wê bi xelkê Başûr re nîne. Berevajî vê, hemû hewldanên wê ji bo xizmeta siltanê xwe ye. Lewma bi lez û bez diçin Tirkiyeyê û ji sultanê xwe re dibêje; ‘fermana we çi ye?’ Ev jî nîşan dide ku PDK xizmetkarê dijmin e.” 
 
‘REWŞENBÎR BÛNE XIZMETKARÊN PDK’Ê’
 
Têkildarî helwesta rewşenbîran a li dijî PDK’ê jî Kerîmî ev nirxandin kir: “Mixabin rewşenbîrên Başûr bi erka xwe ranabin. Gelek ji wan bi pere û wezîfeya xwe mijûl in. Ezmûnên çend salên borî nîşan da ku kesên dahata neftê û navxweyî dizîn û pê bazirganiyê dikin, ev kes bi pereyan bêdeng kirine. Hinek ji wan ji bo pereyan bûne xizmetkarên PDK’ê ku hinek jê dijberên malbata Barzanî bûn. Divê ev kes baş bizanin ku Barzanî, tên wateya xwelîseriya kurdan.”
 
Çalakvanê siyasî Elî Kerîmî helwesta Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “PDK tu qîme bi parlamentoyê nake. Ev sê sal in vê parlamentoyê derheqê pirsgirêkên civakê de yek civîn nekiriye. Heke li şûna serokê wê bûma dê min dev ji peywirê berdabûya. Ji ber ku heqaretê lê dikin. Saziyên fermî nikarin helwestekî nîşan bidin ji ber ku beşeke desthilatdariya mala Barzanî ne.”
 
Kerîmî herî dawî jî da zanîn ku nerazîbûna xelkê Başûr a li dijî krîza aborî, nedayîna mûçeyan û rewşa heyî zêde dibe û dibe ku di demekî nêz de pêla nerazîbûnê dakeve kolanan. 
 

Sernavên din

22/04/2022
10:47 Tirkiyeyê êrişî Kobanê kir
10:06 Polîsan bi ser HDP’a Bazîdê de girtin: 3 kes hatin binçavkirin
10:02 Li Rihayê wesayît kete qenala avê: 3 kes mirin 2 kes jî winda bûn
09:42 Jina ku li Qilebanê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:03 Ji ber Facebookê doz li welatiyê 74 salî vekirin!
09:03 Leşkerê ku li dijî PKK'ê şer kiriye: Ez bi têkneçûna PKK'ê baş dizanim
09:03 Qedexeya li gundê Timoqê 24 roj in didome
09:03 'Ev pergal wisa nabe werin em bi hev re wê biguherînin'
09:03 Ji ber gotina 'em gotinên wî lê vedigerînin' li Çaglar Demîrel doz hat vekirin
09:03 Pirsa Dayikên Aştiyê ya ji Barzanî: Birayê te kî ye?
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
12:21 Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin
12:21 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Serokwezîrê berê yê Iraqê Malikî li dijî êrişa Tirkiyeyê derket
11:49 Malbata Şenyaşar: Eynika edaletê li pêş Edliyeya Rihayê ye
11:48 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:44 Kasal ê li Sîlîvriyê ji ber îşkenceyê neçar ma întîhar bike bi dayika xwe re hevdîtin kir
11:26 Hevserokê KNK'ê Karamus: PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê
11:16 Li ber avahiya TUGVA'yê teqîn pêk hat
11:15 CPT nexşe weşand: Tirkiye hewl dide li Başûr 5 baregehên nû ava bike
10:40 Togrûl greva birçîbûnê bir rojeva meclisê
10:39 Rojnamevan Işik: Ev şer wê xetereyê bide siberoja Tirkiyeyê
09:48 Cerdevanan li Çiyayê Gabarê jî dest bi birîna daran kirin
09:13 Bajar bi madenvaniyê talan kirine: Armanc Meletiyeke sertewandî ye
09:10 Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in
09:08 Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede
09:08 Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike
09:07 ‘PDK xiyanetê li gelê kurd dike’
09:06 Ji ber înşeata qeyûm hindik maye dêra sûryaniyan hilweşe
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:58 YBŞ: Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike
20/04/2022
23:17 Wezareta Karên Derve ya Iraqê Erdogan li derewê qeliband
23:01 Silêmanî bi meşeke girseyî êriş şermezar kirin
20:52 Barzanî li xwe mikur hat: Tirkiye ji sînorê me êrişê dibe ser PKK'ê
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e
15:33 Ji ber gendeliyê cîgirê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
15:32 Di êrişa doza Dedeogullari de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:32 Erdogan ji bo hevkariyê spasiya Barzanî kir
15:01 Mazlum Dûrsûn ê ku berdana wî salek hat taloqkirin tehliye bû
15:01 Malbatên girtiyan: Kaygusuz ê ku dest û lingên wî tune ne çima nayê berdan?
14:42 Parêzer xwest ku doza MEBYA-DER’ê bê betalkirin
14:42 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogullari de polîs bi nakokî axivîn
14:22 Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin
13:48 RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî
13:47 Mesrûr Barzanî li Londonê hat şermezarkirin
13:34 Ûca bertek nîşanî êrişa Şengalê da: Siyaseta şer wê wan ji hilweşînê xelas neke
13:32 HDK: Em li dijî şer rabin û bêdeng nemînin
13:32 Xwê û şekirê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
13:06 Li Amed û Dersimê gelek kes hatin binçavkirin
12:58 Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye
12:51 Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira
11:30 Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir
11:14 Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin
10:59 Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê
10:44 Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e
10:11 DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê
10:10 Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe
10:07 Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
09:57 Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?
09:44 Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir
09:00 Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin
09:00 Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in
09:00 Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye
09:00 Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye
09:00 Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
09:00 Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin