Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?

  • rojane
  • 09:57 20 Nîsan 2022
  • |
img

ŞIRNEX - 2 zarokên ku li navçeya Hezexê di encama têqîna cismekî de birîndar bûbûn diyar kirin ku ew naxwazin ev tişt bê serê tu kesî û dan zanîn ku qereqolê ji wan re pirsa ‘Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?’ kiriye.

Li gundê Kîwex yê navçeya Hezex a Şirnexê di 14'ê Nîsanê de pismamên hev Sercan E. (13) û Mûrat E. (18) dema ku li heywanên xwe yên windabûyî digeriyan, di encama têqîna cismê ku dîtin de birîndar bûbûn. Piştî ku welatiyên derdorê ferq kiribûn Sercan E. û Mûrat E. bi ambûlansê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Di lingê zarokê bi navê Sercan de şikestin heye û nikare bimeşe. Her du zarokên ku piştî hefteyekê ji nexweşxaneyê derketin, ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re axivîn. Sercan E. û Murat E. diyar kirin ku qereqolê ew sucdar kirine û ji wan re pirskirine ku ew bi daxwaza kê çûnê wê derê? 
 
‘HIN KESAN GOTIN LI WÊ DERÊ BITEQÎNIN’
 
Ji zarokan Murat E. yê 18 salî, anî ziman ku piştî birîndar dibin bi derfetên xwe yên herî kêm dengê xwe digihînin welatiyên derdorê û wiha axivî: “Ev bûyer hefteyek beriya niha çêbû. Heywanên me winda bûbûn. Em jî li wan digeriyan. Nêzî qereqolê me cîsmek dît. Me dest avêtê û çend mîtroyan durî xwe avêt. Piştî ku me avêt teqiya. Pişt re em birîndar bûn. Ji ber ku şebeke tune bû, me nekarî kesekî jî bigerin ku werin alîkariya me bikin. Me bang li yekî gundê me kir. Pişt re wan jî ji me re ambulans xwest. Niha rewşa min a tendûristiyê baş e. Roja ewil ji qereqolê leşker hatin û îfadeyê me girtin. Ji me re gotin ‘Hin kesan ji we re gotine wê mayînê bibin wê derê û biteqînin?’ Me jî got tişteke wisa tune ye. Hewyanên me wenda bûbûn, em jî ji ber wê çûn. Pezê me her roj diçe wan deran diçêr e. Herkes jî dizane ku çawa teqiya. Em naxwazin ku êdî vê tiştê bijîn.”
 
‘KÊ JI WE RE GOT HERIN WÊ DERÊ’
 
Sercan E. yê 13 salî jî anî ziman ku ew naxwaze ku careke din heman tiştî bijî û got: “Piştî ku em birîndar jî bûn kesek nehat. Ji ber ku şebeke nedikişand me nekarî ku xwe bigihîjin kesekî. Piştî ku em anîn nexweşxaneyê jî di heman rojê de îfadeyên me girtin. Ji me re gotin ‘kê ji we re gotiye herin wê derê û we li wir çi dikir?’ Ev pirs ji me kirin.”
 
DERBARÊ BERPIRSYARAN DE WÊ GILIYÊ BIKIN
 
Bavê Sercan E., Abdullah E. (60), da zanîn ku ew ê derbarê bûyerê de serî li dozgeriyê bidin û gilî bikin û ev tişt gotin: “Zarokên me li pey heywanan çûbûn. Pişt re rastî cîsmeke beyanî tên. Dibêjin qey leyîstoke. Pê dilîzin. Pişt re jî diavêjin û diteqe. Ji lingên xwe birîndar bibin. Li vir ji ber ku şebeke tune ye, nikarîne xwe bigihînin me jî. Yek ji wan bi zorê hewl dide û diçe cihekî bilind û xwe digihînin me. Pişt re jî em bi hawara wan çûn. Heta seatekî jî leşker bi hewara wan neçûn. Gotin ‘em ê binêrin ka çiye pişt re em ê biçin.’ Pişt re jî ew heta diçin tînin 2 mayinan diteqînin. Pêwîste ku cihên mirov lê hebin mayîn tune bin. Ew der cihê çerandina pezî ye. Em ê jî giliyê wan bikin heta ku encamekê digirin.”
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

22/04/2022
10:06 Polîsan bi ser HDP’a Bazîdê de girtin: 3 kes hatin binçavkirin
10:02 Li Rihayê wesayît kete qenala avê: 3 kes mirin 2 kes jî winda bûn
09:42 Jina ku li Qilebanê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:03 Ji ber Facebookê doz li welatiyê 74 salî vekirin!
09:03 Leşkerê ku li dijî PKK'ê şer kiriye: Ez bi têkneçûna PKK'ê baş dizanim
09:03 Qedexeya li gundê Timoqê 24 roj in didome
09:03 'Ev pergal wisa nabe werin em bi hev re wê biguherînin'
09:03 Ji ber gotina 'em gotinên wî lê vedigerînin' li Çaglar Demîrel doz hat vekirin
09:03 Pirsa Dayikên Aştiyê ya ji Barzanî: Birayê te kî ye?
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
12:21 Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin
12:21 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Serokwezîrê berê yê Iraqê Malikî li dijî êrişa Tirkiyeyê derket
11:49 Malbata Şenyaşar: Eynika edaletê li pêş Edliyeya Rihayê ye
11:48 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:44 Kasal ê li Sîlîvriyê ji ber îşkenceyê neçar ma întîhar bike bi dayika xwe re hevdîtin kir
11:26 Hevserokê KNK'ê Karamus: PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê
11:16 Li ber avahiya TUGVA'yê teqîn pêk hat
11:15 CPT nexşe weşand: Tirkiye hewl dide li Başûr 5 baregehên nû ava bike
10:40 Togrûl greva birçîbûnê bir rojeva meclisê
10:39 Rojnamevan Işik: Ev şer wê xetereyê bide siberoja Tirkiyeyê
09:48 Cerdevanan li Çiyayê Gabarê jî dest bi birîna daran kirin
09:13 Bajar bi madenvaniyê talan kirine: Armanc Meletiyeke sertewandî ye
09:10 Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in
09:08 Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede
09:08 Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike
09:07 ‘PDK xiyanetê li gelê kurd dike’
09:06 Ji ber înşeata qeyûm hindik maye dêra sûryaniyan hilweşe
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:58 YBŞ: Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike
20/04/2022
23:17 Wezareta Karên Derve ya Iraqê Erdogan li derewê qeliband
23:01 Silêmanî bi meşeke girseyî êriş şermezar kirin
20:52 Barzanî li xwe mikur hat: Tirkiye ji sînorê me êrişê dibe ser PKK'ê
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e
15:33 Ji ber gendeliyê cîgirê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
15:32 Di êrişa doza Dedeogullari de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:32 Erdogan ji bo hevkariyê spasiya Barzanî kir
15:01 Mazlum Dûrsûn ê ku berdana wî salek hat taloqkirin tehliye bû
15:01 Malbatên girtiyan: Kaygusuz ê ku dest û lingên wî tune ne çima nayê berdan?
14:42 Parêzer xwest ku doza MEBYA-DER’ê bê betalkirin
14:42 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogullari de polîs bi nakokî axivîn
14:22 Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin
13:48 RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî
13:47 Mesrûr Barzanî li Londonê hat şermezarkirin
13:34 Ûca bertek nîşanî êrişa Şengalê da: Siyaseta şer wê wan ji hilweşînê xelas neke
13:32 HDK: Em li dijî şer rabin û bêdeng nemînin
13:32 Xwê û şekirê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
13:06 Li Amed û Dersimê gelek kes hatin binçavkirin
12:58 Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye
12:51 Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira
11:30 Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir
11:14 Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin
10:59 Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê
10:44 Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e
10:11 DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê
10:10 Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe
10:07 Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
09:57 Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?
09:44 Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir
09:00 Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin
09:00 Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in
09:00 Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye
09:00 Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye
09:00 Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
09:00 Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin
17:10 ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir