Bûldan: Jin dê teqez edaletê bînin ser vê axê

  • rojane
  • 14:17 16 Nîsan 2022
  • |
img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bi lêv kir ku weke bi hezaran jinên xizmên xwe windakirine bi heman agirê Emîne Şenyaşar pê dişewite, dişewitin û got: “Jinên ku di qêrîna hevpar a ji bo edaleta Emîne Şenyaşar de li hev civiyan wê teqez edaletê bînin ser vê axê. Em jin dê jiyanê bidin axa vê erdnîgariyê ku kirine çol.”
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li navenda giştî ya partiya xwe civiya. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan destpêka civînê axivî. Bûldan a bi silavkirina jinana dest bi axaftina xwe kir, wiha got: “Em bi hev re derketin vê rêyê, bi hev re têkoşiyan û têkoşîn anîn vê astê. Di pêvajoya ji niha û şunde jî heta ku serbikevin em ê têkoşîna xwe ya birûmet bi heman biryardariyê bidomînin.”
Bûldan, anî ziman ku kûrbûna xizaniyê êdî veguheriye rastiya belengaziyê û wiha pê de çû: “Em vê di pratîk û pêkanînên desthilatdariyê de dibînin. Aşxaneyên ku agir lê zêde dibû, ciwan, jin, bi milyonan di bin barê giran yê bêkariyê de pelçiqandin; Karmend û malnişînên ku hatina wan têra lêçûnên wan nake, vê hawîrdora bextreş di rewşa xwe ya herî şelandî de dijîn. Li gel vê rastiya gel jî, rêveberiya qesrê bêyî ku şerm bike û bêzar bibe, her roj derewan ji gelê Tirkiyeyê re dike ku aborî mezin bûye û wê mezin bibe. Em feqîr bûne, xizan bûne, birçî mane, em nikarin bixwin, em nikarin hilberînin. Dengê wan ji her quncikekî Tirkiyeyê deng dide. Feqîrtiya kûr herî zêde li ser jinê ye. Bi siyaseteke pir bi zanebûn, jin mehkûmî xizaniya mutleq dibin.
 
JI NANÊ JIN Û GELAN DIDIZIN
 
Yên ku fermanê didin xelkê ku porsiyanên xwe kêm bikin û bi nanê hişk têr bibin, ji nanê jin û gelan didizin û desthilatdariya xwe fînanse dikin. Haya me ji vê yekê jî heye. Li malê, li kargehan, li atolyeyan, di perwerdehiyê de, di tenduristiyê de ji bo keda wan ji yên ku hilberînê dikin, jinan tê dizîn; veguheztin berika alîgiran. Mebesta hikûmetê ji mezinbûnê ev e, aboriyeke wisa hovane, bêwijdan û tarî. Helbet haya me jin ji vê pergala aborî ya hovane, vê fermana talankirinê heye. Em ê tu carî vê aboriya mêrê talanker qebûl nekin, em ê tu carî vê aboriya zilamê talanker ku mezin dibe qebûl nekin. Em ê bi biryar têkoşîna xwe bidomînin. Em ê tiştên ku ji destê me hatine dizîn yek bi yek bistînin. Weke her qada civakî, em ê di qada aboriyê de jî modeleke wekhev, adil û zelal pêk bînin.”
 
TUNDIYA LI SER JINÊ ROJ BI ROJ ZÊDE DIBE
 
Bûldan, da zanîn ku heke pergaleke demokratîk li vî welatî ava bibûya, mafên nasnameyên cuda hatibûn bidestxistin, aştiyeke birûmet pêk hatiba û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em weke siyasetmedarên jin ên HDP'ê baş dizanin ku destkeftî di demokrasiyeke xurt, wekheviya tam, pergala edaletê ya rasteqîn, çareserkirina pirsgirêkên sedsalan û aştiyeke mayînde de ye. Bi vê hişmendî û prensîban em ketin rêyekê, me rêyek vekir û em bi gavên xurt li ser wê rêyê dimeşin. Şîdeta li ser jinê ya ku ji ber newekheviya zayendî pêş dikeve, roj bi roj zêde dibe. Li welatê me rojane herî kêm 4 jin ji hêla mêran ve tên qetilkirin. Dema Peymana Stenbolê hat betalkirin 278 jin hatin qetilkirin û 235 jin jî bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest dan. Ev wêne ne qezayek e, ne îstatîstîkek şewbê ye, ne jî komkujiyek şerê girseyî ye. Ev wêne wêneyê felaketê ye ku bloka mêran a AKP-MHP’ê ji bo jinan pêşkêş dike ye.
 
HIKUMET WÊ BI HÊZ Û TÊKOŞÎNA ME YA HEVPAR WINDA BIKE
 
Bûldan, di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: “Her wiha ji bo serweriya vê tabloya tarî li dijî me jinan êrîşeke topyekûn heye. Ji ber têkoşînê her roj bi hezaran hevalên me tên girtin û tên darizandin. Binêrin, di sê mehên dawî de tenê li Amedê derbarê 200 jinan de lêpirsin hatiye destpêkirin. Niha jî ji bo girtina Platforma Em ê Pêşî Li Cinayetên Jinan Bigirin doz hat vekirin. Ev doz êrîşa li dijî têkoşîna jinê ye, bi operasyonan jinan dikin hedef. Ez ji vir hestên xwe yên hevgirtinê radigihînim platformê. Em ê bi hev re dijberiya xwe bi xurt nîşan bidin. Bi vê minasebetê ez careke din ji hemû jinan re dibêjim ku pêwîste ku em bi hişmendiya girîngiya yekitiya jinan û têkoşîna hevpar tevbigerin. Hikûmeteke ku ewqas ji me ditirse, baş dizane ku bi hêz û têkoşîna me ya hevpar wê winda bike. 
 
LI DIJÎ KURDAN QANÛN DI DESTÊ HIKUMETÊ DE DIBIN ŞÛR
 
Dîsa di operasyona ku weke pêla duyemîn a Doza Komploya Kobanê dabûn destpêkirin de hevalên me bi awayekî der hiqûqî hatin binçav kirin. Îcar li ser çi? Li gorî zagona hejmara 6415’an. Ji ber vê yekê, vê hikûmetê berê ev qanûn ji bo çi armancê bikar anî? Em lê dinêrin û em rastî rewşek ku qet ne sosret e tên. Hikûmeta AKP'ê bi vê qanûnê mal û milkên çeteyên DAIŞ'ê yên cemidandibûn dîsa li xwediyên wan vegerand. 
 
Qanûn heman qanûn e. Lê dema mijar dibe kurd, jin û pêkhateyên siyaseta demokratîk, ev qanûn di destê hikûmetê de dibin şûr. Dema mijar dibe DAIŞ’ê ku rêxistina herî hov a ku heta niha ji aliyê cîhanê ve hatiye qebûlkirin, bi qanûnên heyî DAIŞ’ê ji nû ve zindî dikin. Hîn jî destekê didin DAIŞ’ê, bi heman qanûnê hewl didin alîkariyên mirovî yên ku ji Kobanê re hatine dayîn, bi sûc nîşan bidin. Armanca wan a sereke mirovahî ye. Yên ku alîkariyên mirovî dikin hedef di warê nirxên mirovahiyê de pirsgirêkên mezin hene.
 
Hefteya borî jî di serdegirtina avahiya navçeya me ya Cizîrê de hema hema avahiya me hilweşandin. Cizîr cihekî têkoşînê yê qedîm e. Ji hêrsa xwe êrîşî vê rastiyê dikin û dixwazin tune bikin. Hewl didin sûcên li dijî mirovahiyê yên li Cizîrê kirine bi sûcên nû veşêrin. Lê em ne ew gel in ku bibin şopdarê vê talanê. Tevahiya şevê jinên leheng ên Cizîrê li ber avahiya navçeya me rûdiniştin, nobet digirtin, stran digotin. Gotin 'Em li dijî çewsandina we, li vir in, em natirsin, em te dişopînin'. Ez hezkirin û hurmeta xwe ya herî kûr ji bo gel û jinên leheng û qehreman ên Cizîr û Botanê re dişînim. Silav li dengê te yê xweş, stranên te, têkoşîna te ya bi biryar a demokratîk.
 
GIRTÎGEH KIRINE ÎŞKENCEXANE
 
Mijareke din a ku ez dixwazim balê bikşînim ser girtîgehên ku kirine îşkencexane. Tecrîda li derveyî mirovahiyê têrê nake, binpêkirina mafan têrê nake, bi raporên derewîn ên ATK’ê îşkence li girtiyên nexweş ên giran dikin û dibin sedema mirina wan, înfaz têrê nakin, îşkenceyên giran ên fizîkî li girtiyan dikin. Çawa ku her roj jin tên qetilkirin, hema hema her roj jî cenaze ji girtîgehê derdikevin. Her çend ev mirin weke gumanbar tên binavkirin jî, şopên îşkenceyên giran ên li ser cenazeyan jî gumanan ji holê radike. Şopên dawî yên li ser cenazeyê Ferhan Yilmaz di rastiyê de her tiştî pir zelal nîşanî me dide. Ji bilî vê, ew têrê nakin. Em dibînin ku îşkence li cenaze kirine û em şahidê vê yekê ne. Em bi zîhniyeteke ku wesayîta cenaze jî nade, em bi zihniyeteke ku rê li ber bicihanîna wecîbeyên olî yên cenazeyan digire re rû bi rû ne.
 
POLÎTÎKAYEKE DIJMINANE LI DIJÎ GIRTIYÊN NEXWEŞ TÊ BIRÊVEBIRIN
 
Li hember bangên ku ji çar aliyên cîhanê yên ji bo Aysel û girtiyên nexweş tên kirin jî polîtîkayeke bi zanebûn a dijminatiya jin û kurdan tê kirin tê meşandin. Haya me ji vê heye. Lê em siyaseta dijminatiyê nameşînin. Em ji bo heqîqet û edaletê têdikoşin. Ev polîtîkaya dijminatiya li me, gelê me, jin û girtiyan teqez wê li pêşberî edaleta rast û di wijdanê mirovahiyê de hesab bide. Ez ji vê civîna Meclîsa Jinê careke din diyar dikim ku em ê li her derê û her demê bi awayekî herî xurt û bi hêz hemû rêhevalên xwe hembêz bikin. Her rêhevalekî me parçeyek ji me ye, nirxa me ye, rûmeta me ye. Ez ji vir silaveke xurt ji girtîgehan re dişînim.
 
GELEK JIN DI HEMAN AGIRÎ DE DIŞEWITIN
 
Hefteya borî em bi hevalên xwe re çûn serdana çalakiya 'Nobeta Edaletê' ya dayika Emîne Şenyaşar. Me sifra fitarê, êş û îsyanê wê parve kir. Em ji destpêkê ve bûne şahid û şopdarên vê kiryara hovane û neheqiyê. Lê ji xeynî vê, weke jineke ku rastî heman zilmê hat û hevserê xwe winda kir, ez dizanim ku dayika Emîneyê çiqasî nayê wesifkirin û edaleta ku derneket canê mirov çawa aciz dike. Ez, dayika Emîne û gelek jinên din di heman agir de dişewitin. Me li dijî neheqiya heman zaliman serî hilda. Li Qada Galatasarayê rûniştim, niha dayika Emîne li ber Edliyeya Rihayê rûniştiye. Bi heman êşa hevpar û heman daxwaza hevpar. Pêdiviya mirov bi edaletê ji xwariyek av an jî nanekî zêdetir e. Emîne Şenyaşar di vê meha Remezanê de li gel dayika me û Ferît Şenyaşar ku hem kurê wê ye, hem jî rêhevalê wê ye  bi duaya spasdariyê, bi duaya edaletê rojiya xwe vedigire.
 
Ez dixwazim li vir dubare bikim. Êşa me ya hevpar, pirsgirêka me ya hevpar têkoşîna me ya hevpar e. Têkoşîna Fehîme Poyraz a dayika Denîz Poyraz a ku çû doza Pinar Gultekîn û bi dayika Pinar re hevkarî kir, ji bo dîtina Gulistan Doku hewldana dayika wê, cezakirina kujerê Îpek Er, berdana Aysel Tugluk, gihiştina edaletê ya Emîne Şenyaşar, qêrina hevpar e.
 
DIVÊ EM TÊKOŞÎNA XWE ZÊDETIR BIRÊXISTIN BIKIN
 
Li pêşiya me hilbijartina pêşwext heye. Li welatên demokratîk partiyên siyasî bi xebatên xwe yên hilbijartinê û xebatên xwe yên rêxistinî amadekariya hilbijartinan dikin. Lê AKP-MHP’ê amadekariyên xwe li ser esasê êriş û plansaziya astengkirina amadekariyên HDP’ê dike. Ji ber ku dizanin astengiya herî mezin a li pêşiya wan îradeya xurt û îradeya xurt a HDP’ê ya jinan e. Bi vê hişmendiyê divê em têkoşîna xwe zêdetir bi rêxistin bikin û bigihêjin her jinekê ji vî aliyê welat heta aliyê din. 
 
Hûn berxwedêrên meclisa me ya jinan ên xwedî kedeke mezin in. Bi taybetî jî di 8'ê Adarê û Newrozê de li her derê em bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin û em li qadan bi mîlyonan li hev dicivin û kongreyên me yên ku em li salonên qelebalix de li dar dixin, civakeke ji mirovan e ku bi keda we hatiye xemilandin. Ji ber vê yekê ez spasiya hemû hewlên we dikim, lê wek hûn jî dizanin ev hê destpêk e. Dem hatiye ku em sîyaseta xwe hîn zêdetir, bê rawestan, bê westandin geş bikin.
 
BI RUHÊ 8'Ê ADARÊ Û NEWROZÊ BER BI 1'Ê GULANÊ VE
 
Bi ked û hewldana we, têkoşîn û keda jinan dara HDP'ê li her derê welat cih digire, şaxên wê belav dibin û şîn dibin. Jinên ku hewl didin di tarîtiya dîrokê de bihêlin wê êdî bi HDP’ê re bibin pêşengên dîrokê. Ez bi hemû hişmendî û dilê xwe ve bawer dikim. Belê, heya 1ê Gulanê demek hindik maye. Weke jinên kedkar ên herî mezin ên cîhanê, ez dibêjim bila bi coş, ruh û tevlîbûna 8’ê Adarê û Newrozê 1’ê Gulanê bikin civîna herî mezin a dîrokê û em jin pêşengiya vê bikin. Bi van hestan ez we hemûyan bi hurmet û hezkirina xwe silav dikim û hêvîdar im di 1’ê Gulanê de careke din we bibînin.”
 

Sernavên din

17/04/2022
11:38 Malbata Şenyaşar: Qanûn, di destê dozgeran de veguherîne şûrê zilmê
11:33 Cenazeyê Yalçin ku li ser sînor hatibû qetilkirin hate definkirin
11:29 Gefa kuştinê ya li Sîlîvriyê didome: 2 girtî ketin greva birçîbûnê
11:03 Parlamenter Dede: Li ser xeta sînor nêçîra mirovan dest pê kiriye
10:34 Teatra Sî dê li sê bajarên Bakur lîstika ‘Tu ne Gara yî’ pêşkeş bike
10:09 Velî Saçilik: Em neçarin ku li dijî tecrîdê têbikoşin
09:44 Koma Hinek Henek bi pênc lîstikên nû derket pêşberî bînerên xwe
09:04 Çepnî: Dewlet dixwaze herêmê ji mirovan xalî bike
09:02 ‘Dixwazin dosyeya ku rûxiyaye bi ruh û can bikin'
09:01 Kocsondî yê li derveyî sînor lêkolîn kirin: PDK raporên tibbî guherandine
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2022'YAN
16/04/2022
19:06 Li Stenbolê îşkenceya li girtîgehan hat protestokirin
17:50 Rojnamevan Koçer hat berdan
17:11 PENa Kurd: Em binçavkirina rojnamevan Kadrî Esen şermizar dikin
16:59 Şêx Cengî: PDK’ê biryar daye ku vî gelî bikin qurbanê xwe
16:15 Li Edeneyê doza girtina KCDP'ê hat protestokirin
16:14 ÎHD’ê aqûbeta rewşenbîrên ermen pirsî
15:55 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yalçin bê berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku girtiya nexweş Ozbek were berdan
15:22 KESK’ê xwest endamên wan vegerin karên xwe
14:50 Midûriyeta Girtîgehan ji bo girtiyê nexweş Ozkan parastina ‘xemsarî nîne’ kir
14:35 Li Edeneyê di serdegirtina malê de 2 polîs birîndar bûn
14:21 Xizmên Windayan li aqûbeta Cemal Kavak pirsîn
14:17 Bûldan: Jin dê teqez edaletê bînin ser vê axê
13:45 Li sînorê Rûbarokê ciwanek hate qetilkirin
13:42 Dayikên Şemiyê rewşenbîrên ermen bi bîr anîn
12:18 Zarokê ku tizbî hejand di serdegirtina polîsan de hate binçavkirin
12:04 Dadgehê di lêpirsîna Kobanê de bergirî danî ser mal û milkê 91 kesan
11:44 Rojnamevan Kadrî Esen hat berdan
11:43 ‘Berxwedana gel kumpasa wan pûç kir’
11:21 Parêzerê ku bi tundiya polîs re rûbirû mabû: Ez ê dest ji bûyerê bernedim
11:14 Malbata Şenyaşar: Rayedarekî ku ji Xwedê bitirse nîne?
11:04 Roger Waters bo ku gîtara xwe bide hunermend Nûdem tê Tirkiyeyê
10:58 Li Cizîrê li ber çavê rayedaran Çemê Dîcleyê tê talankirin!
10:32 Ûca: Dewlet her ku vedişêre jinên êzdî li Enqereyê derdikevin holê
10:00 Ji bo Ocalan serlêdana li CPT'yê: Demildest peywira xwe pêk bîne
09:58 Girtiyê ji ber dermanên xwe xwestin lêdan, şandin Erziromê
09:23 Du bajarên qedîm ên bêxwedî: Soxmatar û Şûayîp
09:15 ‘Êdî kes nikare kerengan jî bikire’
09:07 Pişta wan dişikê lê rojê 90 lîreyî qezenc dikin
09:06 Bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê ber bi 1'ê Gulanê ve
09:05 Koç ê HDP'î: Girtîgeh û hiqûq bi Wezareta Karên Navxweyî ve hatine girêdan
09:05 Girtiyê bi tayê dikeve xistine hucreyê
09:04 Beştaş bertek nîşanî lêpirsîna Kobanê da: Di dosyayê de ‘sextekarî’ kirin
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2022'YAN
15/04/2022
23:03 Barzanî û Erdogan li hev civiyan
20:11 Partiya Saadetê bû mêvanê 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:12 Rojnamevan Esen ê di binçavan de bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî
18:31 Nobeda Edaletê: Bila tahde û mirin bi dawî bibin
18:20 Mesrûr Barzanî dê hevdîtinê bi Erdogan re bike
18:11 Karabaş ê îşkence lê hatibû kirin hat girtin
17:01 Karabaş ê hatibû îşkencekirin cara 3’yemîn hate binçavkirin
16:54 OHD’ê panela ‘Kurd û qirkirin, Helebçe’ li dar xist
16:53 Şaxa ÎMO ya Amedê: Şaredariya Rezanê sûc dike
16:36 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Kavala bidome
16:23 Nobeta Edaletê: Em bibin dengê girtiyan
16:09 Leşker nahêlin koçer li Şirnexê pezê xwe ji tunelê derxînin
15:14 ‘Hewl didin rastiyên li Sîlîvriyê veşêrin”
15:02 Îşkence û mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê li pêş ATK’ê hatin şermezarkirin
14:24 Dema binçavkiriyên di lêpirsîna Kobanê de hate dirêjkirin
14:09 Tedawiya 2 zarokên ku birîndar bûbûn didome
14:09 Dê 1’ê Gulanê li Mêrsînê bê pîrozkirin
14:04 Dêrsim dê 1’ê Gulanê li Qada Seyîd Riza pîroz bike
14:01 HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê: Bila kêmtirîn mûçeyê teqawidan bibe 5 hezar TL
13:43 Ferît Şenyaşar: Yên ku netêkoşin hem maf û hem jî rûmeta xwe winda dikin
13:43 Dadgehê qedexeya lîstika kurdî parast: Ji bo domdariya dewletê
13:28 Berdana polîsê tundî li parêzer kir hate şermezarkirin
13:27 Li Amedê 66 kes hatin binçavkirin
13:16 Dadgeha Bilind dozeke di nava doza girtina HDP’ê de xera kir
13:00 10 girtiyên ku li Sîlîvriyê hewl dabûn întîhar bikin sewqî 10 girtîgehên cuda hatin kirin
12:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:08 ‘Em ê berxwedana Botanê li seranserî Tirkiyeyê belav bikin’
11:59 Li Girtîgeha Kurkçulerê lêgerîna tazî hate ferzkirin
11:20 3 girtiyên piştî 30 salan hatin berdan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin
11:14 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islehiyeyê di roja 10’an de didome
11:08 ‘AKP winda dike, HDP bihêztir dibe’
11:03 Gardiyanên li Sîlîvriyê hêj jî li ser karê xwe ne!
10:19 Girtiyê 70 salî Harmanci nikare sexbêra xwe bike
10:18 Turkdogan: AKP’ê ji bo rêxistinên paralel qadên nû vekirin
09:13 Çerkezoglû: Em ê têkoşînê veguhêzînin 1'ê Gulanê
09:13 Esnafên Kuçeya Şeytên bê sîfteh dikanên xwe digirin
09:11 Bedêla projeyên rizandî yên qeyûm: 10 milyon û nîv TL
09:11 Li herêmê beranberiya 'mafê jiyanê': Mafê nekuştinê!
09:09 Xizmên girtiyan: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
07:22 Xwediyê Îmtiyazê yê Xwebûnê Esen hate binçavkirin
14/04/2022
19:23 Mazlûm Ebdî hevdîtin bi generalê nû yê Rojhilata Navîn ê DYA'yê re kir
18:17 Li Girtîgeha Amedê li dijî binpêkirinên mafan greva birçîbûnê
17:04 Hevserokê HDP’a Cizîrê Nart hate berdan
16:52 Kesê ku îstîsmara zayendî li zarokekî kirî hate girtin
16:47 Li Êlihê karkerekî jiyana xwe ji dest da
16:46 'Li girtîgehan sepanên 12’ê Îlonê hene’
16:46 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir: Edalet wiha tê kuştin
16:31 Li Girtîgeha Bafrayê lêgerîna nava dev ferz dikin
16:30 Nayê zanîn bê ka 4 girtiyên hatine sewqkirin bi ku de birine
16:12 OHD’ê ji ber îşkenceya li Sîlîvriyê gilî kir
16:00 Tevdîra kontrola edlî ya Akdag nehat rakirin
15:48 Îstînafê cezayê Ozgur Gundemê erê kir
15:48 Nobeta Edaletê ya Stenbolê: Em zarokên xwe dixwazin