Gardiyanên li Sîlîvriyê hêj jî li ser karê xwe ne!

  • rojane
  • 11:03 15 Nîsan 2022
  • |
img

STENBOL - Parêzer Bêrîvan Bekçî ku bi girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê neçarî întîharê hatibûn kiribûn re hevdîtin kir, diyar kir ku gardiyanên îşkence li girtiyan kiribûn hêj jî li ser karê xwe ne û tundiya psîkolojî berdewam dikin. 

  Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê 60 gardiyanan bi ser qawîşa karantînayê ku 55 girtiyên edlî tê de bûn, girt. Di serdegirtinê de îşkence li girtiyan hate kirin û 9 girtiyan hewl dan xwe bikujin. Ji van girtiyan Ferhan Yilmaz jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê, şandeyeke ji Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê çû serdana girtîgehê. Parêzeran bi girtiyên neçarî întîharê hatine kirin re hevdîtin kirin. Yek ji wan parêzeran jî Bêrîvan Bekçî bû. Bekçî, têkildarî serdanê bi ajansa me re axivî. 
 
5 GIRTÎ HATIN SEWQKIRIN 
 
Bekçî diyar kir ku girtiyan, tiştên li girtîgehê qewimî bûn piştrast kirine û wiha got: “Rojek piştî bûyera întîhara komî, 5 kes veguhestin girtîgehên li herêmên Ege û Marmarayê. 3 kes jî hêjta li Girtîgeha Sîlîvriyê ne. Me bi 2 girtiyên neçarî întîharê hatibûn kirin re hevdîtin kir. Gotin; ‘li qawîşa karantînayê 55 girtî hebûn. Di 6’ê nîsanê de gardiyanan bi ser qawîşê de girt. Tiştek nebû lê dîsa jî girtiyek dan ber şimaqan. Girtiyan hewl dan pêşî li vê yekê bigirin. Di wê navberê de rageşî derket û ev rewş wê rojê qediya. Lê rojek piştre 60 gardiyan hatin û em birin qada hewadariyê. Qur’an jî di nav de hemû pirtûk çirandin û avêtin erdê. Li hewadariyê em li erdê dirêj kirin û li me xistin. Ji me re gotin, em li ser navê dewletê hatine û çi bixwazin dê li we bikin. Gotin; me di nava we de çi zilam nînin? Hûn duh xweşmêr bûn lê îro mîna keçikan in. Gotinên bi vî rengî kirin. Piştre em dîsa anîn qawîşê.’ 9 girtiyan xwe li ber vê îşkenceyê ranegirtin û hewl dan xwe bikujin. Ji van girtiyan 6’an jê heb xwaribûn, 2’yan bi cilêtan zendikên xwe birîbûn û yekî jî hewl da xwe bi benê bixeniqîne.” 
 
ÎDÎAYA MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ 
 
Bi domdarî Bekçî da zanîn ku di hevdîtinê de girtiyan gotiye ku di nava wê koma gardiyanan de midûrê girtîgehê jî hebû û wiha domand: “Lê me nekarî vê agahiyê piştrast bikin. Hinek girtiyan got ku midûrê girtîgehê di nav wan de nebû. Anku gotinên wan hev negirtin. Navenda Mafên Mirovan a Baroya Stenbolê hewl da bi midûrê girtîgehê re hevdîtinê bike lê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin. Girtiyan da zanîn ku gardiyanan di dît ku girtî hewl didin xwe bikujin lê mudaxale nekirine. Li ser zendikên girtiyekî ku me pê re hevdîtin kiribû şopên birînên cilêtê yên kûr hebûn. Ser û çavên girtiyên hatibûn sewqkirin jî reş û şîn bûbûn. Lê tevî vê yekê jî nebirine nexweşxaneyê. Hinek girtiyan got ku tundiya fîzîkî êdî nayê kirin lê ya psîkolojîk didome. Lewma dibêjin; ‘dawiya me yan întîhar e yan jî mirin.’ Divê kesên berpirsyar di zûtirin dem de bikevin nava liv û tevgerê.”
 
SOLÊN BIBENDIK DIDIN GIRTIYAN 
 
Di berdewamê de Bekçî ev agahî parve kirin: “Li Girtîgeha Sîlîvriye îşkenceyeke sîstematîk heye. Beriya vê bûyerê jî girtî neçarî întîharê hatine kirin. Her tim gefan li girtiyan dixwin, wan biçûk têxin. Hinek girtî hene ku li wargehên xwedîkirinê mezin bûne û malbatên wan tune ne. Gardiyan, vê çîroka wan dizanin. Tevî vê yekê jî ji bo întîharê teşwîq dikin. Gelemperî jî girtiyên ku derûniya wan xerab teşwîqî întîharê dikin. Îşkenceyeke bizanebûn û sîstematîk heye. Di esasê xwe de girtî li girtîgehê şimikan bi kar tînin lê solên bibendik danîne cihên wisa ku girtî xwe bi wan benan întîhar bikin. Gardiyanan gotine; ‘kereme bikin va ye ben. Jixwe cilêt bi we re hene. Întîhar bikin. Hûn bi xema me nînin.’ Gardiyanên ku navê wan di van bûyeran de derbas bûne hêj jî li ser karê xwe ne. Ev gardiyan, tundiya psîkolojîk li ser girtiyan dikin. Em nizanin bê ka derheqê wan de lêpirsînek hatiye destpêkirin an na. Kesekî ku em li girtîgehê bi wan re muxatab bibin tune bû.” 
 
BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ 
 
Bekçî, destnîşan kir ku nayê zanîn bê ka girtiyên din veguhestine kîjan girtîgehan û axaftina xwe wiha qedand: “Agahî nedayîne malbatên wan. Mafê wan ê jiyanê binpê kirine. Girtîgehê niha ber bi mala mirinê ve dibin. Ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê divê wezîrê edaletê di zûtirin dem de bikeve nava liv û tevgerê. Her wiha divê Baroya Stenbolê şandeyekê bişîne û lêkolînê bike. Girtiyên li wir dipirsin bê ka haya raya giştî ji van binpêkirinan heye yan na. Qet nebe divê bi wan bidin hîskirin ku bi tenê nînin. Weke OHD’ê em ê vê bûyerê bişopînin. Em ê hewl bidin bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bikin. Ji bo ku rêxistinên civaka sivîl û Baroya Stenbolê bikeve nava hewldanan jî em ê serlêdanên pêwîst bikin.” 
 
MA / Dîren Yurtsever
 

Sernavên din

17/04/2022
11:38 Malbata Şenyaşar: Qanûn, di destê dozgeran de veguherîne şûrê zilmê
11:33 Cenazeyê Yalçin ku li ser sînor hatibû qetilkirin hate definkirin
11:29 Gefa kuştinê ya li Sîlîvriyê didome: 2 girtî ketin greva birçîbûnê
11:03 Parlamenter Dede: Li ser xeta sînor nêçîra mirovan dest pê kiriye
10:34 Teatra Sî dê li sê bajarên Bakur lîstika ‘Tu ne Gara yî’ pêşkeş bike
10:09 Velî Saçilik: Em neçarin ku li dijî tecrîdê têbikoşin
09:44 Koma Hinek Henek bi pênc lîstikên nû derket pêşberî bînerên xwe
09:04 Çepnî: Dewlet dixwaze herêmê ji mirovan xalî bike
09:02 ‘Dixwazin dosyeya ku rûxiyaye bi ruh û can bikin'
09:01 Kocsondî yê li derveyî sînor lêkolîn kirin: PDK raporên tibbî guherandine
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2022'YAN
16/04/2022
19:06 Li Stenbolê îşkenceya li girtîgehan hat protestokirin
17:50 Rojnamevan Koçer hat berdan
17:11 PENa Kurd: Em binçavkirina rojnamevan Kadrî Esen şermizar dikin
16:59 Şêx Cengî: PDK’ê biryar daye ku vî gelî bikin qurbanê xwe
16:15 Li Edeneyê doza girtina KCDP'ê hat protestokirin
16:14 ÎHD’ê aqûbeta rewşenbîrên ermen pirsî
15:55 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yalçin bê berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku girtiya nexweş Ozbek were berdan
15:22 KESK’ê xwest endamên wan vegerin karên xwe
14:50 Midûriyeta Girtîgehan ji bo girtiyê nexweş Ozkan parastina ‘xemsarî nîne’ kir
14:35 Li Edeneyê di serdegirtina malê de 2 polîs birîndar bûn
14:21 Xizmên Windayan li aqûbeta Cemal Kavak pirsîn
14:17 Bûldan: Jin dê teqez edaletê bînin ser vê axê
13:45 Li sînorê Rûbarokê ciwanek hate qetilkirin
13:42 Dayikên Şemiyê rewşenbîrên ermen bi bîr anîn
12:18 Zarokê ku tizbî hejand di serdegirtina polîsan de hate binçavkirin
12:04 Dadgehê di lêpirsîna Kobanê de bergirî danî ser mal û milkê 91 kesan
11:44 Rojnamevan Kadrî Esen hat berdan
11:43 ‘Berxwedana gel kumpasa wan pûç kir’
11:21 Parêzerê ku bi tundiya polîs re rûbirû mabû: Ez ê dest ji bûyerê bernedim
11:14 Malbata Şenyaşar: Rayedarekî ku ji Xwedê bitirse nîne?
11:04 Roger Waters bo ku gîtara xwe bide hunermend Nûdem tê Tirkiyeyê
10:58 Li Cizîrê li ber çavê rayedaran Çemê Dîcleyê tê talankirin!
10:32 Ûca: Dewlet her ku vedişêre jinên êzdî li Enqereyê derdikevin holê
10:00 Ji bo Ocalan serlêdana li CPT'yê: Demildest peywira xwe pêk bîne
09:58 Girtiyê ji ber dermanên xwe xwestin lêdan, şandin Erziromê
09:23 Du bajarên qedîm ên bêxwedî: Soxmatar û Şûayîp
09:15 ‘Êdî kes nikare kerengan jî bikire’
09:07 Pişta wan dişikê lê rojê 90 lîreyî qezenc dikin
09:06 Bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê ber bi 1'ê Gulanê ve
09:05 Koç ê HDP'î: Girtîgeh û hiqûq bi Wezareta Karên Navxweyî ve hatine girêdan
09:05 Girtiyê bi tayê dikeve xistine hucreyê
09:04 Beştaş bertek nîşanî lêpirsîna Kobanê da: Di dosyayê de ‘sextekarî’ kirin
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2022'YAN
15/04/2022
23:03 Barzanî û Erdogan li hev civiyan
20:11 Partiya Saadetê bû mêvanê 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:12 Rojnamevan Esen ê di binçavan de bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî
18:31 Nobeda Edaletê: Bila tahde û mirin bi dawî bibin
18:20 Mesrûr Barzanî dê hevdîtinê bi Erdogan re bike
18:11 Karabaş ê îşkence lê hatibû kirin hat girtin
17:01 Karabaş ê hatibû îşkencekirin cara 3’yemîn hate binçavkirin
16:54 OHD’ê panela ‘Kurd û qirkirin, Helebçe’ li dar xist
16:53 Şaxa ÎMO ya Amedê: Şaredariya Rezanê sûc dike
16:36 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Kavala bidome
16:23 Nobeta Edaletê: Em bibin dengê girtiyan
16:09 Leşker nahêlin koçer li Şirnexê pezê xwe ji tunelê derxînin
15:14 ‘Hewl didin rastiyên li Sîlîvriyê veşêrin”
15:02 Îşkence û mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê li pêş ATK’ê hatin şermezarkirin
14:24 Dema binçavkiriyên di lêpirsîna Kobanê de hate dirêjkirin
14:09 Tedawiya 2 zarokên ku birîndar bûbûn didome
14:09 Dê 1’ê Gulanê li Mêrsînê bê pîrozkirin
14:04 Dêrsim dê 1’ê Gulanê li Qada Seyîd Riza pîroz bike
14:01 HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê: Bila kêmtirîn mûçeyê teqawidan bibe 5 hezar TL
13:43 Ferît Şenyaşar: Yên ku netêkoşin hem maf û hem jî rûmeta xwe winda dikin
13:43 Dadgehê qedexeya lîstika kurdî parast: Ji bo domdariya dewletê
13:28 Berdana polîsê tundî li parêzer kir hate şermezarkirin
13:27 Li Amedê 66 kes hatin binçavkirin
13:16 Dadgeha Bilind dozeke di nava doza girtina HDP’ê de xera kir
13:00 10 girtiyên ku li Sîlîvriyê hewl dabûn întîhar bikin sewqî 10 girtîgehên cuda hatin kirin
12:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:08 ‘Em ê berxwedana Botanê li seranserî Tirkiyeyê belav bikin’
11:59 Li Girtîgeha Kurkçulerê lêgerîna tazî hate ferzkirin
11:20 3 girtiyên piştî 30 salan hatin berdan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin
11:14 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islehiyeyê di roja 10’an de didome
11:08 ‘AKP winda dike, HDP bihêztir dibe’
11:03 Gardiyanên li Sîlîvriyê hêj jî li ser karê xwe ne!
10:19 Girtiyê 70 salî Harmanci nikare sexbêra xwe bike
10:18 Turkdogan: AKP’ê ji bo rêxistinên paralel qadên nû vekirin
09:13 Çerkezoglû: Em ê têkoşînê veguhêzînin 1'ê Gulanê
09:13 Esnafên Kuçeya Şeytên bê sîfteh dikanên xwe digirin
09:11 Bedêla projeyên rizandî yên qeyûm: 10 milyon û nîv TL
09:11 Li herêmê beranberiya 'mafê jiyanê': Mafê nekuştinê!
09:09 Xizmên girtiyan: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
07:22 Xwediyê Îmtiyazê yê Xwebûnê Esen hate binçavkirin
14/04/2022
19:23 Mazlûm Ebdî hevdîtin bi generalê nû yê Rojhilata Navîn ê DYA'yê re kir
18:17 Li Girtîgeha Amedê li dijî binpêkirinên mafan greva birçîbûnê
17:04 Hevserokê HDP’a Cizîrê Nart hate berdan
16:52 Kesê ku îstîsmara zayendî li zarokekî kirî hate girtin
16:47 Li Êlihê karkerekî jiyana xwe ji dest da
16:46 'Li girtîgehan sepanên 12’ê Îlonê hene’
16:46 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir: Edalet wiha tê kuştin
16:31 Li Girtîgeha Bafrayê lêgerîna nava dev ferz dikin
16:30 Nayê zanîn bê ka 4 girtiyên hatine sewqkirin bi ku de birine
16:12 OHD’ê ji ber îşkenceya li Sîlîvriyê gilî kir
16:00 Tevdîra kontrola edlî ya Akdag nehat rakirin
15:48 Îstînafê cezayê Ozgur Gundemê erê kir
15:48 Nobeta Edaletê ya Stenbolê: Em zarokên xwe dixwazin