Turkdogan: AKP’ê ji bo rêxistinên paralel qadên nû vekirin

  • rojane
  • 10:18 15 Nîsan 2022
  • |
img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku AKP’ê ji bo rêxistinên paralel qadên nû vekirine û wiha got: “Bi taybet jî divê têkildarî tiştên ji sala 2015’ê heta niha di qadên daraz û tenduristiyê de qewimîne lêpirsîn bê destpêkirin.” 

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li ser îfadeyên heman şahidên nepen hem doza Doza Kobanê vekir, hem derheqê hevseroka giştî û endamên Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) doz vekir û hem jî ji bo 91 kesan de biryara binçavkirinê da. 
 
Yek ji parêzerên doza SES’ê û Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan derheqê operasyonên binçavkirinê û dozên heyî ji ajansa me re axivî. 
 
Turkdogan, diyar kir ku îdiayên derheqê SES’ê de têne kirin, di salên berê de jî ji bo rêveberên sendîkayê hatibûn kirin û wiha got: “Di çarçoveya şêweyê rêxistiniya KCK’ê de dibêjin; ‘hûn jî tenduristiya gel diparêzin û heman têgehan bi kar tînin.’ Dişibînin hev û îdiayan çêdikin. Ya herî bi nav û deng dosyaya KESK’ê ya Îzmîrê ye. Ev kompas, di sala 2009’an de ji hêla endamên rêxistina Fethullah Gulen ên di nava daraz û polîsan de hate amadekirin. Gelek hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Biryara wan teqez bûbû û piştre jî Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) biryara binpêkirinê da.” 
 
BIRYARA AYM’Ê BI BÎR XIST 
 
Di berdewamê de Turkdogan biryara AYM’ê ya ji bo dozên din ku digot; “delîlên şênber nînin ku sendîkavanan civînên xwe yan jî çalakiyên xwe li ser fermana rêxistineke derqanûnî kiribin û ji ber ku şêweyê wan dişibe hev, nabe ku weke endamtiya wan bên nirxandin” bi bîr xist û wiha domand: “Lewma jî got mafê çalakiyan hatiye binpêkirin. Piştî biryara AYM’ê, 12 sal piştre darizandineke nû dest pê kir û hemû sendîkavanan beraet kir. Îdiayanên mîna van di demên berê de li Enqereyê jî hatibûn kirin. Ew doz jî hîn didomin. Heman îdia ne lê ji yên din cudatir vê carê şahidê nepen heye.” 
 
‘RÊXISTINÊN PARALEL XELAS NABIN’ 
 
Bi domdarî Turkdogan, destnîşan kir ku di doza SES’ê de şahidê nepen li gorî usûl nehatiye guhdarîkirin û wiha axivî: “Wêne danîne pêşiya wan û di bin navê ‘girteka teşhîskirina li ser wêne’ bi awayekî derqanûnî pê dayîne îmzekirin. Ne pêkane ku mirovek ji bo bi sedan kesan bibêje; ‘min ew dîtiye û nas dikim.’ Ev, kompasa polîsan e. Rêxistinên paralel ên dewletê yên di nava hêzên ewlekarî û darazê de qet xelas nabin. Rêxistina berê hikûmetê bi xwe aşkera kir ku ew jî rêxistina Fethullah Gulen bû. Niha jî li şûna wan komên din tên bicihkirin. Taybetiya komên nû jî ew e ku bêhtir nîjadperestin û nêzî MHP’ê ne. Yek ji mezintirîn pirsgirêka dewletê ev rêxistinên paralel ên di nava dewletê de ne.”
 
‘DIVÊ LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN’ 
 
Turkdogan, daxuyand ku xuya bû ku îfadeyên şahidên nepen û yên aşkere ne li gorî agahiyekê ne û wiha pê de çû: “Yek ji mînakên vê jî îtîrafkar Kerem Gokalp ê di Doza Kobanê de ye. Ji poşmantiyê sûd girtiye. Ji bo ku cezayê nexwe jî divê derheqê kes û rêxistinê de agahiyan bide. Nexwe dema xwe radest kirî tenê derheqê endamên rêxistinê yên çekdar de agahî dabûn. Hêzên ewlekariyê û dozgerê lêpirsînê li derveyî qanûnan tevdigerin. Ev yek dê di demên pêş de zelaltir bibe. Piştî guherîna desthilatdariyê, hewceye ji ber qewimînên di qadên tenduristî û darazê de ji sala 2015’an heta niha lêpirsîn bê destpêkirin. Hinek kes dibêjin qey hêza desthilatdariyê li pişt wan e lewma çi dixwazin dikin. AKP dibêje qey dê heta hetayê weke desthilatdarî bimîne. Lê ev çerx her bi vî awayî nagere. Çawa ku ji desthilatdariyê ketin, dê ev pakêtên darazên yên di nava 6 salên dawî de bi serê wan ve bibe bela û bên darizandin. Nîjadperest û neteweperestên di nava dewletê de xwe weke xwediyên dewletê dibînin û bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibin.”
 
Turkdogan, da zanîn ku derhiqûqiyên di dema lêpirsîna Kobanê de yek bi yek derketine holê û wiha derbirî: “Di navbera pêşketina pêvajoyê û daxuyaniyên MHP’ê de hevgirtinek heye. Aşkere ye ku têkiliya hêzên ewlekarî û darazê bi partiyeke siyasî re heye. Ev tiştekî pir talûke ye. Li her devera Tirkiyeyê ev tişt tê kirin. Di demên dawî de êdî bûye moda. Hûn ji bo kesekî li girtîgehê pereyan radizînin, dibêjin ‘fînansmaniya terorê’ û doz tên vekirin. Li Tirkiyeyê heke hûn kurd bin û we alîkarî dabe malbateke kurd a xizan, jixwe hûn raste rast tên tawanbarkirin. Ev jî hiqûqa dijminatiyê ye.”
 
‘YA KU TÊ KIRIN ZILM E’
 
Herî dawî jî Turkdogan ev tişt anî ziman: “Di nava 6 salan de li Tirkiyeyê nêzî 2 milyon kes bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ ketine ber lêpirsînê. Nêzî 500 hezar kes jî neçarî dozê hatine kirin. Gelemperiya wan jî beraet dikin. Lêpirsînên ji bo Kobanê tên destpêkirin tevek jî derqanûnî ne. Bi helwesta siyasî tê kirin. Ev nêzî 6 sal in parlamenter û siyasetmedar li hundir tên ragirtin. Ev zilm e. Ev jî bi têrî nake ku sendîkavan jî girtine. Detshilatdariya AKP’ê ji bo rêxistinên paralel qadên nû ava kirine. Tu ferqa van rêxistinan ji ya Fethullah Gulen nîne. Banga min ji bo her 6 partiyên muxalîf ew e ku bi ser xwe ve bên û dengê xwer derxînin. Divê rêxistinên muxalîf ên civakî jî tiştekî bibêjin û piştevaniyê bikin.” 
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

17/04/2022
11:48 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:38 Malbata Şenyaşar: Qanûn, di destê dozgeran de veguherîne şûrê zilmê
11:33 Cenazeyê Yalçin ku li ser sînor hatibû qetilkirin hate definkirin
11:29 Gefa kuştinê ya li Sîlîvriyê didome: 2 girtî ketin greva birçîbûnê
11:03 Parlamenter Dede: Li ser xeta sînor nêçîra mirovan dest pê kiriye
10:34 Teatra Sî dê li sê bajarên Bakur lîstika ‘Tu ne Gara yî’ pêşkeş bike
10:09 Velî Saçilik: Em neçarin ku li dijî tecrîdê têbikoşin
09:44 Koma Hinek Henek bi pênc lîstikên nû derket pêşberî bînerên xwe
09:04 Çepnî: Dewlet dixwaze herêmê ji mirovan xalî bike
09:02 ‘Dixwazin dosyeya ku rûxiyaye bi ruh û can bikin'
09:01 Kocsondî yê li derveyî sînor lêkolîn kirin: PDK raporên tibbî guherandine
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2022'YAN
16/04/2022
19:06 Li Stenbolê îşkenceya li girtîgehan hat protestokirin
17:50 Rojnamevan Koçer hat berdan
17:11 PENa Kurd: Em binçavkirina rojnamevan Kadrî Esen şermizar dikin
16:59 Şêx Cengî: PDK’ê biryar daye ku vî gelî bikin qurbanê xwe
16:15 Li Edeneyê doza girtina KCDP'ê hat protestokirin
16:14 ÎHD’ê aqûbeta rewşenbîrên ermen pirsî
15:55 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yalçin bê berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku girtiya nexweş Ozbek were berdan
15:22 KESK’ê xwest endamên wan vegerin karên xwe
14:50 Midûriyeta Girtîgehan ji bo girtiyê nexweş Ozkan parastina ‘xemsarî nîne’ kir
14:35 Li Edeneyê di serdegirtina malê de 2 polîs birîndar bûn
14:21 Xizmên Windayan li aqûbeta Cemal Kavak pirsîn
14:17 Bûldan: Jin dê teqez edaletê bînin ser vê axê
13:45 Li sînorê Rûbarokê ciwanek hate qetilkirin
13:42 Dayikên Şemiyê rewşenbîrên ermen bi bîr anîn
12:18 Zarokê ku tizbî hejand di serdegirtina polîsan de hate binçavkirin
12:04 Dadgehê di lêpirsîna Kobanê de bergirî danî ser mal û milkê 91 kesan
11:44 Rojnamevan Kadrî Esen hat berdan
11:43 ‘Berxwedana gel kumpasa wan pûç kir’
11:21 Parêzerê ku bi tundiya polîs re rûbirû mabû: Ez ê dest ji bûyerê bernedim
11:14 Malbata Şenyaşar: Rayedarekî ku ji Xwedê bitirse nîne?
11:04 Roger Waters bo ku gîtara xwe bide hunermend Nûdem tê Tirkiyeyê
10:58 Li Cizîrê li ber çavê rayedaran Çemê Dîcleyê tê talankirin!
10:32 Ûca: Dewlet her ku vedişêre jinên êzdî li Enqereyê derdikevin holê
10:00 Ji bo Ocalan serlêdana li CPT'yê: Demildest peywira xwe pêk bîne
09:58 Girtiyê ji ber dermanên xwe xwestin lêdan, şandin Erziromê
09:23 Du bajarên qedîm ên bêxwedî: Soxmatar û Şûayîp
09:15 ‘Êdî kes nikare kerengan jî bikire’
09:07 Pişta wan dişikê lê rojê 90 lîreyî qezenc dikin
09:06 Bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê ber bi 1'ê Gulanê ve
09:05 Koç ê HDP'î: Girtîgeh û hiqûq bi Wezareta Karên Navxweyî ve hatine girêdan
09:05 Girtiyê bi tayê dikeve xistine hucreyê
09:04 Beştaş bertek nîşanî lêpirsîna Kobanê da: Di dosyayê de ‘sextekarî’ kirin
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2022'YAN
15/04/2022
23:03 Barzanî û Erdogan li hev civiyan
20:11 Partiya Saadetê bû mêvanê 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:12 Rojnamevan Esen ê di binçavan de bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî
18:31 Nobeda Edaletê: Bila tahde û mirin bi dawî bibin
18:20 Mesrûr Barzanî dê hevdîtinê bi Erdogan re bike
18:11 Karabaş ê îşkence lê hatibû kirin hat girtin
17:01 Karabaş ê hatibû îşkencekirin cara 3’yemîn hate binçavkirin
16:54 OHD’ê panela ‘Kurd û qirkirin, Helebçe’ li dar xist
16:53 Şaxa ÎMO ya Amedê: Şaredariya Rezanê sûc dike
16:36 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Kavala bidome
16:23 Nobeta Edaletê: Em bibin dengê girtiyan
16:09 Leşker nahêlin koçer li Şirnexê pezê xwe ji tunelê derxînin
15:14 ‘Hewl didin rastiyên li Sîlîvriyê veşêrin”
15:02 Îşkence û mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê li pêş ATK’ê hatin şermezarkirin
14:24 Dema binçavkiriyên di lêpirsîna Kobanê de hate dirêjkirin
14:09 Tedawiya 2 zarokên ku birîndar bûbûn didome
14:09 Dê 1’ê Gulanê li Mêrsînê bê pîrozkirin
14:04 Dêrsim dê 1’ê Gulanê li Qada Seyîd Riza pîroz bike
14:01 HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê: Bila kêmtirîn mûçeyê teqawidan bibe 5 hezar TL
13:43 Ferît Şenyaşar: Yên ku netêkoşin hem maf û hem jî rûmeta xwe winda dikin
13:43 Dadgehê qedexeya lîstika kurdî parast: Ji bo domdariya dewletê
13:28 Berdana polîsê tundî li parêzer kir hate şermezarkirin
13:27 Li Amedê 66 kes hatin binçavkirin
13:16 Dadgeha Bilind dozeke di nava doza girtina HDP’ê de xera kir
13:00 10 girtiyên ku li Sîlîvriyê hewl dabûn întîhar bikin sewqî 10 girtîgehên cuda hatin kirin
12:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:08 ‘Em ê berxwedana Botanê li seranserî Tirkiyeyê belav bikin’
11:59 Li Girtîgeha Kurkçulerê lêgerîna tazî hate ferzkirin
11:20 3 girtiyên piştî 30 salan hatin berdan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin
11:14 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islehiyeyê di roja 10’an de didome
11:08 ‘AKP winda dike, HDP bihêztir dibe’
11:03 Gardiyanên li Sîlîvriyê hêj jî li ser karê xwe ne!
10:19 Girtiyê 70 salî Harmanci nikare sexbêra xwe bike
10:18 Turkdogan: AKP’ê ji bo rêxistinên paralel qadên nû vekirin
09:13 Çerkezoglû: Em ê têkoşînê veguhêzînin 1'ê Gulanê
09:13 Esnafên Kuçeya Şeytên bê sîfteh dikanên xwe digirin
09:11 Bedêla projeyên rizandî yên qeyûm: 10 milyon û nîv TL
09:11 Li herêmê beranberiya 'mafê jiyanê': Mafê nekuştinê!
09:09 Xizmên girtiyan: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
07:22 Xwediyê Îmtiyazê yê Xwebûnê Esen hate binçavkirin
14/04/2022
19:23 Mazlûm Ebdî hevdîtin bi generalê nû yê Rojhilata Navîn ê DYA'yê re kir
18:17 Li Girtîgeha Amedê li dijî binpêkirinên mafan greva birçîbûnê
17:04 Hevserokê HDP’a Cizîrê Nart hate berdan
16:52 Kesê ku îstîsmara zayendî li zarokekî kirî hate girtin
16:47 Li Êlihê karkerekî jiyana xwe ji dest da
16:46 'Li girtîgehan sepanên 12’ê Îlonê hene’
16:46 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir: Edalet wiha tê kuştin
16:31 Li Girtîgeha Bafrayê lêgerîna nava dev ferz dikin
16:30 Nayê zanîn bê ka 4 girtiyên hatine sewqkirin bi ku de birine
16:12 OHD’ê ji ber îşkenceya li Sîlîvriyê gilî kir
16:00 Tevdîra kontrola edlî ya Akdag nehat rakirin
15:48 Îstînafê cezayê Ozgur Gundemê erê kir