Li herêmê beranberiya 'mafê jiyanê': Mafê nekuştinê!

  • rojane
  • 09:11 15 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - Li herêmê di 10 salên dawî de 22 zarok bi wesayîtên zirxî hatine kuştin. Parêzer Mehmet Emîn Gun got: "Kiryar li ser navê 'gelê tirk' sûc dikin, vêca em ê zarokên kurd ên dimirin deynin kîjan hêlê?" 

Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di şert û mercên şerê çekdarî yê di navbera 2011 û 2021'ê de bi giştî 228 zarok jiyana xwe ji dest dane. Ji van zarokan nêzî 30 heb jê temenê wan di navbera 0-5 salan de ye. Li gor rapora "Binpêkirina Mafên Zarokan ên Ji Ber Wesayîtên Zirxî, Mayin, Şer-Pevçûnê" ya Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê, di 11 salên dawî de ji ber wesayîtên zirxî, mayin û teqîna bermayiyên şer 67 zarok jiyana xwe ji dest dane. Ji van zarokan 66 jê li bajarên herêmê jiyana xwe ji dest dane. Ji van zarokan 22 jê jî bi wesayîtên zirxî jiyana xwe ji dest dane. 
 
MAFÊ NEKUŞTINÊ
 
Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Mehmet Emîn Gun, destnîşan kir ku ew mafê jiyanê bi taybetî wekî "mafê nekuştinê" pênase dikin û got: "Di 10 salên dawî de ji ber wesayîtên zirxî 22 zarok jiyana xwe ji dest dane û 27 jê jî birîndar bûne. Ji ber mayinan jî 45 kes jiyana xwe ji dest dane û 45 kes jî birîndar bûne. Ev tenê zarok in, yanî ne mezin in. Lê gava em mezinan jî bihesibînin, dê hejmareke pir tirsnak derkeve holê." 
 
‘NE TESADUF E'
 
Gun, destnîşan kir ku zarokên jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne hema bibêje hemû li hin herêmên berbiçav jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne û got: "Û ev hemû zarokên kurdan e. Ev ne tesaduf e. Ev tê wateya ku li van deran wesayîtên zirxî pri tên bikaranîn. Ev yek nîşan dide ku mayinên di bin erdê de hema bibêje hemû li vê herêmê ne. Ev yek nîşan dide ku bermayiyên şer û pevçûnan hemû li vê herêmê ne. Aşkere ye, ev der herêma şer e. Jixwe gava em li tabloya binpêkirênên mafan mêze bikin, em ê bibînin ku gava şer û pevçûn zêde bûne mirin an jî birîndarbûn jî zêde bûne. Mesela di navbera 2015-2016'an de pir zêde bûne. Ên herî zêde zirar ji vê pêvajoya şer dîtine û mexdûr bûne zarok in." 
 
DARAZ
 
Gun, bal kişand ser helwesta darazê ya ji bo van bûyeran jî û destnîşan kir ku gava kiryar esker û polîs bin dewlet wan diparêze û got: "Ji lew re ew kiryar hemû dewletê temsîl dikin. Gava welatî mafê jiyanê binpê bikin dibin kujer, lê esker û polîs bikin tên beraetkirin ku me di dosyeya Efe Tektekîn de ev yek dît. Ev biryareke tirsnak bû. Em ferz bikin di qezayeke trafîkê de sûcdar hûn bin jî hûn beraet nakin. Lê mixabin daraza ku peywira xwe ya sereke ji bîr kiriye her tim kiryaran bi zirxî bêcezatiyê diparêze. 
 
‘EM Ê KESÊN DIMIRIN DEYNIN KÎJAN HÊLÊ?'
 
Gun, destnîşan kir ku kesên ku wesayîtên zirxî bi kar tînin piştî wextekê pêwendiya wan bi rastiyê re namîne û ji ber ku dizanin dê neyên cezakirin bi rihetî tevdigerin û bal kişand ser parastina polîsê Efe Tektekîn kuştibû. Gun got: "Gava dadgehên tirk biryarê didin, bi gotina 'li ser navê gelê tirk' dest pê dikin. Polîsê ku Efe kuşt, gava li hêwana danişînê xwe parast got, 'Ez zarokekî gelê tirk im.' Îja em ê zarokê ku mir deynin kîjan hêlê? Yanî ew jî zarokekî gelê kurd e. Kesê li ser navê dewletê, li ser navê gelê tirk sûc kir, li ser navê gelê tirk biryara beraetê girt. Xulaseya bûyerê ev e. A rast daraz cesaretê dide wan. Polîtîkaya bêcezatiyê kiryaran cezb dike. Esker û polîsên li ser navê dewletê dixebitin, tişta ji bo me sûc e, ji bo w peywir e û li gor vê hereket dike û ji ber vê ji aliyê dadgehên tirk ve nayê cezakirin. Ji lew re gava bê cezakirin dê careke din kesekî ku li ser navê wî sûc bike peyde neke. Wateya bêcezatiyê ev e." 
 
MA / Omer Çelîk
 

Sernavên din

17/04/2022
11:38 Malbata Şenyaşar: Qanûn, di destê dozgeran de veguherîne şûrê zilmê
11:33 Cenazeyê Yalçin ku li ser sînor hatibû qetilkirin hate definkirin
11:29 Gefa kuştinê ya li Sîlîvriyê didome: 2 girtî ketin greva birçîbûnê
11:03 Parlamenter Dede: Li ser xeta sînor nêçîra mirovan dest pê kiriye
10:34 Teatra Sî dê li sê bajarên Bakur lîstika ‘Tu ne Gara yî’ pêşkeş bike
10:09 Velî Saçilik: Em neçarin ku li dijî tecrîdê têbikoşin
09:44 Koma Hinek Henek bi pênc lîstikên nû derket pêşberî bînerên xwe
09:04 Çepnî: Dewlet dixwaze herêmê ji mirovan xalî bike
09:02 ‘Dixwazin dosyeya ku rûxiyaye bi ruh û can bikin'
09:01 Kocsondî yê li derveyî sînor lêkolîn kirin: PDK raporên tibbî guherandine
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2022'YAN
16/04/2022
19:06 Li Stenbolê îşkenceya li girtîgehan hat protestokirin
17:50 Rojnamevan Koçer hat berdan
17:11 PENa Kurd: Em binçavkirina rojnamevan Kadrî Esen şermizar dikin
16:59 Şêx Cengî: PDK’ê biryar daye ku vî gelî bikin qurbanê xwe
16:15 Li Edeneyê doza girtina KCDP'ê hat protestokirin
16:14 ÎHD’ê aqûbeta rewşenbîrên ermen pirsî
15:55 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yalçin bê berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku girtiya nexweş Ozbek were berdan
15:22 KESK’ê xwest endamên wan vegerin karên xwe
14:50 Midûriyeta Girtîgehan ji bo girtiyê nexweş Ozkan parastina ‘xemsarî nîne’ kir
14:35 Li Edeneyê di serdegirtina malê de 2 polîs birîndar bûn
14:21 Xizmên Windayan li aqûbeta Cemal Kavak pirsîn
14:17 Bûldan: Jin dê teqez edaletê bînin ser vê axê
13:45 Li sînorê Rûbarokê ciwanek hate qetilkirin
13:42 Dayikên Şemiyê rewşenbîrên ermen bi bîr anîn
12:18 Zarokê ku tizbî hejand di serdegirtina polîsan de hate binçavkirin
12:04 Dadgehê di lêpirsîna Kobanê de bergirî danî ser mal û milkê 91 kesan
11:44 Rojnamevan Kadrî Esen hat berdan
11:43 ‘Berxwedana gel kumpasa wan pûç kir’
11:21 Parêzerê ku bi tundiya polîs re rûbirû mabû: Ez ê dest ji bûyerê bernedim
11:14 Malbata Şenyaşar: Rayedarekî ku ji Xwedê bitirse nîne?
11:04 Roger Waters bo ku gîtara xwe bide hunermend Nûdem tê Tirkiyeyê
10:58 Li Cizîrê li ber çavê rayedaran Çemê Dîcleyê tê talankirin!
10:32 Ûca: Dewlet her ku vedişêre jinên êzdî li Enqereyê derdikevin holê
10:00 Ji bo Ocalan serlêdana li CPT'yê: Demildest peywira xwe pêk bîne
09:58 Girtiyê ji ber dermanên xwe xwestin lêdan, şandin Erziromê
09:23 Du bajarên qedîm ên bêxwedî: Soxmatar û Şûayîp
09:15 ‘Êdî kes nikare kerengan jî bikire’
09:07 Pişta wan dişikê lê rojê 90 lîreyî qezenc dikin
09:06 Bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê ber bi 1'ê Gulanê ve
09:05 Koç ê HDP'î: Girtîgeh û hiqûq bi Wezareta Karên Navxweyî ve hatine girêdan
09:05 Girtiyê bi tayê dikeve xistine hucreyê
09:04 Beştaş bertek nîşanî lêpirsîna Kobanê da: Di dosyayê de ‘sextekarî’ kirin
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2022'YAN
15/04/2022
23:03 Barzanî û Erdogan li hev civiyan
20:11 Partiya Saadetê bû mêvanê 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:12 Rojnamevan Esen ê di binçavan de bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî
18:31 Nobeda Edaletê: Bila tahde û mirin bi dawî bibin
18:20 Mesrûr Barzanî dê hevdîtinê bi Erdogan re bike
18:11 Karabaş ê îşkence lê hatibû kirin hat girtin
17:01 Karabaş ê hatibû îşkencekirin cara 3’yemîn hate binçavkirin
16:54 OHD’ê panela ‘Kurd û qirkirin, Helebçe’ li dar xist
16:53 Şaxa ÎMO ya Amedê: Şaredariya Rezanê sûc dike
16:36 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Kavala bidome
16:23 Nobeta Edaletê: Em bibin dengê girtiyan
16:09 Leşker nahêlin koçer li Şirnexê pezê xwe ji tunelê derxînin
15:14 ‘Hewl didin rastiyên li Sîlîvriyê veşêrin”
15:02 Îşkence û mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê li pêş ATK’ê hatin şermezarkirin
14:24 Dema binçavkiriyên di lêpirsîna Kobanê de hate dirêjkirin
14:09 Tedawiya 2 zarokên ku birîndar bûbûn didome
14:09 Dê 1’ê Gulanê li Mêrsînê bê pîrozkirin
14:04 Dêrsim dê 1’ê Gulanê li Qada Seyîd Riza pîroz bike
14:01 HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê: Bila kêmtirîn mûçeyê teqawidan bibe 5 hezar TL
13:43 Ferît Şenyaşar: Yên ku netêkoşin hem maf û hem jî rûmeta xwe winda dikin
13:43 Dadgehê qedexeya lîstika kurdî parast: Ji bo domdariya dewletê
13:28 Berdana polîsê tundî li parêzer kir hate şermezarkirin
13:27 Li Amedê 66 kes hatin binçavkirin
13:16 Dadgeha Bilind dozeke di nava doza girtina HDP’ê de xera kir
13:00 10 girtiyên ku li Sîlîvriyê hewl dabûn întîhar bikin sewqî 10 girtîgehên cuda hatin kirin
12:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:08 ‘Em ê berxwedana Botanê li seranserî Tirkiyeyê belav bikin’
11:59 Li Girtîgeha Kurkçulerê lêgerîna tazî hate ferzkirin
11:20 3 girtiyên piştî 30 salan hatin berdan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin
11:14 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islehiyeyê di roja 10’an de didome
11:08 ‘AKP winda dike, HDP bihêztir dibe’
11:03 Gardiyanên li Sîlîvriyê hêj jî li ser karê xwe ne!
10:19 Girtiyê 70 salî Harmanci nikare sexbêra xwe bike
10:18 Turkdogan: AKP’ê ji bo rêxistinên paralel qadên nû vekirin
09:13 Çerkezoglû: Em ê têkoşînê veguhêzînin 1'ê Gulanê
09:13 Esnafên Kuçeya Şeytên bê sîfteh dikanên xwe digirin
09:11 Bedêla projeyên rizandî yên qeyûm: 10 milyon û nîv TL
09:11 Li herêmê beranberiya 'mafê jiyanê': Mafê nekuştinê!
09:09 Xizmên girtiyan: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
07:22 Xwediyê Îmtiyazê yê Xwebûnê Esen hate binçavkirin
14/04/2022
19:23 Mazlûm Ebdî hevdîtin bi generalê nû yê Rojhilata Navîn ê DYA'yê re kir
18:17 Li Girtîgeha Amedê li dijî binpêkirinên mafan greva birçîbûnê
17:04 Hevserokê HDP’a Cizîrê Nart hate berdan
16:52 Kesê ku îstîsmara zayendî li zarokekî kirî hate girtin
16:47 Li Êlihê karkerekî jiyana xwe ji dest da
16:46 'Li girtîgehan sepanên 12’ê Îlonê hene’
16:46 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir: Edalet wiha tê kuştin
16:31 Li Girtîgeha Bafrayê lêgerîna nava dev ferz dikin
16:30 Nayê zanîn bê ka 4 girtiyên hatine sewqkirin bi ku de birine
16:12 OHD’ê ji ber îşkenceya li Sîlîvriyê gilî kir
16:00 Tevdîra kontrola edlî ya Akdag nehat rakirin
15:48 Îstînafê cezayê Ozgur Gundemê erê kir
15:48 Nobeta Edaletê ya Stenbolê: Em zarokên xwe dixwazin