Malbata girtiyê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da: Bi îşkenceyê hate qetilkirin

  • rojane
  • 11:51 13 Nîsan 2022
  • |
img

ÊLIH - Kekê Ferhan Yilmaz ê di Girtîgeha Sîlîvriyê de jiyana xwe ji dest da, Hîkmet Yilmaz, diyar kir ku birayê wî di girtîgehê de hate qetilkirin û wiha got: “Di bin çavên wî de xwîn jê dihat, ji bo xwîn neyê kunên difina wî bi pembo hatibûn girtin. Di stuyê wî de jî şop hebûn. Birayê min du roj beriya berdanê bi îşkenceyê hate qetilkirin.”

 
Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvrîyê piştî îşkence û zexta 60 gardiyanan 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Malbata ku duh cenazeyê lawê xwe ji Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê girt, duh bi şev li gundê Kanîrewa yê Êlihê veşart. Rayedaran ji malbata ku xwest rapora pêş otopsiyê bigire re, bersiva “piştî 6 mehan encax were dayîn” dan. Malbata ku têkildarî tiştên li Girtîgeha Sîlîvriyê agahî û rapora otopsiyê negirtin, diyar dike ku ji ber şopên îşkenceyê yên li ser cenaze, zarokê wan hatiye qetilkirin. Kekê Ferhan Yilmaz, Hikmet Yilmaz, têkildarî tiştên berî û piştî mirina birayê wî ji ajansa me re axivî. 
Yilmaz, bertek nîşanî nedayîna rapora pêş otopsiyê da û bi lêv kir ku hewl didin cînayetê veşêrin. Yilmaz, destnîşan kir ku birayê wî du roj beriya berdanê bi îşkenceyê hate qetilkirin û wiha got: “Roja ku em li pêş girtîgehê wî pêşwazî bikin me cenazeyê wî girt.”
 
JI ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ AGAHIYÊN BINAKOK
 
Yilmaz, bi lêv kir ku îdareya girtîgehê agahiya ku birayê wî qeyrana dil derbas kiriye dane û wiha berdewam kir: “Kesên ji rêveberiya girtîgehê li me geriyan ewilî gotin ‘ji ser hişê xwe çû û qeyrana dil derbas kir’. Çawa me agahî girt çend ferdên malbatê bi balafirê çûn Stenbolê. Dema em çûn birayê min biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê. Em dîsa li girtîgehê geriyan. Me got em bawer nakin ku qeyrana dil derbas kiriye. Du kesan jiyana xwe ji dest da. Ma her du kesan jî bi hev re qeyrana dil derbas kir. Vê carê jî ji me re gotin ‘heb xwarin û serî rakirin’. Agahiyên binakok dan. Li girtîgehê ji bo dermanên janê birînê jî bi gardiyanan re diçin revîrê, îmze tên avêtin û pişt re hebên janê birînê tên dayîn. Tevî ev qas kontrolkirinan çawa dibe ku heban digirin û serî hil didin? Girtiyekî du roj mane ji bo berdana wî çima serî radike? Ev agahiyên binakok ên didin delîla ku ev bûyer cînayet e.”
 
HINAVÊN WÎ TEQIYAN E
 
Yilmaz, agahiyên bal kêş ên bijîşkê nexweşxaneyê ji wî re parve kirin wiha vegot: “Bijîşk ji min re got ‘Çi li birayê te hatibe li hundir lê hatiye. Dema anîn nexweşxaneyê hatibû kuştin. Hinavên wî teqiya bûn, qeyrana dil derbas nekiribû.’”
 
PERE NERAZANDIN  HESABA WΠ
 
Yilmaz, diyar kir ku berî ku birayê wî bê berdan 3 rojan bi dayika xwe re axiviye, dayika wî jê re 400 lîre pere şandine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayika min pere bi EFT’ê şandin. Pere gihiştibû girtîghê lê ne razandibûn hesaba birayê min. Rojekê pişt re dîsa li dayika min geriya û got hêj pere nehatiye. Ew pe re bi zanebûn nerazandin hesaba birayê min. Duh jî ji dayika min re cenazeyê birayê min hat. Qêrîna dayika min hêj jî di guhê min de deng vedidin. Wê ev qêrîn pey kesên ev tişt da qewimîn bernede.”
 
‘BI ÎŞKENCEYÊ HATE KUŞTIN’
 
Yilmaz, bi lêv kir ku wî cenazeyê birayê xwe şûştiye, li dijî tiştên dîtine heyîrî maye û got: “Di bin çavên wî de xwîn jê dihat, ji bo xwîn neyê kunên difina wî bi pembo hatibûn girtin. Di stuyê wî de jî şop hebûn. Tiştên di salên 1980’yan de li Girtîgeha Amedê hatin qewimîn, li Girtîgeha Sîlîvriyê jî qewimîne. Zext, zilm, îşkence û herî dawî jî komkujî pêk hatiye. Birayê min bi îşkenceyê hatiye kuştin. Li vê derê kî berpîrsyar be dîvê lî pêş hiqûqê hesabê bide. Em ê giliyê îdareya girtîgehê bikin. Tevî 3 roj bi ser bûyerê re derbas bûn jî hêj Wezareta Dadê tu daxuyanî nedane.”
 
‘HEWL DIDIN RASTIYAN VEŞÊRIN’
 
Yilmaz, da zanîn ku têkildarî tiştên li girtîgehê qewimîne parlamenterên HDP’ê û CHP’ê xwe gihandine wan, têkildarî bûyerê agahî xwestine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Parlamenterên geriyan gotin ku ‘me jî nagirin girtîgehê’. Li girtîgeheke ku parlamenter jî neyên wergirtin, hewl didin li ser rastiyan veşêrin.”
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

14/04/2022
16:00 Tevdîra kontrola edlî ya Akdag nehat rakirin
15:48 Îstînafê cezayê Ozgur Gundemê erê kir
15:48 Nobeta Edaletê ya Stenbolê: Em zarokên xwe dixwazin
15:40 Ev 150 roj in li edaletê digerin: Em ê dev jê bernedin
15:30 Danişîna doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat dîtin
15:21 Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê: Girtiyên nexweş terkî mirinê kirine
15:15 Li Dîlokê 4 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
14:46 Derbarê 3 rêveberên DÎAYDER’ê de doz hate vekirin
14:39 Sancar: Îktîdarê alîkarî da DAIŞ’ê û me jî da xelkê Kobanê
14:06 Wezareta Karên Navxweyî cihê gora Şêx Seîd aşkere nekir
13:33 Li Hezexê di encama teqîna cismekê de 2 zarok birîndar bûn
13:22 Zextên li ser HDP’ê hatin protestokirin
13:22 Danişîna doza ku li Erdogan hatibû vekirin hat dîtin
13:04 Li Agiriyê 5 kes hatin binçavkirin
13:01 Malbata Şenyaşar: Kesên vê bêhiqûqiyê dikin dê rojekê bên darizandin
12:38 SES’ê plana xwe ya çalakiyên biharê aşkere kir
12:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
12:31 Bersiv dan doza girtinê: Heta pêşî li cînayetên jinan tê girtin em ê têbikoşîn
11:39 Li Ozgun ku jina êzdî qetil kiribû 25 sal cezayê hefsê hate birîn
11:20 Kampanyaya 'Ji Xizaniyê re Na' wê bi rojeva 'girtîgehê' berdewam bike
11:19 20 kesên ku li dijî talankirina xwezayê li ber xwe dabûn hatin berdan
11:06 Ji qeyûmê Amedê fitara bi zorê !
11:03 Şaredariya Rihayê li şûna îhaleyê bi rêbaza “temîna rasterast’ dixebite
10:22 KCD: PDK zerarê dide yekitiya neteweyî
09:48 Ciwanên HDP’yî bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan
09:21 Rojnamevanên kurd: PDK, demildest divê dev ji vê helwesta xwe berde
09:10 Parêzer Aydin: Li girtîgehan mafên bingehîn tên binpêkirin
09:10 Li Rezanê krîza aborî: Em firingiyên eciqandî berhev dikin
09:10 Şaredariya Artûklûyê ji elektrîkvan eşyayên diyariyê, ji aşxaneyê asfalt stendiye!
09:09 Qeyûm gef xwaribûn: Kifş bû ku avahiya nexweşxaneyê qaçax e
09:08 Krîza aborî firotina ava sûse jî kêm kir
09:08 Cotkar û sewalkarên Bismilê: Sedema krîzê pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2022'YAN
13/04/2022
23:52 Nobeda Cizîrê: Dê têkoşîna me bi ser bikeve
22:34 Cezayê darvekirinê yê li girtiyê kurd hatibû birîn hat pesendkirin
22:24 Rapora OHD'ê ya derbarê Girtîgeha Sîlîvriyê de: Gotine 'Em li ser navê dewletê hatine' û dest bi îşkenceyê kirine
21:35 Sendîkaya Perwerdehiya Neteweyî ya Îngilîstanê ji bo Ocalan azadî xwest
20:23 Li Afrîkaya Başûr lehî rabû: 253 kes mirin
20:17 Helbestvan Emîralî Yagan li Dersimê hat veşartin
20:11 Li ser sifreya fitarê ya HDP'ê fitirîn
19:59 Baroya Rihayê bû mêvanê 'Sifra Edaletê'
18:37 Dadgeha Bilind cezayê li Berdevka TJA'yê Gokkanê hatibû birîn xera kir
18:02 Beton rijandin ser Birca Derîyê Çîyê
17:36 Bertek nîşanî midurê Girtîgeha Panosê dan: Diyar e ku li vir tiştek tê veşartin
17:22 Li ser cenazeyê Yilmaz ku li girtîgehê hatibû kuştin şopên îşkenceyê
17:07 Ji Narlidereyê çûn serdana Nobeta Edaletê: Em bi malbatan re ne
16:56 Li xebatkarê çapemeniya HDP’ê Dag 10 sal cezayê hefsê birîn
16:37 Nobeta li Cizîrê mezintir dibe: Em ê berxwedana rewa xurtir bikin
16:33 Derbarê Pîroglû ku polîsan xistibû erdî lêpirsîn hate destpêkirin
16:20 Tundiya polîsan bir rojeva Meclîsê
16:20 Ji Newala Qesaban bertek: Hûn nikarin hafizeya dîrokî tune bikin
15:58 ‘Em dixwazin edalet pêk were’
15:52 Aqûbeta efrîniyê li Kayseriyê hatibû binçavkirin nayê zanîn
15:45 Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê çû serdana girtîgehan
15:40 Li Stenbolê 1’ê Gulanê wê li Maltepeyê were pîrozkirin
15:38 TTB: Polîtîkaya xelet a desthilatdariyê a kir ku di pandemiyê de bêhtir kes bimirin
15:38 Li ber ATK'ê bang kirin ku cenaze ji girtîgehan dernekevin
15:05 Li Amedê starta 1'ê Gulanê hat dayîn
14:39 'Di êrişa parêzer de divê lêpirsîneke bibandor bê destpêkirin'
14:24 Li Dêrsimê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
13:52 Li Rihayê destdirêjî li pitikekê hate kirin
13:51 Li dijî binçavkirinan nerazîbûn: Gelê kurd dê bi ser bikeve û AKP jî têk biçe
13:24 ÎSÎG: Di 3 mehan de 347 karker jiyana xwe ji dest dane
13:16 Walîtiya Dêrsimê îşkenceya polîsan parast
13:11 Doza girtinê li Komeleya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin vekirin
13:02 Li Rezanê înşeata mizgeftekê hilweşiya: 6 karker birîndar bûn
12:57 Xelkê Cizîrê: Ew çiqas êriş bikin em ê ewqas mezin bibin
12:19 Şaredariya AKP’ê serokên komîsyonê ku digotin ‘Diz heye’ ji peywirê girt
11:55 Malbata Şenyaşar: Kesên ku bi dayikê rondik dibarînin gelo misilman in?
11:51 Malbata girtiyê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da: Bi îşkenceyê hate qetilkirin
11:51 Bi heman qanûnê biryara binçavkirina 91 HDP’iyan dan û malê DAIŞ’iyan lê vegerandin
11:41 Qeyda deng ku îşkenceya li Silîvriyê vedibêje radestî dozgeriyê kir
11:21 Îmîr: Wê gelê Botanê serê xwe netewîne
10:52 Ji Sifreya Edaletê bang kirin: Em ê edaletê pêk bînin
10:38 Li Qersê bihostek berf bariya
10:38 Daxwaznameyên girtiyan ên giliyan nayên qebûlkirin
10:33 Doza Muharrem Taş: Di bûyerê de Wezareta Tenduristiyê ji sedî 80 biqisûr e
09:39 Derbarê welatiyê astengdar ku zabitayan lêdabû de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Ûca: Tifaqa Rojava û Şengalê ji dîwaran pir mezintir e
09:15 Amedî: Ên nijadperestiyê dikin bila nebêjin em misilman in
09:14 'Yê wan bi milyonan dolar heye yê me jî xwezaya me heye'
09:14 Bi 3 zaravayên kurdî sepana 'Qurana Kurdî'
09:13 Li Amedê sifreyeke Remezanê û rastiya krîza li welat
09:13 Karadag: Naxwazin şîna malbatan bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2022'YAN
12/04/2022
20:40 Platforma Ked û Demokrasiyê bû mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşar
20:25 Li Wanê 3 kes hatin girtin
20:17 Gardiyanan cilêt û benik danîne cem girtiyên ku xwekuştin li wan hatiye ferzkirin!
19:43 Ji kesên hatin binçavkirin navê 34 kesan eşkere bû
17:10 Buldan: Operasyona dawî li ser navê DAIŞ’ê hate kirin
16:29 Doza parêzeran ji bo amadekirina mutalayê hat taloqkirin
16:14 Li ber Girtîgeha Kiriklarê gazî kirin: Bila tecrîd bê rakirin
16:04 Parlamenteran êrişa li dijî HDP’ê ji Fûat Oktay pirsîn
16:03 Li Girtîgeha Panosê amadekariya êrişê dikin!
15:45 Cenazeyê Yilmaz ê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
15:17 Malbatên girtiyan bertek nîşanî mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê dan
15:01 Welatiyê ku ji sedî 80 felc e ji bo piştevaniyê çû serdana HDP’ê
14:34 'Jinên ku hatin binçavkirin û girtin bi lêgerîna tazî re rûbirû mane'
14:20 Qeyda dengê girtiyê di venihêrîna awarte de: Gardiyan dibêjin xwe bi daliqînin
14:19 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘îşkenceya komî’: Nebin şirîkên sûc