Demîrtaş: ‘Şahid’ li xwe mikûr hat ku dozger Ahmet Altun kompas kiriye

  • rojane
  • 17:33 7 Nîsan 2022
  • |
img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di danişînê de bal kişand ser îfadeyên Kerem Gokalp ku 14 salan li çiyê mabû û piştî xwe radest kirî jî bûbû “şahid.” Demîrtaş got:“ We bi xwe bi guhên xwe bihîst ku dozger Ahmet Altun kompas çêkiriye.”  
 
Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 11’emîn danişîna dozê ku 22 kes tê de girtî tên darizandin, di roja 11’emîn de li Eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Di danişîna dozê de ku li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin de parlamenterên HDP’ê Mûrat Çepnî, Fatma Kurtulan, endam û rêveberên rêxistinên HDP’ê yên bajêr û navçeyan û gelek parêzer amade bûn. 
 
PARLAMENTERÊ AKP’Î BEŞDARÎ DANIŞÎNÊ BÛ 
 
Balkêşe ku parlamenterê AKP’ê yê Orduyê Şenel Yedîyildiz dema ku dê di periyoda lêkolana rewşa girtiyan bê kirin de beşdarî danişînê bû. Siyasetmedarên ku li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin di danişînê de amade bûn û yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. 
 
Danişîn, bi hatina şandeya dadgehê re dest pê kir. 
 
ÎDIAYA KU ‘DANIŞÎN TÊ DIRÊJKIRIN’ 
 
Dozgeriyê da zanîn ku dê di mutalaaya xwe de li ser belge û agahiyên di dosyayê de hatine zêdekirin û îfadeyên şahidan bisekine. Dozger, di mutalaaya xwe de dîsa siyastmedarên girtî hedef girt û got: “Bersûc, bi hincetên cuda parastina xwe nakin, xwe ji beşdarbûna danişînê feraxet dikin, şahid tên guhdarîkirin. Li gorî me ev hewldan, ji bo dirêjkirina danişînên tên kirin. Li gorî me divê şandeya dadgehê di vê mijarê de wan hişyar bike.” 
 
ÎDIAYA ‘ZEXTA LI SER ŞAHIDAN’ KIRIN SEDEMA GIRTINÊ 
 
Dozger, ji bo ku rewşa girtî ya siyasetmedaran bidome îdiayên weke “Gumana zêde ya sûc”, “tunekirina delîlan”, “Zexta li ser şahidan” û “Gumana zêde ya ji bo tunekirina delîlan an jî revê” weke hincet nîşan dan. Dozger, cih da pêşîneyên dadgehî yên derheqê sedema girtinê ya Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM). Dozger, sûcdariyên ku li siyasetmedaran tên kirin, îdiayên di îfadeyên şahidan de, beşdariya çalakiyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û twîtên ji bo 6-8’ê Cotmehê weke hincet nîşan da. 
 
ŞAHID LI XWE MIKÛR HATIN LÊ DOZGER QEBÛL NEKIR! 
 
Dozger her wiha îdiayên “şahid” Kerem Gokalp ku ji bo Kamûran Yuksek digot; ‘Min bi awayekî fîzîkî nedît û nas jî nakim”, îfadeyên muştekiyên ku di rûniştina din de hatibûn guhdarîkirin lê giliyê siyasetmedaran nekirîn jî weke sedem destnîşan kir. Dozgeriyê her wiha gotinên şahid Samî Baran ku di rûniştina din de hatibû guhdarîkirin û digot; “Di destê polîsên li emniyetê nîşe hebûn û tiştên min negotibûn jî hatibûn nivîsandin” jî jinedîtî ve hat. 
 
SIYASETMEDARÊN LI DERVE KIRIN SEDEMA GIRTINÊ 
 
Dozger, bal kişand ser siyasetmedarên ku di dozê de tên darizandin lê niha li derveyî welêt û ev yek ji bo berdewamiya rewşa girtî ya siyasetmedaran weke sedem nîşan da. 
 
ŞAHIDÎ GILÎ NEKIR Û EV YEK WEKE ‘BANDOR LI ŞAHID KIR’ HESIBAND! 
 
Dozgeriyê, helwesta hestiyar a şahid Samî Baran, girî û gotinên wî weke “siyasetmedaran zext li şahid kiriye” şîrove kir. Dema Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel teşhîs dikir, Şahid Samî Baran bişirî û got “hevserokên min.”
 
MUTALAA XWEST
 
Parêzer Cahît Kirkazak piştre mafê axaftinê girt. Kirkazak anî ziman ku ji ber ku mutalaa dirêj bû, nekarîn nîşeneyan bigirin lewma jî xwest ku beşên têkildar ji wan re bên şandin. Şandeya dadgehê jî ev daxwaz qebûl kir û mînakên beşên têkildar dan parêzeran. 
 
‘DOZGER DIXWEST DELÎLAN BIAFIRÎNE’
 
Piştî mutalaaya dozger, Selahattîn Demîrtaş mafê axaftinê girt. Demîrtaş wiha got: “Ji ber ku dozgerê lêpirsînê di çarçoveya perspektîfa siyasî de neçar bû ku delîlan biafirîne. Ji van şahidan kesekî ji ber xwe ve negot; ‘em dixwazin derheqê bûyerên Kobanê de agahiyan bidin.’ Jixwe yek ji wan jî di îfadeyên xwe yên ewil de qala bûyerên Kobanê nekirine. Tevî ku di destê dozger de yek delîlek , delîleke şênber nebû jî xwest delîlan biafirîne. Daîreya Mezin a DMME’yê ji bo twîtên HDP’ê biryar dabû û haya wî jê hebû. Lewma jî bo bî nedibûn delîlên saxlem. Xwest delîlên xurt biafirîne. Di dema hilbijartina serokomariyê de min bang li Erdogan ki û got; ‘Heke hûn îspat bikin ku min derheqê bûyerên Kobanê de bangekî vekirî kiriye, ez ê ji terefê we ve xwe ji hilbijartinê vekişînim.’ 
 
Ez Erdogan nas dikim. Erdogan ji kesên derdora xwe re got; ‘agahiyan bînin ez ê li qadan parve bikim.’ Lê jê re gotin ku ‘derheqê Demîrtaş de tiştekî wisa nîne. Ji ber tundiyê dozek nehatiye vekirin. Wî jî banga tundiyê nekiriye.’ Li ser vê yekê Erdogan îxtîmaleke mezin ji hêrsan dîn bû û got; ‘ez qad bi qad digerim û dibêjim ku ev kes kujer e. Lê we derheqê wî de doz jî venekiriye. Hûn çi dikin bikin lê dozê vekin.’ Û bi ferman wî bi awayekî derhiqûqî doz li me hate vekirin. 
 
NABÊJE HDP LÊ DIBÊJE DEMÎRTAŞ 
 
Banga behsa xeberê ne ya min lê ya MYK’a HDP’ê bû. Lê Erdogan nabêje HDP, dibêje Demîrtaş wisa gotiye. Lêkolîn kirin bê ka min bangekî wisa kiriye yan na. Bangekî min ê wisa tune ye. Ma dê ji ku peyda bikin. Herî dawî daxuyaniyeke min a di 30’ê îlona 2014’an de peyda kirin ku ji Kobanê vedigeriyam. Lê wê demê ji bo vê axaftinê dozek nehatiye vekirin. Min di wê axaftina xwe de ji bo aramî û ewlekariya Tirkiyeyê bang dikir. Piştre gotin; ‘hema çend hevokan em jê bigirin besî me ye.’ Gotin heke em bibêjin; ‘ev axaftin li ser fermanê kiriye’ dê bibe lîstikeke baş. Ne tenê dozgerê lêpirsînê lê komeke li MHP û Qesrê heye. 
 
GELO MA LÊPIRSÎNA 6 ROJAN TENÊ 16 RÛPEL GIRTIN?
 
Dozgerê lêpirsînê bi ser û bin li şahid, îtîrafkar û şahidên nepen geriya. Heke gotin di cih de be derxist îhaleyê. Ez û hêja Fîgen bê delîl hatin girtin. Jixwe Recep Tayyîp Erdogan dîn û har bûye. Tam di demekî wiha de agahiyek ji Şirnexê hat. Dibe ku encama xebata îstîxbaratê jî be. Rûniştin, axaftin. Em texmînên xwe dibêjin. Kerem Gokalp dibêje ‘lêpirsîna min 6 rojan berdewam kir.’ Di danişînê de wisa got ku di girtekan de heye. Li gorî girteka di destê me de, îfadeyê li Şaxa TEM’ê ya Şirnexê 16 rûpel e. Baş e lê jêpirsîna 6 rojan ma hema tenê 16 rûpel girtin? Di jêpirsînê de Kerem Gokalp dibêje ku 14 salan li çiyê ma ye. Di îfadeya xwe de jî navên 113 endamên rêxistinê û rêveberan da ye. Gelemperî jî nasnav in. Dibêje ku di nava 14 salan de ne ew û ne jî 113 kes qet beşdarî çalakiyekî biçek nebûne û ferman nedaye. Anku 14 salan gir bi gir, çiya bi çiya geriyaye lê qet çek nedîtine. Qet behsa çekan nayê kirin. Heta nabêje ku dengê çekan jî bihîstiye. 
 
LI QENDÎLÊ BI GUL Û ÇÎÇEKAN MIJÛL BÛYE 
 
Kerem Gokalp di van 14 salan de bi gul û çîçekan mijûl bûye. Kadroyên PKK’ê yên Qendîlê bi gul û çûçekan mijûl bûne. Rêxistina di nava van 14 salan de tu çalakiyên çekdarî nekirine û femana çalakiyan nedaye. Teqez gotinên rastî lewma dadgehê biryara beraetê daye. Lê ev pirs qet jê nehatiye kirin; ‘erê baş e te 14 salan milîtanî kir lê te qet dengekî çekan jî nebihîst?’ Ne dozgerê lêpirsînê yê Şirnexê û ne jî we ev pirs qet jê nekir. 
 
WE PIRSÊN KU HDP’Ê HEDEF DIGIRIN JÊ KIRIN 
 
Ne şandeya we û ne jî dozgeriyê bi mebesta zanîna çalakiyên wê demê û yên bombeyî pirsek jê nekir. Pirsên we tevahî ji bo hedefgirtina HDP’ê bûn. Gelo ma yek milîtan an jî kadro tunebûn ku rêveberê payebilind Kerem Gokalp weke berpirsyar nîşan dabûya? Li gorî îfadeyan tune ne. We jî ev îfade, îfadeyên pêbawer û xurt qebûl kirin. 
 
DI ÎFADEYA PÊVEK DE NAVÊ 114’EMÎN HATE BÎRA WÎ
 
Li ser milên wî çek, Kerem Gokalp 14 salan çiya bi çiya geriya lê tiştek jî nekir. Navê tu kesî nedaye. Ya li ser me dimîne jî rêzgirtin e. Ma em ê çi bibêjin? Gokalp ê ku 14 salan gerîlatî dikir qet nebû şahidê mirin û tundiyê, di îfadeya xwe ya pêvek de navê kesê 114’emîn hatiye bîra wî. Navê min da ye. Di îfadeya xwe ya li Emniyeta Enqereyê tenê ji bo min qala çalakiyên tundiyê kiriye. We bawer kir ku di nava 14 salan de vî kesî û 113 kesan tu tundî nekirine lê îfadeya wî ya derheqê min de ku dibêje piştî daxuyaniya wî tundî zêde bû we jê bawer kir. Di îfadeya xwe ya ewil de jî navê Selahattîn Demîrtaş ji bîr kiriye. Ji bo şer derketiye çiyê û 14 salan qet dengê guleyan nebihîstiye, nebûye şahidê tundiyê lê tekane bangaweziya ji bo tundiyê ku bihîstiye jî di îfadeya xwe ya ewil de ji bîr kiriye. 
 
JI BER ÎFTÎRAYAN TENÊ 93 ROJAN DI GIRTÎGEHÊ DE MA 
 
Heke weke şandeyê hûn jî vê çîrokê bawer bin, wê demê hûn neheqiyê li xwe jî dikin. Em nizanin bê ka Kerem Gokalp di nava 14 salan de fermana kîjan çalakiyan da ye ku we jî nexwest bizanin. Vî kesî li vê derê 5 saetan xeber da. Qala gul û çîçekan kir. Tenê kesek sûcdar kir û piştre destên xwe hejand û çû. Ev kesê ku 14 salan xebatên çekdarî meşandî, li hemberî îtîrafên li dijî me tên kirin tenê 93 rojan girtî ma. Li ser îfadeyên derew ên şahidan, ev 6 sal in siyasetmedar girtî ne. Belkî jî fermana kuştina gelek polîs, leşker û sivîlên ku we demek berê qala wan dikir wî da ye. Ji bo ku derewa wî dernekeve jî dozgeriyê bi pirsên xwe mudaxale kir. Ev bû 6 sal em di van hucreyan de li ber xwe didin. Vaye kompas ev e. 
 
ŞAHIDÊ ALTUN KOMPAS DERXIST HOLÊ 
 
Bi bedêla berdanê bangî Kerem Gokalp kirin ku bê Enqereyê û îfadeyan bide. Îxtîmaleke mezine ku ji ewil negot lewma 6 rojan axivîn û nîqaş kirin. Hinek soz danê. Herî dawî dozger Ahmet Altun bi bedêla berdanê qaneh kir ku derheqê min de îfadeyê bide. Kerem Gokalp li xwe mikûr hat û got; ‘dozger ev yek ji min re got û derbasî girtekê bû.’ Kerem Gokalp got; ‘ji min re got tu dikarî derheqê Kobanê de hinek tiştan bibêjî? Min jî got erê û ez anîm Enqereyê.’ Dema min jê pirsî bê ka axaftina min çawa gotin bi gotin tê bîra wî. Ji min re got; ‘dozger nivîsand.’ Ji Kerem Gokalp re gotin; ‘dê biaxivî’ lê ev bi tena serê xwe bes nedikir. Piştre Kamûran Yuksek li girtekê zêde kirin. Jê re gotin bibêje; ‘fermana wê Kamûran Yuksek anî.’ Lê ji bo ku hinek pêbawer be ji Kerem Gokalp re gotin bibêje; ‘ez Kamûran Yuksek qet nas nakim.’   
 
TV HEYE LÊ KAMÛRAN YUKSEK QET NEDÎTIYE
 
Dema em Hevserokên Giştî yên BDP’ê, Kamûran Yuksek di operasyonên KCK’ê de hate girtin. Dema ez û Fîgen Yuksekdag bûn Hevserokên Giştî yên HDP’ê, Kamûran Yuksek jî bû Hevserokê Giştî yê DBP’ê. Lê Kamûran Yuksek ê ku 102 şaredariyên wî heyî û 10 salan di nava siyaseta aktîf de cih digirt, nas nekiriye. Vî kesî di nava rêxistinê de xebatên çapemeniyê meşandiye lê Kamûran Yuksek nedîtiye. Di mezintirîn partiya kurd a li Tirkiyeyê de hevserokatî kiriye, bi Sebahat Tuncel û Emîne Ayna re hevserokatî kiriye. Li kursiyên Meclisê, di mitîngan û di daxuyaniyan de derketiye lê vî kesî Yuksek nas nekiriye. Raya giştî ya kurd, welatiyên kurd û çapemeniya kurd Kamûran Yuksek nas dike lê Kerem Gokalp nas nake. Henekên xwe bi me û we kir û piştre jî çû. Dibêje ku Kamûran Yuksek li cem min dîtiye. Dibêje ku li wir televîzyon heye heta bendaveke portatîf jî heye. Baş e. Rêveberiya rêxistinê ku Kamuran Yuksek ‘ji konferansa girtîgehê derxist û jê re got fermanê bide Demîrtaş’, wisa serwext tevgeriya ne ku konferans xelas bûye. 4-5 roj beriya konferansê jî Kamûran Yuksek ji konferansê derxist, şand Sûriyeyê û ji wir anîn Kobanê cem min. 
 
YÊN KU KOMPAS ÇÊKIRINE ZÊDE BIAQIL NÎNIN
 
Ez jî wê demê li DYA’yê bûm. Li ser bangewaziya serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu jî vegeriyam Tirkiyeyê. Me li Enqereyê bi rêveberiya partiyê re civînek kir û biryar da ku şandeyekî bişînin Kobanê. Min jî gotiye em ê bi serokwezîr re rû bi rû hevdîtinê bikin û gotiye ka ez biçim wî bibînim. We got ya Kerem Gokalp ê ku 14 salan qet beşdarî çalakiyekî çekdarî nebûye û rêveberiya rêxistinê di Konferansa Zindanê de Kamûran Yuksek ji Şengalê şandiye Kobanê cem min. Wê demê pêkhateya herî mezin, Hevserokê Giştî yê partiya me Kamûran Yuksek, parlamenterên Rihayê û Gultan Kişanak em hatin ba hev û biryar da ku biçin Kobanê. Di nava çendek saetan de. Yên ku ev kompas amade kirine gelek biaqil nînin lewma nizanin baş fikirin. Her tiştê ku behs dike derew in. Divê şande vê yekê jî baş bizane, me ji tu kesekî ferman newergirtiye. Ma daxuyaniya ku li ser fermanê tê dayîn wiha tê kirin? Kerem Gokalp jî got; ‘Demîrtaş bi gotinên xwe daxuyanî da ye.’ 
 
TEKANE TÊKILIYA ME SIYASETA DEMOKRATÎK E 
 
Derewên heyî ji xwe bi awayekî teknîkî ve hatin îspatkirin. Têkiliya rêxistinî ya di navbera me û hevalên me de tenê têkiliya siyaseta demokratîk e. Ma em zarok in ku kesek ji çiyê bê û ji me re bibêje; ‘Me we ji we re ferman anî ye?’ Em daxuyaniyekî nadin lê dê Qendîl ji me re bişîne? Kesekî gelek bi aqil e û bi peymana li Enqereyê re dilsoz e. Ji bo xeranekirina wê peymanê îfadeyê li Emniyeta Enqereyê qebûl dike. Tiştekî ku di hêla hiqûqî de wî bide zorê nabêje. Beraet kiriye lê çawa. Derheqê me de şahidiya derew kiriye û wisa hatiye berdan. Wî bi xwe digot; ‘min texmîn nedikir ku dê ewqas zû werim berdan.’ 
 
HÛN TEVLIBÛNA NAVA RÊXISTINÊ TEŞWÎQ DIKIN 
 
Êdî çi soz dane Kerem Gokalp nizanim lê bi girteka 2,5 rûpelan ên di danişînê ewil û dawî de beraet kiriye. Danişîna ewil û dawî ya Kerem Gokalp ê ku 14 salan li çiyê mayî. Ev qas. Lê derheqê her siyasetmedarekî de bi hezaran klasor hene. Îroniyê dikim; heke me bizaniya dê em jî derbiketina çiyê. Ma em çima ketin nava siyasetê. Hûn propagandaya rêxistinê dikin û tevlibûna nava rêxistinê teşwîq dikin. Di halê hazir de kesek nabe endamê HDP’ê lê dê derkeve çiyê. 
 
ŞAHID, FERMANÊ CUDA VEDIBÊJIN
 
Em baş pê dizanin ku ev kompas e. Kompas e, kompas. We bi çavên xwe dît ku derewan dikin. We bi xwe bi guhên xwe bihîst ku Ahmet Altun kompas amade kiriye. Dozger hêjta dibêje ‘îfadeyên şahidên lê hatiye guhdarkirin’. Baş e tu çi guhdar kir, me tevekan çi guhdar kir. Te çi bihîst? Ma dê Kerem Gokalp ji ku bizaniya ku sê şahidên din ên kompasê hene. Gotinên hevnegirtî dike lê haya wî jê nîne. Kerem Gokalp dibêje Kamûran Yuksek ferman aniye lê Mahîr dibêje; ‘Dema Selahattîn Demîrtaş ji Kobanê vegeriyayî, berdevkên KCK’ê yên Tirkiyeyê ferman da yê.’ ABC123 jî dibêje; ‘Ferman, bi li çîpan hatibû barkirin û li ser komputerên taybet hate şandin.’ Ji bo fermana ji du rêzikan pêk tê, Qendîlê çi rêbaz bi kar anîne. Du jê nepen bi giştî 3 şahid hene û her yek ji wan jî ji bo fermanê tiştên cuda dibêje. 
 
DERKET HOLÊ KU AHMET ALTUN KOMPAS KIRIYE 
 
Di îfadeyên şahidê aşkere Kerem Gokalp û şahidê nepen Mahîr de hemû gotin yek bi yek gotinên min in. Mahîr, mehek beriya Kerem îfade da ye. Dibe ku axaftinên min ên piştî vegera Kobanê bên bîra Kerem û Mahîr. Lê çawa dibe ku peyv bi peyv di bîra wan de be. Ji ber ku Ahmet Altun li cem wan e. Mijar ewqas hêsan e. Şahidê wî bi xwe got ku bi wî re lihev kirine. Bila ev gotin li girtekê bên qeydkirin. Bi wan îfadeyan derket holê ku Ahmet Altun kompas kiriye. Ji her şahidekî nepen re giştekî cuda gotiye. Ew mejiyê erzan ê siyasetmedaran. Em ne kesên sivikin lewma ji tiştên wiha re nabin amûr. Heta xwendekarên fakûlteya hiqûqê jî kompasên wiha erzan amade nekin. Heke hûn ji wan re bibêjin ku di destê me de sê şahid hene, dê ji we re bêjin ku bila gotinên her sê şahidan hev bigirin. Lê we wisa bawer kir ku bi vî awayî dikare doz bê domandin û ev salek û nîve hûn me didarizînin. Ev salek û nîve bi awayekî girtî didarizînin. 
 
Ez ê hinek qala konsepta wê demê bikim. Wê demê şande diçûn Qendîl û Îmraliyê. Hevdîtin bi dewletê re dihatin kirin. Li Îmraliyê hevdîtinên çareseriyê hebûn. Heta wê demê ji bo rewşên awarte bi Qendîlê re mekanîzmayeke têkiliyan hebû. Haya dewletê jî jê hebû. Di 9’ê cotmehê de me carekî bi kar anî ku me ev mekanîzma ye li Qendîlê ava kiribû. Bi mebesta ku heke rewşeke awarte derkeve dê bikarin mudaxale bikin. Wê demê hemû kes diçû Qendîlê. Malbat û rojnameger jî diçûn. Dema em çûyîn wê derê, milet ketibû rêzê. Malbat li bendê bûn ku zarokên wan vegerin. Ez qala pêvajoyeke wiha dikim. Di serdemeke wiha de Qendîl ji bo ku fermanê bide me sê rêyên cuda bi kar tîne ne wisa? 
 
PIŞTÎ DAXUYANIYA ERDOGAN BÛYERAN DEST PÊ KIR
 
Piştre derket holê ku di nav dewletê de rêxistineke din heye. Rêxistinên îstixbaratê ketine nav dewletê. Hessasiyeta mirovan a ji bo Kobanê bi kar anîn û hewl dan ku HDP'iyek, Hudapar'iyek û polisek bînîn hemberî hev û provaya şerê navxweyî kirin. Serokkomar di cotmehê de tehrîk dike, Di 6'ê cotmehê de pêşandan hatiye kirin û qediyaye. Heta ku Erdogan, di 7'ê cotmehê de got, 'Kobanê ket, ha dikeve'. tu çalakî tunene. Dema ku Erdogan vê dibêje herkes sor dibe. Kuştina destpêkê li Gumgumê çêbû. Mûrat Paksûr bi guleya polisan hat kuştin. Hê jî ne diyar e ku provakasyona çawa çêbû. Weke ku tê gotin nîne bûyer weke ku ez dibêjim pêk hatin. 7-8 mirovên destpêkê hatin kuştin HDP'î ne. Piştre mirovên Hudapar'î dimirin. Qasek berê jî min got ya bi telefonê me xwe dihand Qendîlê. Cara yekemîn min dema bûyerên Kobanê vê mekanîzmayê bi kar anî. Efkan Ala tu bûyerê bi PKK'ê ve girê nedida. Lê bi mirina polisan re got, 'PKK'ê agirbestê xera kir'. Li ser vê me xwe gihand Qendikê û bi wan re ketin têkiliyê. Qendîl jî got ku wan polisan nekuştiye. 
 
Kerem Gokalp jî got, 'Rêxistinê tu demê Hizbullahê hedef nîşan nedaye, armanceke wan a wiha tunebû'. Li ser pirsa dozger. Belê ez jî dizanin ku tu planeeke Qendîlê ya wiha tunebû. Qendîl jî Andullah Ocalan jî hikumet jî, muxalefet jî PYD jî vê naxwaze. Heke bihata xwestin diyar bû ku wê ber bi cihên din ve jî biçûna. Divê em vê bifikirin û nîqaşan bikin. Daxuyaniya ku dema ji kobanê vegeriyam bixwînim û rojek piştre jî min Serokwezîr re hevdîtin kir. Bi biryara partiyê çûm Kobanê. Ev ji axaftina min jî tê fêmkirin.
 
'FERMANDARÊ PAYE BILIND BI ME RE BÛ'
 
Wê demê fermandarê herî payebilind ê leşkerî heta sînor bi me re hat û piştî ku ji Kobanê vegeriyan me pêşwazî kir û ji bo daxuyaniyê cih nîşanî me da. Lê li gorî şahidê nepen Mahîr, 'min li gorî talîmata rêxistinê daxuyanî daye'. We bixwe guhdar kir. Destê xwe bidin ser wijdanê xwe. Sal û nîveke hûn me ji birîndarkirin, mirin û diziya gelek kesan didarizînin. We axaftina min a ku di danişînên destpêkê de ji Bahtiyar Çolak re kiribû red kir. Dibe ku ew jî parçeyek kompasê be."
 
‘PARTIYA MIN POLÎTÎKAYA AŞTIYÊ DIMEŞAND’ 
 
Kerem Gokalp digot; ‘hinek kes li ser medyaya civakî ji min re dibêjin îtîrafkar. Lê ez îtîrafkar nînim.’ Xeyîdiye ku milet jê re dibêje îtîrafkar. Got; ‘Ahmet Altun ev bi min dan nivîsandin.’ Bazariya wan ev e. Heta navê min jî negot. Got; ‘ji hevserokê partiyê re ferman anî ye.’ Ewqas şerm dikir ku nedikariya navê min bîne. Kesê behsa xeberê şahidekî ku li ser lihevkirinê hatiye berdan. Biryara DMME ya Fîkret Karahan heye. DMME ji bo şahidên ji poşmaniyê sûd girtin dibêje; ‘bawerî bi îfadeyên nayê.’ Xuyaye ku menfaet heye û DMME dibêje ku bawerî bi vê menfaetê nayê. Demekî kin piştî îfadeyê jî şahid tê berdan. Partiya min polîtîkayên aştiyê dimeşand. Divê hevalên min vê yekê baş bizanin; ez ê daxuyaniyên ku min piştî civînên partiyê dabûn bixînim. Ev daxuyanî encama nêrîna hevpar a partiyê bûn.” 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

09/04/2022
13:45 Helbestvan Emîralî Yagan rehmet kir
13:37 Li Stewrê du malbat bi hev ketin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin
11:36 Nivîskar Nezîr Çakan ji doza Kobanê tehliye bû
11:35 Malbata Şenyaşar: Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin
10:23 Destê girtiyan kelemçe kirin û li wan dan
10:15 Yolerî: Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye
09:52 Li Girtîgeha Amedê hişyariya 'qedexeya' strana kurdî
09:51 Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin: Xizanî tercîha desthilatdariyê ye
09:15 Halê sûrên dîrokî yên ku tên restorekirin!
09:15 Bang li PDK'ê kirin: Dev ji vê şaşiyê berdin
09:14 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê guh neda biryarên dadgehê
09:14 Giliyê îşkenceya li Timoqê hat kirin: Ez dikarim kesekî teşxîs bikim
09:06 Li Girtîgeha Rihayê cihêkariya 'e-Goruş'ê
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2022'YAN
08/04/2022
21:56 Li Kerboranê mirinek bi guman
21:45 Parlementerên çûn cem Tûglûkê: Nexweşîna wê girantir bûye
20:10 ÎHD bû mêvanê Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşarê
19:14 Li Wanê zabiteyan êriş bir ser welatiyan
19:01 Ber bi Îdlîbê ve sewqîyata eskerî
16:29 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 112’emîn de ye
15:49 Di Doza Qontaxê de dadgehê cezayê li polîs hatiye birin kêm dît
15:26 Doza Kobanê: Heke hûn Destûra Bingehîn nas nakin tişta we girê dide çî ye?
15:15 Mehmet Sevînç bi dirûşman hate definkirin
15:01 Ayla Akat Ata bi şewba koronayê ket
14:08 Cerdevan li Zap, Avaşîn û Metînayê xwezayê talan dikin
13:52 Melayê mizgeftê cenazeyê Mehmet Sevînç neşûşt
13:40 Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû: Em hemû kesî vedixwînin qadan
13:03 Rojnameger Hîkmet Tunç îfade da
12:59 Bi hêceta ‘tevli dersên ehlaqê nebûye’ nayê berdan
12:46 Li Wanê erdhej çêbû
12:37 Nobeta Edaletê di roja 396'an de ye
12:37 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:26 ‘Ez dixwazim bêtirs bijîm’
12:15 Bûldan: Wê jin siberojên ronî ava bikin
11:44 Girtiyê nexweş rojnamevan Ayik nehat berdan
11:43 'Bi neberdana girtiyên nexweş re mekanîzmaya îdamê xistine meriyetê’
11:15 Sîbel Akdenîz hat berdan
11:11 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde bûn
10:51 Parêzer Ballikaya: Divê TBB û Baroya Stenbolê ji bo Tugluk bi peywira xwe rabin
10:49 ‘Faîlên demboriyê dozger in, divê bên darizandin’
10:12 Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin
10:11 ‘Kumpanya Med’ klasîkên berê û yên nûjen digihîne hev
09:48 Ji ber bihabûnê sewalvanî bûye eziyet!
09:36 ‘Misilmaniya hikûmetê tenê bi devkî ye’
09:34 HDP'ê şandeya girtîgehê ava kir: Dê seredanên me bidomin
09:08 'Armanca destdirêjiyê parçekirina tevna civakî ye'
09:06 Xebata 'çîrokên jinên girtî' didome
09:06 Dayika rojnamevanê girtî û nexweş: Girtiyan berdin
09:06 Sercerdevan bi çeka dewletê Mûsa Çelîk kuştiye
09:06 Av û axa gundiyan dikin qurbana komirê
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2022'YAN
07/04/2022
23:59 Li Amedê şanoya 'Bûka Lekî'
19:12 Nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan hat definkirin
19:00 Cenazeyê Sevînç radestî malbatê hat kirin
18:48 Demîrtaş: Dewletê jî û hikûmetê jî dît ku Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe
17:33 Demîrtaş: ‘Şahid’ li xwe mikûr hat ku dozger Ahmet Altun kompas kiriye
17:19 'Ji bo em xwedî li Tûglûk derketin lêpirsîn hate destpêkirin'
16:59 Beştaş: Cînayetên li girtîgehan rawestînin
16:55 Li Wanê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
16:33 Li Erziromê 3 kes hatin girtin
16:13 Cezayê pereyan li kesên ku Newroz pîroz kirin hate birîn
15:55 Cenazeyê Mehmet Sevînç gihîşt ATK'ê
15:41 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî mirina Sevînç dan
15:34 Malbatên li Stenbolê di Nobeda Edaletê de ne: Em ê çalakiyên xwe bidomînin
15:16 Lawyers For Lawyers: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:02 Wê cenazeyê Sevînç sewqî ATK'a Îzmîrê bê kirin
14:30 Malbatên girtiyan: Mirinên heyî dê li me rûnenin
14:25 Çemê Botanê reş diherike!
14:09 Ji 6 rojnamevanan re cezayê hepsê hat xwestin
14:08 Diyanetê li Amedê cih neda zimanê kurdî!
14:01 Gunay: Bi milyonan kes li hêviya vekirina deriyên Îmraliyê ne
13:56 Li Meletiyê du rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Bertekên li dijî projeya ‘bermayiyan’ a Şaredariya Dêrsimê didomin
13:35 Serweta mala Barzaniyan a li Amerîkayê derket holê
13:05 Malbata Şenyaşar: Qeydên deng îtîrafên mudaxileya darazê ne
13:04 Rapirsiya zimanê kurdî: Xelk dixwaze kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Peykerê Yûsif Gulo hate çêkirin
12:23 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
12:10 Girtî Mehmet Sevînç jiyana xwe ji dest da
11:52 Derbarê rojnamevan Onver de îdianame hat amadekirin
11:38 Sarica: Bi milyonan parêzerên Ocalan hene
11:07 2 çêlekên wî mane wan jî difiroşe!
11:03 Şirnex û Mêrdîn di nava tozê de man
11:02 'Divê berpirsyarên îşkenceyê hesab bidin'
10:45 Li Şirnexê gur ketin nava kêriyekî pez
09:29 Li Wanê duh û îro 24 kes hatin binçavkirin
09:07 Bi moşekan êrişî Hewlerê kirin
09:06 Dr. Berwarî: Dê şirîkatiya PDK-Tirkiyeyê destkeftiyên kurdan ji holê rake
09:04 Şêniya Ben û Senê: Dewlet hat, ev der kir çolistan
09:04 Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin
09:04 Tevgera Ekolojiyê dê kampanyaya 'şitildanînê' bike kampanyeyek berdewamî
09:04 Di 17 saliya xwe de hat girtin, di 47 saliya xwe de hat berdan
09:04 'Polîtîkaya bêcezahiştinê bi polîs û leşkeran kurdan dide kuştin'
09:04 Çîftçî: Li Hewlêrê çavgirtî û dest kelemçekirî îfadeya min girtin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2022'YAN
06/04/2022
21:56 Ji bo girtiyên nexweş îmze hatin berhevkirin
19:05 Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan