Lawyers For Lawyers: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin

  • rojane
  • 15:16 7 Nîsan 2022
  • |
img
STENBOL - Lawyers For Lawyers ji bo parêzerên Ocalan daxuyaniyek weşand û bang kir ku divê bêyî dereng bikeve tavilê hevdîtin bi Ocalan re were kirin. 
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê tê ragirtin berdewam dike. Lawyers For Lawyers (Parêzerên Ji Bo Parêzera) ku ji rêxistinên hiqûqî yên navnetewî pêk tê û ji bo Ocalan serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Ewropayê dabû, ji bo parêzerên Ocalan, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê salek e agahî ji miwekîlên xwe nagirin û ev yek ji bo ku parêzer pîşeya xwe bikin astengiyek cidî derdixe. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji sala 1999’an ve parêzeriya Rêberê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan dike. Parêzer her wiha parêzeriya Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li cem Ocalan girtî ne dikin.  Ji sala 2015'an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê ne. Ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji Ocalan û girtiyên cem wî nayê girtin. Wisa bûye ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê êdî ketiye rewşek bêderfet ku nikarin danûstandinê bi miwekîlên xwe re bikin.
 
JI XWEGIHANDINA DOSYEYA DOZÊ RE ASTENGΠ
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikarin bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Ji bo muwekîlên xwe Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di sala 2015'an de sewqî Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin jî heman tişt derbas dibe. Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re 8 sal in bênavber heta 2’yê Gulana 2019’an berdewam kir. Di sala 2019’an de parêzeran 5 serdanan kirin. Piştî hevdîtina herî dawî ya parêzeran a di 7’ê Tebaxa 2019’an de qedexeya bênavber ji nû ve dest pê kir û serlêdanên hevdîtina parêzeran nayê qebûlkirin. Rê û rêbazên danûstandina bi Ocalan û girtiyan re jî pir kêm bûn. Herî dawî di 25'ê Adara 2021'an de bi rêya telefonê bi Ocalan re hevdîtin pêk hat. Ev pêwendiya telefonê ji aliyê rayedarên girtîgehê ve hat qutkirin. Her wiha tevî ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji sala 2016’an û vir ve destûr nadin ku dosyayên dozê bi dest bixin, tevî vê yekê jî biryarek dadgehê jî nîne.” 
 
BIRYARÊN DMME’YÊ HAT BIBÎRXISTIN 
 
Di daxuyaniyê de hewldana parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, saziyên hiqûqî û saziyên sivîl ên li ser asta neteweyî û navneteweyî yên ji bo pêwendiyê bi Îmraliyê re hatin bibîrxistin û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Ocalan de hatin bibîrxistin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “DMME’yê derbarê doza Ocalan de du biryar girtin. Di doza ewil de dadgehê biryar da ku dadgehkirinek adilane bi muwekîl re nehatiye darizandin û divê dîsa bi awayekî adil bê darizandin. Rayedaran diyar kirin ku ji ber ku muwekîl dê heman ceza bigre ew ê vê yekê nekin. Biryara duyemîn jî derbarê serlêdana giştî ya cezayê heta hetayê ya li Tirkiyeyê de bû. Di her dozê de DMME’yê biryar da ku mafê darizandina adil an jî şert û mercên binçavkirinê yên têkildarî desteserkirina parêzeran hatine binpêkirin.”
 
LI DIJÎ PRENSÎBÊN BINGEHÎN E 
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di 5'ê Nîsana 2022'yan de gelek saziyên parêzeran jî di nav de Parêzerên Ji Bo Parêzeran serî li CPT'ê dane û wiha hat gotin: “Muameleya li jor a li hemberî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û muwekîlên wan li dijî Prensîbên Bingehîn ên Têkildarî Rola Neteweyên Yekbûyî ye.” 
 
Di daxuyaniyê de wekî Parêzerên Ji Bo Parêzeran bangên xwe yên ji bo rayedarên Tirkiyeyê wiha rêz kirin: 
 
* Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û bi giştî parêzeran re, derfet, dem û îmkanên berfireh bidin da ku bi muwekîlên xwe re, nemaze muwekîlên xwe yên li Girava Îmraliyê, bêyî dereng bikeve tavilê bila hevdîtin bê kirin. 
 
* Divê dawî li astengî û mudaxileya parêzerên ku li gorî erk, pîvan û rêgezên exlaqî yên pîşeyî alîkariya muwekîlên xwe dikin bê anîn. 
 
* Di her şert û mercî de ji bo ku parêzer di demek maqûl de xwe bigihînin agahî, dosya û belgeyên guncav da ku karibin alîkariya hiqûqî bikin mîsoger bikin. 
 
“* Bi dilsozî erkên Tirkiyeyê yên peymana navneteweyî bi cih bînin û bi taybetî jî bi biryarên DMME’yê yên ku gihandina parêzeran mîsoger bikin û li gorî wan biryaran tevger bikin.” 
 

Sernavên din

09/04/2022
13:45 Helbestvan Emîralî Yagan rehmet kir
13:37 Li Stewrê du malbat bi hev ketin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin
11:36 Nivîskar Nezîr Çakan ji doza Kobanê tehliye bû
11:35 Malbata Şenyaşar: Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin
10:23 Destê girtiyan kelemçe kirin û li wan dan
10:15 Yolerî: Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye
09:52 Li Girtîgeha Amedê hişyariya 'qedexeya' strana kurdî
09:51 Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin: Xizanî tercîha desthilatdariyê ye
09:15 Halê sûrên dîrokî yên ku tên restorekirin!
09:15 Bang li PDK'ê kirin: Dev ji vê şaşiyê berdin
09:14 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê guh neda biryarên dadgehê
09:14 Giliyê îşkenceya li Timoqê hat kirin: Ez dikarim kesekî teşxîs bikim
09:06 Li Girtîgeha Rihayê cihêkariya 'e-Goruş'ê
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2022'YAN
08/04/2022
21:56 Li Kerboranê mirinek bi guman
21:45 Parlementerên çûn cem Tûglûkê: Nexweşîna wê girantir bûye
20:10 ÎHD bû mêvanê Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşarê
19:14 Li Wanê zabiteyan êriş bir ser welatiyan
19:01 Ber bi Îdlîbê ve sewqîyata eskerî
16:29 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 112’emîn de ye
15:49 Di Doza Qontaxê de dadgehê cezayê li polîs hatiye birin kêm dît
15:26 Doza Kobanê: Heke hûn Destûra Bingehîn nas nakin tişta we girê dide çî ye?
15:15 Mehmet Sevînç bi dirûşman hate definkirin
15:01 Ayla Akat Ata bi şewba koronayê ket
14:08 Cerdevan li Zap, Avaşîn û Metînayê xwezayê talan dikin
13:52 Melayê mizgeftê cenazeyê Mehmet Sevînç neşûşt
13:40 Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû: Em hemû kesî vedixwînin qadan
13:03 Rojnameger Hîkmet Tunç îfade da
12:59 Bi hêceta ‘tevli dersên ehlaqê nebûye’ nayê berdan
12:46 Li Wanê erdhej çêbû
12:37 Nobeta Edaletê di roja 396'an de ye
12:37 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:26 ‘Ez dixwazim bêtirs bijîm’
12:15 Bûldan: Wê jin siberojên ronî ava bikin
11:44 Girtiyê nexweş rojnamevan Ayik nehat berdan
11:43 'Bi neberdana girtiyên nexweş re mekanîzmaya îdamê xistine meriyetê’
11:15 Sîbel Akdenîz hat berdan
11:11 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde bûn
10:51 Parêzer Ballikaya: Divê TBB û Baroya Stenbolê ji bo Tugluk bi peywira xwe rabin
10:49 ‘Faîlên demboriyê dozger in, divê bên darizandin’
10:12 Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin
10:11 ‘Kumpanya Med’ klasîkên berê û yên nûjen digihîne hev
09:48 Ji ber bihabûnê sewalvanî bûye eziyet!
09:36 ‘Misilmaniya hikûmetê tenê bi devkî ye’
09:34 HDP'ê şandeya girtîgehê ava kir: Dê seredanên me bidomin
09:08 'Armanca destdirêjiyê parçekirina tevna civakî ye'
09:06 Xebata 'çîrokên jinên girtî' didome
09:06 Dayika rojnamevanê girtî û nexweş: Girtiyan berdin
09:06 Sercerdevan bi çeka dewletê Mûsa Çelîk kuştiye
09:06 Av û axa gundiyan dikin qurbana komirê
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2022'YAN
07/04/2022
23:59 Li Amedê şanoya 'Bûka Lekî'
19:12 Nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan hat definkirin
19:00 Cenazeyê Sevînç radestî malbatê hat kirin
18:48 Demîrtaş: Dewletê jî û hikûmetê jî dît ku Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe
17:33 Demîrtaş: ‘Şahid’ li xwe mikûr hat ku dozger Ahmet Altun kompas kiriye
17:19 'Ji bo em xwedî li Tûglûk derketin lêpirsîn hate destpêkirin'
16:59 Beştaş: Cînayetên li girtîgehan rawestînin
16:55 Li Wanê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
16:33 Li Erziromê 3 kes hatin girtin
16:13 Cezayê pereyan li kesên ku Newroz pîroz kirin hate birîn
15:55 Cenazeyê Mehmet Sevînç gihîşt ATK'ê
15:41 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî mirina Sevînç dan
15:34 Malbatên li Stenbolê di Nobeda Edaletê de ne: Em ê çalakiyên xwe bidomînin
15:16 Lawyers For Lawyers: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:02 Wê cenazeyê Sevînç sewqî ATK'a Îzmîrê bê kirin
14:30 Malbatên girtiyan: Mirinên heyî dê li me rûnenin
14:25 Çemê Botanê reş diherike!
14:09 Ji 6 rojnamevanan re cezayê hepsê hat xwestin
14:08 Diyanetê li Amedê cih neda zimanê kurdî!
14:01 Gunay: Bi milyonan kes li hêviya vekirina deriyên Îmraliyê ne
13:56 Li Meletiyê du rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Bertekên li dijî projeya ‘bermayiyan’ a Şaredariya Dêrsimê didomin
13:35 Serweta mala Barzaniyan a li Amerîkayê derket holê
13:05 Malbata Şenyaşar: Qeydên deng îtîrafên mudaxileya darazê ne
13:04 Rapirsiya zimanê kurdî: Xelk dixwaze kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Peykerê Yûsif Gulo hate çêkirin
12:23 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
12:10 Girtî Mehmet Sevînç jiyana xwe ji dest da
11:52 Derbarê rojnamevan Onver de îdianame hat amadekirin
11:38 Sarica: Bi milyonan parêzerên Ocalan hene
11:07 2 çêlekên wî mane wan jî difiroşe!
11:03 Şirnex û Mêrdîn di nava tozê de man
11:02 'Divê berpirsyarên îşkenceyê hesab bidin'
10:45 Li Şirnexê gur ketin nava kêriyekî pez
09:29 Li Wanê duh û îro 24 kes hatin binçavkirin
09:07 Bi moşekan êrişî Hewlerê kirin
09:06 Dr. Berwarî: Dê şirîkatiya PDK-Tirkiyeyê destkeftiyên kurdan ji holê rake
09:04 Şêniya Ben û Senê: Dewlet hat, ev der kir çolistan
09:04 Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin
09:04 Tevgera Ekolojiyê dê kampanyaya 'şitildanînê' bike kampanyeyek berdewamî
09:04 Di 17 saliya xwe de hat girtin, di 47 saliya xwe de hat berdan
09:04 'Polîtîkaya bêcezahiştinê bi polîs û leşkeran kurdan dide kuştin'
09:04 Çîftçî: Li Hewlêrê çavgirtî û dest kelemçekirî îfadeya min girtin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2022'YAN
06/04/2022
21:56 Ji bo girtiyên nexweş îmze hatin berhevkirin
19:05 Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan