Çîftçî: Li Hewlêrê çavgirtî û dest kelemçekirî îfadeya min girtin

  • rojane
  • 09:04 7 Nîsan 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê HDP'ê Musa Çîftçî yê li Hewlêrê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatibû binçavkirin û piştî 28 rojan hatibû berdan got: “Bi awayek çavgirtî û dest kelemçekirî îfadeya min girtin. Ev pêkanîn li tu deverên cîhanê nehatiye dîtin.” 

Li Herêma Kurdistanê polîtîkayên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) li dijî bêdengkirina muxalîfan berdewam dike. Di demên dawî de zext, êrîş, binçavkirin û gefên li dijî endamên HDP'ê zêde bûne. Herî dawî endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Çîftçî yê li Silêmaniyê dijiya, berî mehekê ji bo malbata xwe bigire çûbû Hewlêrê, lê ji aliyê Asayîşa PDK ve hatibû binçavkirin. Çîftçî, piştî ku 28 rojan di binçavan de mabû, di 4'ê nîsanê de serbest hat berdan. Çîftçî têkîldarî pêkanîn û muammeleyên hatine serê wî ji ajansa me re axivî. 
 
ÇAVGIRTÎ Û DEST KELEMÇEKIRÎ ÎFADEYA WÎ HATIN GIRTIN 
 
Çîftçî, bi bîr xist ku beriya ew biçe Herêma kurdistanê li Tirkiyeyê gelek caran hatiye binçavkirin. Çîfçtî da zanîn ku lê cara yêkeme li Herêma Kurdistanê rastî nêzîkatiyeke wiha tê û wiha got: “Ez beriya niha li Tirkiyeyê gelek caran hatim binçavkirin. Bi giştî 5 salan di girtîgehê de mam. Di her girtinekî de ez rastî îşkence, heqeret û muameleya xerab hatim. Lê min li başûr tiştê ku dît, tu caran neditiye. Bi awayek çavgirtî û destê min kelemçekirî îfadeya min hat girtin. Bi min re nêzî 700-800 kes bi heman awayî di binçavan de bûn. Hemû kesên ku bi sûcên cuda hatibûn binçavkirin, di heman cihî de dihatin girtin. Em 140 kes di heman nezaretxaneyê de dihatin girtin. Mirovan cihê razanê nedidît. Pêkanînên 12'ê Îlonê yên li Tirkiyeyê jî ne wisa bûn. Li tu derê dinyayê tişteke wiha heta niha nehatiye dîtin û ez bawer nakim ku tiştekî wiha hebe. Lêpirsîna min bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye vekirin. Li Tirkiyeyê jî bi heman sedemê ez hatibûm binçavkirin." 
 
'HEMAN PÊKANÎNAN LI HEMBERÎ ENDAMÊN XWE JÎ PÊK TÎNIN' 
 
Çiftçî, anî ziman ku PDK'ê li herêmê polîtîkayên tirsê xistine dewrê û li dijî gelê xwe polîtîkayeke şer daye destêkirin û wiha domand: "PDK ne tenê li hemberî endamên HDP’ê ye, helbet ji bo endamên HDP’ê pêkanînên taybet pêk tîne. PDK heta ku endamên xwe jî binçav dike. Ew di tirsek mezin de ye û bi her awayî vê yekê nîşan dide. Ew vê tirsê li ser gelê xwe ferz dike. Heke di nava endamên partiya wê de jî dengê dijber û helwesteke rexnegir hebe, heman muamele dike. Niha ji bo dilxweşkirina Tirkiyeyê yan ji ji tirsê ye nizanim. Lê ya rast ew e ku zextek cidî heye." 
 
'PÊŞMERGE Û ZAROKÊN ŞEHÎDAN JÎ DI BINÇAVAN DE NE’ 
 
Çîftçî, diyar kir ku kesên bi salane di binçavan de tên girtin hebûn û got: "Di nav van kesan de pêşmerge jî hene, endamên asayîşê hene, zarokên şehîdên pêşmerge yên di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn û şehîdên wan hene hebûn. Ez beriya niha rastî îşkenceyek nehatime. Lê ev cara yekê ye ku ez tiştekî wiha dibînim. Divê ev yeke bê teşhîrkirin. Ez bawer nakim ku di rêxistinek, rêveberiyek û çanda eşîrî de jî tiştekî wisa hebe. Mirovek çawa dikare li hemberî gelê xwe, xizm û derdora xwe tişteke wisa bike? Trajediyek mezin bû. Divê ev yek bi serê xwe li ser mirovên ku li wir bûn yek bi yek were hildan û kifş kirin. Kesên ku 4 sal beriya niha di çalakiyan de hatine binçavkirin hene û ev 4 sal in di binçavan de ne. Ev kes ne di girtîgehê de ne, di binçavan de ne. Ew tiştê ku min bi çavê xwe ditin bi çend peyvan nayê şîrovekirin." 
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

09/04/2022
13:45 Helbestvan Emîralî Yagan rehmet kir
13:37 Li Stewrê du malbat bi hev ketin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin
11:36 Nivîskar Nezîr Çakan ji doza Kobanê tehliye bû
11:35 Malbata Şenyaşar: Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin
10:23 Destê girtiyan kelemçe kirin û li wan dan
10:15 Yolerî: Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye
09:52 Li Girtîgeha Amedê hişyariya 'qedexeya' strana kurdî
09:51 Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin: Xizanî tercîha desthilatdariyê ye
09:15 Halê sûrên dîrokî yên ku tên restorekirin!
09:15 Bang li PDK'ê kirin: Dev ji vê şaşiyê berdin
09:14 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê guh neda biryarên dadgehê
09:14 Giliyê îşkenceya li Timoqê hat kirin: Ez dikarim kesekî teşxîs bikim
09:06 Li Girtîgeha Rihayê cihêkariya 'e-Goruş'ê
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2022'YAN
08/04/2022
21:56 Li Kerboranê mirinek bi guman
21:45 Parlementerên çûn cem Tûglûkê: Nexweşîna wê girantir bûye
20:10 ÎHD bû mêvanê Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşarê
19:14 Li Wanê zabiteyan êriş bir ser welatiyan
19:01 Ber bi Îdlîbê ve sewqîyata eskerî
16:29 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 112’emîn de ye
15:49 Di Doza Qontaxê de dadgehê cezayê li polîs hatiye birin kêm dît
15:26 Doza Kobanê: Heke hûn Destûra Bingehîn nas nakin tişta we girê dide çî ye?
15:15 Mehmet Sevînç bi dirûşman hate definkirin
15:01 Ayla Akat Ata bi şewba koronayê ket
14:08 Cerdevan li Zap, Avaşîn û Metînayê xwezayê talan dikin
13:52 Melayê mizgeftê cenazeyê Mehmet Sevînç neşûşt
13:40 Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû: Em hemû kesî vedixwînin qadan
13:03 Rojnameger Hîkmet Tunç îfade da
12:59 Bi hêceta ‘tevli dersên ehlaqê nebûye’ nayê berdan
12:46 Li Wanê erdhej çêbû
12:37 Nobeta Edaletê di roja 396'an de ye
12:37 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:26 ‘Ez dixwazim bêtirs bijîm’
12:15 Bûldan: Wê jin siberojên ronî ava bikin
11:44 Girtiyê nexweş rojnamevan Ayik nehat berdan
11:43 'Bi neberdana girtiyên nexweş re mekanîzmaya îdamê xistine meriyetê’
11:15 Sîbel Akdenîz hat berdan
11:11 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde bûn
10:51 Parêzer Ballikaya: Divê TBB û Baroya Stenbolê ji bo Tugluk bi peywira xwe rabin
10:49 ‘Faîlên demboriyê dozger in, divê bên darizandin’
10:12 Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin
10:11 ‘Kumpanya Med’ klasîkên berê û yên nûjen digihîne hev
09:48 Ji ber bihabûnê sewalvanî bûye eziyet!
09:36 ‘Misilmaniya hikûmetê tenê bi devkî ye’
09:34 HDP'ê şandeya girtîgehê ava kir: Dê seredanên me bidomin
09:08 'Armanca destdirêjiyê parçekirina tevna civakî ye'
09:06 Xebata 'çîrokên jinên girtî' didome
09:06 Dayika rojnamevanê girtî û nexweş: Girtiyan berdin
09:06 Sercerdevan bi çeka dewletê Mûsa Çelîk kuştiye
09:06 Av û axa gundiyan dikin qurbana komirê
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2022'YAN
07/04/2022
23:59 Li Amedê şanoya 'Bûka Lekî'
19:12 Nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan hat definkirin
19:00 Cenazeyê Sevînç radestî malbatê hat kirin
18:48 Demîrtaş: Dewletê jî û hikûmetê jî dît ku Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe
17:33 Demîrtaş: ‘Şahid’ li xwe mikûr hat ku dozger Ahmet Altun kompas kiriye
17:19 'Ji bo em xwedî li Tûglûk derketin lêpirsîn hate destpêkirin'
16:59 Beştaş: Cînayetên li girtîgehan rawestînin
16:55 Li Wanê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
16:33 Li Erziromê 3 kes hatin girtin
16:13 Cezayê pereyan li kesên ku Newroz pîroz kirin hate birîn
15:55 Cenazeyê Mehmet Sevînç gihîşt ATK'ê
15:41 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî mirina Sevînç dan
15:34 Malbatên li Stenbolê di Nobeda Edaletê de ne: Em ê çalakiyên xwe bidomînin
15:16 Lawyers For Lawyers: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:02 Wê cenazeyê Sevînç sewqî ATK'a Îzmîrê bê kirin
14:30 Malbatên girtiyan: Mirinên heyî dê li me rûnenin
14:25 Çemê Botanê reş diherike!
14:09 Ji 6 rojnamevanan re cezayê hepsê hat xwestin
14:08 Diyanetê li Amedê cih neda zimanê kurdî!
14:01 Gunay: Bi milyonan kes li hêviya vekirina deriyên Îmraliyê ne
13:56 Li Meletiyê du rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Bertekên li dijî projeya ‘bermayiyan’ a Şaredariya Dêrsimê didomin
13:35 Serweta mala Barzaniyan a li Amerîkayê derket holê
13:05 Malbata Şenyaşar: Qeydên deng îtîrafên mudaxileya darazê ne
13:04 Rapirsiya zimanê kurdî: Xelk dixwaze kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Peykerê Yûsif Gulo hate çêkirin
12:23 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
12:10 Girtî Mehmet Sevînç jiyana xwe ji dest da
11:52 Derbarê rojnamevan Onver de îdianame hat amadekirin
11:38 Sarica: Bi milyonan parêzerên Ocalan hene
11:07 2 çêlekên wî mane wan jî difiroşe!
11:03 Şirnex û Mêrdîn di nava tozê de man
11:02 'Divê berpirsyarên îşkenceyê hesab bidin'
10:45 Li Şirnexê gur ketin nava kêriyekî pez
09:29 Li Wanê duh û îro 24 kes hatin binçavkirin
09:07 Bi moşekan êrişî Hewlerê kirin
09:06 Dr. Berwarî: Dê şirîkatiya PDK-Tirkiyeyê destkeftiyên kurdan ji holê rake
09:04 Şêniya Ben û Senê: Dewlet hat, ev der kir çolistan
09:04 Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin
09:04 Tevgera Ekolojiyê dê kampanyaya 'şitildanînê' bike kampanyeyek berdewamî
09:04 Di 17 saliya xwe de hat girtin, di 47 saliya xwe de hat berdan
09:04 'Polîtîkaya bêcezahiştinê bi polîs û leşkeran kurdan dide kuştin'
09:04 Çîftçî: Li Hewlêrê çavgirtî û dest kelemçekirî îfadeya min girtin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2022'YAN
06/04/2022
21:56 Ji bo girtiyên nexweş îmze hatin berhevkirin
19:05 Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan