Ji girtiyan peyama 4'ê Nîsanê

  • rojane
  • 17:40 3 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyan, 73'yemîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin û ev tişt gotin: "Em bang li hemû gel û dostên xwe dikin ku 4'ê Nîsanê ku me weke roja rojbûnê qebûl kiriye li Amarayê pîroz bikin."   
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di bin şertên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, dikeve7 3 saliya xwe. Bi rojan ji bo rojbûna Ocalan dar tên danîn û wê sibê jî li gundê Amara yê navçeya Xalfetî ya Rihayê ku Ocalan lê ji dayik bûye pîrozbahî bê kirin. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye, li ser navê girtiyên ji doza PKK û PJAK'ê girtî ne girtî Denîz Kaya, ji bo 73'yemîn roja rojbûna Ocalan daxuyanî daye û bang li gelê kurd û dostên wa kiriye ku roja rojbûna Ocalan li Amarayê pîroz bikin. 
 
Tevahiya daxuyaniya girtiyan a ji bo 4'ê Nîsanê wiha ye:
 
"Gelê Kurd bi sedsalan rastî qirkirina siyasî, civakî, aborî û çandî hatiye. Li hemberî vê trajediya ku dîrokê li ser Kurdan ferz kiriye, bi derketina PKK’ê re hewldana nivîsandineke nû ya dîrokê hate kirin. Nasname, ziman û taybetmendiyên Kurdan ji aliyê mêtîgngeran ve ji hev hat belavkirin û anîn rewşa cesedekî mirî. Di dema ku hemû civakên cîhanê ji xwe re yekîneyên nû yên siyasî ava dikirin, Kurdan bi lez fêrî polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê kirin û hema bêje ji nasnameya xwe reviyan û dûr ketin. Li erdnîgariya Kurdistanê ferd û civak di nava hilweşîneke mezin de terkê mirinê hat kirin. Di nava van hemû bêhêvîtiyê de derketina PKK’ê weke hêviyek çêbû. PKK ya ku ji aliyê Rêbertiyê ve girêk bi girêk hate hûnandin, ji roja ji dayikbûnê ango 4’ê Nîsanê ve destpêkir û li hemberî dîroka tarî weke bersivekê pêşket. Dema em li roja îroyîn dinêrin, Apoîzma ku ji bo şoreşgerên hemû cîhanê ezmûnek nû û heyecan afirandiye, di serî de gelê Kurd li Rojhilata Navîn derxistiye ser dika dîrokê. Îro em bi rehetî dikarin bibêjin: Apoîzm li Kurdistan û Rojhilata Navîn hem wekî dîrok û hem jî wekî erdnîgarî hatiye qebûlkirin.
 
Kurd bi têkoşînê guheriye, diguhere, birêxistin dibe, azad dibe. Çawa ku Kurd êdî ne ew Kurdên kole ne ku bi sedsalan berê dixwestin li ruhê Kurdan bicîh bikin, Kurd ne di wê astê de ne ku bi polîtîkayên qirkirina çandî û fizîkî yên bi 'Plana Çokdanînê' ya sala 2015'an hatiye plankirin bên tirsandin. Serketina gerîla ya li Garê hemû taktîkên şer û rêbazên şerê taybet ên dijmin pûç kir. Gelê me bi komploya ku di mîmariya hêzên hegemonîk de pêk hat û di dîroka me de weke rojeke reş hat nivîsandin, bi armanca lenetkirina 15’ê Sibatê ya ku Rêberê me dîl hat girtin dadikevin qadan; Çalakiya bi coş a 8'ê Adarê û çalakiya jinan a ji hemû netewe û baweriyan li dijî zîhniyeta baviksalariyê; dîsa gelê me, dostên me, her kesên xwedî li demokrasî û azadiyê derdikevin, tevî hemû hewldanên astengkirinê jî bi rengê xwe tevlî Newroza 50. a Rêbertiyê dibe û berxwedaneke bi heybet a ku li derdora dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe" nîşan danî, rastiya hewayeke nû, demsaleke nû û heqîqeteke nû ya ku xwe ji mêj ve hûnandî ya ku hêzên komploger yên li dijî jiyanîbûna hemû hêmanên ku Rêbertî nûneratiya wan dike ne nikarîbûn xeyal bikin, nîşan dide.
 
Bi qasê ku 73. Rojbûna Rêberê me ku sedema hebûna me ye, bûye ji nû ve rojbûna gelê me, dayikên me yên di Nobeta Edaletê de ne û hemû dayikên me, jin û ciwanan, di heman demê de bûye hêviya hemû bindestan û hemû gelên cîhanê yên ji bo azadî-demokrasiyê têdikoşin. Em mînaka herî şênber a axaftina ku bi pêşengiya Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê ya Rêbertî re cîhanek azad-wekhev pêkane, em di rûyê yên berê xwe didin şoreşa jinê ya Rojava û ji çar aliyên cîhanê beşdarî vê têkoşînê dibin de dibînin. Ev tekoşîna azadiyê, rengê şênberbûyî ya teşeya Che yê enternasyonalîst û gotina helbestvan “Em yek diçin, bi hezaran tên” e.
 
Di vê çarçoveyê de paradîgmaya ku ji aliyê Rêbertî ve hatiye pêşxistin ji bo civakên Rojhilata Navîn çareseriyên mezin pêşkêş dike. Bi eşkerekirina yekîtiyên nû yên siyasî, aborî û çandî yên ku gel bi hev re bijîn, wê li erdnîgariya me aştiyeke mezin ava bike. Avabûna saziyên siyasî, aborî û çandî yên gelê Kurd û artêşbûyîneke mezin a gel bi kedeke mezin a Rêbertîye ku ji roja ji dayikbûyînê heta niha derketiye holê. Em careke din diyar dikin ku weke girtiyên PKK’ê û PAJK’ê em ê ji niha û pê ve bibin rêhevalên herî dilsoz ên vê rêwîtiya dîrokî ya ku Rêbertiya me xêzkirî.
 
Di dîroka ku em weke gelê Kurd û ji nû ve jidayikbûna Rêbertî hatinê de, em nêzîkatiya siyasî û civakî ya li Rêbertiya xwe weke nêzîkatiya li gelê xwe dinirxînin. Formasyonên faşîst û mêtinger her tim pêşengên sexte diafirînin û hewl didin bixin navbera Kurdan û Rêbertiya gel. Em van lîstikan ti carî qebûl nakin û nîşandayina helwesteke şoreşgerî li hemberî van nêzîkatiyên bi vî rengî, weke deyneke xwe li beramber gelê xwe û Rêbertiya xwe dibînin.
 
Weke girtiyên PKK û PAJK’ê em 4’ê Nîsanê ku destpêka ji nû ve jidayikbûnê ye, di çarçoveya vê wateyê de bi berxwedan û rizgariya ku layiqî ruhê têkoşînê yê 50. salî, di serî de li Rêberê me, gelê me, gelan, jin û ciwanên me pîroz dikin. Heta pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê neyê tunekirin, azadiya fîzîkî ya Rêbertî wê bibe armanca me ya jiyanê.
 
Em bang li hemû gel û dostên me dikin ku 4’ê Nîsanê ku em weke rojbûna Rêbertî qebûl dikin, li Amarayê bi ruhê têkoşînê yê 50’emîn pîroz bikin. Serkeftin a gelên berxwedêr, ya hevrêyan e."

Sernavên din

04/04/2022
10:33 Di Doza Kobanê de bêyî ku dozname bê xwendin beyanên gilîkeran tê girtin
10:12 Wezaret xwedî li DEDAŞ’ê derket û got: Di mirina Yûnûs ê 2 salî de xemsarî tune ye!
10:10 Qeyûm li Geverê erseyan derxist ber firotinê
09:22 Celalettîn Can: Ocalan vîneke siyasî ya dîrokî ye
09:03 Xûça girtiyê nexweş Yilmaz: Heke bimire jî bila li mala xwe bimire!
09:03 Malbatên li Stenbolê Nobeta Edaletê digirin: Em ê qedexeyan nas nekin
09:03 Amedî: Heke şer hebe halxweşî tuneye
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2022'YAN
03/04/2022
22:28 Li Qamişlo teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn
20:41 Sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşar fireh bû
18:44 Li Qoserê hemşîrekî întihar kir
18:33 Otela tomarkirî ku Mûsa Anter midurtiya wê kiribû hat hilweşandin
17:51 Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Kûnî ji peywirê hat dûrxistin
17:40 Ji girtiyan peyama 4'ê Nîsanê
17:08 AYM’ê girtina Yuksekdag a ji Doza Kobanê weke binpêkirin qebûl nekir
16:24 Li Wanê Nobeta Edaletê: Daxwazên malbatan qebûl bikin
16:08 Artêşa Iraqê li Şengalê bi ser gundên ereban de girtin û gef lê xwarin
15:55 Girtiya jin tedawiya bikelemçe red kir û bijîşk gef lê xwar
15:31 Jinan ji bo rojbûna Ocalan şitil danîn
15:11 Bi hezaran kes tev li Kongreya Meletiyê bû: Çareserî, Rêya 3’yemîn e
14:16 Xelkê Îslahiyeyê ji bo protestokirina kanên madenê rê girt
13:30 Zilamekî hevjîn û kurê xwe qetil kir
12:54 Malbata Şenyaşar: Hiqûq, ezmûna xwe ya herî girîng li pêşiya edliyeyê dide
12:46 TJA: Em ê 4’ê Nîsanê bi coşa Newrozê pîroz bikin
12:31 JINNEWS hat astengkirin: Nûçeyên me wan aciz dike
11:51 Amara bi şilêran xemilî
11:32 Tirkiye û komên girêdayî wê êrişî Eyn Îsayê kir
11:22 Partî û rêxistinan bo azadiya Ocalan bang kir û gel jî piştgirî da
10:40 Ocalan: Azadiya min girêdayî azadiya gelê kurd e
10:00 TJA’yê ji bo Amarayê bang kir: Di 4’ê Nîsanê de qedera kurdan guherî
09:33 Ji ber wêneyên Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya doz li muzîkjen Bayrakoglû hat vekirin
09:17 Ji bo girtî derve nebînin paceyan bi qartonan digirin
09:15 ‘Armanceke Ocalan hebû û ji bo bigihê wê armancê hewl dida'
09:12 Qadeke nû ya tecrîdê: Girtîgehên Tîpa S
09:10 Hatûn Alataş: Metîn hat îşkencekirin lê paş de gav neavêt
09:08 Bêyî ku haya wî jê hebe ew kirine endamê AKP'ê
09:04 Qileban a mîna bihûştê bi bendavan talan dikin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re ne rewa ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2022'YAN
02/04/2022
18:15 Nivîskarê ermenî Migirdîç Marosyan jiyana xwe ji dest da
16:45 Nobeda Edaletê ya Wanê berdewam dike
16:45 Di meha Adarê de li 13 rojnamevanan 32 sal ceza hat birîn
15:58 Jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil çandin
15:39 Rewşa Menteş ê ji sedî 68 astengdar e xerab dibe
15:31 Xizmên Windakiriyan: Ji bo edaletê wê têkoşîn bidome
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin
13:42 SES’a Bakirkoyê xelat da ajansa me
13:05 Iraq Şengalê dorpêç dike: Li ser sînor baregeh tên avakirin
12:46 Rojnamevan Evîn Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:47 Helbestvan Merdê yê birîndar bûbû: Nikarin vîna me bişikînin
11:43 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe bike
11:29 Têkildarî kuştina Mehmet Aslan gilî hatkirin
11:28 Ji bo Ocalan 73 şitil hatin çandin
10:48 Têkoşîna komek ciwan a li metropolan: Bihara Bêdawî
10:34 Rewşa 3 rojnamevanên girtî giran e: Divê demildest bên berdan
10:33 'Em ê pênûsa Evîn Bûldan û xeyalên wê li erdê nehêlin'
10:16 ‘Jidayikbûna birêz Ocalan jidayikbûna kurdbûna îradeya azad e’
09:14 Lêpirsîneke 13 salan: Wezaret û walîtî lîsteya personelan naşîne
09:14 Jinên ku 17 sal in diçin Amarayê: Werin em bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz bikin
09:14 'Bi ruhê berxwedêr ê Newrozê ber bi 4'ê Nîsanê ve'
09:14 Darazê ji bo gotina 'duzimanî dê bibe sedema perçebûnê' got ne sûc e
09:14 Girtiyê her du gurçikên wî xera bûne ji ber rapora ATK'ê nayê berdan
09:03 Guneş ê hat berdan: Bi ser qawîşan de dihat girtin, pirtûk dihatin desteserkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2022'YAN
01/04/2022
19:27 Rojnamevan Yilmaz xelata xwe diyarî Emîne Şenyaşarê kir
18:56 Li Sîlopyayê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
17:50 Li Êlihê hewldanên provakasyonê
17:10 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê kampanyaya danîna daran da destpêkirin
17:08 Li Girtîgeha Bakirkoyê gef li girtiyên jin xwarin
16:36 'Heta daxwazên dayikan pêk neyên dê aştî neyê vî welatî’
16:31 Li Erziromê jinek hat kuştin
16:16 Di êrişa Tirkiyeyê de li Tirbêspiyê welatiyek hate kuştin
15:59 Ji ber twîta 9 sal berê xwest doz li Demîrtaş bê vekirin
15:58 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê derbasî qonaxek din bû
14:52 TTB’ê li ser ekolojiyê û tenduristiya jinan civat li dar xist
14:31 Ji Başaran banga tifaqa jinan: Werin em bi hev re biaxivin
13:39 Malbata Şenyaşar di rojeva Meclîsê de ye: Em nadin jibîrkirin
13:36 Hefteya pêşiyê dê di Doza Kobanê de îtîrafkar bên guhdarîkirin
13:30 Li Amedê û Êlihê xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
12:58 Ser qetlîama Pasûrê bi hêceta ‘demboriyê’ hat girtin
12:35 Dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê dan Ocalan
12:18 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Tirkiyê li Tirbêspiyê êrişî wesayitekê kir
12:02 Li Stewrê 6 kes hatin berdan
11:43 Malbata Şenyaşar: Ya ku pîroz, jiyaneke birûmet û adilane ye
11:32 Lêpirsîna fîkandinê bi dozvenekirinê bi encam bû
11:32 Li Pêrtagê 7 kes ji sûcê “îstîsmara zayendî” hatin girtin
11:32 Ciwanê ku di Newrozê de hatibû binçavkirin li ser îtîrazê hate berdan
10:50 Xwendekarên kurd hatin berdan
10:20 Surçî: Ji bilî PDK’ê hemû kurd li dijî şerê navxweyî ne
10:15 Mafê berdana Kara yê 29 sal in girtî ye tê astengkirin
10:06 Gundê Dewşenê bi tariyê û bêaviyê re dikeve meha Remezanê
09:48 Rojnameger Denîz: Bi dîwar re Şengalê dorpêç dikin
09:30 OGK’ê vexwend konferansê: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye
09:05 Bi daxwaza azadiya Ocalan di 4'ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve