‘Jidayikbûna birêz Ocalan jidayikbûna kurdbûna îradeya azad e’

  • rojane
  • 10:16 2 Nîsan 2022
  • |
img

STENBOL - Parêzer Emran Emekçî diyar kir ku jidayikbûna Ocalan jidayikbûna kurdbûna demokratîk a xwedî îradeya azad e û got: “Jidayikbûna wî jidayikbûna yekîtiya netewbûna demokratîk e û jidaybikbûna pergala modernîteya demokratîk e.” 

 
Roja 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Gelê kurd û dostên wan dê di 4’ê Nîsanê de carek din daxwaziya azadiya Ocalan bikin. Ji parêzerên Ocalan, Emran Emekçî têkildarî rojbûna miwekîlê xwe ji ajansa me re axivî. 
 
‘DI SERDEMEK KU KURD DIHATIN TUNEKIRIN DE HAT DINÊ’ 
 
Emekçî bi bîr xist ku miwekîlê wan Ocalan di 4'ê Nîsana 1949'an de li gundê Amara yê bi ser navçeya Xelfetiya Rihayê ve, di salên ku bi hemû giraniya xwe kurd dihatin înkarkirin hatiye dinyayê û wiha got: “Di koletiyê de jî înkara ziman û nasnameyê tune bû, lê ew kurdekî ku ziman û nasnameya wî ji nedîtî ve hat, ji koletiyê xerabtir û nikarîbû doza zimanê xwe jî bike, hat dinyayê. Di dibistana seretayî ya ku wî dixwend de, heta ku bi zimanê dayika xwe perwerde bikira qedexe bû. Ji ber vê yekê birêz Ocalan di dersa kompozîsyona xwe ya ewil de bi nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Tu zarokê min ê jidayiknebûyî yî’ li dijî pergala înkarê serî hilda û got ku hê zarokê xeyalên wî nehatiye dinyayê. Wateya kurdbûna xwe bi gotina ‘Bi rastî ez nehatime dinê, nejiyam heke hatim dinyayê, ez ji bo azadiyê bibînim divê bijîm’. Kurdbûn çênebûya; ji ber ku înkarkirina hebûn, nasname û nirxên wê yên rêzê û qebûlkirina tirkbûnê tê wateya nebûna xwe, ku bi rastî jî çênebûye. Dîsa ji bo jiyaneke ku mafê jiyana azad bi nasname, ziman û çanda xwe hatibe destxistin, nayê gotin. Xwebûn, zayîn û jiyaneke watedar encax bi destpêkirina têkoşîna azadiyê ya li hemberî kesên hebûn û nasnameya wan ji nedîtî ve tê. Ji bo vê jî ji bilî têkoşîna azadiyê tu çareya wî nemabû. Lê ev hilbijartin zehmet bû, xeter bû, bedel dixwest.” 
 
JIDAYIKBÛNA AZADIYÊ 
 
Emekçî anî ziman ku rêbertiya kurdan wek “sûc” tê dîtin û got: “Daxwaza jiyana azad a bi nasname, çand û zimanê zikmakî re hê beriya ku ji dayik bibe weke sûcekî "eşqiyatiyê” dihat dîtin. Piştî jidayikbûnê xwe weke "dabeşkar-cihêkar” hat dîtin û îro jî wek "terorîzm" tê dîtin. Ji ber vê yekê ji bo bidestxistina nasname, çand, ziman, maf û azadiyên xwe yên takekesî û kolektîf weke kurdekî bi her cure zext, îşkence, sûc, dadgehkirin, cezakirin û zindana pergala yekperest re rûbirû ma. Lê her kurdekî xwedî rûmet, tenê bi têkoşîna ‘parastina hebûna xwe’ û ‘azadiya xwe’ li hemberî kesên ku van hemûyan li ber çavan digirin, nasname, çand, mafên wî yên takekesî û kolektîf înkar dikin, dikaribû jidayikbûna xwe watedar bike.” 
 
‘JIDYAIKBÛNA RÊBERTIYA GELÊ KURD E’ 
 
Emekçî destnîşan kir ku jidayikbûna Ocalan ronîbûna gelê kurd bû û wiha domand: “Jidayikbûna wî dinyayeke ku li ser înkarkirina hebûna wî hatiye avakirin, di rastiyê de bi nebûyînê re wekhev bû. Beriya ku ji dayik bûbûya, bi bijartina xwe ya ji bo nasname, rûmet û têkoşîna azadiyê ya li dijî cîhaneke ku berê çarenûsa wî weke ‘Dest ji kurdayetiya xwe berde û bibe tirk’ hatibû diyarkirin, wê zayîna xwe her gav watedartir bikira. Bi vê yekê re hem ji fermana înkarê paşde diçû, hem jî ji bo xwe û gelê xwe qadên azadiyê gav bi gav ava kir. Ew ê her sala jiyana xwe bibe sala jidayikbûna xwe ya watedartir, hem jî bibe sala jidayikbûnên din ên watedar. Di dirêjahiya pênc hezar salên dîroka nivîskî de, kurd her tim di pozîsyona ‘birêser’ de hatine ragirtin ku serdestên biyanî an çînên serdest ên hevkarên wan li ser her cure lîstikan dilîzin. Jidayikbûna birêz Ocalan re, di heman demê de bû zayîna Rêbertiya Gelê Kurd ku di dîrokê de cara yekem statûya “kirde’ bi dest bixista. Di dîrokê de yekem car gelê kurd bi wî re bû xwedî rêbertiyeke siyasî, xeta azadiyê û paradîgmayeke ku xizmeta îrade û berjewendiyên xwe dike.” 
 
‘JIDAYIKBÛNA DEMOKRATÎKBÛNA ROJHILATA NAVÎN E’ 
 
Emekçî bal kişand ser bandora Ocalan a li ser Rojhilata Navîn û wiha got: “Ji bo gelên Rojhilata Navîn bû jidayikbûna Ronesansa Rojhilata Navîn (Rojbûn) û Yekîtiya Demokratîk a Rojhilata Navîn. Ev bû jidayikbûna Selahedînê Eyûbî ya hemdem a li dijî xaçparêzên nû yên Modernîteya Kapîtalîst ber bi Rojhilata Navîn ve. Ew jidayikbûna tevgera Îbrahîmî ya nûjen li dijî Nimrûd û fîrewnên wî yên nûjen bû, nûnerê niha yê fermanên xulam-xwedî yên Sumerî û Misrê. Jidayikbûna kurdên ku ji koletiyê jî xerabtir bûn, wek Spartakûsbûna Nûjen bû. Jidayikbûna Îsayê hemdem bû, yê ku bi tenê jî, li ser neheqî û bêwijdaniyê meşiya û ji bo wê wî birin çarmixê. Jidayikbûna Prometheusê hemdem bû, yê ku agir ji destên xwedayan dizî û ronîkirina mirovan anî. Beriya her tiştî vejîna jinê weke yekemîn zayenda bindest bû, zayîna jina azad bû. Bû jidayikbûna kurdbûna demokratîk a bi vîna azad. Bû jidayikbûna paşxistina komara înkarê û bû jidayikbûna komara demokratîk. Bû jidayikbûna yekîtiya demokratîk a gelan li ser bingehên azad, wekhev, dildar. Ev bû jidayikbûna xwerêveberiya demokratîk, konfederalîzma demokratîk, neteweya demokratîk, yekîtiya neteweyên demokratîk ên Rojhilata Navîn û cîhanê, jidayikbûna wî li dijî Modernîteya Kapîtalîst pergala Modernîteya Demokratîk e.” 
 
‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’ 
 
Emekçî bal kişand ser azadiya Ocalan û got: “Belê di Newroza îsal de bi milyonan kesî li qadan, azadiya birêz Ocalan qîr kir. Xelkê got ‘em azadiya Ocalan dixwazin’. Carek din hat destnîşankirin ku azadiya wî azadiya gel û civakê ye. Dem dema azadiya wî ye. Wê azadî bi ser bikeve.” 
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

04/04/2022
10:33 Di Doza Kobanê de bêyî ku dozname bê xwendin beyanên gilîkeran tê girtin
10:12 Wezaret xwedî li DEDAŞ’ê derket û got: Di mirina Yûnûs ê 2 salî de xemsarî tune ye!
10:10 Qeyûm li Geverê erseyan derxist ber firotinê
09:22 Celalettîn Can: Ocalan vîneke siyasî ya dîrokî ye
09:03 Xûça girtiyê nexweş Yilmaz: Heke bimire jî bila li mala xwe bimire!
09:03 Malbatên li Stenbolê Nobeta Edaletê digirin: Em ê qedexeyan nas nekin
09:03 Amedî: Heke şer hebe halxweşî tuneye
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2022'YAN
03/04/2022
22:28 Li Qamişlo teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn
20:41 Sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşar fireh bû
18:44 Li Qoserê hemşîrekî întihar kir
18:33 Otela tomarkirî ku Mûsa Anter midurtiya wê kiribû hat hilweşandin
17:51 Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Kûnî ji peywirê hat dûrxistin
17:40 Ji girtiyan peyama 4'ê Nîsanê
17:08 AYM’ê girtina Yuksekdag a ji Doza Kobanê weke binpêkirin qebûl nekir
16:24 Li Wanê Nobeta Edaletê: Daxwazên malbatan qebûl bikin
16:08 Artêşa Iraqê li Şengalê bi ser gundên ereban de girtin û gef lê xwarin
15:55 Girtiya jin tedawiya bikelemçe red kir û bijîşk gef lê xwar
15:31 Jinan ji bo rojbûna Ocalan şitil danîn
15:11 Bi hezaran kes tev li Kongreya Meletiyê bû: Çareserî, Rêya 3’yemîn e
14:16 Xelkê Îslahiyeyê ji bo protestokirina kanên madenê rê girt
13:30 Zilamekî hevjîn û kurê xwe qetil kir
12:54 Malbata Şenyaşar: Hiqûq, ezmûna xwe ya herî girîng li pêşiya edliyeyê dide
12:46 TJA: Em ê 4’ê Nîsanê bi coşa Newrozê pîroz bikin
12:31 JINNEWS hat astengkirin: Nûçeyên me wan aciz dike
11:51 Amara bi şilêran xemilî
11:32 Tirkiye û komên girêdayî wê êrişî Eyn Îsayê kir
11:22 Partî û rêxistinan bo azadiya Ocalan bang kir û gel jî piştgirî da
10:40 Ocalan: Azadiya min girêdayî azadiya gelê kurd e
10:00 TJA’yê ji bo Amarayê bang kir: Di 4’ê Nîsanê de qedera kurdan guherî
09:33 Ji ber wêneyên Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya doz li muzîkjen Bayrakoglû hat vekirin
09:17 Ji bo girtî derve nebînin paceyan bi qartonan digirin
09:15 ‘Armanceke Ocalan hebû û ji bo bigihê wê armancê hewl dida'
09:12 Qadeke nû ya tecrîdê: Girtîgehên Tîpa S
09:10 Hatûn Alataş: Metîn hat îşkencekirin lê paş de gav neavêt
09:08 Bêyî ku haya wî jê hebe ew kirine endamê AKP'ê
09:04 Qileban a mîna bihûştê bi bendavan talan dikin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re ne rewa ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2022'YAN
02/04/2022
18:15 Nivîskarê ermenî Migirdîç Marosyan jiyana xwe ji dest da
16:45 Nobeda Edaletê ya Wanê berdewam dike
16:45 Di meha Adarê de li 13 rojnamevanan 32 sal ceza hat birîn
15:58 Jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil çandin
15:39 Rewşa Menteş ê ji sedî 68 astengdar e xerab dibe
15:31 Xizmên Windakiriyan: Ji bo edaletê wê têkoşîn bidome
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin
13:42 SES’a Bakirkoyê xelat da ajansa me
13:05 Iraq Şengalê dorpêç dike: Li ser sînor baregeh tên avakirin
12:46 Rojnamevan Evîn Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:47 Helbestvan Merdê yê birîndar bûbû: Nikarin vîna me bişikînin
11:43 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe bike
11:29 Têkildarî kuştina Mehmet Aslan gilî hatkirin
11:28 Ji bo Ocalan 73 şitil hatin çandin
10:48 Têkoşîna komek ciwan a li metropolan: Bihara Bêdawî
10:34 Rewşa 3 rojnamevanên girtî giran e: Divê demildest bên berdan
10:33 'Em ê pênûsa Evîn Bûldan û xeyalên wê li erdê nehêlin'
10:16 ‘Jidayikbûna birêz Ocalan jidayikbûna kurdbûna îradeya azad e’
09:14 Lêpirsîneke 13 salan: Wezaret û walîtî lîsteya personelan naşîne
09:14 Jinên ku 17 sal in diçin Amarayê: Werin em bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz bikin
09:14 'Bi ruhê berxwedêr ê Newrozê ber bi 4'ê Nîsanê ve'
09:14 Darazê ji bo gotina 'duzimanî dê bibe sedema perçebûnê' got ne sûc e
09:14 Girtiyê her du gurçikên wî xera bûne ji ber rapora ATK'ê nayê berdan
09:03 Guneş ê hat berdan: Bi ser qawîşan de dihat girtin, pirtûk dihatin desteserkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2022'YAN
01/04/2022
19:27 Rojnamevan Yilmaz xelata xwe diyarî Emîne Şenyaşarê kir
18:56 Li Sîlopyayê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
17:50 Li Êlihê hewldanên provakasyonê
17:10 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê kampanyaya danîna daran da destpêkirin
17:08 Li Girtîgeha Bakirkoyê gef li girtiyên jin xwarin
16:36 'Heta daxwazên dayikan pêk neyên dê aştî neyê vî welatî’
16:31 Li Erziromê jinek hat kuştin
16:16 Di êrişa Tirkiyeyê de li Tirbêspiyê welatiyek hate kuştin
15:59 Ji ber twîta 9 sal berê xwest doz li Demîrtaş bê vekirin
15:58 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê derbasî qonaxek din bû
14:52 TTB’ê li ser ekolojiyê û tenduristiya jinan civat li dar xist
14:31 Ji Başaran banga tifaqa jinan: Werin em bi hev re biaxivin
13:39 Malbata Şenyaşar di rojeva Meclîsê de ye: Em nadin jibîrkirin
13:36 Hefteya pêşiyê dê di Doza Kobanê de îtîrafkar bên guhdarîkirin
13:30 Li Amedê û Êlihê xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
12:58 Ser qetlîama Pasûrê bi hêceta ‘demboriyê’ hat girtin
12:35 Dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê dan Ocalan
12:18 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Tirkiyê li Tirbêspiyê êrişî wesayitekê kir
12:02 Li Stewrê 6 kes hatin berdan
11:43 Malbata Şenyaşar: Ya ku pîroz, jiyaneke birûmet û adilane ye
11:32 Lêpirsîna fîkandinê bi dozvenekirinê bi encam bû
11:32 Li Pêrtagê 7 kes ji sûcê “îstîsmara zayendî” hatin girtin
11:32 Ciwanê ku di Newrozê de hatibû binçavkirin li ser îtîrazê hate berdan
10:50 Xwendekarên kurd hatin berdan
10:20 Surçî: Ji bilî PDK’ê hemû kurd li dijî şerê navxweyî ne
10:15 Mafê berdana Kara yê 29 sal in girtî ye tê astengkirin
10:06 Gundê Dewşenê bi tariyê û bêaviyê re dikeve meha Remezanê
09:48 Rojnameger Denîz: Bi dîwar re Şengalê dorpêç dikin
09:30 OGK’ê vexwend konferansê: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye
09:05 Bi daxwaza azadiya Ocalan di 4'ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve