Mahîr Çayan û rêhevalên wî hatin bibîranîn

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê THKP-C’ê Mahîr Çayan û hevalên wî hatin bibîranîn. 
 
Hêzên ked û demokrasiyê yên Enqereyê ji bo bîranîna serokê THKP-C’ê Mahîr Çayan û hevalên wî ku 50 sal berê li Kizildereyê hatibûn qetilkirin, li Goristana Karşiyakayê hatin ba hev. Di merasîma bîranînê de wêneyên kesên li Kizildereyê jiyana xwe ji dest dayîn hatin rakirin û bi dowîzên “Di 50’î saliyê de em pêl bi pêl li pey Deh’an tên” û “Piştevanî û berxwedana bi hev re ya li hemberî faşîzmê, rûmeta me ya dîrokî ye” ber bi gora Mahîr Çayan ve meşiyan. Beşdaran, qurnefîl danîn ser goran. 
 
Di merasîmê de Komeleya 68’an, Federasyona 78'iyên Şoreşger, Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Malên Gel, Komeleya Çandê ya Dostaniyê (DKD), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Kaldiraç, Hêzên Têkoşînê yên Yekbûyî (BMG), Kolektîfên Xwendekaran, 68’î, Pêşeroja Çep a Kesk (YSG), Partiya Jinûveavakirinê ya Sosyalîst (SYKP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Înîsiyatîfa Xwendekaran, Komeleya 78’iyan a Şoreşger a Samsunê, parlamenterên HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu û Omer Ocalan amade bûn. 
 
Di bîranînê de Serokê Giştî yê Federasyona 78’iyên Şoreşger helbestvan Ahmet Tellî metna hevpar xwend. 
 
Tellî, diyar kir ku piştî nîvesrê dîsa li pêşberî lehengên nejbîr ên nifşê 68’an in ku bi tu awayî li hemberî êrişên herî xedar ên çîna serdest serî netewandin. Tellî, Çayan û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr anî û wiha domand: “Yên ku dibêjin bi qetilkirina Mahîr Çayan û rêhevalên wî re rûpelekê dîrokê hatiye girtin, xwe dixapînin. Weke kesên ji nifşê 68’an, me her tim rola ku şoreşgeran ji me re hêlabû, lîst. Ev girêdana ku ji wê rojê heta niha pir kêmî caran dihat dîtin, tu carî qut nebû û ev yek tenê dikare bi aqilê diyalektîk ê dîrokê were fêmkirin. Nifşê 68’an, mînakeke zindî ya qanûna dîrokê ya Marks bû ku di vê qanûnê de pênaseya nifşan dikir. Ew qanûna dîrokî ev bû; kevneşopiya ku hemû nifşên berê ava kirî, mîna xewnereşkekê dikeve mejiyê kesên hêj dijîn.”
 
Tellî, anî ziman ku weke nifşeke şoreşger rastî bernameya polîtîkayeke îmhayê hatibûn û wiha bi dawî kir: “Em vê ji bîr nakin û ji kêmasiyên xwe dersan digirin. Em dişibin hev û bîranînên rêhevalên xwe di di dilê xwe de stare dikin. Yek ji deynê nifşê me jî ew e ku em tecrûbeyên xwe hînî nifşên nû bikin. Divê neyê jibîrkirin ku Komkujiya Kizildereyê; encama hewldana piştevanî, berxwedan û fedekariya bi rêhevalên xwe re ye. Di dîrokê de kêm mînakên mîna wê hene. Divê em vê tu carî ji bîr nekin.” 
 
ÎZMÎR 
 
Bi heman mebestê, bi pêşengtiya malbata Cîhan Alptekîn ku di 30’ê Adara sala 1972’yan de bi Mahîr Çayan û 10 hevalên xwe re li gundê Kizildere yê Tokatê hatibû qetilkirin û yek ji pêşengên THKO’yê bû jî li ser gora wî ya li gundê Yeniyol ê Ardeşen a Rîzeyê merasîma bîranînê li dar xist. Di merasîmê de pankarta “Bi dîroka berxwedan û piştevaniyê re em ber bi pêşerojê ve dimeşin” hatibû vekirin û beşdaran dirûşma “Soza me ya bo wan ev e, dê şoreş çêbibe” berz kirin. 
 
Di bîranînê de Serokê Şaxa Malên Gel a Artvînê Ugur Karakuş kesên jiyana xwe ji dest da ne bi bîr anî û got ku dê di rêya wan de bimeşin. 
 

Sernavên din

01/04/2022
09:03 Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!
09:03 Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
09:00 Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye
09:00 Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin
09:00 Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN
31/03/2022
21:08 Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin
19:33 Mela Saît Ozdemîr hat berdan
19:11 Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir
18:46 Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek
16:55 Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû
16:33 HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
16:33 Ji bo lêpirsîna Mîraç Mîroglu re biryara neşopandinê hat dayîn
16:21 ‘Bila tecrîda li ser girtîgehan demildest bi dawî bibe’
16:03 Ozturk: Aştiyeke birûmet bi Ocalan pêkan e
15:37 Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min
15:25 Ji bo Aksem serî li Meclisê da
15:04 Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin
15:01 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye
15:00 ‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’
14:36 Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye
14:29 Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da
14:16 Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin
14:02 Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane
13:43 Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî
13:40 Doza parêzerên ku qeyûman protesto kiribûn hat paşxistin
13:36 Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin
13:33 Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine
13:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke
12:40 Danişîna rojnameger Canozer taloq bû
12:23 Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar
12:10 Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
11:37 Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin
11:26 Bernameya Yenîsahneyê ya meha nîsanê eşkere bû
11:23 Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
11:22 Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye
10:53 Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
10:51 DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e
10:29 Li ser cenazeyên li Newala Qesaba vîla tên lêkirin!
09:45 Daxwaza dayika 100 salî ew e ku cara dawî kurê xwe bibîne
09:14 Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike
09:13 Avahiyên Sûrê kirin platoya TRT'ê
09:10 Rapora girtiyê jiyana xwe ji dest da: Girtîgeh ji bo jiyana wî talûke ye
09:09 Kîloya penêrê bisîrik bû 120 TL
09:05 Birayê Eser: Belasebeb birayê min kuştin
09:05 'Vê îktidarê meha Remezanê kir meha xizaniyê'
09:05 Tevgera Azadî: Armanc bi şirîkatiya PDK'ê dagirkirina herêmê ye
09:05 Hunermend Demîr: Cihê Nûdem Dûrak ne girtîgeh e divê bê berdan
09:05 Xelkê Amedê: Girtî û malbatên nobeda edaletê digirin rûmeta me ne
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2022'YAN
30/03/2022
20:07 7 sal û 6 meh ceza li serokê DÎAYDER'ê yê berê hat birîn
17:01 Li parêzera ku got 'komplo hat kirin' 10 sal û 6 meh ceza hat birîn
16:40 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:33 Parêzer Tarik Guneş hat tehliyekirin
16:32 Karker û sendîkavan hatin binçavkirin
16:31 Mahîr Çayan û rêhevalên wî hatin bibîranîn
16:12 Bersûcê gotibû 'derûniya min xirab e' cezaî ehliyeta wî tam derket
15:36 Girtiyan bi erdê re kaş kirin!
15:30 Ji 7 partiyan daxuyaniya pergala hilbijartinê
15:29 Hikûmeta Iraqê dê biryara xwe ya ji bo nefta Başûr pêk bîne
15:29 Şahidên qetilkirina li Qazakîstanê: Dewlet piştgiriya nijadperestiya li dijî kurdan dike
14:53 Parlamenter Kaçmaz: Divê berpirsiyarên mirina Aksem bên cezakirin
14:13 HDK banga tevlibûna ‘Konferansa Avhewayê’ kir
13:00 Ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Amarayê ve
12:08 Ji ber ku qeyûm rê venake 5 roj in nikare bê veşartin
11:49 Li Şehbayê teqîn: Herî kêm 10 kes birîndar bûn
11:40 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 2 zarok revandin
11:23 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hemû dinyayê feryada dayikê bihîst lê Erdogan nebihîst
11:00 Li Wanê îşkenceya polîsan: Heta xwîn ji guhên wî hatî lê xistin
10:29 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:28 Faîlên êrişên ser avahiya HDP'ê ya Erdemliyê nayên girtin
10:11 ‘Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna jinan rawestînin’
10:08 Ji bo operasyoneke berfireh PDK ji Tirkiyeyê bêhtir bizavê dike
09:49 Girtiyê nexweş ê giran Guler sewqî Girtîgeha Menemenê kirin
09:29 Pirtûka 'Nexweşiyên Sereke' ya Dr. Erdal Sîpan derket
09:26 Rojnamegerên li Başûrê Kurdistanê: PDK ji bo rojnamegeran astengiyan derdixe
09:09 6 ferdên malbata Gezmîş li benda dermankirin û alîkariyê ne
09:07 Pêşmergeyê berê: Heke em nebin yek em ê bi ser nekevin
09:06 Çavê Cemiyeta Belawekirina Ilmê ji rantê têr nabe!
09:03 Siyaseta qeyûmtiyê AKP şikand
09:03 Li dijî qeyûman şaredarîtiya bêşaredarî
09:01 Wanî ji bo hilbijartina tê amade ne: Em ê dersa AKP'ê bidin
09:01 'Tu hêz nikare gelê kurd û birêz Ocalan ji hev dûr bixe'
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2022'YAN
29/03/2022
23:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî bi dawî bû
21:09 Li Bagokê operasyona eskerî
18:23 Li Gundikê Melê Adarok hat pîrozkirin
17:02 Astengdarên ku çavê wan nabînin daxwaza mafê bikaranîna dengê veşarî kirin
17:02 Daxwaza girtina leşkerê ku Hazna Su kuştibû hat redkirin
16:41 Malbatên girtiyan xwestin fîxana wan bê bihîstin
16:29 Doza Kobanê taloqî dusiba hat kirin
16:15 Dayika Aştiyê gazî Wezareta Dadê kir: Berpirsiyariya xwe bicih bînin
16:15 DAIŞ'ê êrişî Qampo Holê kir: Hemû êrişkar hatin girtin
15:23 Bûldan: Bi milyonan kes xwest ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:01 Biryara bihincet a doza Melek Karaaslan: Terkî mirinê hatiye kirin
14:24 EGE TÛHAYDER: Ji hemû girtiyên siyasî re azadî
14:07 Li Wanê ciwanên hatibûn îşkencekirin, hatin girtin