Faîlên êrişên ser avahiya HDP'ê ya Erdemliyê nayên girtin

img
MERSÎN - Di 7 salên dawîn de avahiya HDP'ê ya Erdemliyê carekê hat şewitandin û 2 caran jî hat gulebarankirin. Ji ber van êrişan heta niha tu kes nehatiye binçavkirin. 
 
Di şeva 27'ê adarê de ji aliyê kes ango kesên "nasnameya wan nediyar" ve li dijî avahiya HDP'ê ya Navçeya Erdemliyê ya Mersînê êrişa çekdarî pêk hat. Rexmî ku di ser êrişê de 3 roj derbas bûne jî heta niha ji ber êrişê kes nehatiye binçavkirin. Hewldana xwe gihandina qeydên qamerayan ên li herêmê di serî de ji aliyê cendirmeyan û xwediyên kargehên li derdora avahiyê ve hat redkirin. Beriya niha jî heman avahiya HDP'ê careke hatibû şewitandin û 2 caran jî hatibû gulebarankirin. Rêveberên HDP'ê yên navçeyê dibêjin ji ber ku faîlên êrişên beriya niha nehatine girtin êrişa dawî li dijî avahiya wan pêk hatiye. 
 
DI 2015'AN DE HAT ŞEWITANDIN
 
Avahiya HDP'ê ya Erdemliyê destpêkê di sala 2015'an de dema serhildanên Kobanê hat şewitandin. Bi hezaran kesî êrişî taxa Kargipinar ku kurd lê zêde ne û avahiya HDP'ê lê ye kirin û avahiya HDP'ê şewitandin. Faîlên êrişê yek jî nehat girtin. Di ser de ji aliyê cendirmeyan ve gef li rêveberên HDP'ê yên demê hat xwarin. 
 
DI 2017'AN DE HAT GULEBARANKIRIN
 
Heman avahî di 4'ê kanûna 2017'an de jî ji aliyê kes ango kesên "nasnameya wan nediyar" ve hat gulebarankirin. Gelek gule li dûwar û paceyên avahiyê ketin û xesar gihîşt avahiyê. Piştî vê êrişê jî tu faîlên êrişî nehatin girtin. Li gorî agahiyên ku rêveberiyên HDP'ê dan; ji êrişkaran yek jê piştre bûye çawişê pispor e.
 
DI ÊRIŞA DAWÎN DE JÎ KES NEHAT GIRTIN
 
Herî dawî jî di 27'ê adarê de li dijî avahiya HDP'ê ya Erdemliyê êrişa çekdarî pêk hat. Rexmî ku di ser vê êrişê de 3 roj derbas bûne jî hê tu faîlê êrişê nehatiye binçavkirin û tu qeydeke qamerayan nehatiye bidestxistin. 
 
ÊRIŞKAR TÊN XELATKIRIN
 
Hevserokê HDP'a Erdemliyê Ramazan Sesîguzel ku derbarê mijarê ji me re axivî ev tişt gotin: "Berxwedaneke ku bi salan e didome heye û êrişên li dijî vê hene. Kurteya meselê ev e. Hêza pêdankirina êrişê xelatkirina êrişkaran e. Di sala 2015'an de dema ku êrişkar ji bo şewitandina avahiya me hatin, me parastina avahiya kir, lê cendirmeyan li şûna êrişkaran me ji cihê bûyerê dûrxistin. Me kirin malên me û qadê ji wan re hiştin. Piştî avahiya me şewitandin êrişî me kirin. Di sala 2017'an de jî gule li avahiya me reşandin. Piştî vê êrişê kesekî binçavkirin û pê re berdan. Piştre me hîn kir ku ev êrişkar bûye çawişê pispor. Bi awayekî din hatiye xelatkirin. Rexmî ku êrişkar wêneyên xwe parve kir û got, 'me çêkir û me kir' jî hat berdan. Bên girtin jî tu meneya wê tuneye. Îro jî avahiya me hatiye gulebarankirin. Em dizanin ku faîl kê ne. Ev pirsgirêka zihniyetê ye. Heta ku zihniyet neguhere wê êriş jî berdewam bikin."
 
'ÊRIŞ ME BI HÊZ DIKIN'
 
 
Sesîguzel, da zanîn ku hewldana wan a berhevkirina qeydan ji aliyê cendirme û esnafên li derdorê ve tê astengkirin û ev nirxandin kir: "Destûr nayê dayîn ku em li qeydan binêrin. Esnafên ku em ji wan dan û standinê dikin kî dema ku mijar dibe partî cuda nêzî me dibin. Em ne şer aştiyê dixwazin. Piştî her êrişê em bi hêz dibin. Êriş hêz didin me û gelê me bihêz e. Em kesek bin jî û hezar kes bin jî partiya xwe diparêzin û li pişt partiya xwe ne. Ji roja ku êriş li partiya me hatiye kirin partiya me têje ye. Gel piştgiriyeke bihêz dide me. Em dixwazin kesên ku hewl didin me bitirsînin re vê bibêjin; bawer bin em ji her êrişê bihêztir dertên. Rexmî ku em li herêmeke faşîst dijîn jî me partiya xwe negirt û em ê negirin. Berê me tenê bi roj partiya xwe vedkir ji niha şûn ve em ê bi şev jî partiya xwe vekin."
 
MA / Selman Guzelyuz 
 
 
 

Sernavên din

01/04/2022
09:03 Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!
09:03 Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
09:00 Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye
09:00 Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin
09:00 Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN
31/03/2022
21:08 Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin
19:33 Mela Saît Ozdemîr hat berdan
19:11 Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir
18:46 Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek
16:55 Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû
16:33 HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
16:33 Ji bo lêpirsîna Mîraç Mîroglu re biryara neşopandinê hat dayîn
16:21 ‘Bila tecrîda li ser girtîgehan demildest bi dawî bibe’
16:03 Ozturk: Aştiyeke birûmet bi Ocalan pêkan e
15:37 Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min
15:25 Ji bo Aksem serî li Meclisê da
15:04 Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin
15:01 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye
15:00 ‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’
14:36 Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye
14:29 Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da
14:16 Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin
14:02 Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane
13:43 Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî
13:40 Doza parêzerên ku qeyûman protesto kiribûn hat paşxistin
13:36 Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin
13:33 Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine
13:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke
12:40 Danişîna rojnameger Canozer taloq bû
12:23 Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar
12:10 Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
11:37 Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin
11:26 Bernameya Yenîsahneyê ya meha nîsanê eşkere bû
11:23 Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
11:22 Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye
10:53 Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
10:51 DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e
10:29 Li ser cenazeyên li Newala Qesaba vîla tên lêkirin!
09:45 Daxwaza dayika 100 salî ew e ku cara dawî kurê xwe bibîne
09:14 Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike
09:13 Avahiyên Sûrê kirin platoya TRT'ê
09:10 Rapora girtiyê jiyana xwe ji dest da: Girtîgeh ji bo jiyana wî talûke ye
09:09 Kîloya penêrê bisîrik bû 120 TL
09:05 Birayê Eser: Belasebeb birayê min kuştin
09:05 'Vê îktidarê meha Remezanê kir meha xizaniyê'
09:05 Tevgera Azadî: Armanc bi şirîkatiya PDK'ê dagirkirina herêmê ye
09:05 Hunermend Demîr: Cihê Nûdem Dûrak ne girtîgeh e divê bê berdan
09:05 Xelkê Amedê: Girtî û malbatên nobeda edaletê digirin rûmeta me ne
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2022'YAN
30/03/2022
20:07 7 sal û 6 meh ceza li serokê DÎAYDER'ê yê berê hat birîn
17:01 Li parêzera ku got 'komplo hat kirin' 10 sal û 6 meh ceza hat birîn
16:40 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:33 Parêzer Tarik Guneş hat tehliyekirin
16:32 Karker û sendîkavan hatin binçavkirin
16:31 Mahîr Çayan û rêhevalên wî hatin bibîranîn
16:12 Bersûcê gotibû 'derûniya min xirab e' cezaî ehliyeta wî tam derket
15:36 Girtiyan bi erdê re kaş kirin!
15:30 Ji 7 partiyan daxuyaniya pergala hilbijartinê
15:29 Hikûmeta Iraqê dê biryara xwe ya ji bo nefta Başûr pêk bîne
15:29 Şahidên qetilkirina li Qazakîstanê: Dewlet piştgiriya nijadperestiya li dijî kurdan dike
14:53 Parlamenter Kaçmaz: Divê berpirsiyarên mirina Aksem bên cezakirin
14:13 HDK banga tevlibûna ‘Konferansa Avhewayê’ kir
13:00 Ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Amarayê ve
12:08 Ji ber ku qeyûm rê venake 5 roj in nikare bê veşartin
11:49 Li Şehbayê teqîn: Herî kêm 10 kes birîndar bûn
11:40 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 2 zarok revandin
11:23 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hemû dinyayê feryada dayikê bihîst lê Erdogan nebihîst
11:00 Li Wanê îşkenceya polîsan: Heta xwîn ji guhên wî hatî lê xistin
10:29 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:28 Faîlên êrişên ser avahiya HDP'ê ya Erdemliyê nayên girtin
10:11 ‘Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna jinan rawestînin’
10:08 Ji bo operasyoneke berfireh PDK ji Tirkiyeyê bêhtir bizavê dike
09:49 Girtiyê nexweş ê giran Guler sewqî Girtîgeha Menemenê kirin
09:29 Pirtûka 'Nexweşiyên Sereke' ya Dr. Erdal Sîpan derket
09:26 Rojnamegerên li Başûrê Kurdistanê: PDK ji bo rojnamegeran astengiyan derdixe
09:09 6 ferdên malbata Gezmîş li benda dermankirin û alîkariyê ne
09:07 Pêşmergeyê berê: Heke em nebin yek em ê bi ser nekevin
09:06 Çavê Cemiyeta Belawekirina Ilmê ji rantê têr nabe!
09:03 Siyaseta qeyûmtiyê AKP şikand
09:03 Li dijî qeyûman şaredarîtiya bêşaredarî
09:01 Wanî ji bo hilbijartina tê amade ne: Em ê dersa AKP'ê bidin
09:01 'Tu hêz nikare gelê kurd û birêz Ocalan ji hev dûr bixe'
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2022'YAN
29/03/2022
23:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî bi dawî bû
21:09 Li Bagokê operasyona eskerî
18:23 Li Gundikê Melê Adarok hat pîrozkirin
17:02 Astengdarên ku çavê wan nabînin daxwaza mafê bikaranîna dengê veşarî kirin
17:02 Daxwaza girtina leşkerê ku Hazna Su kuştibû hat redkirin
16:41 Malbatên girtiyan xwestin fîxana wan bê bihîstin
16:29 Doza Kobanê taloqî dusiba hat kirin
16:15 Dayika Aştiyê gazî Wezareta Dadê kir: Berpirsiyariya xwe bicih bînin
16:15 DAIŞ'ê êrişî Qampo Holê kir: Hemû êrişkar hatin girtin
15:23 Bûldan: Bi milyonan kes xwest ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:01 Biryara bihincet a doza Melek Karaaslan: Terkî mirinê hatiye kirin
14:24 EGE TÛHAYDER: Ji hemû girtiyên siyasî re azadî
14:07 Li Wanê ciwanên hatibûn îşkencekirin, hatin girtin