‘Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna jinan rawestînin’

  • jin
  • 10:11 30 Adar 2022
  • |
img

AMED - Jinên li Amedê hatibûn binçavkirin û hatin berdan gotin: “Em ê li ber îktidarê îtaet nekin. Wê têkoşîna me bênavber ji bo jiyana demokratîk berdewam bike.” 

Jinên li Amedê di komele, rêxistin û sendîkayên demokratîk de xebatê dikin, bi zextên darazê re rûbirû dimînin. Di 16’ê adarê de polîsan li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê avêtibû ser gelek malan û 24 jinên aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên HDP’ê, endamên Komeleya Jinan a Rosayê û sendîkayên girêdayî KESK’ê hatibûn binçavkirin. Ji van 24 jinan 11 jin ji ber xebatên xwe yên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Cîhanê û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hatin girtin. Jinên mayîn serbest hatin berdan. 
 
POLÎTÎKAYÊN LI SER JINAN TÊN SEPANDIN 
 
Ji jinên hatin berdan Nevîn Oyman a endama Desteya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê got operasyona li hember wan pêk hatiye ne ya ewil e û wê ne ya dawî be jî. Oyman diyar kir ku li dijî jinên têdikoşin û dibêjin “ez heme” polîtîkayên êrişkirinê berdewam dikin û ew li dijî koletiya li wan tê ferzkirin li ber xwe didin. Oyman destnîşan kir ku jin wê tu demê dest ji têkoşîna xwe bernedin û got: “Nexasim di nava du salên dawî de li Amedê gelek jin hatin binçavkirin û girtin. Peyama ‘ji malê dernekevin’ didin me jinan û dixwazin peşkê li têkoşîna me bixin. Dewlet dibêje ‘ya hûnê li ber min serî bitewînin an jî em ê we bigirin’. Li dijî jinan polîtîkaya tepisandinê ferz dikin.” 
 
KRÎMÎNALÎZEKIRINA XEBATÊN JINAN 
 
Oyman bal kişand ser hêceta binçavkirin û girtina jinan û wiha got: “Komeleya ez lê dixebitim, komeleyek li dijî tundiyê xebatê dike. Em li dijî tundiyê disekinin lê me binçav dikin. Ji ber ez tevli çalakiya Roja Dijî Tundiyê bûme hatim binçavkirin. Ji min pirsên derbarê 25’ê Mijarê de kirin. Dixwazin têkoşîna me ya li dijî tundiyê krîmînalîze bikin. Rojên gerdûnî jî wek sûc tên nîşandan û bi awayê dixwazin te didarizînin. Pirsa derbarê çima ku ez tevli çalakiyên li dijî betalkirina Peymana Stenbolê bûme ji min kirin. Têkoşînek me ya gerdûnî ku roj bi roj mezintir dibe heye. Em bi polîtîkayên pergalê dizanin. Ji bo em werin van rojan me bedelên mezin dan û ji bo em bibihîjin rojên xweştir çi ji destê me were em ê bikin.”
 
HÊCETÊN BINÇAVKIRINÊ 
 
Emîne Akşahîn a endama sendîkaya Egîtîm Senê ku serbest hat berdan jî da zanîn ku têkoşîna wan a demokratîk wek sûc hatiye nîşandan û kirine hêceta binçavkirina wan û got: “Di binçavan de xebata me ji min hat pirsîn. Çalakiyên me yên 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê deng vedabûn û vê yekê wek sûc dîtin. Tevî astengî û zextan jî me çalakî û şahî li dar xistin. Me wek sendîkayê çi çalakî, daxuyanî li dar xistibe û tevî ku walîtiyê destûr daye jî wek sûc danîn pêşiya me.” 
 
‘EM Ê JI ÎKTIDARÊ RE ÎTAET NEKIN’ 
 
Akşahîn anî ziman ku di serî de çalakiyên wan ji bo Peymana Stenbolê û hemû xebatên ku birêve birine kirine mijara lêpirsînê û wiha got: “Çiqas zextan li me dikin bila bikin, çiqas me binçav dikin û digirin bila bikin, lê wê têkoşîn û berxwedana jinan bi dawî nebe. Wê zextên dewletê nikaribe tevgera me rawestîne. Çiqas ew peşkê li deng, reng û berxwedana jinan bixin jî em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê ji îktidarê re îtaet nekin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê ji bo jiyana xwe, azadî û aştiyê têkoşîna xwe mezintir bikin. Wê têkoşîna me ya ji bo jiyanek demokratîk bênavber berdewam bike.” 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

01/04/2022
09:03 Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!
09:03 Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
09:00 Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye
09:00 Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin
09:00 Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN
31/03/2022
21:08 Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin
19:33 Mela Saît Ozdemîr hat berdan
19:11 Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir
18:46 Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek
16:55 Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû
16:33 HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
16:33 Ji bo lêpirsîna Mîraç Mîroglu re biryara neşopandinê hat dayîn
16:21 ‘Bila tecrîda li ser girtîgehan demildest bi dawî bibe’
16:03 Ozturk: Aştiyeke birûmet bi Ocalan pêkan e
15:37 Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min
15:25 Ji bo Aksem serî li Meclisê da
15:04 Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin
15:01 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye
15:00 ‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’
14:36 Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye
14:29 Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da
14:16 Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin
14:02 Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane
13:43 Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî
13:40 Doza parêzerên ku qeyûman protesto kiribûn hat paşxistin
13:36 Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin
13:33 Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine
13:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke
12:40 Danişîna rojnameger Canozer taloq bû
12:23 Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar
12:10 Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
11:37 Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin
11:26 Bernameya Yenîsahneyê ya meha nîsanê eşkere bû
11:23 Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
11:22 Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye
10:53 Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
10:51 DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e
10:29 Li ser cenazeyên li Newala Qesaba vîla tên lêkirin!
09:45 Daxwaza dayika 100 salî ew e ku cara dawî kurê xwe bibîne
09:14 Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike
09:13 Avahiyên Sûrê kirin platoya TRT'ê
09:10 Rapora girtiyê jiyana xwe ji dest da: Girtîgeh ji bo jiyana wî talûke ye
09:09 Kîloya penêrê bisîrik bû 120 TL
09:05 Birayê Eser: Belasebeb birayê min kuştin
09:05 'Vê îktidarê meha Remezanê kir meha xizaniyê'
09:05 Tevgera Azadî: Armanc bi şirîkatiya PDK'ê dagirkirina herêmê ye
09:05 Hunermend Demîr: Cihê Nûdem Dûrak ne girtîgeh e divê bê berdan
09:05 Xelkê Amedê: Girtî û malbatên nobeda edaletê digirin rûmeta me ne
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2022'YAN
30/03/2022
20:07 7 sal û 6 meh ceza li serokê DÎAYDER'ê yê berê hat birîn
17:01 Li parêzera ku got 'komplo hat kirin' 10 sal û 6 meh ceza hat birîn
16:40 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:33 Parêzer Tarik Guneş hat tehliyekirin
16:32 Karker û sendîkavan hatin binçavkirin
16:31 Mahîr Çayan û rêhevalên wî hatin bibîranîn
16:12 Bersûcê gotibû 'derûniya min xirab e' cezaî ehliyeta wî tam derket
15:36 Girtiyan bi erdê re kaş kirin!
15:30 Ji 7 partiyan daxuyaniya pergala hilbijartinê
15:29 Hikûmeta Iraqê dê biryara xwe ya ji bo nefta Başûr pêk bîne
15:29 Şahidên qetilkirina li Qazakîstanê: Dewlet piştgiriya nijadperestiya li dijî kurdan dike
14:53 Parlamenter Kaçmaz: Divê berpirsiyarên mirina Aksem bên cezakirin
14:13 HDK banga tevlibûna ‘Konferansa Avhewayê’ kir
13:00 Ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Amarayê ve
12:08 Ji ber ku qeyûm rê venake 5 roj in nikare bê veşartin
11:49 Li Şehbayê teqîn: Herî kêm 10 kes birîndar bûn
11:40 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 2 zarok revandin
11:23 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hemû dinyayê feryada dayikê bihîst lê Erdogan nebihîst
11:00 Li Wanê îşkenceya polîsan: Heta xwîn ji guhên wî hatî lê xistin
10:29 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:28 Faîlên êrişên ser avahiya HDP'ê ya Erdemliyê nayên girtin
10:11 ‘Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna jinan rawestînin’
10:08 Ji bo operasyoneke berfireh PDK ji Tirkiyeyê bêhtir bizavê dike
09:49 Girtiyê nexweş ê giran Guler sewqî Girtîgeha Menemenê kirin
09:29 Pirtûka 'Nexweşiyên Sereke' ya Dr. Erdal Sîpan derket
09:26 Rojnamegerên li Başûrê Kurdistanê: PDK ji bo rojnamegeran astengiyan derdixe
09:09 6 ferdên malbata Gezmîş li benda dermankirin û alîkariyê ne
09:07 Pêşmergeyê berê: Heke em nebin yek em ê bi ser nekevin
09:06 Çavê Cemiyeta Belawekirina Ilmê ji rantê têr nabe!
09:03 Siyaseta qeyûmtiyê AKP şikand
09:03 Li dijî qeyûman şaredarîtiya bêşaredarî
09:01 Wanî ji bo hilbijartina tê amade ne: Em ê dersa AKP'ê bidin
09:01 'Tu hêz nikare gelê kurd û birêz Ocalan ji hev dûr bixe'
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2022'YAN
29/03/2022
23:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî bi dawî bû
21:09 Li Bagokê operasyona eskerî
18:23 Li Gundikê Melê Adarok hat pîrozkirin
17:02 Astengdarên ku çavê wan nabînin daxwaza mafê bikaranîna dengê veşarî kirin
17:02 Daxwaza girtina leşkerê ku Hazna Su kuştibû hat redkirin
16:41 Malbatên girtiyan xwestin fîxana wan bê bihîstin
16:29 Doza Kobanê taloqî dusiba hat kirin
16:15 Dayika Aştiyê gazî Wezareta Dadê kir: Berpirsiyariya xwe bicih bînin
16:15 DAIŞ'ê êrişî Qampo Holê kir: Hemû êrişkar hatin girtin
15:23 Bûldan: Bi milyonan kes xwest ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:01 Biryara bihincet a doza Melek Karaaslan: Terkî mirinê hatiye kirin
14:24 EGE TÛHAYDER: Ji hemû girtiyên siyasî re azadî
14:07 Li Wanê ciwanên hatibûn îşkencekirin, hatin girtin