WAN - Zilamê bi navê Yavûs K. ku li navçeya Elbakê dest dirêjî zaroka 6 salî kiribû û hatibû girtin û piştre hatibû berdan, careke din hat girtin.
Li navçeya Elbakê ya Wanê, peywirdarê paqijiyê yê dibistaneke seretayî Yavûz K. sala borî dest dirêjî zaroka 6 salî kiribû û hatibû girtin û piştî 29 rojan hatibû berdan. Di yekemîna danişîna doza ku derbarê wî de hatibû vekirin û li 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin de Yavûz K. careke din hat girtin û ew şandina girtîgehê.
Yavûz K. ji navçeya Elbakê bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû û sûcdariyên li xwe red kir û daxwaza beraeta xwe kir.
CAREKE DIN HAT GIRTIN
Di danişînê de dozgeriyê jî mutalaaya xwe pêşkêş kir û daxwaza girtina Yavûz K. kir. Li ser vê heyeta dadgehê, qinyat anî ku delîl û guman hene Yavûz K. sûc kiriye û biryara girtina wî da. Yavûz K. hat girtin û ew şandin girtîgehê.