Şanoger Ûlûsoy: Xwedîderketina şanoyê ji berê xurtir e

img
AMED – Şanoger Kemal Ûlûsoy, diyar kir ku rexmî astengiyên ku ji wan re hatine derxistin jî xwe gihandine gel û ev tişt got: "Di bêderfetbûnê de jî me tekiliya xwe û gel qut nekir. Bi piştgiriya gel me cihek ava kir. Niha em dibînin ku xwedîderketina gel li gorî berê hestiyartir, germtir û xurtir e. 
 
Enstîtuya Şanoyê ya Navneteweyî ku di sala 1948’an de hatiye avakirin, di sala 1961’an de bi biryarekê 27’ê Adarê weke “Roja Şanoyê ya Cîhanê” îlan kir. Ev roj li gelek welatan bi çalakî û şahiyên cuda tê pîrozkirin. Di vê rojê de ji aliyê şanogeran ve bernameyên cuda tên lidarxistin û rewşa şanoyê tê axaftin. Bi wesîleya rojê me jî xwest balê bikişînin ser şanoya kurdî ku ji ber zext û tundiyên li ser gelê kurd rol û misyona wê zêdetir girîng dibe. Şanoya kurdî ji roja hatiye avakirin ve rexmî hemû astengiyan li dijî xwe jî li ber xwe dide û bi pêş dikeve.  
 
 
GIRÎNGIYA ZIMAN A JI BO HUNERÊ 
 
Bi wesîleya rojê lîstikvanê Şanoya Bajarê Amedê Kemal Kemal Ûlûsoy ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û li ser rewşa şanoya kurdî rawestiya. Di destpêka axaftina xwe de Ûlûsoy, girîngiya ziman a di hunerê de destnîşan kir û derbarê şanoya kurdî de ev tişt anî ziman: "Pirsgireka herî mezin ew e ku meriv bi hunera xwe bi zimanê xwe neke.  Ji aliyê ziman ve huner li ser civakê bandorek çedike û ereniyekê jî bi xwe re tînê. Ji ber wê jî bi şanoya kurdî, girse zêdekirin û avakirina heşmendiya ziman bi serê xwe siyaset e."
 
'BÊ TEMAŞEVAN ŞANO BÊ ŞANO JÎ TEMAŞEVAN NABE'
 
Ûlûsoy, bal kişand ser bandora neyînî ya qeyûman a ser şanoya kurdî û wiha got: "Qeyûm çiqas civakê eleqedar bike ewqas jî me eleqedar dike. Ji ber ku hin şanoyên me di bin banê şaredarîyê de pêk dihatin, di hêla fermiyetê de ev gîrîng bû. Em xwedî cih û şanoya xwe bûn. Di pêvajoya tayînkirina qeyûman de dest danîn ser eywanên me û em ji karê xwe hatin avêtin. Şano ji destê me hat girtin. Ji bo şanoyê bi qasî lîstîkvanî û aktoran pêdivî bi cih û temaşevanan jî heye. Bê temaşevan şano bê şano jî temaşevan nabe. Ji ber wê jî derfetên herî mezin ji destê me hatin girtin."
 
'XWEDÎ DERKETINA LI ŞANOYÊ XURT DIBE'
 
Di berdewama axaftina xwe de Ûlûsoy, destnîşan kir ku di bin astengî û bêderfetbûnê de jî xwe gihandine gel û wiha direjî da axaftina xwe: "Me bi ked û derfeta xwe li Amedê cihekî şanoyê ava kir. Bi vî avayî me xwe dîsa gihand gel. Di bêderfetbûnê de jî me tekiliya xwe û gel qut nekir. Bi keda hevalan û piştgiriya gel me cihek ava kir. Niha em dibînin ku xwedîderketina gel li gorî berê hestiyartir, germtir û xurtir e. Berê cihê şanoyê mezin bû derfet jî pir bûn, lê niha cihê me biçûk e derfeten me jî kêm in. Lê dîsa jî gel bêhtir li şanoyê  xwedî derdikeve û her diçe temaşevan zêde dibin. Di bin bêderfetbûnê de ne gel bê şano ne jî em bê temaşevan man."
 
'TEKILIYA CIVAK Û ŞANOYE ZÊDE DIBE'
 
Ûlûsoy, diyar kir ku dema ku nû dest bi şanoyê kirine temaşevanên wan kêm bûne lê bi tekiliya civakê re hejmara temaşevanên wan zêde bûne û ev tişt anî ziman: “Dema me nû des bi şanoyê kir şano jî temaşevanên me jî nû bûn. Temaşevanên me jî tûnebûn. Bi şanoyê re tekilî çebû. Çawa şano pêşket temaşevanên me jî bi şanoyê re bi pêş ketin. Mijarên ku dûrî civakê û civakê tekildarnakê helbet em nagirin dest. Lê mijarên ku em digirin dest jî gorî fehmkirina civakê zimanê lîstikê sivik dikin. Em niha şanoyên verger jî dikin dema em verger dikin fehmkirina gel jî didin berçavan û li gorî asta gel zimanê wê jî sivik dikin. Ji ber wê jî her diçe tekiliya gel û şanoyê zede dibe.” 
 
'ŞANO  JI BO HERKESÎ PEVÎST E'
 
Ji bo cihê şanoyê jî Ûlûsoy, anî ziman ku şano ne tenê di eywanan de li her derê tê kirin û derbarê mijarê de ev tişt got: "Şano tene li eywanê nabe, gerek em biçin navçeyan biçin gundan, biçin torneyan, lîstikên biçûk galerî bilîzin. Gel nehat jî gerek em biçin cem gel. Ji bo wê jî gerek derfetên şonogêr jî zêde bin. Temaşekirina Şanoyê ji bo her gelî pêdivî ye. Ji ber wê jî em bang li gelê xwe dikin ku werin şanoyê. Yê ku nikarin werin jî bila li ser platformên cuda tekîldarî şanoyê tiştekî bixwînin, temaşe bikin."
 

Sernavên din

29/03/2022
13:58 Kuzu: Kurdên ku leşkeran ew kuştin di Doza Kobanê de bûn kuştî
13:53 Li Çîyayê Mazî operasyona leşkerî dest pê kir
13:41 AYM'ê ji bo cezayê pere yê şermezarkirina qeyûman biryara 'binpêkirina maf' da
13:40 Dadgeha ku delîlek nedît ji sûcê ‘dijderketina doktoran’ ceza li parêzeran birî
13:06 AYM'ê ajokarên ku qeyûm wan ji kar avêtibû mafdar dît
13:02 Polisê bûbû sedema mirina Efe yê 5 salî beraet kir
12:32 Ji Emîne Şenyaşar bo Erdogan: Gelo qet wîjdanê te nîne?
12:02 Zilamê ku hewl dabû dest dirêjî zarokekê bike hat girtin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:41 Fermandarê Pêşmerge Feysel: Em şer wek xiyanetê dibînin
11:32 CHP'ê li Konseya Ewropa qeyûman parast: Li hundir cuda li derve cuda ne
10:53 Muharrem Aksem ne yê ewil e: Divê berpirsiyar bên cezakirin
10:29 Li Girtîgeha Sîncanê lêpirsîna dîsîplînê li pîrozbahiya Newrozê vekirin
10:14 Derûnnas ji girtî pirsa 'tu yê întihar bikî newsa?' kir
09:42 Li Şirnex û Erdexanê 3 kes hatin binçavkirin
09:02 Penteker: Divê Ocalan azad be
09:02 Balaç û Yildirim ên di rojiya mirinê de ne doza darizandinek adil dikin
09:02 Esnafên Bazara Keda Jinê: Em xwe bihêztir hîs dikin
09:02 'Di nirxandina rewşa girtiyan de ATK divê ne tekane navnîşan be'
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2022'YAN
28/03/2022
21:31 Karkerê ji ser banê fabrîkeyê ket jiyana xwe ji dest da
20:52 Li Rihayê zilamekî dest dirêjî zarokeke 5 salî kir
17:23 Nobeta Edaletê: Bila ji girtîgehê darbest dernekevin
17:15 Ahmet Turk: Kesekî nedikariya li dijî wehşeta DAIŞ’ê bêdeng mabûya
16:52 ‘Li girtiyên nexweş zilm tê kirin’
16:32 ‘Heta ku edalet neyê em nahêlin ku hûn razin’
16:16 DFG'ê rapora ku derbarê rojnamevantiyê de amade kiriye parve kir
16:16 TGC: Bi teklîfa qanûnê ya nû re li dijî mafê azadiya raman derbeyeke nû kirin
16:01 TGC: Bi teklîfa qanûnê ya nû re li dijî mafê azadiya raman derbeyeke nû kirin
15:54 Doza Kobanê: Heke îdiaya derbarê Çolak de rast be divê biryara beraetê bê dayîn
15:40 Êrişa li dijî HDP’ê şermezar kirin
15:30 Rapora pêşotopsiya Aksem: Ji laşê wî 12 parçeyên metal hatin derxistin
14:35 Berxwedanên 28’ê Adarê: Jin jî be zarok jî be...
14:15 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Dadgeha Înfazê dan
12:33 ‘Em naxwazin darbestên girtiyên me ji zindanan derkevin”
11:41 Kuştina Muharrem Aksem kete rojeva Meclisê
10:51 Ji nû ve jidayikbûna gelekî
10:36 Malbata Şenyaşar: Daxwazên me yên hiqûqî bi paş de nexin
09:57 Xwediyên 94'emîn Xelatên Oscarê diyar bûn
09:03 Li Rihayê bi salan e heqdesta karkerên înşeatê wek xwe ye
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2022'YAN
27/03/2022
21:04 Temel: Heya tecrîda li ser Ocalan neyê rakirin dê çareserî ne pêkan be
19:40 Dozger xwest 5 sal ceza li rojnamevan Canozerê bê birîn
17:12 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir: Newroz bû hevî
Hevseroka Giştî yê HDP’ê Buldan: Em ê bendavên li pêş aştiyê jî rakin
16:43 Ji DEVA'yê îstifa kirin û derbasî HDP'ê bûn
16:37 Mihrîcana Fîlmên Kurd di roja 4'an de berdewam dike
16:21 TÛAY-DER: Girtiyên nexweş bi pêkanînên dijî hiqûqê re rû bi rû ne
16:07 Nobeda Edaletê ya Wanê: Em tecrîdê qebûl nakin
15:36 Di kongreya OHD'ê de balê kişandin ser tecrîda li dijî Ocalan
14:58 Latîfecî ku beriya 27 salan hat kuştin li ser gora xwe hat bibîranîn
13:55 Ajansa me hêjayî 25'emîn Xelata Metîn Goktepe hat dîtin
13:28 Êrişî avahiya HDP'ê ya Erdemliyê hat kirin
13:02 Malbata Şenyaşar: Peywira darazê ne parastina sûcdaran e
13:02 Koma HDP'ê ya Meclisê nexşerêya xwe ya dema nû nîqaş kir
12:11 Doza Kobanê sibê dest pê dike: Wê ji bo serokê berê yê dadgehê daxwaz bên kirin
11:12 Cerdevanên ku dest dirêjî zarokê kirin parastvanê şaredarê AKP'î derket
10:17 Rêya mezrayê 10 roj in girtî ye
10:16 Şanoger Ûlûsoy: Xwedîderketina şanoyê ji berê xurtir e
09:18 Xizmên malbata Dedeogûllari: Em mafê xwe dixwazin
09:17 Rexmî biryara AYM'ê jî lêpirsîna "polisên îşkencekar" hat girtin
09:17 'Em ê destûr nedin ku nebaşî bibe ji rêze'
09:16 Dayikên Aştiyê: Ji bo aşitiyê deriyê Îmraliyê vekin
09:08 Êdî dixwaze stranên aştiyê bibêje
09:03 'Guh bidin dengê gel ku ji qadên Newrozê bilind bû'
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2022'YAN
26/03/2022
21:45 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:45 Berham Salih: Divê qrîza siyasî ya li Iraqê bi dawî bibe
17:54 Ji DFG'ê kurtefîlmê binpêkirina mafên rojnamegeran
17:33 Ji karkerên ku birîndar bûbûn yek jê jiyana xwe ji dest da
17:00 Muhtac e ku malbata wê li wê binêre lê dikare di girtîgehê de bimîne!
16:35 Nobeda Edaletê ya Wanê 100 roj li pey xwe hişt
16:31 Hilbijartina Serokomariyê ya Iraqê dîsa hat taloqkirin
16:26 Başaran: Bi ruhê Newrozê tecrîd dikare bê rakirin
16:24 Fîncanci: Heke demokrasî nebe tenduristî jî nabe
15:59 Walîtiya Rihayê derbarê Aksem de daxuyanî da
15:55 Rêxistinên jinan: Polîsan gef li malbatên jinên tevli çalakiyên 8’ê Adarê bûne xwar
15:53 Jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar di xetereyê de ye
15:52 Dayikên Şemiyê: Dema dosyeya Nezîr Acar hate borandin
15:38 Tedawiya girtiyê nexweş Çîçek nayê kirin
15:09 2 kesên li Stenbolê hatibûn kuştin, li Colemêrgê veşartin
15:02 Veysel Îlhan ê 30 sal girtî ma hat berdan
14:51 Li Girtîgeha Wanê lepik û stûmal hatin qedexekirin
14:50 Li bakurê Kurdistanê rapirsiya hilbijartinê: Rayên HDP’ê zêde dibin û AKP dihele
14:49 ‘Ocalan îradeya bi milyonan mirov e’
14:34 TUAY-DER’a Çukurova xwest rayedar bikevin tevgerê
14:09 KESK’ê xwest endamên wan ên îxrackirî vegerin karê xwe
13:51 Xizmên Windayan li aqûbeta Alî Muldir û Alî Gunduz pirsîn
13:48 ‘Divê binpêkirinên ji pergala esnaf-kurye diqewimin ji holê bên rakirin’
13:36 ‘Gelo hêceta girtina şopa tiliyên zarokên 5 salî çi ye?’
13:18 ‘Yên ku peyamên Newrozê paşguh dikin dê nekarin hebûna xwe bidomînin’
12:51 Ji Çîftçî yê li Hewlêrê hatibû binçavkirin agahî nayê girtin
12:24 Cismên ku li bedena Aksem ketine nehat diyarkirin
12:11 KCK: Tirkiye û PDK bi hev re amadekariya operasyonê dikin
12:10 ‘Çima tu pere ji hevalê xwe yê zarokatiyê re dişînî?’
11:38 Siyasetmedarê misrî: Divê Ocalan azad bibe
11:38 Malbata Şenyaşar: Israra dayikan wê edaletê bîne
11:03 Li dijî ANHA’yê êrişa sîber hat kirin
10:52 Li navçeya Basa 4 kes kirin binçavan
10:19 Twitterê, hesaba ajansa me rawestand
10:15 Bektaş felc bûye û dermanê nexweşiya Çardak jî nîne lê nayên berdan