Êdî dixwaze stranên aştiyê bibêje

img

RIHA - Dayîka Aştiyê Nebîhe Aslantekîn ku 29 sal berê hevserê wê li ber çavê wê tê kuştin û salek di girtîgehê de maye, diyar kir ku êşa xwe bi stranan tîne ziman û êdî dixwaze stranê aştiyê bibêje.

 
Dayîka Aştiyê Nebîhe Aslantekîn ku li navçeya Pirsûs a Rihayê dijî, di civat û şahiyan de stranan dibêje. Bi vê taybetmendiya xwe Aslantekîn bala herkesî dikişene ser xwe. Jiyana Aslantekîn ku stranên ji radyo û televîzyonan ji ber kiriye dibejê bi qasî stranên ku dibêje bi kul û êş e. Aslantekîn di 19 saliya xwe de bi pismamê xwe Emîn Aslantekîn re dizewice. Piştî zewaca wan 3 salan di 27'ê mijdara 1992'yan de dema ku bi zaroka wan a sêyemîn ducanî ye, polis bi ser malan de digirin û li ber çavên wê hevjînê wê û 6 PKK'iyan dikujin. Her çiqas 29 sal di ser bûyerê re derbas bûbûn jî hê li mala wan şopên vê komkujiyê hene. 
 
 
DILÊ WÊ BÛYE BERA XEMAN
 
Hevjînê Aslantekîn Emîn Aslantekîn ku di êrişê de li ber çavê hevjîn û bave xwe Xelîl tê kuştin ji laşê wî 55 gule tên derxistin. Piştî êrişê hemû malbat tê binçavkirin û li Midûrîyeta Ewlehî ya Rihayê 14 rojan tê îşkencekirin. Piştî ku tên berdan 3 meh şûn de Aslantekîn dikeve nav nivînan û zaroka wê ya 3'yemîn çêdibe û navê Candan lê dike. Candan navê yek ji kesên ku li mala wan hatine kuştine. Ji vê rojê ve dilê dayika Aslantekîn dibe bera xeman û gelek êş li peyda dibin. Dayika Aslantekîn, 3 zarokên xwe bi gelek zehmetî mezin dike. Di erdê pembû de dixebite, bi rojan ji zarokên xwe dûr dimîne. 
 
JI BER PIŞTGIRÎ DAYE KOBANÊ HATIYE GIRTIN 
 
Aslantekîn, wan rojan bi bîr anî û ev tişt got: "Rojên gelek zahmet bûn. Gelek rojan li nav erdê pembû raketime û ji zarokên xwe gelek rojan dûr mam. Lê rexmî hemû zahmetiyan ez li ser lingan mam." 
 
Aslantekîn, piştî ku bi zehmetî zarokên xwe mezin dike, ji bo aştiyek mayînde dest xebatan dike û di nav xebatên dayikên aştiyê de cih digire. Di 10 sal in dawîn de polisan gelek caran bi ser mala wê de girtine û ji malbata wê kesekî ku binçav nekiribin nehiştine. Dema ku DAIŞ berê xwe dide Kobanê ew jî berê xwe dide ser sînorê Pirsûs û Kobanê û di nav çalakiya nobetê de cih digire. Aslantekîn, derbarê têkoşîna xwe de got ku wijdana wê dest nadê ku li malê bimîne û li bûyeran temaşa bike. Ji ber ku di çalakiyan de cih girtiye Aslantekîn 3 caran hatiye binçavkirin. Di 20'ê kanûna 2019'an dema ku cara çaran tê binçavkirin bi îfadeya şahidekî nepen tê girtin û piştî salekê 21'ê mijdara 2020'an de tê berdan. Şahidê ku li ser Aslantekîn îfade daye di danişîna dawîn de dibeje ku ew Aslantekîn nas nake û polisan bi îşkenceyê îfade pê dane îmzekirin. 
 
'HETA DAWIYÊ EZ Ê DAXWAZA AŞTIYÊ BIKIM' 
 
Aslantekîn, anî ziman ku armanca Dayikên Aştiyê bidawîkirina êş û kulan e û wiha got:  "Em ê heta dawiyê daxwaza aştiyê bikin. Êdî bila êşên dayika bi dawî bibin. Dayik sal in dirêj in li hestiyên zarokên xwe digerin. Tu kes ji bilî dayika vê êşê nizane. Em dayik ji bo zarokên xwe dikarin hemû êşan hilbigirin lê tenê bila aştî were. Dayik jibo aştiyê ku hewce be amadene canê xwe jî bidin."
 
'STRAN ÊŞÊN MIN KÊM DIKIN'
 
Aslantekîn, li Rihayê û li bajarên nêz her dema ku derfet bibîne tev li çalekiyên partiya ku dil dayê dibe. Di çalakî, şahî û merasîman de bi stranê ku dibêje bala herkesê dikişîne ser xwe. Aslantekîn, anî ziman ku dema stranan dibêje êş û kula wê sivik dibe. Aslamtekîn ku ne xwendin û ne nivîsandina wê heye li ser êş û kulên xwe stranek çêkiriye. Gotinên strana wê wiha ne:
 
"Dayê hêsirê roja bindestî
Neh meh temam bûn min te milgirto
Bi êş û kula te xwedî kir
Şîrê te yê spî daye naçe ji bîra min
Diçim şoreşê bide xêra min
Here şoreşê lawo here kurê min
Li te helal be şîr û berê min
Şorêş giran e dayê ez diçim şoreşê" 
 
'DIXWAZIM STRANÊ AŞTIYÊ BIBÊJIM' 
 
Dayika Aştiyê Aslantekîn, di dawiyê de ev tişt anî ziman: "Bi stranan êşa min kêm dibe û ez li ser lingan disekinim. Heya îro min stranê bi êş û kul gotin lê êdî ez dixwazim stranên aştiyê bibêjim. Êdî bila aştî were. Bila aştî were ez ê herdem stranêN wê bibêjim. Heya dilopek xwîn di laşê min de hebe ezê ji bo aştiyê di nav têkoşînê de bim."
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

29/03/2022
13:58 Kuzu: Kurdên ku leşkeran ew kuştin di Doza Kobanê de bûn kuştî
13:53 Li Çîyayê Mazî operasyona leşkerî dest pê kir
13:41 AYM'ê ji bo cezayê pere yê şermezarkirina qeyûman biryara 'binpêkirina maf' da
13:40 Dadgeha ku delîlek nedît ji sûcê ‘dijderketina doktoran’ ceza li parêzeran birî
13:06 AYM'ê ajokarên ku qeyûm wan ji kar avêtibû mafdar dît
13:02 Polisê bûbû sedema mirina Efe yê 5 salî beraet kir
12:32 Ji Emîne Şenyaşar bo Erdogan: Gelo qet wîjdanê te nîne?
12:02 Zilamê ku hewl dabû dest dirêjî zarokekê bike hat girtin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:41 Fermandarê Pêşmerge Feysel: Em şer wek xiyanetê dibînin
11:32 CHP'ê li Konseya Ewropa qeyûman parast: Li hundir cuda li derve cuda ne
10:53 Muharrem Aksem ne yê ewil e: Divê berpirsiyar bên cezakirin
10:29 Li Girtîgeha Sîncanê lêpirsîna dîsîplînê li pîrozbahiya Newrozê vekirin
10:14 Derûnnas ji girtî pirsa 'tu yê întihar bikî newsa?' kir
09:42 Li Şirnex û Erdexanê 3 kes hatin binçavkirin
09:02 Penteker: Divê Ocalan azad be
09:02 Balaç û Yildirim ên di rojiya mirinê de ne doza darizandinek adil dikin
09:02 Esnafên Bazara Keda Jinê: Em xwe bihêztir hîs dikin
09:02 'Di nirxandina rewşa girtiyan de ATK divê ne tekane navnîşan be'
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2022'YAN
28/03/2022
21:31 Karkerê ji ser banê fabrîkeyê ket jiyana xwe ji dest da
20:52 Li Rihayê zilamekî dest dirêjî zarokeke 5 salî kir
17:23 Nobeta Edaletê: Bila ji girtîgehê darbest dernekevin
17:15 Ahmet Turk: Kesekî nedikariya li dijî wehşeta DAIŞ’ê bêdeng mabûya
16:52 ‘Li girtiyên nexweş zilm tê kirin’
16:32 ‘Heta ku edalet neyê em nahêlin ku hûn razin’
16:16 DFG'ê rapora ku derbarê rojnamevantiyê de amade kiriye parve kir
16:16 TGC: Bi teklîfa qanûnê ya nû re li dijî mafê azadiya raman derbeyeke nû kirin
16:01 TGC: Bi teklîfa qanûnê ya nû re li dijî mafê azadiya raman derbeyeke nû kirin
15:54 Doza Kobanê: Heke îdiaya derbarê Çolak de rast be divê biryara beraetê bê dayîn
15:40 Êrişa li dijî HDP’ê şermezar kirin
15:30 Rapora pêşotopsiya Aksem: Ji laşê wî 12 parçeyên metal hatin derxistin
14:35 Berxwedanên 28’ê Adarê: Jin jî be zarok jî be...
14:15 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Dadgeha Înfazê dan
12:33 ‘Em naxwazin darbestên girtiyên me ji zindanan derkevin”
11:41 Kuştina Muharrem Aksem kete rojeva Meclisê
10:51 Ji nû ve jidayikbûna gelekî
10:36 Malbata Şenyaşar: Daxwazên me yên hiqûqî bi paş de nexin
09:57 Xwediyên 94'emîn Xelatên Oscarê diyar bûn
09:03 Li Rihayê bi salan e heqdesta karkerên înşeatê wek xwe ye
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2022'YAN
27/03/2022
21:04 Temel: Heya tecrîda li ser Ocalan neyê rakirin dê çareserî ne pêkan be
19:40 Dozger xwest 5 sal ceza li rojnamevan Canozerê bê birîn
17:12 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir: Newroz bû hevî
Hevseroka Giştî yê HDP’ê Buldan: Em ê bendavên li pêş aştiyê jî rakin
16:43 Ji DEVA'yê îstifa kirin û derbasî HDP'ê bûn
16:37 Mihrîcana Fîlmên Kurd di roja 4'an de berdewam dike
16:21 TÛAY-DER: Girtiyên nexweş bi pêkanînên dijî hiqûqê re rû bi rû ne
16:07 Nobeda Edaletê ya Wanê: Em tecrîdê qebûl nakin
15:36 Di kongreya OHD'ê de balê kişandin ser tecrîda li dijî Ocalan
14:58 Latîfecî ku beriya 27 salan hat kuştin li ser gora xwe hat bibîranîn
13:55 Ajansa me hêjayî 25'emîn Xelata Metîn Goktepe hat dîtin
13:28 Êrişî avahiya HDP'ê ya Erdemliyê hat kirin
13:02 Malbata Şenyaşar: Peywira darazê ne parastina sûcdaran e
13:02 Koma HDP'ê ya Meclisê nexşerêya xwe ya dema nû nîqaş kir
12:11 Doza Kobanê sibê dest pê dike: Wê ji bo serokê berê yê dadgehê daxwaz bên kirin
11:12 Cerdevanên ku dest dirêjî zarokê kirin parastvanê şaredarê AKP'î derket
10:17 Rêya mezrayê 10 roj in girtî ye
10:16 Şanoger Ûlûsoy: Xwedîderketina şanoyê ji berê xurtir e
09:18 Xizmên malbata Dedeogûllari: Em mafê xwe dixwazin
09:17 Rexmî biryara AYM'ê jî lêpirsîna "polisên îşkencekar" hat girtin
09:17 'Em ê destûr nedin ku nebaşî bibe ji rêze'
09:16 Dayikên Aştiyê: Ji bo aşitiyê deriyê Îmraliyê vekin
09:08 Êdî dixwaze stranên aştiyê bibêje
09:03 'Guh bidin dengê gel ku ji qadên Newrozê bilind bû'
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2022'YAN
26/03/2022
21:45 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:45 Berham Salih: Divê qrîza siyasî ya li Iraqê bi dawî bibe
17:54 Ji DFG'ê kurtefîlmê binpêkirina mafên rojnamegeran
17:33 Ji karkerên ku birîndar bûbûn yek jê jiyana xwe ji dest da
17:00 Muhtac e ku malbata wê li wê binêre lê dikare di girtîgehê de bimîne!
16:35 Nobeda Edaletê ya Wanê 100 roj li pey xwe hişt
16:31 Hilbijartina Serokomariyê ya Iraqê dîsa hat taloqkirin
16:26 Başaran: Bi ruhê Newrozê tecrîd dikare bê rakirin
16:24 Fîncanci: Heke demokrasî nebe tenduristî jî nabe
15:59 Walîtiya Rihayê derbarê Aksem de daxuyanî da
15:55 Rêxistinên jinan: Polîsan gef li malbatên jinên tevli çalakiyên 8’ê Adarê bûne xwar
15:53 Jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar di xetereyê de ye
15:52 Dayikên Şemiyê: Dema dosyeya Nezîr Acar hate borandin
15:38 Tedawiya girtiyê nexweş Çîçek nayê kirin
15:09 2 kesên li Stenbolê hatibûn kuştin, li Colemêrgê veşartin
15:02 Veysel Îlhan ê 30 sal girtî ma hat berdan
14:51 Li Girtîgeha Wanê lepik û stûmal hatin qedexekirin
14:50 Li bakurê Kurdistanê rapirsiya hilbijartinê: Rayên HDP’ê zêde dibin û AKP dihele
14:49 ‘Ocalan îradeya bi milyonan mirov e’
14:34 TUAY-DER’a Çukurova xwest rayedar bikevin tevgerê
14:09 KESK’ê xwest endamên wan ên îxrackirî vegerin karê xwe
13:51 Xizmên Windayan li aqûbeta Alî Muldir û Alî Gunduz pirsîn
13:48 ‘Divê binpêkirinên ji pergala esnaf-kurye diqewimin ji holê bên rakirin’
13:36 ‘Gelo hêceta girtina şopa tiliyên zarokên 5 salî çi ye?’
13:18 ‘Yên ku peyamên Newrozê paşguh dikin dê nekarin hebûna xwe bidomînin’
12:51 Ji Çîftçî yê li Hewlêrê hatibû binçavkirin agahî nayê girtin
12:24 Cismên ku li bedena Aksem ketine nehat diyarkirin
12:11 KCK: Tirkiye û PDK bi hev re amadekariya operasyonê dikin
12:10 ‘Çima tu pere ji hevalê xwe yê zarokatiyê re dişînî?’
11:38 Siyasetmedarê misrî: Divê Ocalan azad bibe
11:38 Malbata Şenyaşar: Israra dayikan wê edaletê bîne
11:03 Li dijî ANHA’yê êrişa sîber hat kirin
10:52 Li navçeya Basa 4 kes kirin binçavan
10:19 Twitterê, hesaba ajansa me rawestand
10:15 Bektaş felc bûye û dermanê nexweşiya Çardak jî nîne lê nayên berdan