STENBOL - Polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’a Kartalê de girtin.
Polîsan danê nîvro bi ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kartala Stenbolê de girtin. Hat hînbûn ku serdegirtina ku di çarçoveya lêpirsîneke tê birêvebirin de hatiye kirin, di kêliyeke ku hevserok û rêveber li avahiyê nebûne de hatiye kirin. Lêgerîna polîsan a di avahiyê de didome.