Rapora pisporan a kuştina Kûrkût: Dewletê erka xwe ‘binpê’ kir

img
AMED – Hiqûqzanê Ceza Dr. Tîmuçîn Koprulu, der barê kuştina Kemla Kurkut de rapor amade kir. Koprulu, di raporê de diyar kir ku di kuştina Kemal Kûrkut de devletê der barê polîsên ku “mafê jiyanê” binpê kirine de erka xwe ya lêpirsîneke bi bandor ‘Binpê’ kiriye. Parêzeran jî bi vê raporê serî li dadgehê da. 
 
Di Newroza 2017’an a li Amedê de polîs Yakup Şenocak li pêş kamera û girseyê xwendekarê Zanîngeha Înonu yê 23 salî Kemal Kûrkut  qetil kir. Dadgehê der barê polîs Şenocak de biryara beraetê da. Piştî Daîreya 1’emîn a Dadgeha Edliyeya Herêma Amedê biryara dadgehê xera kir, danişîna dozê îro dîsa tê dîtin. 7’emîn Dadgeha Cezayên Firan a Amedê der barê polîs Şenocak de biryara beraetê da. Lê Daîreya 1’emîn a Dadgeha Edliyeya Herême bi biryarek balkêş doz xera kir. Hiqûqzan vê biryarê yekê skandala hiqûqê pênase dikin. 
 
Dadgeha îstînafê hinceta biryara dadgeha herêmî kem dît û sûcdarkirina polîs Şenocak “Li dijî hiqûqê’ pênase kir. Dadgeha Îstinafê parast ku polîs ferman pêk anîye û ji ber vê yekê diviya bû biryara ‘Cihê cezadayînê tune’ bihata dayîn. Dadgehê bi vî şiklî polîs parast û doz xera kir. 
 
Li ser daxwaza parêzera malbata Kûrkût Prz. Reyhan Yalçindag, kesê di mijara ‘Ceza û Hiqûqa Muhakemeya Ceza’ de pispor Hîndekarê Zankoya Hiqûqê ya Zanîngeha Atilimê Dr. Timuçîn Koprulu, têkildarî biryara xerakirina ceza de raporek amade kir. 
 
TESPÎTA ÎSNÎNAFÊ ŞAŞ E!
 
Dr. Tîmûçîn Koprulu, dosyaya dozê û lêpirsîna der barê bûyerê de lêkolîn kir û rapor amade kir. Dr. Koprulu, anî ziman ku tespîta “polîs fermana hatiye dayîn pêk anîye” ku Daîreya 1’emîn a kiriye sedema xerakirina biryarê şaş e.  Dr. Koprulu, da zanîn ku ji bo ku polîs emîrê amîr pêk bîne, divê berî her tiştî emîrek hebe û wiha cih da raporê: “Li gorî îfadeya amîrên berpirsiyar û li gorî şahidên bûyerê, tu fermana ku polîs çekê bikar bîne û gule bavêje tune ye. Dijberî vê yekê du komiser ji bo talûkeya bedenî çênebe hişyariyê dike.” 
 
ŞERTÊ KU ZORÊ PÊK BÎNE AVA NEBÛ
 
Dr. Koprululu di berdewama raporê de da zanîn ku li gorî îfadeyên amîr û polîsên li cihê bûyerê, dema mudaxaleyî bûyerê kirine de şertê zorê pêk nehatiye û wiha li raporê zêde kir: “Ev fikir û tespît di rapora Sermufetişên Wezareta Karên Hundir de hatiye dîtin. Dîsa şertê ku zorê û çekan bikar bîne çênebû. Aşkera ye ku çanteyê xwe li nokteya konrolê daniye û li ser wî tiştek tune ye. Aşkere tê dîtin ku li ser wî madeya teqemeniyê tune  ye. Tê dîtin ku tazî ye û berê kêrê daye sînga xwe. Li cihê bûyerê bi dehan polîs, TOMA, Akrep  heye. Gelek amûrên ku karibe mudaxale bike heye. Li gorî xala PVSK’ê ya 16’emîn, dikarîbû ava şit û gaz bavêta Kûrkût. An jî ji bo wî bixin xwarê dikarîbûn jop bavêjin nigê wî. Dikaribûn bi tundiya fizîkî ew bigirtana. Li gorî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn jî tê gotin ji bo zor û çek bên bikaranîn, divê wekî çareya herî dawî bê destgirtin. Lê li vir tê dîtin ku şertên zor û tundiyê ava nebûye.” 
 
‘GEŞEDANÊN BERIYA BÛYERÊ NEHATIN RONÎKIRIN’
 
Dr. Koprulu, li ser aliyê lêpirsîna bi bandor a beriya bûyerê jî rawestiya û ev tespit kirin: “Di bûyerên ku zor û çek hatin bikaranîn û mafê jiyanê hat binpêkirin de divê ji destpêka bûyerê heta dawiya bûyerê hemû bê lêkolînkirin. Dema mirov li dosya lêpirsînê dinere, tê dîtin ku beriya bûyerê jî heye. Divê beriya bûyerê jî bê lekolînkirin û lêpirsîn. Beriya bûyerê Kûrkût çima çûye ji qazap kêr stendiye û xwe tazî kiriye, çima piştî çantê xwe li nokteya kontrolê danî û xwest derbas bibe. Têkildarî vê yekê agahî û lêpirsîn tune ye. Mînak polîsê bi Nûmara Sîcîl a 3XXXX8, 3XXXX4 di îfadeya xwe de dibêje Kûrkût ji avfiroş av kirî. Lê seyarfiroş tirsiya û reviya. Divê ev seyarfroş kîye û agahiya wî çiye bê pirsîn. Dîsa ajokarê texsiyê diyar dike ku beriya biçe kêrê bîne polîs bi wî re niqaş dikin. Ji ber vê yekê divê geşedanên ku beriya Kûrkût biçe kêrê bîne bê lêpirsîn.”
 
Koprulu, di raporê de destnîşan dike ku dema polîs li cihê bûyerê SVAP’e digirin, pirsgirêk derketine û wiha li raporê zêde dike: “Ev yek di rapora lêpirsînê de jî tê dîtin. Ji ber ku rapora SPAV’ê bi lez nehatiye kirin û ji aliye personelên kêm ve hatiye kirin, şop zêde nehatiye dîtin. 
 
FÎŞEKÊN WINDA HENE 
 
Li gorî îfadeya şahidan li gel ku 30-40-70  gule hatine avêtin jî li cihê bûyerê 13 fîşekên vaha hatine dîtin. Li gorî lêkolînê li cihê bûyerê piştre xebata keşifê nehatiye kirin. Dîsa Serdozgeriya Komarê ya Amedê erka lêpirsînê xerab bikar anîye. Delîlên sûc veşartiye. Delîl kom nekirine û neanîne pêş Dadgeha Cezayên Giran a 7’emîn. Li vir hem agahiya dozgerê ku mutalaa daye, hem jî Dadgeha Cezayên Giran a 7’emîn, ji dosyayên lêpirsinê  yên din tune ye. Dîsa li gel daxwazên parêzerê Kûrkût, dadgehê daxwaza parêzeran li ber çavan negirtiye.” 
 
DEWLETÊ ‘ERKA’ XWE BINPÊ KIR
 
Koprulu, di raporê de diyar kir ku di kuştina Kemal Kûrkût de devletê der barê polîsên ku “mafê jiyanê” binpê kirine de erka xwe ya lêpirsîneke bi bandor ‘Binpê’ kiriye û wiha rapor bi encam kir: “Dema mirov bi gişti dinirxîne; “Dadgeh, li dijî xalên 6 û 13’emîn ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tevgeriya ye. Dewletê li gel ku erkdaran ev peyvira xwe binpê kiriye jî lêpirsînek bi bandor nemeşandiye. Erka xwe ya pozitîf a der barê mafê jiyanê de îhlal kiriye.” 
 
Pişti rapora Dr. Koprulu, parêzerên malbata Kurkut Prz. Reyhan Yalçindag û Serdar Çelebi rapor pêşkêşî Dadgeha Cezayên Giran a 7’emîn a Amedê kirin. 
 
Parêzeran duh rapor pêşkêşî Dadgehê kirin û anîn ziman ku biryara Dadgeha Îstinafê ya ‘Polîs emîrê amîr pêk anîye” li dijî Dadgeha Destûra Bingehîn û li diji DMME’ê ye. Parêzeran xwest polîsê kujer Şenocak bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştiye” bê cezakirin. 
 
MA / Omer Çelîk 
 

Sernavên din

23/03/2022
11:56 Muslim: Şerê li Ûkraynayê dê bandorê li Sûriyeyê jî bike
11:17 Midûr ferman da mamosteyan: Divê keç û kur li kêleka hev nerûnin
11:06 Vîna ku di Newrozê de derketî pêş: Ocalan, rêya xelasiya ji aloziyê ye
09:42 Aydogan ku milê wî hatiye şikandin giliyê Soylu kir
09:06 30 sal in li heman cihî bi 4 darikên şixatê agirê Newrozê hil dike
09:04 Berxwedana 8'ê Adarê veguhest qada Newrozê
09:01 Hiqûqa neteweyî û navneteweyî saleke tu xeberê ji Îmraliyê nagire!
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2022'YAN
22/03/2022
21:41 Li Girtîgeha Wanê girtî Guder bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
20:33 Rojnamevan Ertûş û Barût hatin berdan
19:25 Ji NÇM'ê berteka dijî qedexekirina stran û kincên neteweyî
19:03 Bûldan, li girtîgehê serdana Leyla Guvenê kir
18:15 Rojanemavan Nûjiyan Erhan hat bibîranîn
16:52 Girtîgehê qertên 8'ê Adarê desteser kir
16:40 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Daxwaz rewa ne
16:39 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 96'an de ye
16:39 Ji bo Doza Mûsa Anter bang hate kirin: Demborî sûcê mirovahiyê ye
16:38 Danişîna hevşaredar Elîk û Oncu taloq bû
16:18 Tedawiya girtiyê nexweş Akbabatê astengkirin
15:42 Binçavkirina parêzer Alîşan Şahîn hate şermezarkirin
15:18 ÎHD'ê êrişa li dijî endamên Weqfa Fûrkanê şermezar kir
15:16 Emîne Şenyaşar: Em li benda edaletê ne
15:08 Di qezaya balefirê ya Çînê de kes xelas nebû
15:04 Rojnamevan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
14:41 AYM'ê serlêdana takekesî ya Semra Guzel red kir
14:40 Rapora pisporan a kuştina Kûrkût: Dewletê erka xwe ‘binpê’ kir
14:24 Li Afganîstanê jinan bi awayekî sembolîk Newroz pîroz kirin
14:24 Li ber derê girtîgehê banga azadiya girtiyan kirin
13:55 HDP: Hişkesalî wê di sala 2022'yan de bibe pirsgirêkeke mezin
13:40 Li Bolûyê 20 kes hatin binçavkirin
13:39 Faîlê destdirêjiyê Erkmen hat girtin
13:21 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
13:17 Ji ber beşdarbûna Newrozê Hevserokên HDP’ê spasiya milyonan kirin
13:16 Danişîna Araç ku di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû dîsa taloq bû
12:31 Ji Yenîkapiyê peyama Rêya 3’yemîn hate dayîn
12:30 TTB: Li Tirkiyeyê çavkaniyên avê di bin êrişa rantê de ne
11:46 Astengî nas nekir û tevlî Newrozê bû
11:13 Bi wêneyan Newroza Amedê ya 2022’yan
10:51 Ji ber talûkeya aşûtê taxek hat valakirin
10:02 Amedî çareseriyê di azadiya Ocalan de dibînin
10:01 ‘Jin wê desthilatê hilweşînin, Serokatiya xwe azad bikin’
09:02 Vegan Kadîroglû: Em dev ji awayê îstismarkirinê berdin
09:00 ROJEVE 22'YÊ ADARA 2022'YAN
21/03/2022
23:05 Li Newroza Amedê 150 jê zarok 298 kes hatin binçavkirin
21:58 Bûldan, bi heyetên ji welatên cuda hatin re hevdîtin kir
20:38 Li Nisêbînê polîsan piştî Newrozê avêt ser malan
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû