Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê, bi deh hezaran kes daketin qadên qadên Newrozê daxwaza azadiya Ocalan kirin. Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, li Mêrdînê, diyar kir ku kesên ku siyaseta kurd înkar bikin wê têk biçin. 

Li navçeyê Dêrik û Stewrê yên Mêrdîn, Meletî û Çewlikê bi deh hezaran kes herikîn qadên Newrozê û daxwaza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin û peyamên bilindkirin têkoşînê dan. 
 
MÊRDÎN 
 
Li navçeya Dêrikê, di saetên serê sibehê de welatî bi kincên xwe yên herêmî herikîn qada Newrozê û qadên kincên xwe yên herêmî û rengên kesk, sor û zer xemilandin. Bi ketina qadê re welatiyan dest bi gerandina goevendê kir. Ji qadê timik dûrişmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin. Parlamenterên HDP'ê Pero Dundar, Ebrû Gunay, Parlamentera HDP'ê ya berê Çağlar Demîrel, Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, endam û rêveberên HDP û BDP'ê yên Mêrdîn û navçeyê û bi hezaran kes tevlî Newrozê bûn. Destpêkê Hevseroka HDP'a Mêrdînê Perîhan Agapoglû piştre jî Çaglar Demîrel gel silav kirin. 
 
Piştî van axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin. Dema ku agirê Newrozê hat pêxistin girseyê bi yekdengî dûrişmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" berz kirin û li dora agirê Newrozê govend gerandin. 
 
AHMET TURK: DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN 
 
Piştre pîrozbahiyê bi stranên humermend Ûmût Botan berdewam kir. Piştî stranên Botan Ahmet Turk derket ser dikê û axaftin kir. Turk, da zanîn ku kurdan ji bo azadiyê gelek bedel dane û wiha axivî: "Îro jî kurd bi bin zilmeke mezin de ne. Birêz Ocalan bi salan e di bin tecrîdê de ye. Li zindanan bi hezaran hevalên me hene. Aysel Tûglûk bi nexweşiyeke ku nikare bê tedawîkirin ketiye. Mirovên ku nikarin li xwe binêrin li girtîgehan tên girtin. Rexmî vê rewşê jî gelê Dêrikê li pêşeroj û vîna xwe xwedî derket."
 
BANGA YEKITIYÊ
 
Di berdewamê de Turk banga yekitiya neteweyî li siyasetmedarên kurd û PDK'ê kir û ev tişt anîn ziman: "Em îro dibînin ku siyasetmedarên me re prisgirêkan derdixin û asteng dikin. Îro şer li Ûkrayna û Rûsyayê heye. Li Ûkraynayê herkes ji bo welatê xwe dest dide hev. Lê li çar parçeyên Kurdistanê em siyasetmedaran dibînin. Çavên xwe vekin û li dinyayê binêrin û yekitiya xwe pêlk bînin. Kesên ku siyaseta kurd înkar dikin wê biçin û têk biçin. Bawer im ku em ê roj bi roj xebatên xwe mezin bikin."
 
DUNDAR: DIVÊ OCALAN AZAD BE
 
Piştî Turk Parlamenter Pero Dundar jî axivî û got ku divê Ocalan azad be. 
 
Piştî axaftinan pîrozbahî bi stranan berdewam kir û bi dawî bû. 
 
STEWR 
 
Li navçeya Stewrê Newroz li gundê Ewana yê navçeyê hat pîrozkirin. Beriya saeta pîrozkirina Newrozê bi hezaran kes hatin gund û bi stranên "Li Mêrdîn Bagoke" û "Bêrîtan" cihê xwe li qada Newrozê girtin. Girse piştî ku li qada Newrozê li hev kom bû dûrişmeyên "Biji Serok Apo" , "Be Serok jiyan na be" , "Newroz pîroz be" berz kir û govend gerand. Bi rêzgirtinê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Di pîrozbaiyê de destpêkê Hevşaredara Strewrê Gulistan Oncu ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin axivî û got ku Newroz nikare bê qedexekirin.
 
Piştî Oncu Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin jî axivî û da zanîn ku Newroz li dijî dehaqan roja têkoşînê ye. Di berdewamê de Demîr, destnîşan kir ku desthilata AKP'ê bi tecrîda li ser Ocalan li dijî hemû girtiyan tecrîd pêk tîne û girtiyên nexweş terkî mirinê kiriye. 
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û li dora agirê Newrozê goven hat gerandin. 
 
MELETÎ
 
Newroza Meletiyê ku bi şîara "Dem dema serkeftinê ye" li xaçereya Emeksîzê ya girêdayî taxa Paşakoşkuyê hat pîrozkirin. Meletî, di saetên serê sibehê de bi kincên xwe yên herêmî berê xwe dan qadan Newrozê. Beriya ku welatî bên polisan qada Newrozê bi barîkatan dorpêç kir û welatiyan di nuqteyê lêgerînê de derbas kirin û wisa berdan qadê. Qada Newrozê bi flamayen reng rengî hat xemilandin. Pankartên "Newroz pîroz be" û "Kemal Kurkût nemir e" li qadê hatin daleqandin. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê dest pê kir. Li ser dikê jî wêneyên Denîz Poyraz û Kemal Kûrkût di nav qûrnefîlan de hate bicîhkirin. 
 
'ŞEHÎD NAMIRIN'
 
Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî, rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Partiya Kedê (EMEP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û gelek rêxistinên sîvîl yên bajar beşdarî pîrozbahiyê bûn. Her wiha girseyî gelek caran “Newroz pîroz be”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” berz kirin. Pîrozbajî ji bo bîranîna Kemal Kurkut bi rêzgirtinê dest pê kir. Di rêzgirtinê de gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hate berz kirin.
 
Di destpêka pîrozbahiyê de Hevserokê HDP’a Meletiyê Yûsûf Bozkûş axivî û balê kişand li ser rewşa girtiyên nexweş. Piştî Bazkûş Endama MYK’a DBP'ê Gulşen Sîncar jî axivî. Sîncar jî siyasetmedarên jin ên girtî silav kir û da zanîn ku ew li dijî şer, qirkirin û tundiya li ser jinê, li her devera Kurdistanê daketine qadan.
 
'EM Ê HESABÊ KEMAL KÛRKÛT BIPIRSIN'
 
Herî dawî jî Parlementerê HDP’ê ya Êlîhê Mehmet Ruştu Tîryakî axivî û ev tişt gotin: "Newroz ji bo me roja berxwedan û serhildanê ye. Ji Rahşanan heta Zekiyeyan, ji Mazlûm Dogan heta şehîdên Nisêbîn û Cizîrê em hemû şehîdên Newrozê bibîr tînin. Eger hûn bixwazin demokrasiya welatekî bibînin, li girtîgeh û dadgehan binêrin. Dozên ku piştî kuştina Kemal Kûrkût hatin vekirin hemû li wir in. Kêliya kuştina Kemal Kûrkût bi kamerayê hate kişandin. Lê yên ku Kemal Kûrkûtt di encama darizandinê de qetil kirin divê hesab ji wan bê pirsîn. Em ê ji dadgeha ku parastina polîtîkayên bêcezahiştinê hesabê bipirsin.”
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate hilkirin û girseyî bi dirûşma “Newroz pîroz be” li dora agirê Newrozê govend gerandin. 
 
Pîrozbahî ligel kilam û awazên Koma Çiya bi grandina govend bi dawî bû.
 
ÇEWLIK
 
Li Çewlikê navnîşana Newrozê Kolana Nexweşxaneyê bû. Rexmî hewa sar jî bi hezaran kesî berê xwe da qada Newrozê û Newrozê bi çoşeke mezin pîroz kirin. Beşdarên Newrozê timik dûrişmeya “Bê serok jiyan nabe” berz kirin. Gelek jin bi kincên herêmî tevlî pîrozbahî bûn û reng dan qada Newrozê. Demeke dirêj li qada Newrozê govend hat gerandin. Di pîrozbahiyê de Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nîmettûlah Erdogmûş axivî û qala dîroka Newrozê kir û got ku di çanda kurdî cihê Newrozê girîng e.
 
Piştî axaftinê agirê Newrozê hat pêxistin. Dayika Aştiyê Hakîfe Serînyel û HDP'iyan agirê Newrozê pêxist. Dema ku agirê Newrozê hat pêxistin gireya Newrozê bi yekdengî dûrşmeya “Bijî serok Apo” bilind bû. Piştî agirê Newrozê hunermend Nûrcan Degîrmencî derket ser dikê û stran gotin. Girseya Newrozê li ber stranên Degîrmencî govend gerand. Ji ber ku qada Newrozê teng ma gelek ciwan derketin ser diwaran û bûn hevparê çoşa Newrozê. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

20/03/2022
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin
17:17 OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:07 Li Wanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn
17:01 Nûnerên sendîkayan li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:46 Bi lastîkan agirê Newrozê vêxistin
16:43 Li Mêrdînê qezayê trafîqê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:38 Li Gebzeyê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiya
16:37 Li ser sînorê Başûr agirê Newrozê hat hilkirin: Divê Ocalan azad bibe
16:28 Hunermendê kurd Çiya Şenses hat berdan
16:27 Li warê Mazlum Dogan agirê Newrozê geş bû
16:27 Ji Newroza Dêrsimê peyama berxwedanê
16:12 Hat xwestin ku girtiya nexweş Karaguzel were berdan
16:10 Ahmet Turk: Dem dema avakirina yekitiya neteweyî ye
16:05 Li Qoserê piştî pîrozbahiyê meş
16:05 Dozger xwest ku jinên binçavkirî bên girtin
15:48 Botanê xwe bi ruhê Newrozê pêçand: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
15:46 Xizmên windakiriyan faîlên Hasan Ocak pirsîn
15:32 Ji Newroza Bismilê silav ji bo Ocalan şandin
15:25 Di Newroza Mersînê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
15:13 Jiyana girtiya nexweş di xetereyê de ye
14:51 Newroza Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar hat kirin
14:43 Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak bang li rayedaran kirin
14:41 Xelk ji 7 salî heta 70’ê salî li qadê bû: Şirnexê gavek jî paşve neavêt
14:40 Otelên Amedê bi mêvanên Newrozê tije bûne
14:19 Li Îdirê agirê Newrozê hat hilkirin: Kurd çok natewînin
13:33 Xizmên windakiriyan kesên di Newrozê de hatine qetilkirin bi bîr anîn
13:31 Li Dêrsimê tevî barîna berfê jî Newroz tê pîrozkirin
13:06 Xelkê Panosê guh neda berf û sermayê û agirê Newrozê vêxist
12:19 Lîsa Çalan hêjayî 'Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê' hat dîtin
12:19 Li şûna bijîşkan gardiyan li girtiyê bi covîdê ketî nihêrt!
12:06 Li 7 navendan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:05 Newroza Îdirê bi rengê jinan dest pê kir
11:05 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:04 Gelê Amedê ji bo Newrozê amade ye
10:51 John Kusack jî piştgirî da kampanya azadiya Nûdem Dûrak
10:41 Ocalan: Newroz meşa azadî û serkeftinê ya kurdan e
10:40 Gardiyanan ji jinan re got: Em rehetiyê nadin we
10:34 Turkdogan: Li gorî hiqûqê divê Ozkan were berdan
10:32 Derbarê Emîne Şenyaşar de doza 'heqaretê' hat vekirin
10:07 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
09:20 Bi wêneyan 20 Newrozên Amedê
09:15 Bangawaziya ji bo Newroza Stenbolê: Em li Yenîkapiyê li benda milyonan e
09:14 Nûnerên sendîkayan: Ji bo azadiyê ber bi qadên Newrozê ve
09:07 Ji bo bîranîna 33 rêwiyên xeyalan Mala Çandê ya Ciwanan a Polenê ava kirin
09:06 Dema ku telefon lê dide ditirse ku tiştek hatiye serê bavê wê
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2022'YAN
18/03/2022
22:31 NY: Li Ûkraynayê herî kêm 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane
20:22 Jinan li quntarên Çiyaboza agirê Newrozê vêxistin
20:17 7 jin hatin girtin
17:42 Partiyên siyasî serdana Nobeda Edaletê kirin
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye