Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê

img
STENBOL - Welatiyên li navçeyên dûr ên Stenbolê rûdinin ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Yenîkapiyê bi wesayîtên xwe taybet û otobusan derketin rê. Tevî hewa sar jî ji zarokan bigire heta kal û pîran kom bi kom diherikin qadê. 
 
Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Newroza Stenbolê li Qada Yenîkapiyê tê pîrozkirin. Tê payîn bi sed hezaran kes li qadê kom bibin. Pîrozbahî bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) tê lidarxistin. Pîrozbahî hêdî hêdî dest pê dike. Beriya pîrozbahiyê welatî herikîn qadê. Ji navçeyên dûr ên Stenbolê welatî bi wesayîtên xwe taybet, otobusan ber bi qada Newrozê ve derketin rê. 
 
OTOBUS BER BI QADÊ VE DERKETIN RÊ 
 
Dê îro ji 39 navçeyan xelk biherike pîrozbahiyê. 350 otobus hatine amadekirin û wekî din xelk bi wesayîtên xwe diçe qadê. Tevî hewaya sar û barîna baranê jî bi hezaran welatî bi keştî û tênê tên qadê. Welatiyên ji serê sibehê ve li qadê kom bûne bo coşek mezin û cilên xwe netewî ku li xwe kirine, stranan dibêjin û govendê digerînin.
 
KEŞTÎ BELEŞ XELKÊ VEDIGUHEZÎNIN 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo welatiyan keştiyan jî beleş organîze kir. Keştî ji Îskeleya Kadikoyê welatiyên kom bûne vediguhezîne cihek nêzî qada Newrozê. Welatiyên ku wesayîtên xwe jî bi alan û flamayan xemilandine bi awayê konvoyê tên qadê. 
 
 HERIKÎNA QADÊ 
 
Beriya bernameya Newrozê dest pê bike, li qadê amadekariyên dawî temam bûn. Qada ku dê îro şahidiya sed hezaran welatî bike, hêdî hêdî welatî derbasî qadê dibin. Girseyên ku diherikin qadê stranan dibêjin, dirûşman berz dikin û li gel dengê def û zirnê dimeşin. Girseya ku hêdî hêdî dicive bênavber dirûşmên wek “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan” berz dikin. 
 
SIRÛDA ÇERXA ŞOREŞÊ XWENDIN 
 
Rêveber û nûnerên sazî û dezgehan û welatiyên li derketina metroya Yenîkapiyê kom bûne sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin û stranan strîn û govend gerandin. Herîkina bi kortejan a ber bi qadê ve didome. 
 
BEŞDAR 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevberdevkê Partiya Kesk û Çep Îbrahîm Akin, Hevberdevka SODAP’ê Sevtap Akdag Karahali, Hevserokê SYKP’ê Cavît Ugur, Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, nûnerên rêxistinên elewiyan û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî pîrozbahiyê dibin. 
 
BERNAMEYA NEWROZÊ 
 
Dê bername bi derketina ser dikê ya stranbêjên kolanan û hunermend Huriye dest pê bike. Pişt re jî bername wiha ye: “Li ser navê Komîteya Amadekar axaftina vekirinê û silavdayîn, Hevserokên HDP’a Stenbolê dê bi du zimanan xelkê silav bikin, pêxistina agirê Newrozê, xwendina metna hevpar a pêkhateyên Newrozê, axaftina Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, axaftina Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, Grûp Vardiya dê derkeve ser dikê. Axaftina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, hunermend Xêro Abbas dê bistrê, li ser navê saziyên elewiyan axaftin, pişt re jî dê Serokê Giştî yê EMEP’ê, Hevserokê ESP’ê, Berdevka SODAP’ê, Hevserokê SYKP’ê, Serokê Giştî yê TÎP’ê, Hevberdevkê Partiya Kesk û Çep biaxivin û di dawiyê de jî Koma Sorjiyan derkeve ser dikê û bername bi dawî bibe.” 
 

Sernavên din

20/03/2022
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin
17:17 OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:07 Li Wanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn
17:01 Nûnerên sendîkayan li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:46 Bi lastîkan agirê Newrozê vêxistin
16:43 Li Mêrdînê qezayê trafîqê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:38 Li Gebzeyê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiya
16:37 Li ser sînorê Başûr agirê Newrozê hat hilkirin: Divê Ocalan azad bibe
16:28 Hunermendê kurd Çiya Şenses hat berdan
16:27 Li warê Mazlum Dogan agirê Newrozê geş bû
16:27 Ji Newroza Dêrsimê peyama berxwedanê
16:12 Hat xwestin ku girtiya nexweş Karaguzel were berdan
16:10 Ahmet Turk: Dem dema avakirina yekitiya neteweyî ye
16:05 Li Qoserê piştî pîrozbahiyê meş
16:05 Dozger xwest ku jinên binçavkirî bên girtin
15:48 Botanê xwe bi ruhê Newrozê pêçand: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
15:46 Xizmên windakiriyan faîlên Hasan Ocak pirsîn
15:32 Ji Newroza Bismilê silav ji bo Ocalan şandin
15:25 Di Newroza Mersînê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
15:13 Jiyana girtiya nexweş di xetereyê de ye
14:51 Newroza Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar hat kirin
14:43 Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak bang li rayedaran kirin
14:41 Xelk ji 7 salî heta 70’ê salî li qadê bû: Şirnexê gavek jî paşve neavêt
14:40 Otelên Amedê bi mêvanên Newrozê tije bûne
14:19 Li Îdirê agirê Newrozê hat hilkirin: Kurd çok natewînin
13:33 Xizmên windakiriyan kesên di Newrozê de hatine qetilkirin bi bîr anîn
13:31 Li Dêrsimê tevî barîna berfê jî Newroz tê pîrozkirin
13:06 Xelkê Panosê guh neda berf û sermayê û agirê Newrozê vêxist
12:19 Lîsa Çalan hêjayî 'Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê' hat dîtin
12:19 Li şûna bijîşkan gardiyan li girtiyê bi covîdê ketî nihêrt!
12:06 Li 7 navendan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:05 Newroza Îdirê bi rengê jinan dest pê kir
11:05 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:04 Gelê Amedê ji bo Newrozê amade ye
10:51 John Kusack jî piştgirî da kampanya azadiya Nûdem Dûrak
10:41 Ocalan: Newroz meşa azadî û serkeftinê ya kurdan e
10:40 Gardiyanan ji jinan re got: Em rehetiyê nadin we
10:34 Turkdogan: Li gorî hiqûqê divê Ozkan were berdan
10:32 Derbarê Emîne Şenyaşar de doza 'heqaretê' hat vekirin
10:07 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
09:20 Bi wêneyan 20 Newrozên Amedê
09:15 Bangawaziya ji bo Newroza Stenbolê: Em li Yenîkapiyê li benda milyonan e
09:14 Nûnerên sendîkayan: Ji bo azadiyê ber bi qadên Newrozê ve
09:07 Ji bo bîranîna 33 rêwiyên xeyalan Mala Çandê ya Ciwanan a Polenê ava kirin
09:06 Dema ku telefon lê dide ditirse ku tiştek hatiye serê bavê wê
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2022'YAN
18/03/2022
22:31 NY: Li Ûkraynayê herî kêm 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane
20:22 Jinan li quntarên Çiyaboza agirê Newrozê vêxistin
20:17 7 jin hatin girtin
17:42 Partiyên siyasî serdana Nobeda Edaletê kirin
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye