'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'

img

AMED - Fesîh Erdemcî ku piştî 30 salan ji girtîgehe derket behsa Newrozên girtîgehan kir û got: "Sê niftikên Mazlûm tenê ne hucreyekê, dîrokekê ronî kir. Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim" 

Îsal Newroz bi dirûşma "Dem dema serkeftine ye" li gelek deveran tê pîrozkirin. Wekî gelek qadan, Newroz li girtîgehan jî tê pîrozkirin. Fesîh Erdemcî ku di 1992'yan de li Gimgim a Mûşê hatibû girtin û di 29'ê adara 2021ê de hatibû berdan, behsa Newrozên li girtîgehan kir. 
 
‘ME DI HUCREYA MAZLÛM DOGAN DE PÎROZ KIR’
 
Fesîh Erdemcî, anî ziman ku dema hatiye girtin ew anîne Amedê, xistine qawîşa 35'an û wiha got: “Me li qawîşa 35'an li cihê heval Mazlûm Dogan Newroz pîroz kir. Dema meriv di 35’an de wan her sê niftikan, hucreya Mazlûm Dogan û kirasê Mazlûm Dogan ê spî dibîne, ev ji bo meriv dibin moral û kelecan. Ew hesinê ku wî destê xwe dane wan... Dema meriv wan tiştan dibîne, bihêz dibe. Dîrokek li wir heye. Bi sê niftikan hucre ronî kiriye. Meriv di aliyê fîzîkî de bifikire, sê nift tenê dikare nava hucreyeke yek mîtro ronî bike, lê li aliyê din gava mirov lê bifikire ew her sê niftik dîrokek ronî kir." 
 
Erdemcî, diyar kir ku di girtîgehê de di şeva 20’ê adarê de dest bi amadekariyên Newrozê dikirin û wiha behsa Newroza 1992'yan a li Girtîgeha Amedê kir: “Şeva 20’ê adarê di hucreya Mazlûm Dogan de 3 niftik hatin vêxistin. Em hemû derketin qata 4’an me li hucreya wî mêze kir. Kiras û çend tiştên wî daliqandî bûn. Wê şevê ji bo Newrozê bi awayekî temsîlî agir hat vêxistin. Li dora agir govend hatin gerandin. Hevalan şano jî amade kiribûn. Şano, li ser Mazlûm Dogan, heval Xeyrî, heval Kemal Pîr û hevalên din ên wê demê bû. Di şanoyê de me hîn bêtir ew berxwedana wan a li dijî zilmê hîs kir. Me li vir Kawayê Hesinkar û Kawayê Hemdem baş nas kir. Di nava ew qas zordariyê de meriv çawa dikare bi bîr û baweriya xwe, bi çoşa xwe bijî? Ez li wir hîn van tiştan bûm."
 
‘ZINDAN NIKARIN ME JI AZADIYÊ DÛR BIXIN'
 
Di berdewama axaftina xwe de Erdemcî da zanîn ku wan ji bo ewlehiyê  Newroz di 22’yê adarê de pîroz kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wan digot qey em ê di 21’ê Adarê de pîroz bikin. Ji ber lêgerînê û avêtina ser qawîşan, me tevdîrek wisa digirt. Di girtîgehe de her tişt bedêleke xwe heye. Piştî pîrozbahiya Newrozê ceza jî dihatin birîn, lê dîsa jî me bi şano û agir tevdîren xwe digirtin û Newroz pîroz dikir. Meriv di nav çar dîwaran de jî dikarê li gorî bawerî û dîroka xwe azad bijî. Zindan nikarin me ji azadiyê dûr bixin."
 
BI KAXIZEKÊ AGIRÊ NEWROZ HIL KIRINE
 
Erdemcî, anî ziman ku carek di hucreyê de bi kaxizekê Newroz pîroz kiriye û ew roj wiha vegot: "Piştre girtîgehên bi Tîpa F ava kirin. Ev bi mantiqa ku me ji hev dûr bixin ava kirin. Lê em sê kes jî bûna, em li gor jiyana komunê tevdigeriyan û me xwe perwerde dikir. Min carekê Newroz di hucreyê de bi kaxizekê pîroz kir. Dema me kilam digotin, cezayê disiplînê li me dibirîn. Carekê du salan cezayê qedexekirina hevdîtinê birîn. Me li kîjan odeyê agirê Newrozê vêxista, davêtin ser wê odeyê. Car hebû em sê kes me li hewadariyê Newroz pîroz dikir. Yanî wateya wê vîna me xurtir dikir. Tu ji zordaran re dibêjî, 'tu min bi tenê di hucreyekê de bihêlî jî, bi hestê jî ma be ez ê Newrozê pîroz bikim.' Anku çi bikin jî, qedexeyên wan çi dibin bila bibin lê dîsa jî dê nekarin agirê ku Mazlûm Dogan vêxistiye vemirînin." 
 
‘EM BI RUHÊ KAWAYÊ HEMDEM TEVLI NEWROZÊ BIBIN’
 
Di dawiya axaftina xwe de Erdemcî ji bo pîrozkirina Newrozê bang kir û wiha got: “Divê em bi vê şîarê, bi coşeke mezin tevli Newrozê bibin. Serkeftina me bi ruhê Newrozê, bi ruhê Kawayê Hemdem dê were avakirin. Ji bo min Newrozeke nû ye. Ez ê piştî 30 salan, yekemîn car li derve Newrozê pîroz bikim. Ev ji bo min cihê kelecaniyeke mezin e. Divê êdî zindan werin valakirin. Bangewaziya Newrozê jî ev e. Ev Newroza serkeftinê ye, ya azadiyê ye. Gelê me yê li derve jî bila bizane ku dilê zindanan bi wan re ye, hêvî û baweriya wan bi derve ve girêdayî ye. Çavê hemûyan jî li vê Newrozê ye. Ji bo serkeftinê, li benda derve ne. Bangewaziya min ew e ku bila girtî jî û yên derve jî bi heman dirûşmê bi hev re Newrozê pîroz bikin.”

Sernavên din

20/03/2022
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin
17:17 OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:07 Li Wanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn
17:01 Nûnerên sendîkayan li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:46 Bi lastîkan agirê Newrozê vêxistin
16:43 Li Mêrdînê qezayê trafîqê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:38 Li Gebzeyê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiya
16:37 Li ser sînorê Başûr agirê Newrozê hat hilkirin: Divê Ocalan azad bibe
16:28 Hunermendê kurd Çiya Şenses hat berdan
16:27 Li warê Mazlum Dogan agirê Newrozê geş bû
16:27 Ji Newroza Dêrsimê peyama berxwedanê
16:12 Hat xwestin ku girtiya nexweş Karaguzel were berdan
16:10 Ahmet Turk: Dem dema avakirina yekitiya neteweyî ye
16:05 Li Qoserê piştî pîrozbahiyê meş
16:05 Dozger xwest ku jinên binçavkirî bên girtin
15:48 Botanê xwe bi ruhê Newrozê pêçand: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
15:46 Xizmên windakiriyan faîlên Hasan Ocak pirsîn
15:32 Ji Newroza Bismilê silav ji bo Ocalan şandin
15:25 Di Newroza Mersînê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
15:13 Jiyana girtiya nexweş di xetereyê de ye
14:51 Newroza Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar hat kirin
14:43 Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak bang li rayedaran kirin
14:41 Xelk ji 7 salî heta 70’ê salî li qadê bû: Şirnexê gavek jî paşve neavêt
14:40 Otelên Amedê bi mêvanên Newrozê tije bûne
14:19 Li Îdirê agirê Newrozê hat hilkirin: Kurd çok natewînin
13:33 Xizmên windakiriyan kesên di Newrozê de hatine qetilkirin bi bîr anîn
13:31 Li Dêrsimê tevî barîna berfê jî Newroz tê pîrozkirin
13:06 Xelkê Panosê guh neda berf û sermayê û agirê Newrozê vêxist
12:19 Lîsa Çalan hêjayî 'Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê' hat dîtin
12:19 Li şûna bijîşkan gardiyan li girtiyê bi covîdê ketî nihêrt!
12:06 Li 7 navendan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:05 Newroza Îdirê bi rengê jinan dest pê kir
11:05 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:04 Gelê Amedê ji bo Newrozê amade ye
10:51 John Kusack jî piştgirî da kampanya azadiya Nûdem Dûrak
10:41 Ocalan: Newroz meşa azadî û serkeftinê ya kurdan e
10:40 Gardiyanan ji jinan re got: Em rehetiyê nadin we
10:34 Turkdogan: Li gorî hiqûqê divê Ozkan were berdan
10:32 Derbarê Emîne Şenyaşar de doza 'heqaretê' hat vekirin
10:07 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
09:20 Bi wêneyan 20 Newrozên Amedê
09:15 Bangawaziya ji bo Newroza Stenbolê: Em li Yenîkapiyê li benda milyonan e
09:14 Nûnerên sendîkayan: Ji bo azadiyê ber bi qadên Newrozê ve
09:07 Ji bo bîranîna 33 rêwiyên xeyalan Mala Çandê ya Ciwanan a Polenê ava kirin
09:06 Dema ku telefon lê dide ditirse ku tiştek hatiye serê bavê wê
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2022'YAN
18/03/2022
22:31 NY: Li Ûkraynayê herî kêm 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane
20:22 Jinan li quntarên Çiyaboza agirê Newrozê vêxistin
20:17 7 jin hatin girtin
17:42 Partiyên siyasî serdana Nobeda Edaletê kirin
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye